Kongreya Netewî an întîxara/xwekûjîya Barzanî
Ez ê gotina dawî li pêşi bêjim.
Behsa kongreya ‘netewî’ têt kirin.
Gelo rêxistinekî wek PKK li gel dijminên Kurd û Kurdistanê dixebite çawa wek rêxistinekî ‘netewî’ têt pejirandin.
Ev pirseke girîng û bingehî ye.
Heke PKK rêxistinek welatperwer, Kurd û Kurdistanîye dive di destêkêde birêz Mesud Barzanî û YNK ji PKK ê lêborinên xwe bixwazin.
**
Kiryar û xerabîyên PKK li gelê Kurdistanê kirîye gelek in. Bes ez ê hinek ji wan kiryaran wek minakan bidim.
Dema ku PDK Iraqê li Lolan ji bo PKK ê meqer û avahiyên din ava kir, di navberêde pirr derbas nebû PKK êriş bire ser rêxistinên Kurd û welatperweran.
Piştî 12 Îlona 1980 artêşa Tirk bi sedem diyarkirina PKK dest bi êrişên xwe ye li ser Başûrê Kurdistan dest pê kir.
PDK û YNK tu dersek û serborîyek ji wan bûyeran dernexist.
**
Piştî têkçûna rejima Seddam li başûrê Kurdistan, gelek ewrak û delîl ket destên YNK û derket holê ku PKK li gel rejima Seddam têkildar e. Heta Seddam jî tesbit kirîye ku di navbera PKK û mixaberatên din de jî têkilî heye.
Talabani û YNK ev wesiqe û delîlana eşkere kirin bo raya giştî û heta wergerandin zimanê Tirkî jî.
Lê wer dixuye Mam Celal, YNK, kek Mesud Barzanî û PDK-I ev yeka hanê ji bîr kirine!
**
Mam Celal Talabanî di gotara xwe ya di parlemena Kurd de behsa têkilîya PKK û Seddam kir.
Gava ku Parlamena herema Kurdistanê hate ava kirin, PKK li hember Hikumeta Kurdistanê şer îlan kır.
Di encam de bi hezaran pêşmerge û civanên PKK ê hatin kûştin.
Celal Talabani û Mesud Barzanî ev yeka ji bîrkirine!
**
Di salên 1990 an de birêz Mesud Barzanî bo Abdulla Ocalanî digot ‘seroke li ser satelîtê’
Di heyva Tebaxa 1996 an de Mustefa Karasu (Avareş) û Rıza Altun li gel berpirsên PDK ê wek Sami Abdullrahman ê rehmetî civîyan, bes li şefaqa sibê êriş birin ser pêşmergeyan.
Ev minaka Sami Evdirehman bi xwe ji min re qal kiri bû.
PKK li hember pêvajoya Dublinê ku Amerika, İngiliz û Franse dixwestin xwekujiya di navbera PDK û YNK bi dawî bê jî derketi bû û nedixwest ku PDK u YNK li hev bên.
PDK ev êriş û necameriya PKK ji bîr kirîye!
**
Belê rast e, di siyasete de kîn û dijminatî nabe.
Bes dijminatîya Kurd û rêbaza Mela Mistefa Barzanî xetekî stratejîk e di siyaseta PKK ê de heye.
Tu delîl tuneye ku PKK dev ji wê siyaseta xwe berdabe.
Gava ku ‘serokê li ser satelîtê’ Evdillah Öcalanî li Roma yê derket holê, PDK bi lez û bez daxuyaniyek bi İngilizî belav kir û bi direjî û nimûneyên conkrêt li ser kar û barê terora PKK rawestiya.
PDK ev yeka jî ji bir kiriye!
Ango pozẻ PDK neşewıtiye!
**
Bi saya şerê xwekûjî ya PDK-YNK û PKK ê artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê bi cih bûne. Di sala 1996 an de bi saya PDK û YNK Tirkmen wek hêzekî ‘aştî’ di navbera YNK û PDK de cih û statû stendiye.
Bi destên kê?
PDK û YNK.
PDK û YNK ne xwedî hewildanekê ne ku artêşa Tirk ji başûrê Kurdistanê derkeve.
Dewleta Tirk bi salane bi wasita PKK dixwaze şexsiyeta Barzanî bişkîne, piçûk bike.
Gava ku ‘Serokê li ser satelîtê’ behsa mam Celal dike, mina qala çûkê dike.
PDK û YNK ev ji birkirine!
**
PKK gelek kesên welaperwer wek Kani Yılmaz, Sabri Tori, Kemal Tolan li başûrê Kurdistanê kûşt.
PDK û YNK dikarîbûn pêşî li van kûştinan bigirin, bes negirtin.
Heke PDK û YNK bixwesta hezar carin ji bilî PKK ê rêxistinên xurt, wê li Bakurê Kurdistanê ava bibûya, bes ev yeka li berjewendîyê wan nedihat.
**
Celal Talabanî di hevpeyvînek xwe de li gel rojnamevanê Tirk Yalçın Doğan di sala 2005 an de behsa hevdîtina xwe, serokvezirê Tırk Erdoğan kir û got: ’gava ku min ji Erdoğan pirsî, ka çawa dibe Öcalanî di hepsê de ye û fermana kûştinê dide û rêxistina xwe bi rêve dibe. Serok Erdoğan kenîya û got ‘li Tirkîyê demokrasî heye!’
Ango li Tirkîyê demokrasiyek heye ku Kurd bên kûştin û Erdoğan bi kêfxweşî behsa vê yekê dike û mam Celal mat dimîne.
Belê bo kûştina Kurdan li Tirkîyê û li cihên din jî azadî û demokrasiyek heye.
Rêxistinên İslamî ku ji alîye dewleta Tirk tên xwedî kirin, îro li rojavayê Kurdistanê serê Kurdan fît dikin û dibêjin ‘kûştina Kurdan û mar kirina jinên wan jî helal e!’
Celal Talabanî, YNK, Mesud Barzanî û PDK-I ev yeka ji bîr kirine!
**
Endamê YNK Sadî Ahmed Pîre (ev bixwe yek ji wan bû ku di gel rejima Seddam têkilîyê xwe hebû. Ê din jî yek bi navê Brifkanî bû ku li ser dîroka PDK pirtûkan nivîsandî bû.) di havîna 2006 an de di rojnameya Medya’yê de wisa digot:
‘PKK ji birêz Evdillah Ocalan talîmatan digrê. Evdillah Ocalanî li Tirkîyê di hepsê de ye. Evdilah Ocalan ji generalên (serleşkerên Tirk) talîmat û emr digirê. Çi wext generalên Tirk li herema Kurdistan şerek dixwazin bi emrê Öcalani dikin û her tim bi sedemeki bo şer bingeh amade dikin.’(26.08.2006 Rizgarî, beşa Tirkî. Verger:Rojger Merdaxi, Newroz.com).
YNK, PDK ev ji bîrkirine!
**
Em werin li ser banga birêz Mesud Barzanî.
Ez di wê bawerîyê de me ku der û dora Barzanî hatiye girtin.
Him ji alîye YNK, him jî ji aliyê PDK, him jî ji aliyê malbat û der dora xwe.
Gotinên Barzani pêk nayên!
Divê Kurd li ser vê yekê rawestin.
Qonaxa ku Barzanî hatiye trajedîk e.
Birêz Mesud Barzanî di daxûyanîya xwe ye iro de wisa dibêje:
‘ Kongreya Neteweyiya Kurd yek ji armancên girîngên hemû hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê bû û demeke dirêje kar ji bo wê tê kirin û em bi berdewamî li gel rêzdar Mam Celal û Abdullah Ocalan û aliyê kesayetiyên beşên dinê Kurdistanê, ji bo vê mebestê li şêwirîn û raguhertinê de bûyîn. Bi bîra min tê me li salên heftihan de bi berdewamî di derbarê girîngiya sazkirina Kongreya Neteweyî de dinivîsand. Ji bo vê yekê jî birastî eve rojeke dîrokiye ku hewl û hengavên îro gihîştîne wê astê ku îro ji bo danîna komîteya amadekariya sazkirin û birêvebirina Kongreya Neteweyiya Kurd vê civînê sazdikîn ku biryare piştî heyveke din li bajarê Hewlêrê bê sazkirin.’http://peyamner.com/Kurdi/PNAnews.aspx?ID=316380#sthash.e6YjnLNy.dpuf
Ango serokê herema Kurdistanê Barzanî bi navên ‘serokê li ser satelîtê’ Evdillah Öcalan û Celal Talabanî ev daxuyaniya belav dike. Bi xwe naveroka daxuyani vala ye u ez ẻ li ser ranewestim.
Behsa ‘armancên stratejîk’ tên kirin lẻ li holẻ stratejỉ nỉ e.
**
PKK di kongreya Kongra Gel de li dijî Barzani û herema Kurdistan û rojava Kurdistan biryaren xeter girtiye.
Armanca PKK û dewleta Tîrk yeke.
Dewleta Tirk bi wasiteya PKK dixwaze ku Kurd nebin xwedî statuyek. PKK wek şûrê Demokles li ser Kurdan de te daliqandin.
Dewleta Tirk dixwaze nefta başûr kontrol bike.
Bazirganî û nefta başûrê Kurdistanê ketiye bin lep û destê Tirk.
Amerika ji vê yekê ne razîye.
Bes Başûrê Kurdistan bi awayekî alîkariya dewleta Tirk dike ku şeride ki ‘Sunni’ be ava kırın dı herema rojhılata navin de.
Di pêvajoya ku bi navê ‘pêvajoya aşitî’ armancek xwe heye ku zexta PKK li ser milletê Kurd xurt bike.
PKK bixwe dibêje:
‘Em dewleta federalî naxwazin û li hemberî îlankirina dewletekî serbixwe ne li Başûrê Kurdistan’
Pêdivîya ku serok Barzanî ji PKKê bipirse ‘hûn dewlet naxwazin, federali naxwazin û serxwebûna me jî naxwazin. Hûn çi qizul qurtê dixwazin gelo?’
Sed mixabin serok Barzanî vê nabeje û bi serda jî ji sixûran komiteya ‘Kongreya netewi’ ilan dike.
Ango intîxar dike.
Ev daxûyanîya birêz serok Barzanî neçar mayina wî nîşan dike.
**
PKK bi navê Kongra Gel di civîna nehê ya heyete giştî de ”Belgeya helwêsta siyasî” de wisa biryar girtîye:
‘Li gor madeyeka ”Belgeya helwêsta siyasî” PKK dê li başûrê Kurdistanê siyaseteka wiha bimeşîne:
— Li başûr divêt em têkoşîna ji bo diyarkirina cidahiya xwe ya ji hêzên dî û xeta xwe ya modernîteya demokratîk bi awayekê hêj aktîvtir bi rê ve bibin. Divêt hilbijartinên bên ji aliyê hêzên demokratîk ve bên qezenc kirin û xebat ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê bêt kirin’.(Nefel.com)
Ji bo rojavayê Kurdistanê jî ”Belgeya helwêsta siyasî” ya PKK-ê dibêje:
‘— Li Rojava li ser esasê ko em xeta sêyê bin divêt siyaseta xwe ya ko me heta niho meşandiye pêşde bibin û îdareyeka hilbijartinên miweqet îlan bikin û vê jî bigihînin qunaxa îdareyeka mihelî ya kurdan. ‘ (Nefel.Com)
**
PKK di vê komcivîna xwe de 9 heb komîte saz kirîye û yek ji wan jî ‘komiteya Misak-î Milli’ ye.
Gelo nerina birêz Barzanî ango li ser sazkirina komiteya ‘Misak-î milli’ çi ye?
Ev komîteya bo Kurd û Kurdistanê tê çi maneyê?
Gelo stratejîya Barzanî li rojavayê Kurdistanê çi ye? A PKK ê çi ye? A PKK diyar e û dixwaze bibe hêza rejîma Esed û BAAS.
Qaşo PDK jî li dijî rejîma BAAS e! Bes ziyan nabîne ku li gel PKK ê kongreyek ava bike û navê ‘neteweyî’ serda bike!
PKK li rojavayê Kurdistanê zilmê didomîne li ser milletê Kurd û wek çavderên rejima Esed li herema Kurdistanê dixwaze bibe xwedi hikum.
**
Dewleta Tirk ji aliyekî dixwaze başûrê Kurdistanê dejenere bike.
Çewqas qebrax hene li başûrê Kurdistan bi ihtiram û bi rêz tên pêşwazî kirin.
Kurdên başûr mixabin sistema perwerdebêyine teslimî cemaata Gulen kirine.
Ticaret û nefta Kurdistanê jî teslîmî dewleta Tirk kirine.
Bi wasita PKK ê dewleta Tirk hesabê tixûbên ‘misak-î milli’ dike ku dest dayine ser başûr û rojava.
**
Ev demeke Başûrê Kurdistanê tiştên sosret diqewime.
Nêçîrvan Barzani û 100 mebûsên Kurd bo ‘serokê li ser satelîtê’ îmze kom dikin ku Öcalan bê azad kirin.
Ev jî şaşiyek girîng e.
Evdilla Öcalanî ji hefsa Tirkan bi talîmatên xwe bû sedema kûştina gelek Kurdan.
Azad kirina Öcalan bo milletê Kurd xeteriyeke.
Mixabin herema Kurdistanê jî bûye şirîkê vê xeterîyê.
Bo vê yekê ji PKK bo dewleta Tirk gelek girîng e.
Dewleta Tirk dizane ku ev (misak-i milli) xeyale ke mezin e.
Bê razibûna dewletên mezin wek Amerika kes rê nade ku Tirkîye bibe xwedî li nefta Kurdistanê û tixûbên xwe jî mezin bike.
Tirk qanî bûne ku bi wasita PKK ê û bẻ dûrdîtina Başûrê Kurdistan, Kurdan careki din bixapînin.
Ev komcivînên PKK ê bi temami plana dewleta Tirk e û dixwazin Başûrê Kurdan jî daxilê ev komploya bikin. Tirk di siyaseta xwe de mezn dilizin, Kurd ji geleki piçuk.
Hinek Kurdên ku siyasetên çilqûnî didominin bo berjewendiya xwe ya şexsî ji listîkvan in.
**
Bi raya min kongreya ku birêz Barzanî bang dike deq u dolabeki Tirkane û bingehê wê jî tune ye.
Bo ku bingehek kongreyeki netewi hebe divê PKK dev ji politîkayên xwe yê şaş berde.
Dijminatîya milletê Kurd ủ daxwazẻn neteweyỉ neke. Dest û lepên xwe ji rojava û rojhilatê Kurdistanê bikşîne.
Diviya ku birêz Barzanî berî ku di govenda PKK ê de cih bigirê hûr û dûr bifikirîya.
Behsa ‘berjewendiyên netewî hwd’ tên kirin, bes li holê tenê PKK û listikvan ew heye.
Govenda “aşıtỉ’ li Başurẻ Kurdistan jỉ tẻt lỉstın.
Mixabin ev govenda a dewleta Tirk e û serpeşî jî mixabin ketiye para Barzanî.
Heyf!
22 Tîrmeh 2013
Yaşar KARADOĞAN