[b]Welleh bi serê min û Te, gelê kurd bêxwedî maye![/b]
[b]MIJARA 1´YÊ TEBAXÊ: [/b]Rast e ez jî bi Te re.. Pîrozkirina 15´yê Tebaxê a bi giyana (ruhê) berê, ku di wateya serxwebûna Kurdistanê de bû, ez bi Te re! Bila ew ruhê serxwebûnparêzî ya berê ya 15´yê Tebaxê her bijî - Lê belê ew 15´yê Tebaxê ya ku ji bo Turkiyecîlîk´ê ya bi navê Demokratîk Cûmghûriyet bila di bin erdê keve! Hem jî sed hezar car!
Bi kurtî bijî 15´yê Tebaxê a ruhê berê!
Bimrî ev ruhê nû ya teslîmiyet û xiyaneta Îmraliyê!
[b]MIJARA HEVKARIYA DEWLETÊN TIRKIYE, ÎRAN, SÛRIYE Û IRAQÊ: [/b]Ev jî ez bi Te re.. Pirr rast e. Ev her çar dewlet her car li hevberê xelkê Kurd di nav hevxedbatkariyek tund û tije de ne.
[b]MIJARA XWEZA Û MAFÊ MIROVAN: [/b]Ev jî ez bi Te re me. Neyarê kurdan, ne tenê mirovê kurd, neyarê xweza û ajelên tev Kurdistanê ne jî.
[b]MIJARA BERXWEDANÊ: [/b]Bêguman. Ev jî rast û pirr rewa û durust e.
[b]MIJARA XURTBÛNA SAZÎ Û SÎSTEMA XIYANETÊ LI KURDISTANÊ:[/b] Ev jî rast e. Neyar bi milyonan kurd, guvaþtiye, biþaftiye, kiriye tirk wek xwe.
[b]MIJARA HIÞYARBÛNA KURDAN:[/b] Belê kurd hiþyar bûne. Ev rast e. Lê hin hêzên tarî berê kurdan dîsan dane nezanî û xefletê. Li vir ez tam ne bi Te re me.
[b]MIJARA VEJÎNÊ: Rast e. Ev gel WEK PIÞTÎ HER ÞIKESTINEKÊ DÎSAN XWE VEJANDIYE.[/b] Lê belê vê cara dawîn, ev pêla hiþyarbûna vê dawiyê, wek gelek kes dixwazin nîþan bidin, ne welê ye. Ev pêla hiþyarbûna dawiyê, ku ji sala 1925'a ve dest pê kir ta 1977, ne ked û berhema PKK'ê (1976-1978) ye! Xelkê kurd bê PKK hiþyar bû ta sala 1977'ê.
[b]MIJARA KARÊ XIRAPKIRIN Û XIRAPNÎÞANDANA KURDAN:[/b] Ev jî rast e. Dewleta Tirkiyê HER TIÞTÎ dike da ku doza kurdan bide xelet nasandin û her wisan tecrîtkirinê.
[b]MIJARA BÊMAFÎ Û BÊDENGIYA XELKÊN CÎHANÊ LI BER VAN BÊDADIYÊN KU LI SER GELÊ KURD DIBIN: [/b]Rast e. Xelkên cîhanê kurdan þaþ nas kirine. Bi xebatên Tirkiyê, xelkên cîhanê kurdan wek terorîst û pirr xirap nas dike. Her çend ku xelkê kurd karekî biçûk ê terorîstî jî qet ne kiriye!!!
[b]SPASDARIYA JI BO 15'YÊ TEBAXÊ:[/b] Na xêr! Gelê kurd vê yekê spasdarê biryardarî û evîndariya xwe ya ji bo serbestî û azadiyê ye, spasdarê ji bo biryardariya li ser doz û daxwaza xwe ya ji bo rizgarî û serxwebûnê ye. Rêberê liva 15'yê Tebaxê (PKK), kurdan xirap bi cîhanê dan nasandin. 15'yê Tebaxê ne þerê azadiya kurda bû. Lê hezar mixabin ku 15'yê tebaxê bû destpêka ENCAM Û XIYANETA ÎMRALIYÊ! Ma ev rastî çawa têt veþartinê??
15'yê Tebaxê em hanîn ENCAMA ÎMRALIYÊ (Turkîyecîlîk ve Demokratîk Cumhuriyet Safsataciligi).
ENCAMA ÎMRALIYÊ ango bêxwedîmayina xelkê kurd e.
Heger gelê kurd î roj ne bêxwedî ba, va ye merc û hoyên li qada siyasetmedariya dewletavakirinê li cîhanê heye, lêbelê ka xwediyê/Xwedê gravî rêberê gelê kurd li ku derê ye?
Ew rêberê xurt çima ne diyar e gelo?
Bila ew serokê netewî li Kosovayê temaþe bike û þerm û fedî bike heger çîçkek kurdbûn di laþê wî de hebe!
Min baweriyek xurt heye ku ne nîvkurdbûn (ku wek wî got diya min tirk e), bi çendî nîv milî-meter jî kurdbûn li nik wî serokê derewîn NÎN (sifir) e.
Lê belê ez dîsan wan þehîdên me yên dilpak ên buhayê dilopên zêra, ku BI BÎR Û BAWERIYA SERXWEBÛNA RIZGARÎ Û KURDISTANÊ tevlî Liva 15'yê Tebaxê bûne, ez wan bi dilgermî û rêzdariyek mazin û kûr bi bîr dihênim. Her wisan jî van XAYINÊN ÎMRALIYÊ ku wateya vê pêngavê pûç û bêsûd hiþtin, ez bi tundî tûk û lanetê li ser wan dibarînim.
BIJÎ TÊKOÞÎNA XWELKÊ KURD JI YA BO RIZGARIYA JI BIN DESTAN!
BIMRÎ XIYANETA ÎMRALIYÊ!
[b]KURDO[/b]
Welleh bi serê min û Te, gelê kurd bêxwedî maye!