Jenosîda "pîroz" Enfal'ê, netewa kurd heta îro jî xistiye nava trawmayên bêderman û ev tawana bêmînak hîn jî di hemû salvegerên xwe de bandorek ji jahrê li jiyana hemû kurdan dike. Halebçe ku lûtkeya komkujiya Enfal'ê ye beriya 25 salan wek Hîroşîma'ya Kurdistanê di 16'yên Adaran de tevî hemû bîranîn û rêçên xwe yê erjeng di dil û mêjiyê netewa kurd de careke din vedije. Yekem şopên Enfal'ê yên di mejî û çavên min de; şewatên li laş û rûyên kurdên Başûr bû ku di sala 1988'an de, li kolanên Amed'ê li ber dergehê doktoran digeriyan. Wêneyên vê "bahozê" yên ku li ber çavên me diyarbûn; laşên şewitî, çavên kor, çermên perpitî û sîlûetê bi hezaran kesên derbeder û welatekî talankirî bû. Rêçên jahra kîmyewî yên di laşên bi dehezaran kurdan de û bi dehan gund û bajarên wek Halebçe'yê de hîn jî wek nîşaneyeke erjeng dijî û bîranîna gelek qurbaniyên bêhejmar ku di vê komkujiyê de hatine qetilkirin, heta niha jî ûcdanê hemû kurdan jahrî kiriye. Enfal li meclîsa Brîtanya Piştî 25 salên dirêj yek ji hevkarên vê jenosîdê ku Dewleta Brîtanya ye, di serê vê Adarê komkujiya Helebçe'yê wek "jenosîdeke li dijî kurdan" binavkir. Lê belê ev biryara ku li meclîsa Brîtanya hat girtin, wê çiqas di derbarê sûcdar û hevkarên vê komkujiyê de bibe bingeha darezandinkî ji niha ve nayê zanîn. Wek tê zanîn di salên rabirdû de jî dewletên Norwec û Swêd'ê jî komkujiya Helebçe'yê wek "jenosîd" binavkiribûn. Bi vî awayî kirdarên Helebçe'yê dereng be jî hêdî hêdî tên rûreşkirin. Helbet ev binavkirina wek "jenosîd" divê xwedî bingeheke huqûqî be jî, û Helebçe di lîteratora "tawanên li dijî mirovahiyê" cîhê xwe bigre. Li aliyê din wê encamên siyasî û huqûqî yên van biryaran jî hebin. Bi her awayekî divê sembolîk be jî ew tawana li dijî netewa kurd hatiye kirin lazim e bê tanzîmkirin. Ev yek barê siyaset û dîplomasiya kurd e. Herçend berpirsiyarê sereke yê Enfal'ê, fermandarê artêşa Baas Hesen Elî Mecîd, piştî li danişînên nixumandî yên dadgehên İraq'ê hat darezandin û di sala 2010'an de hat daleqandin jî, hevkarên wî yên tawanbar yên navnetewî, hîn jî bi temamî derneketine holê. Di sala 2009'an de li Dadgeha Bilind a Hollanda'yê (Hoge Raad) ku sûcdarên komkujiyê lê têne dadgehkirin, biryareke ku di derbarê tacirekî çekan de hat dayîn, -ku wî ji bo ku kurd bi awayeke girseyî bêne kuştin gazên jahrê firotibû û alîkariya Enfala rejima Saddam kiribû- ji bo darezandina kirdarên Enfal'ê bû hêviyek. Li Almanya'yê jî gelek şirketên ku gazên kîmyewî yên jahrî firotine rejima Saddam, yarmetiya kuştina bi hezaran kesî kirine, berpirsiyarên ku jahr û gaz radestî kujeran kirine, li gorî sûcên xwe yên gelek giran, cezayên gelek sivik wergirtin. Wek mînak yek ji van tawanbaran Tariq Remezan ê pîlot, di sala 2005'an de li Mûsil'ê hatibû girtin û paşê, ji girtîgeha bajarê Silêmaniyê ya Kurdistan'ê, bi marîfeta rêveberên herêmî hatibû revandin. Remezan, li xwe mikur hatibû ku wî wek pîlotê nêçîrvan parastina fîloyên ku Helebçe'yê dane ber gazên kîmyeyî kiribû. Piştî biryara meclîsa Brîtanya divê Tariq Remazan li wî welatî bê darezandin. Kurdê ku li Brîtanya dijîn divê ji hikûmeta London'ê doza vê yekê û eşkerekirin û darezandina hevkarên demê yên nav hikûmeta İngîlîz bikin. Bahoza pîroz! Enfal ku di erebî de tê wateya "bahozê" di pirtûka pîroz Qûran'ê de jî navê ayetekî ye. Her weha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23'yê Sibat'ê heta 6'ê Îlona 1988'an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistan'ê pêk hatine ye. Enfal, ji alî General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê Serokdewletê İraq'ê Saddam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur ê Partiya Baas a İraq'ê hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî "Elî Kîmyewî" dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû. Cerdevanên kurd ên ku bi navê Cahş, Fursan an jî "Yekîneyên Parastina Netewî" dihatin binavkirin jî, di vê tevkujiyê de rolên girîng lîstin. Ji bo "Çareseriya Kêşeya kurd û Qetilkirina Pêşmergeyan" saziyên leşkerî, ewlekarî û dezgehên sivîl ên dewleta İraq'ê û hemû derfet û çavkaniyên din xistibûn bin emrê El Mecîd. Li gora çavkaniyên kurd, di pêvajoya Enfal'ê de 182 hezar kurd hatin kuştin. Yekem kiryara rejima İraq'ê ya ku ji bo tesbîtkirina komên ku wê bên qirrkirin, serjimariya şêniyê ya di 17'ê Cotmeha 1987'an bû. Di navbera qadên ku pêşmergeyên kurd rizgar kiribûn û herêmên di bin kontrola artêşa rejimê de bi awayeke fiîlî herêmeke tampon pêk hatibû. Di Tebaxa 1987'an de, Konseya Fermandariya Şoreşa İraq'ê, bi biryarnameyekê îlan kiribû ku kesên beşdarê serjimariyê nebin, wê wek qaçaxê leşkeriyê bên hesibandin û cezayê mirinê li wan were birîn. Elî Kîmyewî, ferman da mûxaberatê ku derbarê malbatên "muxerîb/sabotajkar" hê jî li herêmên kontrola hikûmetê de ne, dosyayan amade bike. Di serjimirê de divêya bû kesên dihatin hejmartin an "kurd" bûna an jî "ereb." Ev yekê kir ku Xrîstiyanên asûrî û keldanî jî, bi rewşeke erjeng re rûbirû bimînin. Kesên ku xwe wek "ereb" bi nav nekir, wek ku "kurd" bin mûamele dît. Di Enfal a dawî ya li herêma Dihok'ê ku piraniya Xrîstiyanan lê dijîn de, wan jî ji hêla tabûrên mirinê yên El Mecîd ve, wekî ji zilma ku kurdan dît, para xwe wergirt. Piştî ku toz û telaza Enfal'ê belav bû, zêdetirî wan jin û zarok bi sedan asûrî û keldanî wekî qurbanên din ên tevkujiya li Kurdistan'ê winda bûn. Sîstematîka komkujiyê Di sala 1987'an de, nûçeyên erjeng ji Kurdistan'ê belav bûn. Di vê pêvajoyê de kurd, di şerê Îran û İraq'ê de bibûn qurbanê helwesta Rojava ya alîgirê İraq'ê. Alema Rojava, li beramber şerê dijî şoreşa Îranê, ji sûcên Saddam re çavên xwe girtibû! Artêşa Baas bi çekên konvansiyonel û gazên kîmyewî, (piranî Rojhilatê Kurdistan'ê) bajarên Îran'ê kavil dikir. Wê li Kurdistan'a bê parastin çi nekirana? Li gor belgeyeke 20'ê Hezîrana 1987'an fermanek wiha hatibû dayîn: "Şêniya ku li herama qedexe dijî, ji bo bi awayeke girseyî bê kuştin, şev û roj ji beja û hewayê ve divê bê bombebarankirin." Fermaneke din a El Mecîd wiha bû; "Kesên ku temenê wan di navbera 15 û 70 de ne, piştî ku agahiyên pêwîst ji wan hatin wergirtin, wê bên gulebarankirin." Li gorî sîstematîka tevkujiyê, piştî bidestxistin û berhevkirina qurbanan wê bihatana îmhakirin. Komên di hedefê de bûn, hatibûn bijartin. Artêş û Mûxaberat, lîsteyên ku navê kurdên girtî, cinsiyet, temen, devera lê dijîn û devera hatine girtin lê hatibûn nivîsandin, amade kiribû. Navendên serwîsa leşkerî, di 15'ê Adara 1988'an de vebûbûn. Di serê Nîsan û Gulanê de jî girtin û wendakirinên girseyî destpêkir. Piştî azadiya Kurdistan'ê û rizgarbûna İraq'ê ji destê rejima Saddam, ji lêkolînên ser cesedên ku ji gorên tomerî hatine derxistin, diyar dibe ku windahiyên Enfal'ê, bi awayê girseyên mezin hatine gulebarankirin û li derveyî Kurdistan'ê hatine binaxkirin. Heta salên dawî cihê çend gorên ku qurbaniyên Enfal'ê bi awayeke tomerî lê hatine veşartin, diyarbûne. Halebçe; lûtkeya Enfal'ê Kampanyaya Enfal'ê, çar meh piştî serjimariyê, şeva 23'ê Sibata 1998'an, bi êrîşa li dijî baregeha YNK'ê ya li gundê Sergelo-Bergelo'yê destpêkir. Enfal, di 8 merhaleyan de pêk hat ku 7 ji wan, li herêmên jêr kontrola YNK'ê de bû. Enfal a yekem ku biryargeha YNK'ê kiribû hedefa xwe mehekê ajot. Enfal a duyem ku li herêma Qeredax'ê pêk hat, ji 22'ê Adarê heta 1'ê Nîsana 1988'an; Enfal a sêyem ya ku li herêma Germiyan'ê pêk hat, 7-20'ê Nîsanê, Enfal a çarem ya ku li herêma Zê pêk hat di navbera 3-8'ê Gulanê de bû. Herêma jêrdestê PDK'ê ku diket bakur-rojavayê Başûrê Kurdistan'ê, ji ber ku ji sînorê Îran'ê dûr bû, li gorî Baas'ê kêmxeter bû. Ev herêm, bû hingava Enfal a dawî ya ku di Tebax û Îlona 1988'an de pêk hat. Enfal'ên şeşem û heftem, di mehên Tîrmeh û Tebaxê de du caran pêk hat. Paşê, di 26'ê Tebaxê de, herêma dawî ya di kontrola YNK'ê de, wek heremên "paqij" hatin îlankirin. Piştî êrîşa yekem piyadeyên İraq'ê û Cahşan, dor li herêma destnîşankirî pêçabûn, û tevahiya navendên jiyanê ruxandibûn, malan talan kiribûn paşê jî yekîneyên rûxînêr agir bi malan xistibûn. Bi destpêka rûxandinê re, pêvajoya "berhevkirin û bidestxistina" kurdan ku di hedefê de bû bipêş diket. Yekîneyên İraq'ê, herêmên zindî yên Kurdistan'ê ku jiyan lê hatibû qedexekirin, tarûmar dikirin. Di heman demê de Îran, piştî ku şertên ku İraq'ê yên ji bo dawîlêanîna şer pejirand, gelek yekîneyên İraq'ê ji eniyê hatin vekişandin û berê xwe dan herêma Behdînan'ê. Enfal a dawî, sibeha 25'ê Tebaxê destpêkir û di nava çend rojan de bidawî bû. Rejima İraq'ê, bi avakirina struktureke zagonî û burokratîk, bûbû yekem dewleta ku bi bombeyên kîmyewî êrîşê welatiyên xwe kiriye, derbasî dîrokê bû. Balafirên İraq'ê di 15'ê Rêbendana 1987'an de bi gazên jahrê êrîşê ser navenda PDK'ê ya li Zewa Şakana bi ser bajarê Dihok'ê ku li ser sînorê Tirkiye'yê û gundên Sergelo-Bergelo yên bi ser bajarê Silêmaniye'yê kiribûn. Di 16'ê Rêbendanê de, gundên Balîsan û Şêx Wesan rastî êrîşên kîmyewî hatin. Bi dehan kesên ku di van êrîşan de birîndar bibûn, ji nav nivînên xwe yên li Nexweşxaneyên Hewlêr'ê hatin derxistin û qetilkirin. Ev êrîşên hanê, bûn destpêka 40 êrîşên ku 18 meh berdewam kir û bû sedema kuştinên girseyî. Xerdel û kokteyla mirinê ya gazên jahrî, ji pêşmergeyên ku hinek ji wan maskeyên gazê bidest xistibûn û bi rêbazên jirêzê xwe diparastin bêhtir, li ser sivîlan bandoreke kujînertir dikir. Di êrîşên bi gazên kîmyewî de, di Enfal a duyem a li gundê Sayw Senan'ê ji 80'yî zêdetir kes, di Enfal a çarem a li Goktepe'yê ji 150'yî zêdetir kes, di Enfal a pêncem a li Wara'yê 37 kes mirin. Rejima Baas, bê ku jin û zarokan cûda bike, hedef û struktura xwe ya kuştina kurdan a girseyî dimeşand. Di navbera mehên Nîsan û Hezîrana 1987'an de, bêhtirî 700 gundên li ser riyên bajaran ku di bin kontrola artêşê de bûn hatin şewitandin û piraniya niştecihên wan hatin kuştin. Enfal a ku wekî hewldaneke burokratîk a dewletê dihate rêxistinkirin, wekî tevgera çewisandina serhildanê jî, xwediyê merhaleyên xas e. Bicihanîna wê bi destê Cahşan û yekîneyên leşkerî yên ku girêdayê artêşa nîzamî bûn. Sivîlên ku di operasyonên Enfal'ê de hatibûn berhevkirin, ji bo ku bêne tarîfkirin, tasnîfkirin û di pêvajoya dawî de bêne tunekirin, bo aparateke din dihatin dewirkirin. Dezgehên cuda yên wekî Mûxaberat, emnîyet, Cahş û Partiya Baas di Enfal'ê de rol lîstibûn. Di 16'ê Adarê de, li bajarê Helebçe'yê, di encama êrîşa gazên kîmyewî de, nêzî 5 hezar kesên sivîl hatin kuştin. Ev êrîş lûtkeya tevkujiya Enfal'ê bû. Enfal, di warê leşkerî de, di 6'ê Îlona 1988'an de bidawî bûbû. Li gorî generalê Enfal'ê, Elî Kîmyewî "Kêşeya kurd çareser bûbû, rûxîner ji holê hatibûn rakirin!" Bratiya Nazî û Baas'ê! Rejima Baas ku bêdengiya dinyayê jî dabû dûv xwe, Enfal'ê bi teknîka endezyariya tunekirinê û bi sebir pêk dianî. Wekî nîşaneyeke xerîb a qederê, li gorî îddîayên hin rojnamegerên popûler, Saddam ê ku kurê Hîtler bû û li Libnan'ê hatibû dinyayê, her wekî "bavê xwe" yê ku li Ewrûpa'yê li cihûyan kiribû, wî jî li Kurdistan'ê li kurdan dikir. Partiya Sosyalîst ya Nasyonal yên Alman (NAZİ), li Ewrûpa'yê qetlîamên girseyî û Holocaust'a li dijî cihû û dijberan wek "bergîdanên awarte, çalakiyên taybet, jinûvebicihkirinên li Rojhilat" binav dikirin. Baasiyan jî tevkujiya kurdan wek "bergîdanên girseyî û jinûvebicihkirinên li Başûr" bi nav kirin. Hemû teknîkên standard ên tunekirinê ku Komên Tevgerê yên Naziyan bi kar dianî, di dema Enfal'ê de li Kurdistan'ê ji alî Baasiyan ve hatin bikaranîn. Li gorî vê yekê hinek komên girtî hatin rêzkirin, ji pêşve hatin gulekirin; kesên din, di nav çalên de bi tifingên otomatîk dihatin kuştin. Yên mayî li ber kesên ku nû hatine kuştin, hatin dirêjkirin û gulebarankirin; hinekên din bihevre hatin girêdan, li ber keviya çalên xwe ji paş ve hatin kuştin. Paşê buldozeran, komên cesedan bi ax û qûmê nixûmand. Li van deran, cesedê bi hezaran qurbanî hatine veşartin. Girîngîya darezandina kirdaran Di serdema me ya ku sûcdarên komkujiyên li welatên wekî Rûanda, Yûgoslavya, Kamboçya'yê hîn jî têne dadgehkirin de, gelek ji hevparên sûcên Enfal a Kurdistan'ê hîn jî bê ku sezayê tawanên xwe bidin, jiyana xwe berdewam dikin. Piştî biryara parlamentoya Brîtanya'yê ya niha divê siyaset û dîplomasiya kurd ji bo lêpirsîneke navdewletî têkeve tevgerê û Enfalê û Komkujiya Helebçe'yê bîne rojeva Netewên Yekgirtî û dadgehên navnetewî. Ev yek wê pêvajoya çareseriya siyasî ya konflîkta Kurdistan'ê jî bilezîne û ber li serxwebûna dewletek kurd jî veke. Kurd çawa wek cihû, ermenî û asûrî-suryaniyan bûn qurbaniyên jenosîdê divê ji ezmûnên wan miletan yên nasandin û têkoşîna wan ya darezandina kirdaran ya li hember hiqûqa navnetewî îstîfade bikin. Ev yek deynê me yê ji bo qurbaniyên jenosîde ye. Herwiha cezakirina kirdarên Enfal'ê wê ji bo komkujiyên wek Roboski'yê jî bibe mînak û qetlîmanên dîrokî yên wek Zîlan, Dersîm û dewerên din hatine kirin jî bê nasandin û tescîlkirin... http://www.rojevakurdistan.com/index.php/component/content/article/97/8764
braye xoshewist faisal her bji!! Kerdarên Anfalê êsta le parlama