بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 26 October 2008

Piştî seredana serok Barzanî ya resmî bo Îranê ya resmî, di vîdemî de, dê seredana xweya bo emereika ku ji layên Serok Buş ve bo seredana resmî hatibu dawetkrin bike. Min di heyiva 8.2008de dema ew bo seredana hindek welatan çûbu derve, gotibu dibeku ew çûbe Emerîka. Lê ev seredana Barzanî niho pêktê û jiterefên wezareta derve ya Emerika hate diyarkirinbo raya giştî.

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dê serdana Amerîka bike û dê dîdar û kombûnan ligel serokê Amerîka Corş W. Bûş, wezîra derveya Amerîka Kondoleza Rays, namzedê komariyan Johnn Makkeyn ê hilbijartinên serokatiya Amerîka û namzedê demokratan Barak Obama yê hilbijartinên serokatiya Amerîka re saz bike. Herweha, dê serokê herêma kurdistanê kombûnekê bi kurdên devera Karolinaya bakur û devera Tensî jî re saz bike.

Di evê bareyê de jêderekî ji wezareta derveya Amerîka ji kanalê CNNTurk re ragihand, ku dê roja duşembîya bêt, serokê herêma kurdistanê û wezîra derveya Amerîka Kondoleza Rays, kombûnekê bi hevdu re saz bikin û dê di sibeha roja çarşembîya bêtin de, kombûnekê ligel serokê Amerîka Corş W. Bûş re saz bike.
Evî rayedarî holê jî da zanîn ku, dê serokê herêma kurdistanê di evê seredanê de kombûnan bi namzedê komarîyan John Makkeyn re û bi namzedê demokratan Barak Obama re jî saz bike.
Holê jî têt çaverêkirin ku, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, serdana Herêma Karolinaya bakur û ya Tensî jî bike û li wêderê kombûnan bi kurdên ewan herdu herêman re saz bike.
Ji bilî evê yekê, gerek serokê kurdistanê Mesûd Barzanî li bingehekî mezinê bîrmendiya Amerîka gotarekê pêşkêş bike û gerek piştî du hefteyan ji destpêkirina evê serdanê, ev serdane bi dawî bêt. Seredana Serok Barzanî di demekî dîrokîde.
Serok Barzanî dinava Emerîka û Iranêde û dinava Kurdistanê û Iranê de jî rolekî serekî hebuye.
Barzanî bo îranê diyarkir ku ev rêketina dinava Iraqê U Emerîkade bo hemu terefan başe. Dibeku wî hindek mesajên Koçka spîjî gihandibin Tehranê.
Tirkiye, berdevkê wezareta derve bo çapemeniyê got, „didemekî nêzîkde tu biryarên ku heyetek ji Tirkiye biçe Kurdistan nehatiye dayîn“ got. Niwênerê YNK Behroz Gelaneyî pêşî du rojan liser Tv yê got didemekî nêzîkdê dê heyeteka Tirkiye biçe Kurdistan. Her weha ji rayedarên hukumeta Kurdistanê jî tu diyakirina vê seredanê nîne û nedane.
Liser hemiyan re Tirkiye welatê Kurdistan talan û wêrankiriye wekî Iranê. Îran dixwaze rêya mantiqî û aqili bikarbîne û Serokê Kurdistan Mesdûd Barzanî wekî serokê Kurdistan resmî dawetkir bo Tehranê. Bêguman Barzanî dîsa wekî her caran ew siyaseta diserê wîde bo dahatiya gelê Kurd û Kurdistan dubarekir. Rêyên leşkerî ne çareserîne û divê bo mesela Kurd rêyên siyasî bêne dîtin û xaftin.
Gelo dê Tirkiye jî vê bike yanjî ne? Dê didemên pêsiya mede diyarbin.
Îsmaîl Gieikî
26.10.2008

Silav bra ê Girikî Ez hevîdarim kû ev seredane Kak Mesud Barzanî gelek pirsgirêka zelal bike u mesela Kerkukê chareser bike. Ger ev babet û mesela girîng ne yê chareser kirin, ez tu berjevendîyê kurda di vê seredana dîrokî´de nabînim! Lê gava berjevendîye me bi rastî hatin pareztin, wê chaxê emê Kerkukê di nava Kurdistan´de bibînin. silav rêz Rasto

Birêz Rasto Wekî em dizanin her dewlet berjewendiyên aburî û înteresa dewleta xwe li pêsiya her tistîre digirin. Bêguman em vê ji tecrûba dîrkê û têkosîna gelê bindest û têkiliyên du aliyande dibîn. Bi baweriya min dîrokîye, jiberku rola ku serokê Kurdistan dilehîze bi rengehî aqilane û zanabun dice nav babetande û tevî vêjî, herweha wekî her welatekê serok Barzanî jî berjewendiya gelê Kurd û Kurdistan liser her tistîre dibîne û digire. Ez bixwe hemîdema vê fikirdikim, gelo, gelê Kurd kesekî wekî vê Malbatê, yanjî Barzanî neba da ci bihata serê vî miletî. Belê bi têra xwe zor tist hatin serê gelê Kurd, nexwesî, talan, mihacirî û kimyabaran û enfalên mezin jî ditine. Lê didawiya her nexwesiyekêde xwesî jî tên. Lê cawa û bi i taktîk û ramana netewî ev giringe. Silav û Rêz Îsmaîl Girikî Kes bila vê bawerneke ku Serok Barzanî hertista ku Emerika bêje dibêjit belê. Berovajî serok Barzanî hêdî navqa siyaseta cihanêde, bi teybetî li Rojhilata navî xwedî misyonekî netewi û dîplomasiye.

Dem xwesh Brêz Girikî Tu shik u goman di welatparêzî ye Kek Mesud Barzanî´de tune ye. Lê belê carna jî tenê welatparêz-î ne bes e ji bona tishtne u pirsgirek e??? Divê em realîte xwe qabul bikin kû eve 17 salin kû me di Kurdistan´de tu encam bi dest nexistin, ê kû hene jî pirr kêm´in. Chima kêm´in gelo??? Ev jî pirse-nuqtek e!! Eve 17 salin kû di Kurdistaná azad´da hinek ji rêber ê me Kurdan berjevendî´ye shaxsî di ser bejeven´ye netevî re girtin evê haqîqet ê tu kes nikarê bidê (Înkar bikê) mandelê. Ji ber vê yekê jî di Kurdistaná azad´da me hinek mevzî ji dest´dan. rRaste an na? Raste bra ê hêja rast e... Ka berpirsîyarê ve nebashîyê kîye gelo?? Ez vêyajî bêjim kû ev tishtên chewt ne dibin mesulîyetîye Kak Mesud derbas dibin u Mesud ji van chewtîye be xeber e. Lê gelek Kadir (Kadro) ê herdu partîyen vî karî ji bo berjevendîyen xwey shaxsi dimeshînin. Silav u rêz Rasto

Birêz Raso, Tu bi xwe dibêjî Kurdistana azad. Belê bi rasti jî azade. Lê divê em ji bîrnekin hêjî gelê Kurd car dijminên serekî wên heyîn(irak?)interesa berjewendiyên welatan wekî pêsî vê min gotî mezin tire ji însanyetê. Mixabin ev jî realiteyeka siyaseta cîhanêye. Ez jî wekî te fikirdikim ku dinava herdu aliyande kadirên ne laîqên cihî wên heyîn. Lê kakê hêja dema em realita xwe bizanin, jivê bastir nayêt dîtin. Belê raste divê jivê bastir bête kirin. 17 Salin li Basûrê Kurdistan gelik tist hatin kirin û hêjî gelik tist jî wên mayîn. Hic rêxistinek ê karta berjewendiya doza gelê Kurd jî erzan pêskêsê tu aliyan jî nekiriye. Serok Barzanî rola ku dilehîze cihê serfirazî û rumeta gelê Kurd liseranserê Kurdistanêye. lê dema em dibînin siyaseta pêsiya 80 salan (imrali sebekesi)dixwazin Kurdan bikin dubare qorbanên ideolojiya tewleta talanker,dê cawa pistî 17 salan serxwebuna xwe îlanbikin? Tu pirsê ji kîjan Kurdî bikî dê bêjit yek Kurdistan heye. Base raste yeke. Lê bo vê yekê ci pêwîste bête kirin û bingehê vê ye dewletê ciye? Barzanî li milekê di serîdeye bo mafê gelê Kurd liher besê Kurdistan bi siyasî bête careserkirin û li aliyekîdin jî liber îlankirina dewletekî serbixweya Kurdistane. Eger tu Kurdên Bakurê Kurdistan bibîni, halê hazir mirov nefretê li wan dibarîne. Doza Kurd boye doza parastin û berbilavkirina siyaseta kemalistan, ma ev tesîrê li siyaseta dewletbuna Kurdistan nake gelo? Wekî min li jor gotî Serok Barzanî jî maye heyrî. Ez û tu li Bakurê Kurdistan dema mafê komelatiyê jî nexwazin, ev tesira bingehî li gavavêtina Serok Barzanî jî dike. Gelo ev dê holê berdewam bike? Baweriya min nexê, di netîcêde dê Barzanî mecbur bibe ku rêya îlankirina dewletekî Kurdistan bike. Ev kengê dibe; wekî cenabê wî gotî " ez dixwazim di jiyana xwede dewleta Kurdistan bibînin". Îsmaîl Girikî 27.10.2008

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.