بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Aso Zagrosi on 8 September 2013

Wek tê zanîn, Austin Henry Layard lêkolîner û rêwîyekî îngilîz ê navdar e. Pirtûka wî a bi nav û deng " Nînova û Babîl ", di dema me a îroyîn de jî wek pirtûkeka sereke ê zanistê tê nirxandin. Layard di wê pirtûkê de, rêwîtîyên xwe û her wiha gel û êlên ku li ser reya xwe rastî wan hatye, li gel kevneşopî û rewşa jiyana wan, tomar jî kirye. Dema ber bi Nînovayê (Mûsil) ve diçe, du-sê rojên xwe, di şênîyên kurdên êzdî ên ku li Welatê Xaltan dijîyan, derbas dike. Serpêhatîyên wan rojên xwe jî tomar kirye û agahîyên hêja û kêrhatî, ji bo nifşên nû ên kurdan re jî dû xwe hiştye. Bi taybetî, jiyan û kevneşopîyên kurdên êzdî ên wê demê û wê herêmê bi zelalî hatye rave kirin. Em ji wê pirtûkê têdigêhin ku, berovajî hin lêkolînerên biteref û nerast, Layard di der barê jiyan, kevneşopî, bawerî û mêwanperwerîya kurdên êzdî ên wê demê de, bi çavekî objektîv nêrînên xwe nivsandye û reşkirina bi zanebûn ên wan lêkolîner û niviskarên din ên biyanî jî betal kirye. Lewra, gelekî wan lêkolîner û nivîskarên din ên biyanî, derew, çewtî , lepî û fetlan danîne ber xwendevanan û vî karî jî bi zanebûn pêk anîne. Ên kurd, wek kesên talanker û diz nîşan dane, û bawerîyê wan, her wiha helwesta wan ê li hemberî gelên din û bawerîyên din jî, bi zanebûn lep û çewt nîşan dane. Di vê pirtûkê de, neh rûpel, di der barê kurdên êzdî ên Xalta de ye û Layard serpêhatîyên xwe yek bi yek nivsandye. Nivîskar û Lêkolînerê kurd, Kemal Tolan, di pirtûka xwe a "Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne “ , ê ku di sala 2000-an de, ji hêla Weşanên Dengê Êzdîyan ve, li Almanyayê hatye çapkirin de, wan rûpelan, ji almanî wergerandîye li kurdî û wan agahîyên dîrokî gihandye xwendevanên kurdî. Ev pirtûka rêzdar Kemal Tolan, ked û xebateke hêja ye û her wiha ew werger jî, di nav pirtûka wî de ciheke taybet girtîye. Bi wergirtina destûra rêzdar Tolan, me jî wê bêşê pirtûka wî, ji bo xwendevanên xwe amade kir û nexşan, agahîyan û çavkanîyan pê ve kir û li jêr jî pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Ji vira em dixwazin sipasîyên xwe Mamoste Kemal Tolan re bibêjin u ji bo vê keda hêja jî, wî pîroz dikin.

08 Eylül 2013 Pazar 00:11
Ev nivîs, ji pirtûka Kemal Tolan (rûpelên di nav bera 25 û 71-an) a bi navê " "Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne “ , ê ku di sala 2000-an de, ji hêla Weşanên Dengê Êzdîyan ve, li Almanyayê hatbû çapkirin, hatye wergirtin.

(MEZOPOTAMYA)


Berga pirtûka Kemal Tolan

Êzîdiyên Xaltî :
Rast e li ser vê Împaratoriya Xaltiyan gelek lêkolîn hatine kirin, lê bi dîtina min tev jî bi sedemên başqe başqe û axlebên wan ne xwastine wê împaratoriyê bi kokeka Kurda ve girêbidin. Li gorî baweriya min çend egerên ne gotina wan jî ev in:
1. Piraniya lêkolînvanan ji miletê cînar bûne û ne xwastine wê bi Kurdîtiyê ve girêdin.
2. Xuya ye ku kêm kesan ji wan haj ji kevneşopên Xaltîyan yên ku di nava Êzîdiyan de hê jî têne parastin hebûye.
3. Gelekan ji wan jî ne xwastina kevnariya dînê Êzîdiyatiyê kifş bikin.
4. Herçiqas hineka ji wan ne xwastine bi hemda xwe di berhemên xwe de bahsa desthilatdariya li Êzîdîxan û Kurdîstanê bikin jî, lê gava ewan bahsa ol û netewên li Mezopotamiyayê kirine, ew nikarîbûne bêyî bahsa rewşa Kurdên Êzîdî gelek tiştan diyar bikin. Weha gelek ji wan mecbûr mane, bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka ola Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdên Êzîdî kirine, bikin.
5. Û hwd.
Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurdên Êzîdî û Musilman. Her weha hê jî gelek nêrîn an jî agahdariyên ne rast li ser cîh-war û baweriya dînê Kurda yê herî kevn têne belakirin. Ez bawer nakim êdî, ku tu kes ji me û dostên me dikarîbe temamiya kronolojiya dîroka Êzîdiyatiyê birêz bike . “http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
Eşîrên Êzîdiyên Xaltiyan, li nav wîlayeta Sêêrtê û Batmanê (Eliha) de li derûdora qeza; Qurtelan (Misirce), Eruhê (Dihê-Elmedîna) û Bişêrî (Qubînê) yê dijiyan. Ji roja Êzîdî hene û heta vê demê jî, me ji vê herêma ku ev serek eşirên Êzîdiyên; Xendeqî, Anqosî, Qizilî û Neqîbî li dijiyan re digot:"Welatê Êzîdiyên Xaltiyan“
Di zargotinên êzîdiyên Xaltiyan de hêjî tê gotin:

“Heremên me Êzîdiyan ciyê çiya yên asêbûn, gelek caran qoluxçiyên dewletê jî cesaret ne dikirin bine nava heremê me. Gava ew salê carekê ji bo baca dewletê ye salane bicivînin, bi komên swariya an jî bi karwanan dihatin, bi Beg û Axan re rûdiniştin û cardin zû vedigeriyan. Jixwe hetanî demên berî damezarindina cumhuriyetê, hinek heremên Êzîdiyan wisan jî hebûn, ku lingê cendirme û qulixçiyê dewletê bi wan dera ne diket û nikarîbûn bacê ji wan deveran bistînin. Piraniya miletê di van hereman de, heta piştî avakirina Cumhuriyete jî, ne diçûne leşkeriya dewleta Osmaniye û ne jî bac didan. Berê, hinga Osmanî ne ketibune heremên me, wî wextî di herema Xerzan de (Ji bereberê çemê Delan heta diçe serê dûavê ber Heskîfê-Hesenkif-) piraniya wan tev gund û şênên Êzîdiyan bûn. Di wê demê de zêdeyî 363 gundên me Êzîdiyên Xaltiyan hebûn“
Li ser vî babetî gelek nivîskar û lêkolînvanan jî weke zargotinê me gotine:
Birênên, dema lêkolînvanê Îngilîz Austin Henry Layard*, di sala 1849 de cara dûduya* tê bakurê Kurdîstanê, ew hingê li gelek gund û camêrên Êzîdî dibe mêvan. Ew di kitêba xwe “Nineveh und Babylon" de saloxên rêwîtiya xwe bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê demê li ser civata Êzîdiya hebuye disekine.
Wekî di kitêbê de tê xwanê, hingê Êzîdiyan jî gelek hêvî bi wî ra girê didan. Dema ew tê Stenbolê,Qewal Usiv û çend nandarên Êzîdiyan diçine pêşiyê û ew di rêwîtiya wî de jêra hevaltiyê dikin.
Tê texmînkirin ku wê demê heweskariya dewleta Îngilîzstanê bi ber Êzîdiyan ve pir buye. Ji ber vê yekê ye ku zane û Lêkolînvanê navdar wek Austin Henry Layard du cara dişînine nava Êzîdiyan. Êzîdî jî bi alîkariya wî evdê xêrxwaz pirsgirêkên xwe ji bo çareserkirinê li ber dewleta Osmaniyê datînin. Êzîdî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin didinê.
( *Austin Henry Layard, cara yekê di sala 1846 tê başûrê Kurdîstanê û li Mîrê Êzîdiya yê wê demê Husseyîn Beg dibe mêvan. Birêne li kitêba wî ya: -Auf der Suche nach Ninive, Seite :169-205_ Leipzig 1850).
A. H. Layard ,di derheqê wî qedir û rêwîtiyê de weha dinivîse:
Ez nikarim tevaya nêrîn û pesindariya Austin Henry Layard, di virde pêşkêş bikim. Ez dixwazim tenê çend rûpelên (ji 30 heta 39) ku rewşa Êzîdiyên Xaltiya diyar dike û ev çewa bi Almanî hatiye nivîsandin, ezê wisa jî wergerînime Kurdî:


Berga pirtûka A.H.Layard a bi navê "Nineveh und Babylon", çapa Almanî

“Ji Bitlîsê sê rê diçune Cizîrê; Ji wan dudu di nav çiya re li ser bajarê Sêêrtê re diçun û piraniyan Kerwanan jî di vir de diçun. Rêya sisê ya di nava geliyên li roj hilatê çemê Tîgrîsê (Dîcle) re dûr û dirêj diçû. Min qerar da ku ez di rêya sisiyan de herim û li ser rêya xwe gundên Êzîdiyên li herema Xerzanjî bivim mêvan. Em 20ê (9.1849 k.t.) mehê de ji Bitlîsê derketin. 25:30
Dema em gihîştine ber gundê Êzîdiyên Hemikî yên li herema Xerzan, roj êdî çûbû ava û gundiyan jî tiştên xwe didane serhev. Gava qeflên siwariyên me nêzî wan bun, ew evdên Asiyayî li me ecêbmayî diman û bi ditirs li me dirêhêntin. Qewal Usiv, çefiya Erebî ya ku li ser û çavê xwe pêçabû vekir, çû nava wan û bi dengekî nerm daxwaza ku em li cem wan bimînin kir. Lê di çavê wan kesên belangaz de xwanê bu ku, ew me naxwazin û nikarin bersêveke neyînî jî bidin. Hinga Q.Usiv ji rewşa wan fahmkir, ewî çefiya li serê xwe bi hêrs avîte erdê û got:

“Dêmek hun evdên nemerd naxwazin nan bidine Qewalê xwe û dixwazin wî birçî ji ber deriyê xwe vegerînin?”

Gava ewan ev gotinên Qewal bihîstin, hima bicarekê ew tirsa ji dilê wan derdiket. Teva bi hevre bêr û milêbên di destê xwe de avîtine erdê û hatin destê Qewal. Xortekî bi bez çû mizgîn da gundiyan û me dît êdî çiqas jin, zarok û extiyarên gund de hebûn tev hatine pêşiya me. Xweyabû êdî ne hewceye ku em bi çend gotinên dinê xwe bidine naskirin. Şahiya ji bo me dest pidikir; hineka ji wan barê hespê me datanîn, hineka çadir vedikirin û hineka jî pez ji bo me ser birdikirin Feqîran bawer nedikirin ku me têr bivînin. Ewan ji devê Musilmanên li derûdora xwe bihîstibû kû, dema Qewal Usiv û hevalên xwe çune Îstenbulê, ew bi emrê Sultan hatine dardekirin. Ji ber vê yekê Êzîdiyan ew serê heşt meha bu ku tû cewab ji Qewal Usiv negirtibun û destê xwe ji wî şûştibûn. Ewan ev nerastî bi çavên xwe didîtin û bikêf ji hevûdin re digotin;

“Ne ew miribu û vêga dîsa sax buye, ew hinda bubu û vaye cardinê hatiye dîtin”
Piştî demekê rûsipiyên gund li dora Q.Usiv civiyan. Usiv jî tiştên kirî, dîtî, bihîstî; hatina xwe ya Îstenbolê, hevpeyvînên ku bi berpêrsyarên Dewletê re ji bo parastina Êzîdiyatiyê xeberdayî, pêwîstiya xwedîkirina aşîtî û pêşeroja qewmê Êzîdî, dema em ji paytextê derketin, em çewa li qeyîkê siwarbune, tiştê di qeyikê de hatî serê me û em çewa hetine heta herêma Xerza, hertişt yeko yeko ne kêm û ne jî zêde, tev ji wan re birêzdikir. Piştî qasekî navbir dane axaftinên xwe û berê xwe dane ser min û êdî ewan bi qedrekî gelekî giranbuha bixêr hatina min selavkirin.
Hinga min ev rûniştin û axaftina Q.Usiv û guhdarîkirina rûsipî (extiyar) yên gund ya weha geş û balkêş dît, hingê wêneyê ku di kitabên pîroz de bi şiklekî zindî hatiye şîrovekirin dihate bîra min. Eger mirovekî wênekêş, yê xwandina tabîyatê dixwîne anjî kesekî lêkolînvan ku naxwaze bitenê bahsa gera xwe bike hebe û bixwaze peyvendiyên wî bi mirovan re hebin anjî ziman, kultur, libas urf û adetên xelqên kevn nasbike , wêne û serpêkhatiyên wî wek yên di kitêbên pîroz de herdem zindî bimînin, pêwîste ew were li rojhilatê bigere û bivîne.
Beşa sisiya
Serê sibê ez bi dengê lingên hespan û heytehola dengên bilind ji xewê şiyarbûm. Camêrên gundiyênHamkî, êvarê mizgîna hatina me şandibune nava gundên Êzîdiyên li derûdorê . Heçiyê ew cawab standibun, ew berbangê da bi suwarî û piya derketibune ser riyan û hatibun. Teva dixwastin me bivînin û di rêvîtiya me de hevaltiyê bi me re bikin. Hemûyan libasên xwe yên renge reng li xwe kiribun, kum û kolosên xwe bi kûlîlkên şîn xemilandibun.


Nexşa şahîya kurdên êzdî, ji pirtûka navborî ê Layard (çavkanî: Arşîva Aso Zagrosî)

Serokê wan Akko (Aqo yê Rizgo ye birêne li rûpel:73 û 74 k.t.), di şerên berxwedanên Êzîdiyan de şervanekî jêhatî û di wê heremê de bi nav û deng bu. Çiqas jî tayên muyên sipî ketibune nava rûyê wî, lê ew hêja gelekî li ser xwe bu. Muxtarê gundê Güzelderê, bi tev serekên gund ez dawetî mala xwe kirim. Dixwast em herin mala wî û nanekî wî bixwin. Me jî nikarîbu ji vê daxwaziya wî ra bêjin na. Dema em bi rê ketin û bi ber gundê wî ve çun, gelek komên siwarî û peyan dihatine pêşiya me û destê min radmîsan. Em hêja ne gihîştîbûn Güzelderê, koma me çiqas diçu zêde dibu. Evdên di wan gunden li ser riya me de, mêr, jin û zarokan teva libasên roja şayiyê li xwe kiribun, gelek derketibune ser serê xaniyan û hineka jî pez di anîn li ber lingên hespê min ser jêdikirin. Dema em gihîştine hewşa mala Akko, jin û mêran bi dengekî lîlandin. Hemû neferên di mala Beg de tev derketibune ber derî. Çaxê min kir ji hespê peya bivim, diya wî dixwast bixwe alîkariya min bike. Em derbasî avayekî baqijî-serhev de dayî bun. Di rêkûpêkna wur da, paqijiya jiyana Êzîdiyan diyar dibu. Ez û serekên bi min re li ser xalîçên renge reng rûniştin.


Nava mala kurdekî êzdî, ji pirtûka navborî ê Layard (çavkanî: Arşîva Aso Zagrosi)


Di pey me re, çend Feqîr ji gundên dorê hatin. Kincên wan tarîbun û Tûrbanên wan reş û sor bun.-Di stuyê yekî de zincirek hebu.Ewî digot ku ev zincîra ya mirovên ku Xwedê dayî ye. Di pey wan re dîsa gelek Begên wê heremê bi qeflên siwarî û peyan ve dihatin li me diciviyan. Q. Usiv dîsa mesla xwe ji wan re bi tevayî digot. Pey xwarina goştê berxan , birinc, şîranî û tiriyê wê herêmê re, anîn xalîçeyeke bi dest çêkirî hediye yî min dikirin. Dûre em tevlî Feqîr û komek siwarên serekên gundêGüzelderê ji gund derketin. Li ser rêya me, birek siwarên Êzîdî û xaçparêzên Yakûbî jî rastî me bun. Zilamê pêşiya wan de Namo, destek kincên ji şîfonê Hindîstanê û qaputekî gelkî buha lê bû. Ew begê Kurd muxtarê gundê Xaçparêza bu. Dora wî de metranek û gelek keşe hebun. Heta em gihîştine gundê Kuşana (ev li ser xarîta di rûpel:33 de jî xwanê ye k.t.), siwariyan bi hevre cirîd dikirin. Piraniya bineciyên wî gundê xwe bi cil û tûrbanên sipî xemilandibun. Pîreka ava sar û dewê cimidî li ber me digerandin. Gelek kes û zarok jî derketibune li ser serê xaniya kom bubun. Wan jî dixwast ez peyabim û li wan bivim mîvan, lê me nikaribû zêdeyî qasekî bimînin. Min selav da xelqê civiya û dûre ketime ser rêya ku diçu Redwanê (Birêne li rûpel:33 k.t.). Koma me çiqas diçû mezin dibu. Ji gundên wê heremê mirov dihatin û tevlî me dibun. Di rê de em rastî sê Qewalên hatin. Ew hingê li wê herema Êzîdiyan li nava malan digeriyan. Ev kesan merivên Qewal Usiv û nasên min bun. Dema rê ya me ji çiya derkete deşta rast û em nêzîkî bajarê Redwanê bun, te digo qey kerwanê me ji herbeke ser ketî vedgere, wisa bi kêf qeflên siwarî û peyan ji gundên derûdorê di hatin pêşiya me. Li ber Redwanê,qelebalixeke mezin bi def û zurnê li pêşiya me bu. Di pey wan civata Ermeniya bi tevlî Keşê xwe ve bu, dû re jî Yakubî û hinek Xaçparêzên dinê bi tevlî rûhaniyên xwe ve dihatin. Heta ez gihîştime ber deriyê Nazî, çiqas jin, mêr û zarokên di Redwanê de hebûn tev der ketibune li ser xaniyan û destê xwe ji me re dihejandin. Di nava vê mûzîk, lîrelîrê û heyteholê de em gehîştin mala Nazî. Nazî mezinê Êzîdiyên li wê heremê bu. Dema min lingê xwe avîte zenguya zîn û xwast ji hespê peya bivim, dû pez anîn li ber piyê min serjê kirin.


Jinên kurd, ji pirtûka navborî ê Layard (çavkanî: Arşîva Aso Zagrosî)


Qasek çû mala Nazî, ji giregir û pêşkêşên Redwanê tije bu. Qewal Usiv, dîsa mecbûr bu bahsa hewildanên xwe yên li Îstenbolê ; bahsa wan qirarên ku mafên Êzîdiyan jî weke yê Musilmana heye û Êzîdî neçine leşkerîyê bike. Di vê navberê de me taştê jî xwar .Min bala xwe da rewşa mala Nazî, gelek mêvanên wî dihatên û diçûn, min fahmkir ku ezê nikaribim di nava vê heteholêde rehet bivim. Bo wê jî min hêvî ji wan kir, ku destûra min bidin ezê herim li dêra Xaçparêzan û li wirê rehetiya xwe bistînim. Paşê ez êvarê çêtir karibim şîvê bi Axê re bixwim û beşdarî şayiyên we bivim.


Konekê kurdên êzdî ên Şengala, nexşe ê F. Charles Cooper e, ê ku gelek nexşan di der barê jiyana kurdan de çêkiriye. Hin nexşên wî ji hêla A.H. Layard ve di pirtûka wî a navborî de hatye bi kar anîn. Yek ji wan li jor e, ê Layard, a ku vê bi kar anye jî li jêr e (çavkanî: www.saradistribution.com/ezdikurds.htm:






Dêr di palê girekî bû, li serê gir jî kavlên qesra mezinê Redwanê xwanê dikir. Ev dêra ji aliyê Mîrza axa yê mezinê Êzîdiya ve ji bo Xaçparêzên Ermenî hatibu çêkirin û ji bo xelqên sifîl dikarin bi bihevre di azadiyê de bijîn nimûneyek bu. .
Nazî, ji bine mala serekê Redwanê yê dawî ye. Destpêk û dawiya serpêkhatiya apê wî Mîrza Axa(birêne li rûpel:46-48 ) jî, wek serpêkhatiyê gelek serokên wî gelên ku li nava Tirkiyê de ji bo serxwebuna xwe şerkirine. Gava serfermandar Reşîd Paşa yê bi nav û deng hucûmî li ser bakurê Kurdîstanê dike û berê xwe daye Başûr, wê demê nêzîkî herêma Mîrza Axa jî dibe. Mîrza Axa xwe dide destê serleşkerê Sultan. Waliyê dewletê Mîrza Axa ji qesra wî derdixe û şûna wî yekî bi navê Emîn axadatîne. Evê ha hê baş li Redwanê bicî nebuye, jina axê Êzîdiya bi darê zorê direvîne. Mîrza axa şûna ku li dijî wî rayije çekan, diçe cem Reşît Paşa û dibêjê: ”Ev pîrek ne jina min e, ew cêriyeke. Bila baweriya te ji min hebe, Emîn Axa bira were ser wezîfa xwe.û ez tû tiştî pênakim“. Ewê Tirk vedigere ciyê xwe. Dûre Mîrza axê êrîşê dibe ser wî û du kesên pêre dikuje . Ew heyfa xwe hiltîne. Încar Reşît Paşa hucûmî ser Redwanê dike, lê ji bo di wê demê leşkerê dewletê li dijî Mîrê Rewandizê şer dikir, nikarîbuye heremê bixe bin bandora xwe. Dema Reşît Paşa şerê dijî begên Kurda de ser dikeve, Mîrza Axa dîsa diçe xwe davêje ber bextê Padşa û Padşa jî carek din Mîrza Axa dike berpirsyarê wê heremê. Di pey mirina Reşit Paşa re waliyekî tirka nû tê wê heremê. Ew waliyê nû Mîrza Axa dawetî cem xwe dike û bi xayîntî wî dikuje. Hevalên Mîrza Axa cenazê wî tînine ciyê dayîkbûna wî û li ber çem, mezelê rojavayê bajir vedişêrin. Pey wî ra , biraziyê wî Nazî tê dewsê.Nazî ji ber zordariya dewletê belangaz buye, qesra wan wêran buye û ew jî mîna xwilamên xwe di xaniyên kerpîçan de dijî.
Ji ber ku Redwan di wê heremê de ciyekî mezine û xwediyê sûkeke (pazar) gelekî giringe, jê re dibêjin bajêr (Birêne li rûpel:33 k.t.) . Di Redwanê de nêzîkî heştsed avayên ne baş hatine çêkirin hene.Bajarê Redwanê li ber çemekî ku milê wî dikişe û digîje ser çemê Tigris (Dîcle) yê ku ji aliyê Diyarbekirê tê. Miletê li Redwanê dijîn, piraniya wan nêzî sed malî Ermenî ne, çil heta pêncî malî Yakobî û Kildanî û yê dinê jî Êzîdî ne. Midûrekî tirk li vêderê berpirsyarê dewletê yê li vê heremê dike , ew jî di vê rojê de ne li virbu.
Gava mirov baş li ser vê xarîtê birêne , hingê tû gumana ku Redwan ne bajêr buye namîne.


Ev Xarîte ji ber Kitêba Dr.P.Müller Simonis, Durch Armenien, Kurdistan und Mesopotmien Meinz 1897, hatiye girtin

Qewalên ku hersal ji aliyê Husseyin Beg û Şêx Nasir da ji bo li nava Êzîdiyan bigerin dihatine şandin jî, di vê demê de li Redwanê bun.
Şahî û dîlanên wan heta piştî nîvro jî dom dikir: Di bajêr êdî tû mala ne mabû , ku ji bo bixêr hatina min berxek ser jênekir bu. Pey xwarina şîvê ra, şayî û govendê di hewşa Nazî da heta berê sibê domdikir.
Me serê sibê taştê ya xwe li mala Nazî da xwar û tevî koman Êzîdiyan ji Redwanê derketin. Piştî em çend kilometran ji bajêr dûrketin, min reca ji hinek Êzîdiyan kir ku ew vegerin malên xwe.25:39 “
Xaltiyan, timî cî û warên xwe ji xêrnexwaz û dijminan diparastin, lewma heta vê sedsala dawî jî, kesî cûret nedikir bi hesanî ser wan de here.

Çavkanî Malpera Mezopotamya

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.