Êvarbaş Brayê Berwarto,
Destxweş!
Tu car û bar wekî hespekî boz tê li ser gundê me û me dibînî û
yekser dizivirî û diçî.
Hinek gundîyên me te dibînin, hinek biçavên
xwe bawernakin û hinek jî te
qet nabînin.
Lê herkes qala hespê boz û suwarîyê wê dike.
Do êvarê min nivîsara te dît, lê gellek dereng bibû. Min serê xwe
bi Şeddadîyan û çîrokan wan a nêzîkî 300 salan xwarîye.
Hewldidim ji bîra kûr a dîrokê derkevim.
Lê qet asan nîne.
Qet pireyek jî nîne ez karbînim.
Qet bendek an jî kendirek nîne ez destê xwe bavejim.
Kurdan li ser vê mijarê heta niha nivîsîye.
Lê ev dîrok a me a li Qafqasyayê ye.
Do Êvarê wê dema min gotara te dît, lê dereng bû. Pêwîstebû sibê zu ji malê derketibama.
Ji ber vê yekê min bersiva te neda .
Lê ez dixwazim bi çîrokek kevn a Kurdî ve vê nivîsê tewaw bikim.
Çîrok çiqas di ciyê xwe de ye, nizanim.
Lê ev çîroka ê her wekî pendeke pêşîyan bimîne.
Tê gotin ku li serdema kevn li gundeki Kurdistanê, piştî paşşîvê jinek ji bo serdana cînarê xwe diçe. Li ser rê rastî jinekê tê ew jî serdana maleke din dike. Herdu jin destpêdikin li gel hevdu qise û gotgotikan dikin.
Di vê nabeynê de melayê gund tê ji bo nimêja sibê. Wê dema mela herdu jinan dibîne, piştî silavkirinê, ji wan dipirse xêr e ji bo çi ew li vir
sekinîne. Her yek ji jinan dibêjin em dixwazin îro êvarê bi serdanê biçin mala filan kesan.
Mela jî dibêje: Ka dema serdanê ma!! Ez diçim banga sibê didim.
Ev jî piçeke çîroka meye
Silav
Êvarbaş
Aso Zagrosi
Heta sibê