A muhîm mirov karibe dawî li wî karî bîne, beriya hinekê dinê tê bighêjin ku karê me êdî ne dirûst û ne di cîh de ye.
Li ba me kurda nebûye adet piştî karek kollektîf em mihasebeyek objektîf ya xwe û karê me kirî bikin. Pirê caran ya em bêdeng weka tiştek neqewimî be, yan jî bi helwestek bê min û piştî min bira tofan be dev ji karê xwe berdidin.
Netkurdê di 21.-ê Adara 2005-ê de dest bi weşana xwe kir. Ji destpêkê heta îro ez di redaksiyona wê de bûm, min xwe de ber barê wê, ne bi qasî min dixwest, bi qasî ji min hat min serê xwe êşand, wextê xwe dayê da ku bo bibe dazgehek.
Helbet beriya Netkurd dest bi weşanê bike jî malper û organên ragihandinê yên bi kurdî(kurmancî) weşan dikirin hebûn. Lê mixabin pirrayiya wan yên rêxistin û grûbên siyasî bûn, para kurdî kêm bû û ne organên bêalî,plural,pirrdeng û li gor pîvanên rojnamegeriya navnetewî bûn. Netkurdê bi îdîa û mebesta ew ê bi xusûsiyet û prensîbên xwe ji yên dinê cuda be dest bi weşana xwe kir. Bi qenaeta min Netkurdê bi taybetî di warê bikaranîna kurdî û lê him jî di warê rojnamegeriya bêalî û hetta mumkin be bêalî û objektîf tesîrek pozîtîf li medya kurdî kir. Di van salan de hejmara malper û rojnameyên bikurdî zêde bûn, hema hema her malperê hewl da li gor pîvanên rojnamegeriyê tev bigere.
Naxwazim îdîa bikim ku Netkurd gihaşte objektifiteta ji sedî sed. Carna mêzêna me jî bi vî yan wî alî ve xirabû. Wêneyên ku em têra xwe ne objektîf in derketin holê. Dîsa di warê ziman de jî em negihaştin astek bilind ku karibe di rojnamegeriya kurdî de bibe ekolek.
Ez û Netkurd
Di destpêka weşanê de min di redaksiyona giştî û redaksiyona nûçeyan de cîh girt. Paşê piştî demekê em mecbûr man ku em birêvebiriyekê hilbijêrên da ku xebat baştir bimeşe û weka cîgirê redaktorê giştî ketim birêvebiriyê. Ev tê vê manê ku di serkevtina wê û lê herweha di şaşî û kêmasiyê wê de jî di derceyek bilind de ez jî berpirs im.
Di ser weşana Netkurdê de şeş sal derbas bûn. Di van şeş salan de carna pirr jidiyayî carna bisistî, lê di zikhev de rojê 4-5 saet bi netkurdê mijûl bûm. Di vê demê de dora 160 gotar, nêzî 20 analîzî, dora 10 hevpeyvîn,dosyek û dora 6000 nûçeyên min nivisandin di Netkurdê de hatin belavkirin. Li gora îstatîskan her nivîs di zikhev de dora 3000 cara hatiye xwendin. Divê bê gotin ku xwendina şîroveyên xwendevanan, e-mail û bersîvdana wan jî gelekî wextê me digirt.
Dema me dest bi weşana Netkurdê kir tu carî nehate heşê min ku Netkurd dikare bibe deriyek pereqezenckirinê. Xebata me xebatek jidil û rûmetî bû. Piştî demekê herhal bi performansa wê ve girêdayî, hin ji reklam û îlana, pirrayî jî ji alikariyan bi wasiteya berpirsê giştî pereyek ji Netkurdê re hat.Em tev zanin ku kurd yekî dikin deh, deha dikin sed. Min bi xwe ji tu kesî û ji tu dazgehê alîkariyek maddî nexwestiyê, behsa pere li ba wan nekiriye. Di nava van şeş salan de dora 15 hezar Euro gihaşte min.
Divê li xwe mikur bêm ku ez di vê demê de nebûm niviskarek mezin hetta nebûm niviskar û rojnamevanek jî. Di vê demê de min her hewl da,bi kurdiyek pakij,zindî,jêfêmkirî, ji xirejir û qayişkişandinê dûr binivîsim. Netkurd di vî warî de ji bo min tecrubyek mezin û qenc bû. Di vê demê de gelek kesan bala min kişandin ser 'şaşiyên' min, nivîsên min xwendin, werê yan wilo şîrove kirin, ji wan re spas dikim, mala wan ava.
Ez zanim ku pirrayiya kesên nivisên min dixwendin, heval,dost û yan jî nasên min in. Jiber vê yekê di navbera me de têkilyek weka têkilya niviskar û xwendevan çênebû. Nikarim neheqiyek werê li tu kesî û li xwe bikim. Lê dîsa jî hiqûqek di navbera me de çê bû û ev hiqûq li ser min ferz dike ku ez him mihaseba xwe bikim û him jî, bi şêweyek maqûl qala sebebê devjêberdana, karê Netkurdê bikim.
Çima dev ji karê Netkurdê berdidim ?
Em tev zanin ku di van 20-25 salên dawî de, kadroyên kurd gelek kar dane ber xwe, nîvco hiştine,dawî li wan neanîne. Çi karê rêxsitinî çi karên weha rûmetî devjêberdana wan û weka ku tiştek nebûye tevgerîn, bû ji adetê. Di karê Netkurdê baweriya min ev bû ku em ê yan heta wê teslîmî hinekê ê karibin ji me qenctir wê birêve bibin, bikin yan jî em hemû bi hev re bighêjin qenaeta ku êdî hewcedariyek pê nîne, dom bikin. Di van çend mehên dawî de em li ser hewcedarî û nehewcedariya fikirîn. Jiber em di vê derheqê de negihaştin encamek mişterek me dom kir.
Helbet ji destpêkê de weka çewa di hemû karên kollektîf de pirs dertên, di nava redaksiyona Netkurdê de jî pirs û astengî derdiketin. Ji xwe ji van sebeban ji redaksiyona destpêkê em sê kes man.Li gel hemû astengiyan min hêvî dikir ku em ê karibin vî karî heta cîhê em karin,bi hev re bimeşînin. Mixabin em hatin radeyek ku ji bo min prensîbek bê wê nabe, hate minaqeşkirin.
Pirsa di navbera min û birêvebirê giştî de derket, pirsa dawîlêanîna niviskariya niviskarek me ye. Birêvebirê me yê giştî texmînen beriya salekê jî carekê nerazîbûna xwe bi nivisên vî niviskarê me diyar kiribû, lê daxwaza dawîlêanîna niviskariya wî nekiribû. Di 24.03.2011 de bi e-enameyekê daxwaza dawîlêanîna niviskariya wî kir.Dîtin û sebebên vê daxwazê weha bûn:
AA * ev demeka dirêj e ku di Netkurdê de wek nivîskarê quncik dinivîse. Ez bi xwe şexsiyeta wî, rabuhuriya wî ya siyasî û ramyarî û fikr û pêwendiyên wî yên nuha ji nêz ve nasnakim. Bawer dikim li ser însiyatîfa Şefik bu nivîskarê quncik ê Netkurdê.
Di van demên ku wî di Netkurdê de nivîsîye, gava ez bala xwe didim nivîsên wî, ez his dikim ku ew bi fikr û dîtinên xwe, zêde dûrî wê konsepta parastina dezge û destkeftinên neteweyî ye. Bi taybetî desatkeftin û dezgeyên neteweyî û yên siyasî yên şer’î ên Başûrê Kurdistanê.
Di vê demê de ji bo min xwiya bû ku ew tenê di Netkurdê de nanivîse, di hin malperên ereban de jî dinivîse, û qasî ku min fahm kiriye dîtinên wî yên di malperên ereban de ên li ser dezge, rêxistin û destkeftiyên neteweyî yekcar dûr in ji wan prensîbên ku Netkurd diparêze. Ew zêdetir bi çavekî nêzî erebên nasyonalîst piçûkxir li rêxistinên Başûr û destkeftiyên wê derê dinêre.
Mesela min nivîseka wî a piştî kongreya PDK-ê di malpereka elaph a erebî de dît û bi îmkanên înternetê ew wergerand ser wan zimanên ku ez jê fahm dikim, ji bo min derket ku ew PDK-ê wek dezgeyeka eşîrtî û kongreyê jî şowa eşîra barzaniyan dibîne. Û ew ji ber van nivîsên xwe yên erebî di nav kurdên erebîzan de kontraverisel e.
E-name dirêj e û bi mînaka hewl dide berbiçav bike ku niviskar ji sebebê dîtin û ramanên wî yê derheqê birêvebiriya Kurdistana başûr, sazî û dazgehên wê dûrî konsepta Netkurdê ye. Di dumahîkê de tê pêşniyarkirin ku:
em dawî li nivîskariya AA bînin û bi zimanekî maqûl bêyî ku pê re têkvin polemîkan rabigihînin ku em ji alî fikrî de ew qas dûrî hev in ku herkes bi riya xwe de biçe baştir û bi vî awayî em xatir jê bixwazin.
Li ser vê yekê min jî di 25.03.2011 de e-nameya ez ê hin beşê wê li jêr bidim û helwesta min diyar dike, ji wî û endamê din yê redaksiyê re nivisand.
AA nivisa xwe ya pêşî çewa ji Netkurdê re şand, nayê bîra min, mumkin e ku ji min re şandibe. A rastî ji bilî nivis û têkiliyên wî yên bi Netkurdê em jî hevdu nas nakin. Lê ji statuya 'niviskarê mêvan' ya ber bi niviskarê daîmî, bi însiyatîf min û bi riza Mehdî û Gernas bû. Bawerim tu wê demê li tatîlê bûy û me di nava xwe de li ser rewşa niviskara xeber da û jiber peroyodîk nivisandina wan, em gihaştin wê qenaetê ku nivisên AA û Metîn di beşê niviskarên daîmî de bêne weşandin.
…
Me di sala 2005 de dest bi weşanê kir. Di wê demê de statuya herêma Kurdistanê di bin gefê de bû, li serê êrîşên dijwar hebûn. Ji vê yekê me paraztina statu û destkeftinên wê ji xwe re kir erkek sereke. Doh rexne û êrîş raste rast li hemberî hebûna wê bûn, îro berê rexneyan li hukumet û partiyên siyasî ne.
Ez bi xwe ne rexneyek li dijî PDK-ê yan malbatekê ne jî li dijî Goran yan jî hukumetê weka êrîş û dijberiya statu û serkevtinên herêma Kurdistanê nabînim. Piştî şeş sala a ku tê minaqeşekirin ne statûya herêmê, awa û şêweya birêvebiriya wê ye. Li her welatî rexne li hukumetan, li partiyên li ser hukumetê dibin û ê li Kurdistanê jî bibin. Ne wazîfa me ye ku em hukumetê yan jî partiyan li hemberî rexneyan jî biparêzin.
Tu sebebê ku em ji herkesî yan kesên rexne li hukumetê, li vê yan wê partiyê digrin, bêtir kurdperwer bin yan jî ji wan bêtir, serkeftinên Kurdistana başûr diparêzin, nîne. Dilê yekî rexne dike jî dikare bi qasî me hetta ji me bêtir, bi welatê wî re be. Em ne merciyek kare li ser hîmê subjektifêtet biryar bide; bê kî berjewendiyên Kurdistanê bêtir diparêze û kî wan têk dibe.
Li gel prensîba me ya parastina statû û destkeftinên kurdistana federe, prensîbeka me ya din jî hebû. Ew jî pirdengî û cîhdana raman û dîtinên cihê bû. Helbet AA bi gelek dîtinên xwe rengek cuda ye û lê ez bi xwe him ji aliyê naveroka nivîsên wî(ku di gelek mijaran de weka wî nefikirim jî) him jî ji aliyê qalîte û sevya nivîsên wî, ne di wê qenaetê de me ku zirarê de Netkurdê.
Berbirsê giştî di e-nameya xwe ya bersîva vê nameya min de di dîtin û helwesta xwe israr kir.Li ser vê yekê min jî daxwaz kir ku endamê(n)** dinê yê redksiyonê jî raya xwe bêje/in da ku biryarek di vê derheqê de bê girtin û bêyî ku biryarek me hebe gavek neyê avêtin.
Mixabin heta vê saetê jî endamê dinê yê redaksiyê bi awayek niviskî di vê derbarê de tiştek negot. Bersîva berpirsê giştî ya derheqê pêşniyariya min ku divê endamê redaksiyonê raya xwe bêjin û biryar were girtin gelek negatîf û ne li gora hiqûq û pêwendiyên me bû. Di encamê de ez gihaştim wê baweriyê ku em ê serê hevdû biêşînin û ev jî ne li gor tebîeta min e. Min weka 'teamul' ê kir û ez ji redaksiyonê vekişiyam.
Gotinên dawî
Çewa bextewariyek heta bi heta tune be, çewa rojek dawî li her bedbextiyê tê, bêguman carna zû,carna derneg lê werê jî dawî li her karekî tê. A muhîm mirov karibe dawî li wî karî bîne, beriya hinekê dinê tê bighêjin ku karê me êdî ne dirûst û ne di cîh de ye.
Min di ku de xwend nayê bîra min. Wezîrek fransî saetekê piştî ji postê xwe tê bidûrxistin yan jî ew dev jê berdide û yek jî dikeve dewsa wî, brûsknamyek ji wezareta xwe re dişîne û weha dinivisîne; hevalên hêja ez nizanim bê ez têm bîra we yan na, ...
Rastiya jiyanê weha ye. Lê vê taliya jiyanê me ji xwe re kiriye adet. Ez ê werê nekim, ne Netkurdê ne kesên keda wan di Netkurdê de heye, jibîr mekim.Bi hinan re salek, bi hinên din re sê-çar sal û bi hinan re jî me şeş sal bi hev re derbas kirin. Hiqûqeq heye û ew hiqûq yê werê bimîne.
Ez zanim ku di nava van şeş salan de kêmasî û şaşiyên min jî çê bûne. Lê ya xirabtir ew e ku min neheqî li kesekî kiribe.
Hêvî dikim ku em heqê xwe li hev helal bikin.
* Jiber ez nizanim bê di vê derheqê de ji niviskar re tiştek hatiye yan nehatiye gotin ji niviskar re dibêjim AA.
** jiber ku hevalek dinê yê bi awayekî pêwendiya wî bi Netkurdê re hebû û gelek cara beşdarî civînên redaksiyonê bibû, min gotibû heger ku ew jî endamê redaksiyê be, raya wî jî.
Ji Netkurd
dil dixwest ku MAMOSTE HeK bi Kurdí zaníbúna ú....