بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Bêdengî û kuştina Ferît Uzun 1

“Dema nazîyan komunist girtin û birin ez bêdeng mam, ber ku ez ne komunîst bum, dema wan sosîaldemokrat avitin hundir (sicinkirin), ez bêdeng mam, ber ku ez ne sosîldemokrat bum, dema wan sendîqatvan birîn, min protesto nekir, ber ku ez ne sendîqatvan bum, dema wan ez girtim û birim, kesekî nidikarîya protesto bike, berku kesek nemabu”Emîl Gustav Friedrich Niemöller (1892-1984), Keşîşekî Alaman. Dema Sosîyalîstên Netewekar(Nazîya) Emîl Gustav girtibun û sicin kiribun, wî wusa gotubu. Ew gotinên wî îro jî aktuelin, di rasteyetîya vê gotinên wî da tiştek kem nebuye. Dema Ferît Uzun tête bîranîn, gotinên Emîl jî tene bîramin, berku wî dîrokek, tirsonek bun û bizdonek buna mîlyonan bi çend şorên kwirt bi hostatî anîbu serê zman. Mîrovperverî, jinxwesî û merxwesî ewe ku; mîrov qet tu car li ber zordar û zaliman melis nebe û bi bedengîya xwe avê nebe ser aşê wan. Di dîrokê da mîrovên weku Galileo Galilei mixabin kemin. Dema Ferît hate kuştin sîyestmedarên Kurd li Bakurî Kurdistan bêdeng man, berku eriş nehatibu ser wan û ew nehatibun kuştin.

Helî (eynik, enîyek) bona xwe dîtinêye, dema mîrov helîyê dinere, rind an xirab, spehî an kiret xwe dibîne, mîrov dikarê xwe çeke, ruyeyê xwe pakê û porê xwe şeke. Bi helîyên elektronîk mîrov dikarê heta hundirê mîdê (gastroskopi) anjî hundirê ruvîyan (colonoskopî) bibîne û sedema nexweşîyê derxîne holê. Dîtina hundirê organan (endoskopî) her roj peşva diçe, ew zanîn bona dîtina sedema nexweşîyê di karê pizeşkîyê da cîhekî taybet digirê. Dema enîyek hîna nuva moda dibun û seranserî dinyayê hedî hedî belav dibun, rojekî bi roja Tîmurê Leng ra(1) helîyêk weku dîyarî hate Semerkantê, li gel Tîmurê Leng, Melayê Meşhur (Mele Nasredîn) û Vezîr û Fermandarê wî amade bun. Wan bi kefxweşî dîyarî wekirin û dan destê Tîmurê Leng, heta wê katê Tîmurê Leng, împaratorê mezin, berkû ji malbanda Cengîz Xan jinekêra zewicîbu, xwera digot Kwirê Xanî, ruyê xwe nedîtibu, dema Tîmur sêrî hêlîyê kir û rûyê xwe yê kiret dît, berxwe ket û dengbilind destpêkî gîrî kir, dengbilind gîrîya, Melayê Meşhur ew tenya nehişt wî jî destpêki gîrî kir û ew jî li gel Tîmur gîrîya. Wan herduyan deng kirin hev û dengbilind rojêkê bi hevra gîrîyan, kirin xîsk û xîsk. Vezîr û Fermandarên Tîmur ketin nava wesûwes û teşxalek mezin, çun baştirîn keşmer anîn bi henek û fêhlan gîryana Tîmur birîn û carek din ew dan kenandin. Tîmur da derdê xwe bîrkir û negîrîya. Meleyê Meşur dev ji gîrî berneda, sê roj û sê şevan ew bê rawestan gîrîya, tu kesekî nikarîya gîryana wî bibire, baştirîn keşmer jî pere nekirin, henek û fehl neman hatin kirin, dengbêj anîn û keç ên can vêra dan reqisandin dîsa jî, tawet neket wî û ew gîrîya, Tîmur ew bîhîst û çu cem Meleyê Meşhur, gote Mele ew çi halê, tu rojekê gel min gîryayî Xweda ji te razîbe, te ez gîryanêda tenya nehiştim, min helîyêda yekhemcar rûyê xwe yê kirêt dît, ez ber wê gîryam, ma ewe sê roj û sê şeve tu bo çi digîrî? Meleyê Meşhur li wî vegerand û got: “ka mehlezeke, te emrê xwe da rûyê xwe carekê dît û tu rojekê gîryayî, em wî rûyê te yê kirêt her roj dibînin, ma ez negîrim kî bigîrî?”

Bona xwe serrastkirine û xwe çekirine pewîste mirov helîyekê bigre ber xwe û lê binerê, mîrov bikarê kretî û spehîtîya xwe bibîne. Bê hêlî mîrov nikarê xwe baş çeke. Helî bo dîtinêyê, dema mîrov dît dikarê bifikirê, dema dît û fikirî dikarî kemasî û xwirtîyên xwe bibînî. Bona serraskirina mîrovekî, wîra helî girtin mihîme berku mecela xwedîtîna wî bikeve destê wî û ew bikarê xwe çeke. Gelên dagirker qe tu car helîyê nagirin ber xwe û teda nanêrin, ji ber vê piranîya wan nizanin ku ew çawa zodarin, ew çawa xwînmijin, çawa hov û nemîrovin. Min sedarsed bawerim ku; eger Kurd bikaribin helîyek mezin li ber ruyên gelên dagirker yên weku Fars, Ereb û Tirk bigirin û mecala xwedîtina wan, ji wanra amade bikin, piranîya wan di berxweda biçin, ji xwe û ji ejdadên xwe şermbikin û dev ji dagirkerîyê berdin. Heta naha dîroka meda kesekî ew mecela ji dagirkerara amade nekirîye. Li vir berî raperînda buyerik tete bîramin, Başurî Kurdistan berî raperîn belengazî û jêrdestîyek mezin hebu, Sadam Husenê Tirkîtî dixwest Ereban bîne mintiqê Kurdistan û axa Kurdan gav bi gav ji destên wan bigire, rojekî roja belangazekî Kurd xwest daxwezînamekê(arzuxalekê) bide maqamên dewletê, berku ew bê xwendin û bê nîvîsandin bu, çu ji xwera arzuxalvanek dît û gote ji minra daxwezînameke binivîse, vî lê ziviran û got: ji minra derheqa daxwezîyên xwe agadarî bide û here du seatê din şunda wera daxwezînama xwe bigire. Belengazê Kurd dur û direj li ser glî û daxwezîyên xwe înformasîyon da û xatir xwest çu, çawa hatibu gotin du seatên din şunda belangazê Kurd zivirî hate Büro, arzuxalvanî vêra gote: Mamo min karê xwe xilas kir, te çawa gotibu min nîvîsand, han ji tera, Mamo bê tewat bu gote kwirê min ka kerema xwe ji minra deng bilind bixwîne te çi nîvîsandîye, arzuxalvanî vera dengbilind xwend, dema ew xilas bu, belangazê Kurd destpêkî gîrî kir, xîsk û xîsk gîrîya, arzuxalvan ma nava heyîrîyê da, gote Mamo bo çi tu digîrî, balangazê Kurd bersiva wî da û got: kwirê min bibexşe heta te dengbilind ew daxwezînama min nexwendî bu, min xwe jî nedizânîya ku rewşamin ewqas xirab e, dema te xand rewşa min ya rastî hate ber çavên min, ez ji ber vê gîryam. Li vir bê zanîn arzuxalvani tiştek kiribu; bi dengbilin xwendina daxwezînamê hêlî li ber Kurdê belangaz girtibu û mecala xwedîtina wi, ji wî ra pêşkêş kiribu, belangazê Kurd yekhemcar bi vî şiklî rasteyetîya xwe heliyêda dîtîbu.

Dema Ferît Uzun tête bîranîn, pewîste mîrov wî katî dirokê bîne ber çavên xwe, di salên 1970 da li Kurdistanî Bakur alîyê rewşembirîyêda gor berê, gavên mezin dihatin avitin, taybetî Cîvanên Kurd yên Danîşgehan rupelên qîrej yên dagirkerîyê dicirandin û dixwestin welatê wan azad û serbixwe be, edî dewra rexistina Partî Demokratî Kurdistan a Tirkîya xilas dibu, çand endamekî kewnd yê PDK-T li Amedê gotubu: “kwiro hun dînin, min ji tiştek ji we fahmnekir, ez panzde salê endamê PDK-T, hîna pîreka min jî nizanî ez endamim, min jê veşartîye, we hîna du destpêkir, hemû alem dizanî hun çi dikin”. Cîvanên Kurd bi seranserî û beramberî fedakarîyek mezin xwe tenzîm dikirin û koma Kurda ji bona jîyanek nû organîze dikirin, dawezîya herî mezin ewbu kû; nîre dagirkerîye bete şikandin û Kurdistan azad be. Di wî warîda li dinyayê du pol hebun Pola Nato û Pola Varşova, dewletên din mabeyna van herdu blokanda dihatin pişirandin, Çînê li baş eleqet birîna xwe li gel Pakta Varşovayê, taybetîjî li gel Yekîtîya Sovyetê, xwest polek nû bona xwe organîze bike. Di wî warîda alîyê pevçuna îdeolojîk da sernaserî dinyayê Tevgera Şoreşger ketîbu nava serhevbinhevbunek mezin her roj grup û perên îdeolojîk yên nû derdiketin. Antalolîyayê jî wusa bu. Kurdistana Bakur alîyê îdeolojîyê va sîyah Çepê Tirk xwe rind dida nîşandan. Ji nava Kurdan da kem kes hebun ku, serbixwe û kurdistanî difikirîyan. Gor bîranîna min di vê katê da çar perên sîyasî xwe derxistibun holê:

1-Perê Sovyetê, wan hevalan, Yekitîya Sovyet û Pakta Varşovayê Sosyalîst dîdîtin û gor wan sîyaseta xwe dimeşandin.

2-Perê Maoîstan, wan wî katî da Komara Çînê ya Xelk û Komara Xelk ya Arnavutlukê (Albanîyayê) sosyalîst dîdîtin û gor wan sîyaseta xwe dimeşandin.

3-Perê Navîn, hun bêjin Perê Bê Layan, wan nedixwestin gel kesî xirab bibin, wan hemû dewletên ku xwera digotin sosyalîst bi şîwkî diparaztin û rexneyên wan jî dikirin,alîyê ideolojîyê va di mabeyna her du perên jor va diçun û dihatin.

4-Perê kewnd, ew per Perê PDK-T, kompakt nebu, belav û palfis bu. Çawa mefeyî gotubu: li paş panzdehsal endametyîyê dev ji xelkê din berdin heta pîreka wî jî, ji endametîya wî ya PDK-T agadar nebu(!).

Dema mîrov şunda dizivire û dîroka borî disa tîne ber çavên xwe hemu perên sîyasî ji gor xwe heqî û neheqîyên xwe hebun. Daxwezîya Kurdistanek Serbixwe û Yekhev heqî bu, daxwezîya mafê carenus (xwenasîyê) a Kurda heqî bu, xwedî derketîna sererd û binerdên Kurdistan heqî bu, daxwezîya komek azad, mîrovperwer û nijadperestîyê dursekinandin heqi bu. Di jîyana rojanîda dawezîya zmanê Kurdî bona perwerdebun û revamêşandine dîsa heqîyek mezin bu. Balam gor hînek dewletan (Yekitîya Sovet, Çîn û Albanîya) refgirtin û sîyaset meşand heqsizî bu, weku mîneka (kopîya) çepê Tirk bun heqsizî bu, di nava “yekitîya netewî a Tirkîyayê” (mîsak-i mîllî) da rexistina xwe sicinkirin heqsizî bu, mineqeşeyên sîyasî li ser bi Xweda bun an jî “bê” Xweda bun çewt bun, nenasîya Koma Kurdan bu, teqlîtkirina rexirawên jêrzemîni û karîkaturbuna wan xetayek mezin bu, tizkirina pozberîyan (tezatan) di nava koma Kurda da bêaqiltîyek mezin bu, bi kwirtî ji rasteyetîya Kurd û Kurdistan dur sîyaset avakirin û revamêşan xetayek gelek mezin bu. Mîrov(mefe, merî) dikarê xalên heqsizî û neheqsizîyê dirêj bike. Balam ez dixwezim li vir xalekê danim û bêmê bîranîna Pêşmêr û Ronakbirê mezin Ferît Uzun.

Ferît Uzun gor zanîna min berî 1974 alîyê dagirkerên Tirk va hatibu binçavkirin ew li ber dadihgehên dagirkeranda melis nebibu, wî bersiva parezkerên dewleta Tirk û Ruspîyên wan serbilindî dabu, ew di vê îmtixanêda serbilindî derketîbu, dema hate berdan mala xweda runenişt, nava tevgera şoreşger a Kurd da cîhe xwe girt, tecrube, zanîn û eşqa welat ew kir hozan, sîyasetmedar û pêşemêrê şorişê. Di serîda ferqek Ferîd û yê din hebu, gor vê katê Ferît li ser parçeyê din ê Kurdistanê xwedî zanîn bu, derheqa peşkevtîxwez û roşgerên dinê xwedî înformasyon bu, dema Yekitîya Sovyetê li gel Baasîyên İraqê peyvendîyên xwe yên sîyasî gîhiştin tiltilek mezin û İraq wekû dewlet, namzeta sosyalîzme ditin, dijî wan derket û ew mehkum kirin. Ferît nedixwest parç ekî Kurdistanê bona perçeyên din bete qurbankirin, wî dixwest agirê şorişe li Bakurî Kurdistan berzbe. Sîyaseta kewnd ya PDK-T tenya bêdeng dimeşîya û bi kuştina Dr. Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) û du hevalên wî PDK-T temamîyen ketibu bin sîyah PDK-I,cîhyê xwe nedilivîya bi “detên xwe” dest û pêyên xwe girêdabun. Bi Ferît û Tevgera Cîvanên Kurd li Bakurî Kurdistan rupelik nû vedibu, dema Xoybunê xwe feşilandibu û ala Serbixeyetîyê dabu PDK, PDK yek partî bu,(2) boçikên weku Tirkîya, Îran, Surîya û İraqê pêva nehatibun zeliqandin ew partî bi vî şiklî nehatibu damezrandin bi van boçikan îndîrekt parçebuna Kurdistanê dihat qebulkirin, Ferît diji vê sîyasetê bu, vî dixwest Kurdistan Azad, Serbixwe û Yêk be. Ferit dixwest çepên dagirkeran durbe, ew eşiqê zmanê Kurdî bu, Kurdî difikiriya ji ber vê jî him ser benda Kurdistan bu him jî serbixweyetî diparazt, demik kwirt da helbestên wî him ji dengê wî, him jî bi dengê Hozan Şîar bajar û gundên Kurdistanê belav dibun, wan helbestan û stranan keç û xortên Kurdistanê weku magnekê dikişand nava mêşa Kurdistana Serbixwe, dagirker dihecicîyan, li Bakurî Kurdistan li paş şehîdkirina Alîşêrê nemir yekhemcar Hozan û Sîyasetmedarekî Kurd li gel grubek hevalênxwe peşîya şerê azadîya Kurdistan dimşîya, ew çavên dagirker û nokerên va ne sincekî piçuk mertalekî mezin bu, ji ber vê biryara kuştina wî hate girtin, biryar li Enqarê hate girtin û destên nokeran hate cîhanîn, mixabin....

Berî ,li ser bêdengîya sîyasêtmedarên Kurd û piranîya hezên KAWA sekinandinê ez dixwezim çend rasteyetî û şikan bînim serê zman:

Penç ekonomîstên zana, çend sîyasetmedarên aqil, çend sosyolog û psîkologên pisbor bidin min û hemu îstîsatîkên welatekî yên 50-100 salên dawîyê minra amade bikim, ezê gel wan pispioran weneyê diwaroja wî welatî weku helîyekê bînim berçavên we, ezê penc kem penc zedê weneyê paşeroja wî welatî ya 25-50 sal şunda bînim ber çavan. Dagirkerên Tirk zedê xwedî îmkan û tecrube bun. Wan paşeroja xwe û ya Kurdistana Bakur gelek baş dizanîyan ji ber vê wan planên xwe kûr û qîrej çekirin, ew plan bi destên dewleta Tirk bi gav û gav hatin karanîn, berku Kurd bê manê bên bezdan, ew bifetisin, hebun û zengînîya xwe wanda bikin, ji axa xwe durkevin û bêtin helandin. Wann li paş ruxandina Dewleta Agrîyê a Kurd bi Karukaturekî gotubun “Kurdistana Serbixwe di vê Gorê da radizê” û kefa xwe sazkiribun. Feqet wan ji dizanîya ku ew ne raste û rojek bê; keç û lawên Kurd ala serbixweyetî bigirîn destên xwe û hildin jor, sîstema wan ruxînin û li Kurdistanê dara Kurda avabikin. Ji ber vê ew tecrube, plan û lîhîstik peşva çun, wan bi hezaran metodên qîrej karînin, meserîfên mezin kirin û bi vî avayî xwestin agirê azadîya Kurdan bibin paça.

Wan çi kir?

1-Di salên 1970 Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya bi Koma Anatolî, Trakya û Kurdistanê lîhist. Rojev wan bi gor xwe û diwaroja xwe gorandin, ketin nava tevgerên çep, rast, nijadparezt, olparezt û Kurdistanî, 1972 li paş şikestxwerina tevgera demokratîk a Anatoli, Trakya û Kurdistanê kovar û rojnameyên sîyasî yên çep yên yekemîn di bin kontrola wanda, bi destên Doğu Perinçek hatin weşandin,armanc ew bu ku yên ku bona demokrasî, aşitî, mîrovperwerîyê daxwezî û miradên wan hene serîda bên testpîtkirin û berterafkirin (sicinkirin, krîmînalîzekirin û kuştin). Karê Doğu Perinçek berpirsîyarîya Masaya Çep bu.

2-Pevçuna bi Xweda bun anjî “be” Xweda bun, plana Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya bu, bi vî şiklî wan xwest tevgerên ç ep serîda marjînal bikin û bipişîrînin, wan ji gel durxînin û bikin hetanekî wusa ku dardestxwexistinî ew xewna xwe da jî nebînin. Çawa Kemalê Selanîki gotubu: „eger vî welatara tevgerekî komunîst pewîste, em we tevgerê ji bi destên xwe bînin”.

3-Lîteratura çep a dinyayê gor plan, daf û kamênên Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya dihatin vergerandin,taybetî ew kar bi alîyê çend çapxananda dihat kirin û wan ber didan tevgera sîyasî çep û demokratîk. Wan şanoyek dikirin sahne, buyerên ku tevgera ç ep ya dinyayê, taybetî ji ya bolşevîkan û înternasyonala sosyalîst 60-70 salî berîpêş jîyabun, carek din bi şîvekî teatral didan jîyan. Li vir ferqek mezin hebu, tîyatrok normalda sahne parçekî piçuk a salonê bu, wan seranserî Tirakyayê, Antolîyayê û Kurdistanî Bakur xwera kiribun sahne. Lîstik wusa baş dihat lîstihkandin, sosyalîst, sosyalîstên çep, komunîst, anarşîst, troçkîst, narodnîk, mujîkên Rusya hemu ji nuva zindî bibun dixwestin mafên xwe piparêzin û organîze bibin. Va rewşa li çi diçu: va ronahîya sterkên ku sedansal berîpêş mirdîne û hîna ji mera ronahîya xwe rêdikin çubu. Gelek navçeyên Kurdistan merg û zevî tên avdan, ava hinakan ji dur tê, dema av dawîyêda tête birîn, birîna avê ji bo zevîyê an mergê gor jirejîya ava rê(coyê) gelek zeman şunda xwe dide dîyarkirin. Sterk di nava gerdunêda ber ku mîliyonan salên ronahîyê ji me durin, li paş mirina wan gelek zeman hatina ronahîya wan ji bo me berdewam dike. Em wusa bawer dikin ku ew sterk zindîne.
Ronahîya çepên dinyayê ku 60-70 salî berîpêş hebu bi spektruma Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya dihat Anatolîya, Trakya û Kurdistana Bakur.

4-Di nava parçekirina Tevgera Çep da ekserîyet tilîya Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya hebu, di nava hinekanda zede hinekanda kem. Tevgerên Kurdistana Bakur yên çep di bin sîyah çepên Tirkîya da bun alîyê ideolojîyê wan nikarîyan sedarsed ji pesîra xwe destên wan xilas kin. Di mabeyna grubên sîyasîda, pevçun, şer, ji hev mîrov kuştin û reşkirin bibu parçekî jîyanê, hevdurketina Çînê ji Yekitîya Sovyetê û Pakta Varşovayê, dura hevdurketina Albanyayê ji Çînê, serbixweyetîya Tîto ya Yugoslavya kewnd, pozberîyên mezin kiribun nava tevgera çep ya dinyayê, rexneyek piçuk dibu sedema parçebunek nu, Fermanderîya Giştî ya Leşkerê Tirkîya, bi pîlên xwe ya nava gel pozberîyên piçuk tizdikir, grub parçedikir û zedetirîn digirt bin kontrola xwe. Şoreşgerê Anatolîa Dr. Hikmet Kıvılcımlı ku 26 zîndanên serdestên Tirkîya da mabu demek kwirt berî mirina xwe li Beogradê hosînamek dinivîsîya û digot: “daxwezî û ricamin ji cîwanan ewe ku, dema şoriş bu arşîvên polîs bê sewitandin(sotandin) destên xwe bixînin, berku ew bizanin kî çi buye”.

5-Di vê lîhistikê da tevgera çep formasyonek wusada dihat derbazkirin ku, ew her tim “rast”, netewî û “nijadperezt” bimîne. Şoreşgerîya çep bi şikleki, hun bêjin hostatî Mustefa Kemalê Selanîkî va dihat giredan, kem kes û grub hebun ku ew semer li ser xwe avitibun û azad bibun, yên ku xwe azadkiribun bi tora “Marksîzm-Lenînizmê”, tora Mao û Enverê Albanî dihatin girtin û dest û pê wan dihatin girêdan. Wê rewşa heta 1970 şunda heta 1990 berdewam kir. Ji ber vê tevgera demokratîk a Antolîyayê, Trakyayê û Kurdistana Bakur serneket. Li Bakurî Kurdistan berxwedana serxwebuna Kurdan keti bin kontrola dagirkerên Tirk, wan hespên xwe heta vê katê asan dan lîhstikandin.

6-Sektora Kemalê Selanîkî, bona tevgera çep ya Trakya, Anatolîa û Kurdistana Bakur, pîsîtî û gemarîya navendê weku MHP nîşandida, bi vî şiklî pevçun, guhlaş û şerê mezin mabeyna tevgera çep û MHP da dibu. Alîkîva sugurdên MHP tizî ser tevgera çep dikirin û mîrovên pêşkevtî yên demokrat, çi Kurd, çi Tirk û çi netewên din didan kuştin, alîyê din va mîrovên çep yên demokrat derdixistin neçîra alîgarên MHP, bi vî şiklî xwe û dewleta xwe diparaztin û nedihiştin gelên Anatolîa, Kurdistan ûTrakyayê weku navenda hezazê Sektora Kemalê Selanîkî bibinîn. Dewleta wan dewletekî nuraî û bimbarek bu. Kem grub û tevger hebun ku pîsîyatî herî mezin di nava Sektora Kemalê Selanîkî da didîtin. Tevgera KAWA ji wan yêk bu, dixwest bi berxwedanek mezin hêzên dagirkeran ji temamîya Kurdistan derxîne.

7-Bi tizkirana pozberîyên bê qîmet, aîna eqlaqek pîs kuştina mîrovan gelek hatibu asankirin. Di hat gotin ku falanca kes “faşîste sosyale”, nizam falanca kes “bozkurtê maoîste”, “axaye, şêxe, bege nokerê dagirkerayê”. Bê qanun, bê eqlaq kuştina mîrova hatibu asankirin, qîmeta jîyaneke nema bu. Merxwasî û jinxwesîya Kurda ji holê dihat rakirin. Ferît Uzun keça wî a piçuk hemêzêda hatê kuştin.

Berî kuştina Ferît şorêşgerên Kurd dest avitibun rasteyetîya xwe û organîze dibun, ferqik Tevgera KAWA û grubên sîyasî yên Kurd ê din hebu. Wan serbixweyetîya Kurdistanê tenya nava sînorên Tirkîya de nedidîtin, bona berxwedanek çekdarî li dijî dagirkeran xwe amade dikirin, wan karê xwe ji çapkirina çend balovek, kovar û pirtukan pêşva biribu, her roj zedetirin dibun navenda şorişê, ji çepên Tirkîya Kurdistanî vediqetîyan û dihatin bona şorişê di nava KAWA da cîhê xwe digirtin, grubên sîyasî yên Kurd ku parelelî KAWA li Kurdistanî Bakur derketî bun dihatin nava refên Tevgera KAWA. Gor vê xwirtbun û organîze bune pozberîyek mezin mabeyna seroketîya KAWA û alîgarên wê da hebu. Lokomotif ji qeterê ra piçuk dihat. Ferît Uzun jî parçekî vê lokomotîfê bu, tecrube, zanîn, çavhedarî û merxwesîya wî nidikarîya vê lokomotîfe bike xetek rast û heta serbixweyetîyê bimeşîne,(3) balam ferqiyet Ferît Uzun hebu, ew bona pêşvigarîyê namzetekî gelek mezin bu, welatê xwe baş nasdikir, eşiqê Pêşmerga bu, Kurdî baş dizanîya, hoyjî sîyaseta dinê bu, dikarîya xwe nuda biafirîne navenda şorişê bîne Kurdistan, ji her tiştî pêştatir, Ferît mîrovperwer bu wî mîrova hezdikir, mîrovajî ji wî, nişetên aşitîxwezekî mezin li wî hebun, bi kwirtî ew eşiqê Kurdan bu, Kurd jî eşiqên wî. Ji ber van hemu nişêtan Ferît Uzun bona dagirker û nokeran tehlîkeyek gelek mezin bu, bo wan pewîst bu ji holê bête rakirin. Ez kuştina Hüseyîn Şen û Alî Riza Koşar jî wusa dibînim. 1980 bi komkujîyêk mezin, kuştina Husen Arslan, Necla Baksi, Mehmet Emîn Mutlu, Müslîm Yildiz, Hasan Akbaba, Mehmet Dursun, Ramazan Kabraz, Emîne Ramazan, Xweşnav Ramazan, Abdülkerîm Ramazan, Hanîfe Ramazan, Azad Ramazan, Şükrü Ramazan û zarokên wan Kawa Kerim û Ferhat Kerîm jî, berdewama vê planê dibînim. Biryar Enqarê dihat girtin peyayên weku Cem Ersever û nokerên wan ew cîhdianîn, bi vî şiklî bona Partîya Kemalîstên Kurdistanê rê dihat vekirin, armanc bi navê Kurda fetisandina Tevgera Azadîxwezên Kurdistan bu, plan derxistina Kurdan ji Kurdistan bu, tîşte ku wan anîbu serê Ermenî û Ruma, dixwestin bi taqtîk û planên nû bînin serê Kurda jî.

Dumayîk heye...

Bîşar Norşîn

29.11.2010

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.