Skip to main content

Anonymous (not verified)

Tue, 2008-02-05 18:45

Wezîrê Perwerdeyê:Wek neteweyek hewcedariya me bi zimanekî yekgirtî heye PUKmedia Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Dilşad Ebdulrehman roportajek li gel Rojnameya Kurdistanî Nwê pêk aniye û roni xistiye ser mijara zimanê xwendinê yê li dibistanên herêma Kurdistanê. PUKmedia ji ber girîngiya vê mijarê nêrînên Dilşad Ebdurehman ên li ser zimanê xwendinê yê li dibistanên parêzgehên herêma Kurdistanê pêşkêşî xwendevanên xwe dike. Biryar e xwendin li sinorê Dihokê bi kurmanciya jor(badînî) be, wek agahdar in perwerdeya Silêymaniyê jî biryar daye tenê bi soranî bixwînin.Ev arîşeyeke mezin e û hin kes hene vê wek xeteriyeke mezin bi nav dikin li ser yekîtiya neteweyî. Wek wezareta perwerdeyê nêrîna we li ser vê arîşeye çiye? Dilşad Ebdulrehman:Li ser vê meseleyê di rojevê de gelek nîqaş hene, hindek rastî hene dixwazim zelel bikim. Li Dihokê xwendin ji zû ve bi kurmanciya jor e, ne ku tenê 2 sal in xwendin bi badinî ye. Di Sala 1998-ê de jib o lêkolîna daxwazên parêzgeha Dihokê li wezareta perwerdeyê, lijneyek hatiye pêkanîn ku parêzgeha Dihokê daxwaz kiriye xwendin di sinorên wan de bi kurmanciya jor be. Her weha sala ku lijne pêk hatiye, nivîsek amade kiriye û pêşkêşî wezîrê perwerdeyê kiriye, pêşniyar kiriye ku xwendin ji pola yekê heta pola çar a seretayiyê, li Dihokê bi zaraveya kurmanciya jor be.Paşe teksta nivîsê ji civata wezîran a bi serokatiya D. Roj Nurî Şaweys hateye şandin û wî jî bi nivîsa jimara 4508 a 27/6/1998 razemandî li ser daye,yanê ev biryar ji sala 1998 ve hatiye dayîn, pirtûkan jî wergerandine kurmanciya jor û biryar hatiye bicihanîn jî. Her weha di xaleke din a vê nivîsê de hatiye diyarkirin ku pola 5 û 6-ê seretayiyê bên paşdexistin heta ku Kora Zanyariya Kurdistanê dest bi kar dike û lêkolînên xwe diqedîne. Lê ew yek nehatiye kirin û careke din îdareya Hewlêrê a wezareta perwerdeyê wê demê bi nivîsa jimara 35 ya roja 4/2/12002 daxwaz ji serokatiya civata wezîran kiriye, rê bidin wan ku pirtûkên polên 5 û 6-ê seretayiyê jî li parêzgeha Dihokê wergerînin kurmanciya jor û civata wezîran jî bi nivîsa jimara 182 a roja 5/2/2002 rezamendî daye wê pêşniyarê ku polên 5 û 6-ê ên seretayiyê jî bibin kurmanciya jor.Yanê biryara“ bila xwendin li Dihokê bi zaravaya kurmanciya jor be“ vedigere salên 1998 û 2002 ne ku niha wezareta perwerdeyê wê biryarê daye wek li hin rojnameyan de hatiye belavkirin. Heta birêzek li Rojnameya Cemawerê de daxwaz kiriye ku ez dest ji karê xwe bikêşim ji ber ku ev biryar di serdama min de hatiye dayîn.“ Wek wezareta perwerdeyê we ji bo çareserkirina vê arîşeyê çi kiriye? Dilşad Ebdulrehman:Me sala par hewl da ku xwendina sala 2007-2008 bi zimanekî yekgirtî be û ew cihêkirinê nemîne lê diyar e perwerdeya Dihokê rijdbûye(biisrar) li ser wê yekê ku divê xwendin li Dihokê tenê bi kurmanciya jor be.Pêştir jî civata wezîran biryar li ser daye. Niha jî ew arîşe li ser wê yekê rawestiyaye. Heta ku serokatiya herêm û serokatiya civata wezîran û parlamentoya Kurdistanê biryareke nû dernexe, em naçar in biryara kevin bi cih bînin. We van mijaran li gel civata wezîran rasterast nîqaş kiriye? Dilşad Ebdulrehman:Me ji civata wezîran re ragihand ku hebûna 2 zaraveyan bi awayê niha di qonaxên xwendinê de dê tesîreke xirab li ser netewayetiya kurd bike lewre pêwîst e wek neteweyek zimanekî me yê nivîsê yê yekgirtî hebe û bi zaraveyên din bê têkelkirin û em hemû li ser hemraman bin. Ev nêrîna me ye wek wezareta perwerdeyê lê ev yek biryareke siyasî divê û pêwîst e serokatiya herêmê û civata wezîran û parlamentoya Kurdistanê, wê biryara berê ya civata wezîran betal bike çimkî ew yek ne di desthilata me de ye. Nêrîna Civata Wezîran çawa ye? Dilşad Ebdulrehman:Serokatiya herêmê û civata wezîran dibêjin “rast e, em pê hesiyane“ û biryar dane ku lijneyeke pispor bê pêkanîn. Qesî ku jê haydar im, serokê herêma Kurdistanê wezîrê xwendina bilind jib o pêkanîna vê lijneyê wezîfedar kiriye da ku vê arîşeyê çareserbike û biryareke zanistî a guncaw bide.Ez jî li vir daxwaz dikim ku bi riya akademisyenên kurd karên vê lijneyê bên lezandin û ez jî wek wezareta perwerdeyê amade ne bi her awayî alîkariya zimanê nivîsandina pirtûkan bikin çimkî xeterî gihîştiye wê astê ku niha hemû nivîsên ku ji rêveberiyên parêzgeha Dihokê ve ji me re tên şandin hemû bi kurmanciya jor tên şandin ku pêştir rezamendî jê re hatiye wergirtin. Gelo ew lijne hatiye avakirin? Dilşad Ebdulrehman:Nizanim lijne hatiye avakirin an na lê divê em hemû bi giyanekî berpirsiyariyê ve di hewla çêkirina zimanekî yekgirtî a kurdî de bin.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.