بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 12 December 2010

Iroj beri neha bi 30 salî dagirkerên Tirk êrîşa yekemîn derveyî sînorê Tirkî li dijî Şoreşgerên Partiya Kawa hatiye karanîn.
Wê rojê Şoresgerê Kurdistanê yê jîr hatin qetliyamkirin.
Wexta ku Şehîdên Kurdistanê têne bîra min, herdem ev dîrok tê bîra min.
Diroka Qijik û Baz.
Rojekê Baz ji Qijik pirsdike û dibêjê: cima tû dirêj dijî û ez kurt?
Qijik dibejê: Heke tu jî wek min li jor ne firê û di deshta ciyayê zozana de hêlîna xwe cenekira, te necîra xwe li jorîn ji hev nekira, wê yê te jî dirêj bijîya!
Baz jî bala xwe dide gotinên Qijik û êdî nema li gellekî jorîn nav asîmanan difire, êdî nema hêlîna xwe li ciyayê zozanan cêdike û necîra xwe jî nema li asîmanan ji hev dike.
Êdî Baz jî wek Qijik xwarina xwe li nav guhûr digerê û hêlîna xwe jî nav guhûr de ava dike.
Roj bi roj Baz nema xwarina behnketî a nav guhûr de dixwe û ji vê ya sar dibe.
Baz êdî ji jiyana Qijik bêzar bu ye.

Rojekê Baz ji Qijik re dibêjê:
Birayê Qijik, ez çirkek e hêlîna xwe ya ciyayê zozanan bi emrê te û necîra xwe ya asîmanan bi çirkekê nadim bi emrê te yê dirêj!
Êdî Baz dise difire...
Şehîdên Kurdistanê vê ya tînin bîra min.
Ez vêya bash dizanim ku yê dijîn aciz dike, lê ev dîrok Şehîdên Kurdistanê tînî bîra min.

Aso Zagrosi

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.