بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Surya

Li dû raportên peyaman hêza tenahîya Sûrîya xûrtî bi kar anî u bi merem xwenî?andana kêmanîya Kûrdan li bajêrê Qami?lo li bakûra wî welatî verevand. Xwenê?anderan nerazîbîna xwe li ser ku?tina oldarekî mûsilmanê kurd ?êx Maa?ûq al-Xaznewî derdibirîn. ?ex Maa?ûq al-Xaznewî kû bi mamostayê olê islamê di gel dîmokrasîyê navdar bu, li meha 5 gûlanê hate hinda kirin u termê wi li rojhelata Sûriya hate dîtin.

Malbata ?êx al-xaznewî ku bizav karên sîyaseta kurdane û herwesa zêrevanên serbixwe yên mafê mirovan dibêjin/ li ser termê Xaznewî nî?anêt ê?kençê dîyar dibun. Rekxistîya Amnesty International yan ku lêxe?buna çîhanî di daxûyanîyekê da got karbidestên Sûrîya ha?a dikirin ku wan ?êx girtibin û di dîvda termê wî dane malbata wî.

Hesen Salih sikirtêrê partîya Yeketîya ya berbend kirîya kurdan dibêjit, ?êx xaznewî hêzeka gûhûrîna bû ji bo sûrîyê. Ew dibêjit ?êx Maa?ûqî bi?tgirtîya gelê kûrdê bindest dikir û çunkî xast rastîya bêje li ser dest û darê Sûrîya ku helbijartin azad bêne kirin û griftarîya bi rêya dan û standina çareser bikin, wî gelek sengî êxiste ser hûkemeta Sûrîya.

Li van dûmahîyan karbdestên Sûrîya hu?darî dane partîyen sîyasîyen berbend kirîyên kûrdan da kû bizavên xwe rawestînin, û herçende ku hin girtîyen sîyasî hatine berdan lê li van çand haftîyêt bûrî hejmareka bizavkarêt mafê mirovan li Sûrîya hatine girtin.

Hewas Mahmmod nivîskarekî kurde dibêjit wext hatîye ku tepasarî bête rawestandin. Ew dibêjit eve ne reftara hûkemet, dewlet yan jî welatekî medenînye. Divîya hûkumet ya bê alî bit beramber hevwalatîyên xwe û weneket ku her wekî bi tinê alîyek hûkumetê birêve dibit û tivîya welatîyen xwe tepaser neket.

Li dû dawîtirîn raporta li ser mafê mrovan Wezareta Derveya Emrîca dibêjit hûkumeta Sûrîya berdewame li encamdana kiryarên destdirêjîya û bê reftarîya berdewameh ji wana azar û ê?kençe yên bi mebest ku hind caran mirn bi duda têt. Li du wê raportê ferq û cîyawazî li dijî kêmanîya kurdên bê welat ji alîyê karbdestên Sûrîyê ve tê domamdin.

Serok Gorge W Bush dibêjit li dûrmandurê rojhelata naverast pêlên azadîyê wê ?ilqava vedidin û ewên ku hêvîya xwe ji buna azadîye terxan dikin dê berbirî hêri? u berhingarîya bibin lê ew bi ?ewazakî durust na bûhi?in ji ber kû azadî gewherê mirovanîyê ye, azadî simta dîrokêye.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.