Şerif Mardin û Erol Anar | Îsmaîl BEŞÎKCÎ
Şerif Mardin û Erol Anar
Erol Anar, di rojnameya Înternetê ya T24ê de, nivîsek bi navê “Şerif Mardin û Çîroka Taxek Din” weşand (7 Îlon 2013). Ez dê hewl bidim li ser vê nivîsê ramanên xwe diyar bikim.
Bûyer: Di sala 1997an de, Erol Anar, li Washington C.D.yê kursa zimên didomîne. Di vê navberê de xebatên wêne û karîkaturê jî dimeşîne. Tesadufî xwedîyê xaniyê wî yê li Washingtonê xwdîyê galerîya wêneyan e. Bo Erol Anar vekirina pêşangeha wêne û karîkaturên wî pêşnîyaz dike. Rêveberên Human Rights Watcha li Washingtonê jî piştgirîya pêşangehê dikin. Human Rights Watch, ji ber xebatên mafê merivan î Erol Anarî li Tirkiyeyê, wî ji nêz ve dinase.
Pêşangeh tê lidarxistin. Rêveberên Human Rights Watchê, bêyî Erol Anarî, teklîfa vekirina pêşangehê, li Prof. Dr. Şerif Mardinî yê ku li Washingtonê di universitekê de ders dide, dikin. Mamoste Şerif Mardin, li hember vê teklîfê dibêje “ka ez biramim”. Çend roj paşê, Mamoste Şerif, ramana xwe ji rêveberên Helsinki Watchê re wiha pêşkêş dike: “Erol Anar di rojnameya PKKê, rêxistina terorê, de dinivîse. Piştgirî dide PKKê, terorê. Erol Anar PKKyî ye. Jiber vê yekî ez nikarim vekirina pêşangehê bînim cih.”
Ez, Prof. Dr. Şerif Mardinî ji nêz ve dinasim. Di Fakulteya Zanînên Sîyasî de mamosteyê min bû. Ji dawîya salên 1950yan ve heta serê salên 1960an… Ez, mamoste ji Kovara Forumê ya ku di salên 1950yan de dest bi weşanê kir, ji bûyera Turhan Feyzioglu ya 1956an, dinasim. Prof. Dr. Turhan Feyziogluyê Dekanê FZSê, ji ber ku di axaftina vekirina sala 1956-1957an de gotibû “ez nikarim li gor dilê wan xeberdim” ji wazîfe hatibû girtin. Hin mamosteyan bo protestokirina vê kiryarê ji karê xwe îstîfa kiribûn. Di nava mistefîyan deŞerif Mardin jî hebû.
Ez, mamoste Şerif ji xebatên wî î di Komeleya Zanînên Civakî î tirkan de ku dawîya salên 1960an hatibû avakirin, ji xebatên wî î paşê jî, ji kitêbên wî î ku ji alîyê weşanên Îletişim ve hatibûn amadekirin dinasim. Têgiha zordestîya taxê, xizmeteke wî ya hêja ye bo zanînên civakî î tirkan.
Ez, Erol Anar ji xebatên wî î li der dora Komeleya Mafê Merivan di salên 1990an de, ji nêz ve dinasim.
Mamoste Şerif, li hember vê pêşniyazê dikaribû helwestek wiha nîşan bidaya. Wek mînak, dikaribû pêşangehê vekira û li ser mafê merivan çend bêjeyên minasib bigota an bigota“programa min tije ye, ez nikarim beşdarê vekirinê bibim.” Mamoste Şerif wisa nake. Bi hin îfadeyan Erol Anar tewambar dike û dibêje ez nikarim beşdarê vekirinê bibim.
Divê li ser van îfadeyên tawanbarker jî bê rawestin. Serdema salên 1980, 1990an, merivên ku di derdora Komeleya Mafê Merivan de dixebitin, merivên pir bi rûmet in. Van kesan, bêyî ku berjewendîyek bipên, bi hilgirtina mexdûrîyetên pir mezin jî vê tekoşînê domandine.
Di vê serdemê de, gelek kesên birûmet î ku di dezgehên weşanên hefteyî, rojî î PKKê de dinivîsin hene. Divê ev jî bi tigehên “cihgirtina li cem kesên ku di bin zilm û zorê de ne” bête nirxandin. Ji alîyekî dî ve jî li kûderê nivîsîn na, naveroka nivîsê girîng e. Bêguman ev jî ji rexneyê re vekirî ye. Li cihî ku rexne bike tawanbarkirin helwesteke rast nîn e.
Piştî vê destpêka kurt, ez dixwazim ramanên xwe î esasî di derbarê bûyerê de dîyar bikim.
Înkara Dewletê ya Kurd, Kurdî
Înkara dewletê ya kurd, kurdî li unîversîteyê çawa xwe daye der? Bandoreke çawa li ser dezgeh, mamoste û profesorên unîversîteyê kiriye?
Îdeolojiya fermî di jiyana sîyasîya tirkan de sazîyek pir aktîf e. Îdeolojiya fermî, sazîya herî girîng a pergala sîyasî ya tirk, rejîma sîyasîya tirkan e. Îdeolojiya fermî, di mijara kurdan de, li ser Înkâr, îmha û heqaretê hatiye bipêşxistin û avakirin. Qedexeya ramanê, nigekî girîng ê îdeolojîya fermî ye. Universîteya tirkan wek sazî qedexeya ramanê, îdeolojiya fermî diparêze. Li hember rexneya azad derdikeve. Bêguman li universîteyê wek takekesî mamosteyên ku li hember qedexeya ramanê ne, rexneya azad diparêzin hene. Hindik bin jî hene.
Universîteya tirkan, di nava saziyên ku îdeolojiya fermî dipejirînin, pêwîstiyên wê bi cih tînin de, ya sereke ye. Lijneyên universîteyê, mamoste, profesor û hwd. bi mijarên kurd-Kurdistanê re eleqe nakin. Dîtinên dewletê yên înkârperest, îmhaxwez û tehqîrkar bi awayek sext diparêzin. Eger kesek ku bi vê mijarê re eleqe bike, ew kes behsa kurd, kurdî bike derhal wî/wê ji wazîfeyê bidûr dixin. Ji ber vanan di mijara kêşeya kurd-Kurdistanê de bi gelemperî mamosteyên universîteyêne xwedî zanîneke dirust in. Ji ber ku ev mijar tê redkirin, tê înkarkirin, kes pêwîstê bi eleqeya vê mijar nabîne. Sedemek din ê ku ji vê mijarê dûr dikevin, dîyardeyên bi vê mijarê re pêwendîdar tune dihesibînin; rû bi rû mana kesên ku li ser vê mijarê dixebitin bi mueyîdeyên pir giran ên îdarî û sezayî re ye.
Me got bi gelemperî zanîneke dirust a mamosteyên universîteyê, profesoran li ser vê mijarê tune ye. Gelo qet tune ye? Helbet heye. Tiştî ku zanîna wan dîyar dike, ew tiştê di vê mijarê de dewlet dibêje ye.
Em şerê sî salên dawîn bifikirin. Paşê jî helwesta dewletê ya ku not sal e bi van mijaran re têkildar bifikirin. Yek gotineke erênî ya dewletê bi kurd, kurdî re pêwendîdar tune ye. Di telefuza dewlet ê de her red, înkâr, îmha, heqaret, tune hesibandin serdest e. Ya ku helwest û ramana universîteyan, profesoran dîyar dike jî ev helwesta dewletê ya înkârperest, redkar, îmhaxwez, heqaretkar, tune hesabgir e.
Li virê di mijara têgihiştina zanistê de, bi taybet di mijara zanistên civakî de pirsek pir girîng heye. Bi înkar û tune hesibandina diyardeyan, zanist, zanista civatî pêk tê? Bêyî li hember derketina qedexeyên ramanê, bêyî rexnekirina qedexeyên ramanê zanist dikare bête hilberîn?
Karê ku Profesor Dr. Şerif Mardin dike, ji ber ku Erol Anar “di rojnameya PKKê de dinivîse”, wî bi “PKKyîtîyê” tewambar dike, ev e. Dema em li pirtûk nivîsên mamoste Şerif dinêrin dibînin ku bi mijara kurd, Kurdistanê re eleqe nake. Ev nîşan dide ku beşek pir mezin a ku nifûsa Tirkiyeyê pêk tîne ji dervayê analîzên civakî tête girtin. Gotina “em cihêwazî nakin, her kesî, hemû nifûsê beşdarê analîzên xwe dikin” tê maneya ku hemû nifûsê tirk dihesibînin. Îdeolojiya fermî jî tam ev e.
Rêveberên Human Rights Watchê ew kes in ku Erol Anarî dinasin. Mamoste Şerif, bi vê helwesta xwe şîkayeta Erol Anarî li ba Human Rigths Watchê kiriye.
Wek mînak Şerif Mardin di xebata xwe ya li ser Saîd-î Kurdî de, tu car behsa nivîsên Saîd-î Kurdî î ku li ser kurd, kurdî ne nake, li ser vê xusûsiyeta Saîd-î Kurdî ranaweste. Wek mînak, qet li ser gotarên Saîd-î Kurdî yên wek “Şehadetnameya Du Mektebên Mûsîbetê”, “Dîwan-î Herb-î ‘Urfî”, “Kurd û Osmanîtî”, “Kurd û Îslamiyet”, “Kurd Dîsa Muhtaç in”; axaftinên wî î wek “Telkînat li ser Meşrûtiyetê bo ‘Ulema, Meşayîx, Ruesa û Efradên Kurdistanê”, “Bersiva Fikra Xweşik a Prens Sebahedîn Beg a ku bi Sû-î Tête Telakîkirin”, “Telkînata ku li Kurdên Stenbolê Tête Kirin”… û diyarkirinên di van axaftin û nivîsan de ranaweste. Di nivîs û kitêbên mamoste Şerifî de nifûsa Xiristiyan a sedsala 19.jî nebûye mijara analîzan. Di sedsala 19. de, di serdema Îtîhad û Terakî de, piştî damezrîna Komarê û di serdemên paştir de jî malên ermenî, rûm û suryaniyan kêşeyek pir girîng e. Ev her qada zanistên civakî eleqedar dike. Ev kêşeyek bingehîn e ku dîrokê jî sosyolojiyê jî zanistên siyasetê jî ekonomiyê antropolojiyê jî ‘eleqedar dike.
Saîd-î Kurdî î salên 1908an, 1910an, çawa di salên 1950yan de bûye Saîd-î Nûrsî? Lêkolîna vê serdemê pir girîng e. Malê rûm, ermeniyan li Rojava çawa pêşkêşî bazirganên Misilman ên tirk, karsazên tirk hatiye kirin? Malê ermenî, suryaniyan li Kurdistanê çawa ji serok ‘eşîrên kurd re, şêx û axayên kurd re, hatiye pêşkêş kirin? Ev pêvajo helbet ji aliyê dîrokî û civakî ve pêvajoyek girîng e ku divê bête lêkolînkirin.
Hikûmeta AKPê, hê nû, di mijara îâdekirina malê ku li Stenbolê hatiye xesbkirin ê weqfên Gayrîmislim de gavek piçûk avêtiye. Ji sedî %16ê vana hatiye îadekirin. Lê di mijara îadeya milkê taybet de, di mijara îadekirina xesbên derveyê bajaran de, bi hezaran milkê dibistan, dêr, manastir û kesan de tu xebatek nîn e.
Di Zanistê de Pîvana Rastiyê Çi ye?
Zanist diyardeyî ye. Di zanistê de tenê pîvanek rastiyê heye ew jî diyarde ne. “Li Tirkiyeyê yê herî mezin bûn”, “Li Rojhilata Navîn yê herî mezin bûn”, “Li dinyayê yê herî mezin bûn”, “pispor bûn” di zanistê de ne pîvanên rastiyê ne. Bes pîvanek rastiyê heye ew jî diyarde ne. Diyardeyên li ser kurd û Kurdistanê jî têne înkârkirin, tune têne hesibandin, ji ber çavan têne veşartin. Ji vê helwestê, ji vê zîhniyetê zanist dernakeve.
Pirsa bingehîna ku dê ji zanist, bi taybetî jî ji zanistên civakî bête pirsîn ev e: Bi vê înkarkirin, tune hesibandina diyardeyan, bi ecibandina îdeolojiya fermî ya ku li ser derewan avabûye zanist pêk tê, zanista civakî pêk tê?
Li Tirkiyeyê, mamosteyên ku di mijarên wek jiyana ramana tirk, dîroka ramana tirk de dixebitin tu car li ser qedexeyên ramanê ranawestin. Ev jî helwestekî dewlethezî ye. Bêyî fikirîna li ser qedexeyên ramanê, bêyî rexneya qedexeyên ramanê, bêyî parastina rexneya azad jiyana ramanê, dîroka ramanê dikare bête lêkolînkirin?
Zordestiya Taxê
Tu car kêşeya Kurd/Kurdistanê, kêşeya ermenî, kêşeya suryanî, kêşeyên Elewî, Êzîdîyan nebûne kêşeyên zanîstên civakî yên tirkan. Ev diyarde nebûne mijara analîzên civakî û sîyasî. Dema ku nivîskar mamosteyê zankoyan û hwd. diyardeya kurd/Kurdistanê, diyardeya Ermeniyan, bikin mijara analîzên civakî û sîyasî, gelo dikarin bigihîjin encamên ku berê gihîştibûnê?
Wek mînak, di analîzên dîrokî û civakî de helsengandinek wiha heye: “Tevgera Kemalîst, bo hemû netewên bindest ên dinyayê, ji alîyê rizgariya neteweyî ya wan ve bûye mînak. Besta rizgariya netewî daye wan.” Mistefa Kemal wiha gotiye: “… Ez îro çawa dibînim ku roj ji asoyê ve dide, wisa jî rizgariya netewên bindest dibînim…”
Rêveberên tirk, di cejnên netewî de her gav van dîtinan tînin ziman. Ev dîtin, di analîzên civakî û sîyasî yên ku li derdora universiteyê tên hilberîn de, cih digire. Wek mînak ku diyardeya kurd/Kurdistanê, diyardeya Rûm-Pontûs bibe mijara van analîzan, gelo ev dîtin dikarin bêne dubare kirin? Dewletên emperyal ên serdemê Brîtanya Mezin û Fransa, li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn gelo çawa dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê pêk anîn? Li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn bi kê re, bi kîjan rêveberiyan re hevkarî kirin û vê pêvajoyê pêk anîne?
Tevgera Kemalîst, înkarkirina jenosîda ermeniyan a sala 1915an didomîne. Eger diyardeya ermeniyan bibe mijara analîzên civakî û sîyasî dîsa ev dîtin dikarin bêne dubarekirrin? Gelo pirsa malê ermenî, malê rûm, malê suryaniyan çi bû ne girîng e? Pirskirina vê pirsê, gera li bersivên maqul î vê pirsê dikare serûbin bûna hemû analîzan bîne.
Li gorî qen’eta min guhertina ramanan pir zehmet e. Li virê jî zordestiyek aktîf a taxê heye. Nivîskar, lêkolîner, ji ber zordestiya taxê bi hêsanî nikarin raman, helwestên xwe biguherînin. Çunku ev bi awakî aktîf rexneya îdeolojiya fermî pêwîst dike.
Li jorê, min hewlda ku bibêjim, ez mamoste Şerif Mardin, xebatên wî ji nêz ve dizanim. Lê ji niha û pê ve, ez dê mamoste Şerif Mardin, her gav, bi Erol Anarî re bibîrbînim.
Wergera ji tirkî, ji alîyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.