Rexneya Îbrahîm Guçluyî | Ismail Beşîkçî
İbrahim Güçlü, di nivîsa xwe ya bi navê“ Di dîroka Beşikçi de, gelo cihê Komuna DDKOyê, Weşanxana Komalê, Kovara Rızgariyê û hevalên wî yên berê nîn e?”nivîsî. Ev nivîs, di malpera gelawej.netê de ji 1 Mart 2012an vir ve heye.
İbrahim, berî her tiştî, gazinên wiha dike:”Di dema avakirina weqfa İsmail Beşikçi de hevdîtin bi hevalên Komal û Rizgariyê re nehatine kirin, ev kêmani ye.”
Armanca bingehîn ya weqfê, pêşkêşkirin û bi fonksiyonkirina ji 20 hezarî zêdetir pirtûk, ji 3 hezar bêtir bergên rojnameyan, bi sedan koleksiyonên kovarên mehî, hefteyî , pazdeh rojî, arşîvên belgeyên darizandin, fotograf û name ji bo xizmeta lêkolîneran pêşkêşkirin bû. Bona vê pêvistî bi lijneyek sazkarên ji pênç kesên bi hêsanî li hev bikin, desteyek rêveber û desteyek kontrolkar ku karibe her dem bicive hebû. Girîng bû ku ev grûb ji hevdîtinên bi kesên din re bêtir, bi hev re civîn û hevdîtinan pêk bînin. Helbet li ber çavan negirtin û tune hesibandina hevalên ji DDKOyê, ji Komalê, ji Rizgariyê ne mumkun e.
Îbrahîm Guçlu dizane ku Ruşen Arslanê hevalê me ku di xebatên sazkirina weqfê de cih girtibû niha jî di rêveberiya weqfê de ye û cîgîriya serokê weqfê didomîne û di heman demê de parêzerê weqfê ye, ji DDKOyê, Komal û Rizgariyê tê.
Paşê İbrahim, behsa nîqaşeke ku di 1990î de hatiye kirin dike. Ev nîqaş, nîqaşeke ku xwedî naverokeke civakî û sîyasî ye. Nîqaşeke ku bi rêya nameyan hatiye kirin. Ez neqani’ im ku ev name û naverokên wan bi raya giştî re parvekirin xwedî xeter e.
Civînên danasîna weqfê ji her kesî re vekirî ne.Daxuyaniyên civînan li gelek İnternet û malperan cih girtin. Vexwendinname nayên bi kar anîn. Wek mînak min tu kesî re vexwendname neşandiye. Lê dibe ku rêveberiya weqfê ji hin kes û saziyan re vexwendname şandibe. Civîn ji her kesê re vekirî bûn. Vexwendname natin rojevê.
Dîtinên Îbrahim Güçlüyî wek “Ji bo Beşîkçî dîrokeke çewt tê afirandin, wî pêxember dîtin, bi afrîneriya Kurdan danasîn .” di cih de ne. Pêwist e heval ji gotinên wiha bi mubalaxe dûrkevin. Li vir a girîng ev e: Beşikçi, ne lîderê tevgereke sîyasî ye ku di nava xwe de giseyek dihewîne. Ji va jî girîngtir her kesê ku çiqas bixweze dikare Beşîkçî rexne bike. Her mirov, bi rêya internetê, telefonê dikare bigîhîje Beşîkçî. Ger nivîskarekî lêkolîner dikare rexne bike ev rêyeke rast e. Beşikçi keseki ye ku bi rexne û pêwistiya rexneyê bawer e. Dîsa bawer dike ku rexne mirovan pêş ve dibe.
Di dîroka Kurdan de nirxeke mezin û girîng î DDKOyê, Komuna wê û 167 rûpel teksta bersiva îdî’anameyê heye. Beşikçi, her gav behsa hevalên komunê, parêzeran û bi taybetî jî behsa Gulfer xanimê dike. Beşikçi vana nû nabêje. Di gelek nivîsên xwe de, di gelek hevpeyvînên pê re hatine kirin de rewşê diyar kiriye. Dibe ku hinek ji vanan İbrahim jî dîtibe. Lê dîsa jî İbrahim vana nivîsiye. Pêvajoya ku berî DDKOyê jî hatiye jiyîn ji nêz ve tê zanîn.Çend mînak wek 49an, Axayên 55, 23yan, kovara Deng, kovara Cîhana Aştî-kovara Alî, Partiya Demokrat a Kurdîstan, Mitîngên Rojhilat, mijarên ku ji nêz ve tên zanîn. Berxwedanên Kurdan î serdema tek partiyê jî wisa… Pêvajoya hîndekarî, lêgerîn-lêkolînan di serdema danişînên 1971an de û piştê wê destpêkir. Bi awayekî divê ev jî wek teqandina çekan yekem bê hesibandin.
Di serdema 12ê Adarê de, Li dadgeha leşkeriya fermandariya awarteya bajarên Amed-Sêrtê, di derbarê amadekirina parastinana de tiştên İbrahim vedibêje rast in. Parastina bi Kurdî anîna rojevê jî rast e. Lê ji hev xeyîdîn ne rast e. Hinek hevalên me yên weqfê, divê bi demê re zimanê xwe ji mubalexeyan paqij bikin.
Di vê nivîsê de, ez dixwazim li ser mijareke girîngtir rawestim. Ew jî ev e:
Di 1984an de Çi Bû?
Di 15ê Gelawêja 1984an de tekoşîna gerîla dest pêkir. Ev pêvajoya ha di 1970yan de hemî hêzên kurdan dixwastin pêk bînin. Di dawiya salên 1970yan de ev niyet, ev hest û ev xwestin bêtir pêşket. Lê vê pêvajoyê ji derveyê PKKyê tu hêza din pêk nanî. Bo çi pêk nehat, helbet divê ev rewş bê lêkolîn kirin. Dibe ku hejmara xwe têr nedîtin, dibe ku wêrekiya wan têr nekiribe… Wan deman têgihîştineke wiha hebû:”Dem nehatiye, pêşî em xwe birêxistinkin, paşê xelkê birêxin û paşê jî…”
Di 1971an de, derketina çepgirên Tirkan a Nûrhaqê jî rewşeke ku pêwiste li serê lêkolîn bê kirin. Bo çi tekoşîn nedomiya, PKK çawa li herêma xwe cih girt, pêşket, kok berda rewşek e hêjayê baldariyê ye.
Hinek hevalên ji wê demê gotinên wiha dibêjin:”Min çek negirtine destên xwe”, “Destê min bi çekan nebûye.” Ez li hember van gotinan diheyîrim. Belbî herkes di navbera salên 70yan de şerê çekdarî difikirî. Di serdema 12ê Adara 1971an de trajediya ku di navbera her du Seîdan de derket holê jî sedemê wê ev bû.Xebat û projeyên şerê gerîlatî yên Dr. Şivan î serokê Partiya Demokrat a Kurdîstan li Tirkiyeyê hem dewleta Tirk hem jî Mele Mistefa nerhet kirin.
Yeka din jî ev bû: Em havîna sala 1970ê bibîr bînin, Komandoyên hêza ewleyî, bi berbanga sibehan re davêtin ser gundan. Jin û mêr, zarûzîç, kal û pîran ji malên wan derdixistin devre.Mêrên 50-60 salî, xwedî bûk û zava û nevî, li cihekî cuda dicivandin. Wan çîp tazî dikirin, benek bi hacetê wan ve girê didan, serê ben jî didan destê keç, jin û bûkên wan li nav gund digerandin. Divê mirov vî çawa şîrove bike? Bi serde jî ev heqaret li kesên ku digotin “15 zarok û 33 neviyên min hene…” mêrên Kurdan ku bi hêza xwe ya mêranî dipesinîn dihate kirin. Divê mirov vê pêvajoyê çawa têbigihîje?
DDKOyê di derbarê kirinên komandoyan de telgrafek jî ji serokomarê serdemê Cevdet Sunayî re şandibû. DDKOyê di bultena xwe ya çaremîn a di 15êTîrmeha 1970yan de cih dabû kirinên komandoyan û telgrafê.
Rewşa dawiya salên 1960an û 1970yan ev bû: Partiyên di bernameyên xwe de cih bidin Kurdan dihatin girtin. Di çapemeniyê de nivîskarên ku Kurd û Kurdî bikin mijar, dihatin darizandin bi mueyîdeyên îdarî û cezayî rûbirû diman. Komelên civakiyên sifîl dibin tehdîda cezayî de bi zehmet dixebitîn. Zanîngeh ji Kurdan û meseleya wan re girtî bûn.Yanî rêyên ku bi navê“aştiyane” tên gotin tev girtî bûn.Ya din jî wek bi kurtî min li jor behs kir heqaret hebûn. Li hember vê rewşê dikarin çi bikin? Parastina şerefa xwe nerewa ye? Rewşew e ku ev heqaret li ku dibe bila bibe dixwazî li Başûrê ‘efrîka, li Sîbîrya, li Başûrê Amrîka, li Avusturalya, li ‘Erebîstan, li Tirkîstan li kûderê dunyayê dibe nayê qebûl kirin… Bê gûman li Kurdîstanê jî wisa ye…
Piştî 1984an pêvajoyeke pir cuda hate jiyîn. Bi gelemperî siyasetmedarên Kurd li hember Abdullah Öcalanî, PKKyê û şerê gerîla derdiketin. Di 1970yan de kesên gerîlatî difikirîn, piştê 1984an li hemberî şerê gerîlatî derketin. Ez di wê qen’etê de me ku pçwist e li ser vê pêvajoyê divê bê fikirîn.
Rexneya azad
Îhtiyaciya Kurdan bi taybetî jî ya PKKyê bi rexneyê heye. Pêvajoya yekane ku kesan û saziyan bi pêşxe ev e. Pesin tu sazî, tu kesî bi pêşnaxin.Bo pêşî lêgirtina rexneyê,hewldanên birîna dengê rexnegiran, tehdît kirin û bi kuştinan axaftin helwestên çewt in. Ev helwest ji tu kesî re, ji tehdîtkaran re jî tu sûd pêk nayne.
Tenê, tehemula ji rexneyan re nebes e. Pêwist e ji rexneyan re bersivên maqûl jî bên dayîn. Di van rojan de, gelek nivîskar û lêkolîner rexneyên Abdulah Ocalan, PKK û Partiya Aşîtî û Demokrasiyê dikin û pirsan dipirsin. Ev nirxandin û pirsan bi tewanên “xayîntî, sîxurî, hevkariya dijmin” pêşwazî kirin ne bersiva pirsan e.Ev tewanbar kirin û tehdîtkirin hebûna pirsan ji holê ranake. Pêwist e jo bo bersiva van pirsan hewl bê dayîn. Her diçe pirs û pirskar bêtir dibin.
PKK; PAD(BDP) û Abdullah Öcalan, hergav, li ser sazkirina “Komisyona Heqîqetan” û“Rûbirûbûnê” radiwestin. Ger PKK din av xwe de bi kirinên xwe re rûbirû nebe, ji gelê xwe re hesab nede, bo vê jî Komîsyona Heqîqetan avaneke; ji dewletê xwestina avakirina “Komisyona Heqîqetan” û “rûbirûkirin” helwestekî berbiçav nîne.
Divê em li vir behsa xebatên Komisyona Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirkiyeyê(TBMM) jî bikin. Ji van xebatan ev tê fêm kirin. Li alîkî PKK heye. LI hember ne PKKYî, dijî PKKê hene. Wek Selim Çurukaya gotibû, dewlet, xwe kiriye rola dadwer. Hin kesên li dij PKKê guhdarî dike. Ev helwesteke çewt e. Xistina dewletê bo rola dadwer çewt e. Çukî hemû kuştinên kirde nediyar bi teşwîka û alîkariya dewletê hatine kirin. Hemû agahî di destê dewletê de ne. Pêdiviya deewletê bi şahidiya kesê tuneye. Kuştina Vedat Aydın, Musa Anter, Mehmet Sincar, Ferhat Tepe, Hüseyin Deniz … bi hezaran kuştin…. Lê di derbarê van kuştinan de dewletê tu lêpirsîn venekiriye û bi kirinên xwe re rûbirû nebuye. Ev heqîqet li holê ye… Ji înfazên di nav PKKê de jî ne agahdariya dewletê nabe. Pêwist e PKK û BDP li ser van pêwendiyan bifikirin.
Mesela Kurd û Kurdîstanê bi destûrname û yasayan nayê çareser kirin. Ev mijareke ku bi guherîna zîhniyetê re girêda ye. Guherîna çanda sîyasiya Tirkan a têgihiştina netewbûna Kurdan re têkildar e. Bi gotina “Hersê xalên pêşîn ên destûrnameyê naguherin” li ser çêkirina destûrnameyeke “nû” xebat tên kirin.Wateya neguherîna ev her sê xalan ew e ku Kurd wek netew nayên qebûl kirin û tu mafê wanên netewî nîne. Destûrnameyek ku mafê Kurdan ên netewî nede jê re nayê gotin “nû”ye.
Pirsa Kurd û Kurdîstanê bes bi guherîna zîhniyeta li hember netewa Kurd çareser dibe. Di 28 Şubat 2012 de, li Stenbolê, Teqsîmê, bîranîna “Qetlî’ama Hocali” re têkildar axaftina Serowezîr Recep Tayip Erdoğan ku hest û ramanên xwe li ser Tirkên Azerî çawa dihanî ziman balkêş bû. Di 28ê Kanûna 2011an de, li Roboskiya Qilabanê, ew qetlî’ama ku bi ser zaokên Kurdan de hat kirin Serokwezîr, hest û ramanên xwe bi awakî din anî ziman, yanî ne wek a Azeriyan bû. Ji hezarî yekê wê negot. Ji gotina “Ger çewtî hebe…” pê ve tu tişt negot. Lê ji zaliman re, ji qatilan re ji wan re spasiyên xwe jî pêkêş kir.
Bi vê awayî guherîna zîhniyetê dê çawa pêk bê? Dê çawa têgihîştina çanda sîyasiya Tirk a bo Kurdan biguhere? Hêza ku dê vê guherînê pêk bîne bes hêza Kurdan e. Ger Kurd bi mafê xwe yên netewî ve bi dil û can girêdayî bin… bi demê re wê guherîna zîhniyetê pêk bê. Fehma çanda siyasiya Tirkan a derheqê Kurdan de, heşê dewletê yê derheqê Kurdan de encax bi vî awayî û bi demê re dikare biguhere. Lê ger Kurd bêjin,“Ev hezar sal in em wek birayan bi hev re dijîn,…” wekheviyên xwe derxin pêş û cudahiyên xwe veşêrin, ev guherîn pêk nayên.
Du encamên girîng yên vê tekoşîna sih salên dawîn hene: Encama yekem Kurd gihîştine hişmendiya rehên xwe. Pirsa “Di dîrokê de çi bû, çawa hatin roja îro” pirseke pir girîng e. Di vê çarçovê de di cıvata Kurdan de birêxistinbûneke giranbiha, lêkolîn û lêgerîn hene. Di qada çand-ziman, wêne, muzîk û şanoyê de karûbarên rêxistinî hene. Jin, zarok… xwe birêdixin. Cıvata Kurdan bi her awayî ber bi civateke xwedî rêxistinî ve diçe. Ev bo pêşeroja Kurdan destxistinek pir girîng e.
Encama duyem, Kurdan hev naskiriye.Kurdên Başûrê Kurdîstanê, bi Kurdên Rojhilat re; Kurdên Rojava bi Kurdên Bakur re pêwendiyên xwe xurt dikin. Pêwendiyên bazirganî pêwendiyên çandî jî bi xwe re tînin. Di van salên dawîn de ji hêla ragihandinî ve jî pêşketin hene. Di serdema Sedam de Deqtîloya bi destan dixebitî jî qedexe bû. Lê îro li Başûrê Kurdîstanê ku di bin Serokatiya Hikûmeta Herêmî de ye, alavên ragihandinê înternet… hwd. Bi lezûbez pêşdikevin. Telefonên mobaîlan li her cih tên bikaranîn. Hikûmeta Kurdan van pêşketinan teşwîq dike. Hemû pêşketinên han, bo dahatûya Kurdan destkeftiyên pir mezin û pir girîng in.
Werger: Amed Kanî