Skip to main content

Anonymous (not verified)

Wed, 2008-11-19 21:24

[size=large] Parlamentoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 27\'ê Cotmehê de, bi pejirandina ferehjinî(pirjinî) jibo mêre kurd, tarîkstana sedeya naverast jibo jina kurd rewa dît. Jina kurd, ya ku 200 sal e di rêya azadiyê de tekoşîn dide, da nîşandan ku bi çi behaneyekî dibe bila bibe, biryareka bi vê corê qebûl nake. Roja 16\'ê Mijdarê 21 rêxistinên jinan li bajarê Silêmanî li hev civîn û biryara berxwedanê li hember vê biryara Parlamentoya Kurdistanê sitandin. Di pêngava yekem de û bi armanc bînîna Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanê şandêk hat pêkhênan û daxwaza jîvana wî kirin derbarê wê pêşnûma ku wê jibonê were hildan. jiberku ev qanûn dijî prensîpên serek\' mafên mirov e, jinên kurd wê ji rêzdar Mesûd Barzanî bixwazin, ku vê pêşnûmê îmze neke û paş ve vegerîne Parlamentoya Kurdistanê. Em jî wekû jinên kurd û hemû kesayet û dezgehên alîgirê demokrasiyê, jinan li başûrê welatê xwe bi tenya nehêlin. Helewstê ku îro em bigrin wê rengê xewna me ya 200 salan be bi Kurdistana azad. Emê biryar bidin ka dê li Kurdistaneka çawa de ala rengîn biheje. [size=large] Ew kesên ku dibêjin Kurdistaneka ronak, bila her neha dengê xwe bilind bikin û teqez pêwîste em dengê xwe bighînin her yek ji Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, Sekreterê Giştî yê YNK, ji cihgirên serokatiya Sosyalist Enternasyonal û Serokkomarê Îraqa Federal birêz Celal Talabanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê birêz Ednan Mûftî, Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û hemû partiyên siyasî. Neha bi şiyandina E mail\' ekî Kurdistana azad nêzîkî me ye. Xecê 19.11.2008[/size]

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.