WEZERATA ZIK Û PIŞT
Li Kurdistana Başur li ser dengdana dawîyê li piştî nezîka neh mehan, bi dest tevdana Dewleta Îranê, bi mildana Dewletên Yekitîya Emrîka û Yekitîya Ewropayê, bi xwebadana Nuri Kamil Muhammed Hasan el-Maliki, bi mizdana Komara Tirkîyayê, bi êrişên DAÎŞ ê û bi pifkirina Ulema Kurd, dara heyşta sîyasî ya Kudên me din bin sersitarîya Neçîrvan Barzanî da, bi bîst wezeraten hate damezrandin. Dara
nû bi gelê Kurd pîroz be! Tiştê ku di dawîyê de bête gotin, ezê serî da bêjim; xirabtirîn dara Kurda ya sîyasî, ji “baştirîn” dara dagirkeran baştirê. Li Başurî Kurdistan ewe bîstûsê sale serdarî di destên Kurda dayê, dot û xortên ku naha bîstûsê salînê dara dagirkerîyê nasnakin, dagirkerîya Iraqê ew edî di pirtûkên dîrokê da dixwînen, wan tama azadîyê rind girt, bawerim ji vê katê şunda qet tu hezek wan nikarê bike bin bandura xwe û nîrê zordarîyê li ser stuyên wan nuva dayne. Bona Kurdan rûreşî û şerma herî mezin ewbu ku; wan demek kwirt da li paşî dengdana dawîyê darek nû ya sîyasî bi xwera saznekirin. Destên dagirkerên Îranê û Komara Tirkîyê di nava wanda hatin û çun, heta sîyasetmedarên Îranê bi aşîkar gotin ku; di dara nûda necîhgirtina YNK bona me xeta sor e, va gotina dihat vê maneye ku, eger YNK bi hêz di nava dara nû da nebe, li Başurî Kurdistan ewe mecalê nedin Kurdan û tejxalek mezin derxînin û Herema Kurdistan bikin nava serhevbinhevbunên nû. Bi vî alîva siyasetmedarên Tirk jî bi şunva neman. Çend roja berîpêş li Tirkîyayê xeberek der çu, dihat gotin: delagasyonê YNK û PDK li bajarê Enqarê bona nêzikbun û hevhatine bi hevra cîvîyan. Min ji xwe pirsî, ma li Kurdistan bajar neman ew tên Enqarê bona nezîkbun û hevhatinê bi hevra dicivin. Ew cîvîn kê, çawa, bo çi rêxist, destê Tirkîyayê bi çi şiklî nava vê cîvînêdabu? Berî vê civînê ji delagasyonên van herdû partîyên Kurd çun Îranê li ber sîyesatmedarên Îranê dest mizdan. Daxawa min carek din dît ku; ew bi meju hîna azad nebune, ew di nava travmayek mezinda dijin, ji serbilindîyê, jinxwesî û mêrxwesîyê gelek durin, û namerdîya kewnd weku qwilerekê wan dixwe, hevîya min ya herî mezin ewe ku; sîlsilaya Kurd ku; tama azadîyê girtîyê hedî hedî dara sîyasî bigre destên xwe kû Kurdistanî Başur ji vê tiravmaya kewnd rizgar bike. Di vê katê da rûreşî û qeşmerîyek gelek mezine ku, bona hevhatin û nezikbune Kurd bên Tehran û Enqarê bi hevra dicivîn. Dema min ew xeber xwendin min bi ji xwera got: tenya kêmasîyek maye li ser gora Kemalê Selanîkî û Ruhullah Musavî Xumeynî gurzek gwil danîn. Travmayak ku pêşvigarîya YNK û PDK jê xilas nebuyê bawerim diwaroj da ji pêsira wan bernede û ew nalîna xwe di bin Syndroma Swêdêda berdewam bikin.
Hukumata Nû ya Kurdistanê eger min baş hemcirî bi bîst wezeratan hate damezrandin, hinek wezaret mîrov nizane bona çi hatine damezrandin! Pewîste mîrov zimanzan (fîlolog) û felezof be kû; bizane ew 20 Wezaret tên çi maneyê û bona çi hatine damezrandin. Gor ewqas wezaratan min “kemasîyek” dît, “kêmasîya” Wezerata Zik û Pişt. Eger Wezerata Zik û Pişt jî hebuya, wene bê kemasî dibu.
Zik û pişt mebêjin û derbaz mebin, herdu jî bona jîyanek çak, di bedena mîrovda cîhekî taybet digirin. Bona xwirt bunê pewîste endamê komekê piştê bidin hev, koma Ehlî Heq an da tiştê herî balkêş ewe ku; hemu endamê Koma Ehlî Heqan weku xwîçk û bira têtin ditin, dema yêk dikeve tengasîyê, yê din alîkarîyê dikin ango piştê didin wî, bi hevra piştanê bi xwirtî û hêzbun derdikevî holê. Rojekî roja çend kes bi şîvekî organîze ketine ber mirovekî û li wî dane, wan bi hevra bi kulm, pîn û çoya li wî didayê, ewe ku dihatîyê lêdan, diqîrîyayê û digotîyê ax pişta min, ax pişta min.... Wî hemu kulm, ço û pîn sêrî, zik, pê û kefsîngêda dixwerîye. Kesekî li pişta wî nedidaye, dîsa jî ew diqîrîyaye û digotîye: ax pişta min, ax pişta min, yen ku wî didane xafilda yêkser sekînîyane û ji wî pirsîne, gotine: „Raste, em bi hevra te didin feqet heta naha kesekî ji me pişta te neda, tu bona çi diqîrî û dibêjî ax pişta min, ax pişta min?” Mirov li wan zidivirînê û deng bilind dibêje: „ Eger mirovên min jî hebuna, eger ez jî weku we organîze buma, eger pêy min jî hevalên min hebuna, we nedikarîya ewqas asan min bigirin û wusa li min din. Kesekî min tune, ji ber vê ez qîrîyam û min got ax pişta min ax, pişta min!„ Mefeyên ku li wî didin, dest ji lêdanê berdidin û dibêjin: „ Ew mirov rast dibêje, heqê vî mirovê heye ku ew dibêje ax pişta min ax, pişta min.”
Dema Kurdistanê nifir dikin; car cara dibêjin ku Xwuda dêşê zikê wî ke, an jî dibêjin ew marî tazîtir gwir birçîtîr be û zikê wî tu car têr nebe ango di jîyanêda zik gelek muhîme. Ji ber vê min dema jimara Wezaretên Kurdistanê dît,min got kêmasîyek heye, kêmasîya Wezerat Zik û Pişt. Eger baş bîra minda mayê bawerim Yekitîya Dewletên Emrikayê xwedî 15, Federasyona Urizîstanê xwedî 24, Komara Gel ya Çînê xwedî 24, Komara Elamanya Fedaral xwedî 15, Fransa xwedî 20 wezarete. Bona dara sîyasî bi serbixwe hevhatin, nezîkbun û damezrandina dara sîyasî bona Herema Kurdistanê li ser çavên min, feqet pêvîste mîrov ji xwe bipirsê bona rasteyetîya me ewqas Wezaret pevîstin, an na?! Hun bersiva vê pirsê xwe bidin û notekê bidin sîyasetmedarên Kurd yên Başur! Tehran, Enqera sîyasetmedarên me yên pispor, zik, pişt herdu tenişt, kuder dimîne saxlem û bê êş? Heta kenga din bin travmayêda binalîn, kenga berde pêsîra me Syndroma Sweda?
Di qurna rabirdî, di salên 90 da “Mêrxasîya” hun bêjin exmaxîya Sadam Husenê Tîrkîtî bona rizgarbuna Kurdistana başur rê vekir. Eger deweleta dagirker ya Iraqê êriş nebira ser Kuveytê, û Yekitîya Dewletên Emrîkayê biryara lêdana Iraqê negirta, Sadam Husenê Tirkîtî naha jî li Iraqê serdarbuya û xwîna Kurdan birijtîya. Xwe xwirt dîtîna dagirkerên Iraqê ruxandina wan bi xwe ra anî, raperînêda Kurdan Başurî Kurdistan girtin bin kontrola xwe, bi zexta dagirkerên Tirk Kerkuk û hinek navçeyên Kurdistanê di bin kontrola Dewleta Central ya Iraqêda man. Gor makazagona nû ya Iraqê, xala 140, pewîstbu bona navçeyên Kurdistanê ku di bin kontrola Deweleta Central ya Iraqê da mabun, referandum batana kirin. Nuri Kamil Muhammed Hasan el-Maliki heta naha mecal neda ku ew referandum cîh bê. Wî û partîya wî dîktorîya Şîayên Ereb yên Iraqê avakirin. Wan alîkiva xwestin êrişên nu bînin ser Herema Kurdistan, alîyê din bi ço û zilmê çun ser Erebên Sune yên Iraqê. Dara wan ya dîktator bona hebuna rexirawen terorîst yên weku El Kaîda û DAÎŞ ê binge danî. Komara Tirkîyayê alîkîva xwest Turkmanên Kerkukê diji Kurdan rêxîne alîyê din va pişt da rexirawên terorîst yên “Misliman”, DAÎŞ bi destê Komara Tirkîya hatê mezin kirin, alikîva wan xwest Herema Kurdistanê bi alîyê aborîyêva bikeve bin kotrola wan, alîyê din va wan xwest Turkman û DAÎŞ weku ço dijî Kurdan dêsten wan da bimînin. Çan planên Sadam Husênê Tirkîtî di katî xweda gor daxwezîyên wî nemeşîyan, planên Komara Tirkîya jî gor daxwezîyên wê nemêşin. Komara Tirkîya bawer nedikir ku; DAÎŞ ewqas zu hêz be û demek kwirt da gelek navçeyên Iraqê bigre bin kontrola xwe. Biryara Emrîkayî û Ewropayîya bona ruxandina Dara Beşar Esadê Surî, xwebadana Malîkî, pozberîya mabeyna du Mezhebên Misliman yên Şîa û Sune, di alîyê Mislimanîyê va şahdetgilînameya reş ya Komara Tirkîya, rêgirawek weku DAÎŞ ê gîhand vê qonaxê. Ji ber vê planên Komara Tirkîya û yên Nuri Kamil Muhammed Hasan el-Maliki tekçun. Navçeyên Kurdistan ku bin kontrola Kurdanda nebun, di mabeyna çend rojanda bi şerên piçûk ketin bin kontrola Pêşmergan. Di vî katî da jî Xweda alîkarîya Kurdan kir. Dema Kurdên me ji Başur bazdabun hatibun Bakur, hinek ji wan li bajarê Ahmedê û derdora Ahmedê cîvar bibun. Di sohpetêda Kurdekî Bakur xwestibu piştgirîya wan bikê û dilê van xweş bike. Wî ji wanra gotu bu: „Birayên min hîç metirsin, rojek bê Xweda alîkarîya Kurdan bike û Kurdistan sazbike!” Kurdê Başur taf bersiv dabu û gotubu: „Bila Xweda jî Kurdistan çêke, em jî çêkin, kê ku berê çekir!”
Naha Başurî Kurdistan xencî temamîya bajarê Misulê keti destên Kurdan, pêvîstê Kurd seranserî dinyayê bi hevra serbilîndî bimeşin û xwe ji bona serbixweyetîyê amade bikin. Em nikarin şaşetîyên Partîyêkî Kurd rexne bikin, bona Başurî Kurdistan dest û peyên xwe girê bidin. Di salên dawîyêda di dîaspora Kurdanda sîyasetvanên Kurdên me yên Başur ji xwe kadirên Kurdên Bakur, Rojhilat û Rojava dûr xistin. Ji bona menfaata çend rojan ew zedetirîn nezîkî Komara Tirkîya û Komara Cumhurîya Îslamî ya Îranê bun. Wan bi destên xwe partîyêkî weku PDK-Î dan xesand, ew li bajarê Kurdistana Başur dan rûniştandin.
Îro bê silbun û bê krîtîzekirin pewîste seranserî dinyayê, em Kurdistana Başur biparêzin. Îro pewîste sîyasetmedarên Kurdên Başur ji travmaya sedsalî xwe rizgar bikin û berê xwe bidin serbixweyeti û yekitîya Kurdistan. Peymana ku 16 Gulan 1916 Mark Sykes bi navê Îngilîzîstanê û Françoîs Georges Picot bi navê Fransayê amadekiribun û bona parvakirina Rojhilata Navarast dabun îmzakirin, îro organîzasyonekî terorîst ya weku DAÎŞ ê da cirand. Ax li serê me, em hîna qala “Kurdên Tirkîya, Kurdên Îranê, Kurdên Surîyê û Kurdên Iraqê” dikin, xwe travma sedsalî rizgar nakin û nabêjin Kurdên Kurdistan, tîpên wekû “T” ,“Δ, “I” û “S” va xwe didin zeliqandin û bona Kurdistan dagirkerekî zêdetirîn dibin dagirker û weku xulamekî dara dagirkerîyê diparêzin. Kurdistana Başur pevîste dara sîyasî hedî hedî bikevî nava dêstên sîlsîla nû, berku wan tama azadîyê girtîyê û ew bê travmane. Bimînîn nava xweşîyê da.
Bîşar Norşîn
25.06.2014