بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Êzídíyatí ú erkén rewsenbírin kúrd

Wek em dibînin, dagirkeran ser ax û bin axa Kurdîstanê ji kevin de zevt kirine. Wisa jî qedexe danîne li ser nav, nasneme, ruh û zimanê me. Ji bo ew karibin gelê me ji dîrok, netewe û nirxên wî dûrxin, bi her haweyî ve me ji holê rakin, çi xirabî ji destê wan hatiye kirine û niha jî li me dikin. Her çiqas wan koledaran şertên ku em nikaribin xwe wek evdên kurdên Êzîdî bidin naskirin, ji dîrok û mîrata kal-bavên xwe re xwedî derkevin nehîştibin jî, lê dîsa gava ku meriv bixwaze, bila çi zahmetî li pêşiyê bin jî, ew dikare hinekî dîrok, netewe û civata xwe naske.

Di rûpelên dîroka kevnar de zelal xwiya ye, ku di dema destpêka şaristaniya merivatiyê şûn de, hinek merivan berjiwendiyên xwe yên şexsî di ser yên Xweda yê seranser re dîtine û ji hingê ve jî merivên zordar peyda bûne. Wan hê ja di wê demê de, xwe wekî “Xweda yê qenc (baş) û xirab (nebaş)” an jî, fikra ku “Xweda li ser rûyê erd û ezman gelek in û ne yekî seran ser heye” dane diyarkirin. Evan nijadperestan ji bo menfêata xwe hebûna Xweda yê seranser, yê ku cîhan û em afirandiye înkar kirine. Ji bo ku ew karibin daxwaz û berjewendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ew timê li dijî evdên ku ji Xwedayê bitenê bawer dikin, derdikevin û ew xwe ji Xwedayê seranser re dikine şirîk.

Ji Xweda ve xwanê ye, ku em Êzîdî ji berê ve ji Xwedayê seranserî yê bitenê û ji wekîlên Xweda (Milyaketan;Tawisî-Melek û w.d.) bawerdikin. Gava merivekî rewşenbîr destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û wêrabe li her deverî de rastiyê bibêje, eşkere ye, ku me Êzîdiyan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide, ev çanda Kurdî jî li ser piyan hîştiye. Ji ber vê parastinê ye jî, ku pêşiyên me timê ji aliyên olperestên menfêatçî û koledaran ve hatine qirkirin.
Ew kesên ji dîroka Kurdistanê agehdar in dizanin, ku ola Êzîdiyan ola Kurdan ya herî kevin e. Kevinbûna dîroka Êzîdiyatiyê vêga jî di stran û floklora Kurd û di ilmê ola me de zelal xwanê ye. Zane û ilimdarên olan baş dizanin: Ji roja baweriya Êzîdiyatiyê di nav rojhilata navîn de peyda bûye û heta vêga hêjî gelê me her baweriya xwe bi Xwedayê seranser, ku bitenê ye aniye. Ji ber ku Êzîdiyan ev baweriya rast parastine, timê xof û rahm di dilên wan de hebûye. Êzîdiyan ji ber vê baweriya xwe ya paqij, ti cara ti zulim û zora dînî li olên din û neteweyên cînarê xwe nekirine.

Ez gihîştime vê baweriyê:

Ji bo meriv bikaribe dîroka Kurdistanê zelal binêre, pêwîst e, ku meriv pêşîn welatperweriya di nav text û qewlê ola Êzîdiyatiyê de qenc nasbike. Dema meriv bala xwe kûr bide ser text û qewlê ola Êzîdiyatiyê û dîroka Kurdistanê, meriv dibîne bi sedan dagîrkir-desthelatdar hatine ser axa Kurdistan û çûne. Gava ev ji Kurdistanê derketine çûne, ewan hingê gelek ji dewlemendiya (samanê) Kurdistanê bi xwe re birine. Hinek ji wan yên ku heta îro di Kurdistanê de mane jî, hêjî li pêşiya tevgera rizgarîya Kurdistanê bûne asteng. Ji xwe ji ber van bîr û baweriyên teng, yên ku merivan ji Xweda mestir dikin û tenê mefêata şexsê xwe nasdikin, gelek çewtîtî û valeyîyên mezin ketine nava dîrok û neteweyên li Kurdistanê.

Ji ber ku dijminên Xwedê û gelê me timî ji Kurdên Êzîdî tirsiyane û baweriya Êzîdiyan ji xwe re neyar dîtine, ewan her xwastine Êzîdiyatiyê ji holê rakin. Ewan timî agirê neyartiyê berdaye navbera ol û gelên li Kurdistanê û bi zanistî jî gelek tiştên ne rast derheqa ola Êzîdiyan de gotine: “Êzîdî ne Kurd in, Êzîdî qureşî ne, Êzîdî ji hovan bawerdikin, kitabên Êzîdiyan yên muqedes tinin, kî neferekî Êzîdî bikuje, ew gunehê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d.“

Ji xwe ewan Xwedê nenasan bi van bîr û baweriyên xwe yên gemar her xwastine Êzîdiyan ji Kurdistanê dûr bixînin. Ewan bê hêjmar evdên Êzîdî di Kurdistanê û di welatê xwe de, li serê gelek çiyan û zinaran, li nav gelî û newalan, li ber çem û kaniyan bi xayîntî kuştine.

Em dibînin ji ber wan şerên dewletên koledar û Kurdên paşverû hebûna civata Êzîdî her timî hatiye înkar kirin. Çi gava ku gelê Êzîdî li dijî wan hovan li ber xwe daye, zaliman hemû gund, cîh, ziyaret û paresgehên me wêran kirine, gelek mişêwir û pirtûkên Êzîdiyan qetandine û şewitandine. Gelek tiştên me Êzîdiyan yên ku bi hezarên salan paqij hatibûn parastin wêran bûne, çiqqas qewil û dirûzên(dûayên) me hatine ji bîrkirin. Ji ber van fermanên bi ser Êzîdiyan ve hatine, hêjî ti evdek ji Êzîdî û biyaniyan nikare, di derheqê hejmara sax û şehîdên Êzîdiyan de agehdariyeke rast bide.Tiştên hatî û tê gotin, tenê gumanin evdane.

Dîsa li goriya dîtina xwe dibêjim, heta niha hêjî ti kesekî Êzîdî û ejnebî bi berhem û lêkolînên xwe, bi temamî xwe bernedaye ser riknên baweriya ola Êzîdiyatiyê û Êzîdiyatî hêjî ronî ne bûye. Ji ber ku gelek nivîskar û lêkolînvanên li ser dîroka Êzîdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî pir qels in. Heta gelek ji wan kovar û rojnaman ji ber gotin û remanên mîsyonerên biyaniyan, ji ber devên hinek belangazên Êzîdiyên dûnav hatine girtin.

Em tev jî dizanin wexta ew mîsyonerên biyanî bi şexsên xwe hatine li nava Kurdistana perçekirî geriyane, ewan hingê agehdariyên xwe ne ji serkaniya ilmên Êzîdiyatiyê girtine. Geleka ji wan, zanyarên xwe ji ber devê şexsên menfêatçiyên gelên cînar, kurdên Musilman û Êzîdiyên nezan bi rişwetê standine. Li ser wan nivîserên biyaniyan nimûne yek: „ew nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxanan ketine ber destê balyozan, hinek ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên wisa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin.

Carna wana Êzdiyatî wisa nîşan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêş bikevin. Hinek caran jî wana gelên kêmjimar yên di wan welatan da bi awakî dijminatî nîşan didan. Hinekan jî qestbende înformasiyonên wisa berev dikirin, ku Kurdan wek qaçax nîşan bidin. Bi wê yekê va wana piştgiriya zordest û dagirkaran dikirin.*(Ji kitêba, M.S.Lazarev- Pirsa Kurdan (1891 – 1917) – Stockholm 1999.)“ Wekî dinê jî xweya dibe ku gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Êzîdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniya wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin de û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.

Gava dilê wan bixwasta û wan ji Qewl û Duayên Êzîdiyatiyê fahmbikira, wan ne digot: „Kitabên Êzîdiyan yên Muqedes tine ne, Ola Êzîdiyatî ji ber olên ku kitêbên wan yên muqedes hene, hatiye jiberkirin (kopîkirin) û.w.d.“ Bila ev kes baş bizanibin, çi roja li Kurdistanê dîrok zelal bibe wê timê bêne şermezarkirin û ewê her di gorê de jî nesitirin.

Belê, bi dîtina min rastiya Kurdîtiyê, di zilm û zordariya hatî serê Êzîdiya de zelal xwiyanî dike. Lê hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin „Ez rewşenbîr û nivîskar im“ na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ji bo ku ew karibin ola Êzîdî hêjî bêrûmet bikin, ew di şîrove û nivîsên xwe de, ji xeynî nerastiyê pêştir ti tiştekî rast ji bo şîrovekirina dîroka olan zelal nakin. Ev kesên bêxîret xwe nasnakin û dibêjin: „Êzîdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûştî, Sabî, Buddhîzmî û w.d.ne.

Êzîdiyatî ji ber ola Cuhuyan, Mesîhiyan anjî ya Musilmanan zêdebûye. Êzîdî ji Dêw, Hov, Cinikan û w.d. bawerdikin“. Baş e, ez ji wan kesan dipirsim, gelo ji ber ku roja Êzîdiyatî çêbûye û hetanî îro, ew welatparêz bûne, wan ji Xwedayê bitenê bawer kirine û ew timê dijî dagirkerên welatê xwe derketine, lewma Êzîdî „hov in“? Bi dîtina min van kesên weha gotine û dibêjin, tenê ji bo mexsedên xwe bi zanistî xizmet ji koledaran re kirine, dikin û naxwazin ku rastiya ola me ya kevnar li cîhanê bela bibe.

Li aliyekî dinê, bi dilxweşî dibînim, ku çend rêxistin, ilimdar, dîroknas û rojnamevanên Kurd û misyonerên biyanî jî di berhem û lêkolînên xwe de hebûna netewa Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevin qebûl dikin û ji bo vê armancê hêjî xebatê dikin. Ez dixwazim van kes û rêxistinan, ji bo vî karê wan yê hêja û zahmet li virê spas bikim.

Erê, ev babeta bi serê xwe gelekî mezin û berfire ye. Meriv di vir de jî valeyeke mezin di nava xebata rewşenbîrên Kurd û civata Êzîdiyan de dibîne. Bi rastî ti kesî ji me, hêjî di wî warî de, baş lêkolînên berfire û layîqê dînê Êzîdî ne weşandine. Bi dîtina min ji bo civateke olî karîbe dînên xwe biparêze, divê rêberên wê civatê yên oldar azad, serbest û zane bin.

Lewma jî dibêjim: Heta xwendevan û zaneyên Êzîdiyan bi xebat û zanebûna xwe nikaribin rêveberiya ola Êzîdî bikin û hevkariya wan bi Civata Rûhanî ya Êzîdiyan re çê nebe, heta ew bi ilmê xwe Êzîdiyatiya xwe rast şîrove nekin, dê ti kesê nikaribe dewlemendiya dîroka Êzîdiytiyê di cîhanê de baş nasbike û kesê nikarbe Êzîdiyatiyê rast bide naskirin. Belê ji bo ku zarokên me Êzîdiyan jî karibin weke zarokên xelqê bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re xwedî derkevin û ew karibin van valeyên di dîrokê de hene dagirin, gerek ew pêşîn fêrî Êzîdiyatiyê bibin, divê berî her kesî em evdên Êzîdî gelekî xizmetê bikin, zarokên xwe di dibistana malê de, agehdarî her haweyên jiyanê bikin û gerek merivên Êzîdî bixwe jî karibin di warê ol û çandê de, ji biçûkan re pêşengiyê bikin.

Pêwîst e em timî ji keç û xortên xwe re bibêjin; Rast e gava merivekî gelekî tî be, hingê ew dixwze pêşîn avekê vexwe. Lê gerek meriv zanibe ka ji kîjan kaniyê avê vexweş Ne ku meriv ewilî gihîşte kîjan kaniyê, hema ava wê bi ser kela dilê xwe de berde. Gerek meriv bizanibe; ava kaniyên gemar û herî tînişka meriv şikandin û şûnde hêja ziyanê dide bedena meriv.

Em hêjî baş nizanin, ka serok û dûnavên me Êzîdiyan li ser vê babetê çiqas rola xwe anîne cîhş. Lê dîsa jî divê em Êzîdî îro ne weke demên berê Êzîdiyatiyê tenê li hêviyan dûnavên xwe bihêlin û ne bêjin: “Gava pêşiyên me jî asîmlasiyona olî qebûlbikirina, hingê ev neheqiya weha wê ne hatiba pêşiya me. Ti kesî dersa olê ne daye me, em bixwe nizanin, ka em çi ne? Gava dûnavên me nizanîbin, emê çewa zanibin? Gava dûnavên me Êzîdiyatiyê nemeşînin em jî nikarin bimeşînin û.w.d“.

Belê pêwîst e ku em ji berpirsyariya xwe ya îro re zêdetir xwedî derkevin, ne ku em gunehê xwe bavêjine ser pêşiya û barê xwe jî ciwana re bihêlin. Eger em xwe di vê demê de zana û bi rêxistin nekin, emê jî bibine alîkarê helandina çand û ola xwe. Lewma jî, îro ji hemî demên derbasbuyî pêwîstire ku şêx, Pîr, Mîr, Pêşîmam, Feqîr , Mirîd û zaniyarên Êzîdiyatiyê karibin, kul û gazinên xwe rû bi rû ji hev bikin û em ne hêlin êdî zimanên hinekan li me dirêj bibin.

Gereke her Kurd zanibe, gava oldarên Êzîdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ya Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzîdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Êzîdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Heta vêga Êzîdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tine ye. Lewma jî divê em Êzîdî baş zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin.

Hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdistanê jî ev e ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî. Çewa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine musilmantiyê û xiristaniyê gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miltê kêm û Êzîdiyatiyê bikin. Divê em bi hev re nehêlin êdî ti cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdistanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin.
Bizanibin, pêwîst e hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwe bin û ne girêdayên ti rêxistin û partiyan bin. Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin, bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarîxwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad giftago bikin û xwe azad biparêzin. Gereke em Kurdistanî zêde li hev û dinê xwedî derkevin û zanibin, eger saxkirin û pêşxistina Êzîdiyatiyê ne di destên T I F A Q A Êzîdiyan de be, ev Êzîdiyatiya heyî jî wê wenda bibe.
Ez bawerim berhevketina me dê bibe serkevtina me !

Silav û hurmet ji bo we.

Ez weke Kurdekî Êzîdî û endamê Mala Êzîdiyan ya li Oldenburg ê gelekî dil xwesbûm, ku nêrîn û rexnên me xwandevanan û xizmeta hinek malperên çapemeniya Kurdî dikin, rêya li ber hevkariya hinek perpirsyarên komelên Êzîdiyan û rojnama Peyama Kurd xwes kirin. Bi dîtina min ev tê wê mahneyê, dêmek dema em Kurd berjevendîyên Kurd û Kurdistanê têxine pêsiya ya sexsê xwe, em dikarin vêga jî fêrbivin û încar gelek kêmasî û sermezariyên di nava xwe de bi hevûdinê re, bi siklekî zanistî, asîtî û birayetiyê çareser bikin.

Hêvîdarim, êdî ev hevkarî û hemû tifaqên ji bona berjevendîyên Kurd û Kurdistanê bes rê bidine sasîtiyên dîrokî û ew di armancên xwe de her serkevtî bin.

Bi silavên biratiyê

Mamoste Kemal Tolan

Mamoste Kemal Tolan
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.