Skip to main content

ERDOĞAN DİBÊJE BÊEHLAK DİBE, Pkk-ÖCALAN DİBÊJE MEŞRÛ DİBÎNİN? Serok wezirên dewleta talanker û dijminê gelê Kurd Recep Teyyip Erdogan got "tek ala, tek milet û tek dewlet". Kurdan bi du verziyona ev mesele dîtin. Holê: 1- Kurdên Birastî di çarçûva ehlaqîde doza xwezayî ya gelê Kurd di cerg û dilên xwede dizanin,ev rudan du ruyên wê hene. Ez bixwe gotinên Erdogan xwezayî dibînim, jiberku serokwezîrê dewletekî dijminê Kurd û Kurdistane. Wezîfa wî jî yek ji jê ev siyaseta bê qkil û talankare. Lê kemalîst partiya Öcalan vê siyasetê zêdetir diparêzin.Kurdên Kimralî-pkk bêdengin û bê çav û bîr û hizrin. Ma gelo siyaseta PKK-Öcalan ji her sê gotinên R.Teyyip Erdogan yên ku dibêjit; tek ala, tek,milet û tek dewlet ferktire? Min weko kesekî siyaseta vê kemalist PKK-Öcalan tekip kiriye eveye: „ Em hurmeta ala Tirki digirin, Em yekpareya dewletê diparêzin, em ji generalan jî pitir miletê Tirk diparêzin“, dibêjin û vê siyasetê jî berdewam diajon ditiye, netinê ez bi milyonan Kurd vê siyaseta bê ehlak dizanin. Gelo çima Kurdên di nava îhaneta Pkk û Imralîde di herikin gîsinên dicavên xwere nabînin? Gotinên Erdogan sûçin, belê bigorî min tanbariya mezine, ne tinê yên Erdogan, herweha yên pkk jî ji yên wî zêdetirin û ev jî sûçe beramberê gelê Kurdistan. Lê ev gotinên Erdohgn îro gotîn û dibêjit bi saleye Pkk û partiya kemalîstan sihar û êvara bi çavên Kurdin Imrali ve dişut û dide kebulkirin û vê jî meşru dizanin çima ew divelankên wan bêdengin? Jiberku esasê siyaseta ku dewletê dayi pkk vê dixwazit. Di kombuna vêde dibe dijminê Kurd. Heta çend gava ji Erdoğan jî zêdetirin. Dev jivê siyaseta xizmetkariya dijmin berdin. Çavên xwe vekin û bixwînin. Dema we xwend baş têbigehên. Doza Kurdistan nêzîkê çareseriyê buye û astenga herî pîs, xirab, dijminkarî pkk û Seyrançiyê Imralî dikin. Divê Kurd vê bibînin û di warên rastiyande analîs û lêkolînên xwe biweşînin. Pkk-Öcalan dibêjin ;“Devlet elden gidiyor“ demek ne demektir? Türk bayraği´na saygiliyiz demek ne demektir? Türk milletini generallerdenden daha fazla savunuyoruz demek nedemektir? Ma çi ferqa gotinên Erdogan û Siyaseta bi dehan salin vê partiya ji terefên dewletê ve hatî avakirin evan bi Kurdên Imralî dayî ferz û kebikilin heyegelo? Kurd çima xwîna xwe didin bo parastina dewletê rewşenbîr yanjî nivîskar divê serên xwe bo vê zelalbikin. Öcalan û Pkk misyonekî ku dewleta Tirk dayiyê heye, ewjî dijminkariya gelê Kurd bi planê dewletê berdewamkirine. Hey Kurdên destbi qelem, yanjî ji guhan guhdardikin, nebêjin jiber ku babê me, yan jî birayê me, yanjî pismamê me, yanjî xwiska me dinav pkk dê hatiye Kurstin jiber hindê emê pkk biparêzin! Bas bizanin ev ne parazstina wan kesane û nejî xizmeta doza rizgariya Kurdistanê ye jî, ev bihêzkirina dijminkariya dewletê liser Gelê Kurd mezintirdike. Divê her kesek vê holê bizanit. Îsmaîl Girikî 15.11.2008

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.