بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

NABE BIRAYÊN SOREŞGER NABE

Dibêjin kû şoreş serên zarokên xwe dixwe, lê ez bawernakim kû şoreş serên zarokên xwe dixwe, yên rehberî u peşkeşîya şoreşan dikin, ji bo berjewendîyên xwe ên taybetî çînayetî ( Sinifsal ) serên zarokên şoreşê dixwên u wan ji berjewendîyên şoreşê bêpar dikin. Demê ez, li ser rewşa Kerkûk u awareyên Kerkûk, nuçe u hevpeyvîn dixweynim, rewşa hêjar u belengazên bakurê Kurdistan tên ber cavên min, egerên têkçun u berevajîkirina şoreş jî ji min ra baş zelal dibe. Axîna Xortek 17 salî kû xelkê Kerkûkê ye, kû dibêje bila berpirsyarên me, me jibîr nekin, em sêvîyên Enfal u Kurdistan`in. Xortê delal 17 salîye, navê vî Hêjare, Bavê vî ji bo azadî u serxwebuna Kurdistan şehît ketîye. Hêjar, diçe Dibistanê u ji bo pêvîstîyên jîyanê pêlavan boyax dike. Demê rewş u jîyana zarokên berpirsyarê Herêma Kurdistan dibîne kû bi bavên xwera  bi cil u bergên cuwan digerên, axîn dikeve dilê vî u dibêje: Ax xweska bavê min jî saxbuna, ev segbavê Seddam çawa min sêvî hişt, bavê min şehît kir... Pîra 61 salî Amîna: Min di jîyana xweda qet rojek xweş nedî, van berpirsyara her derew kirin, ev dixwên u vedixwên, haya wan ji me tuneye, bila ji bo xwedê, haya wan ji hêjar u belengaza hebin, me digot ger Saddamê kuçêk ( Seg ) here ewê jîyana me xweş be lê xixabin niha qedera me jî nedîyare... Xelkê Kerkûk u Awareyên Kerkûk kû bi dehan sal, ji bo Kurdistanek azad u serbixwo, xebat kirin. Bi hezaran egîd u lehengên Kerkûk bê ser u şun bun, şehit ketin, li welatê xwe aware bun, lê hezar mixabin kû niha zarêkên wan dîsa hêjarên di bin zextên berpirsyarên herêma Kurdistan dijîn. U li alîyê din, her roj li rojnama u kovarên partîyên sereke ên başurê Kurdistan, dinivisînên; nizam çendîn milyon Dînar ji bo xelkê Kerkûk hatîye pêşkeşkirin u lê li alîyê din Xelkê Kerkûk ji ber bêavî, bêelektirîk, bê xizmeta tendûrîste dinalin. Ya rewşa hêjar u belangazên bakurê Kurdistan, kû ew jî ji bo azadî u serxwebuna Kurdistan hemu can u varidatê xwe fîda kirin u niha li kolan u kûçên Tirka parsekî dikin u keçên delal jî ji bo parîyek nan xwe difroşên. Kî li hawara wan were, kî alîkarîya wan bika ! bira, bav u dayêkên wan ji bo kî u ji bo çi? ketin zindanê tirkan, ji bo kî şehît ketin, ji bo kî, bun parsek...! Nabe birayên soreşger nabe! Îro bi mîlyonan, qal u pîr u zarokên sêvî li kolanê bajaran parsekî dikin. Hevî, bawerî u fîdekarîya wan bê mînak bu. Ew rencber, xebatkar u canfîdayên Kurdistan bun. Ew ji bo azadî u serxwebuna Kurdistan talan u koçerber bun, lê îro li kolanên bi deng, hêjarin, belengazin, ji bo tasek av u parîyek nan qalên heftê salî hemalî dikin, zarokên cuwan u bedew li kolanan kemnêk difroşên, pêlava boyax dikin. Ez bawernakim kû mafême ê daxwazîya lêborîn jî ji we bikin hebe. Em bi çi ruyê ji wan daxwazîya xwe ya bexşandin bikin. Me, wan li kolanan ji bîr kirîye, qet nay bîra me kû ew ji bo me u ji welatê me ê şêrîn çi fîdekarî kirîye! Ger heta xelkê me ên hêjar u rencber azad nebin, em azadî u serxebuna bakurê Kurdistan di xewn u xeyalê xwe da jî nabînên.....!      

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.