Ak Parti bi ser ket lê mihtacî BDP-ê ye
Nefel, 12/6 2011 — Di hilbijartinên îro yên Parlamentoya Tirkiyeyê de Ak Parti bi zêdekirina dengên xwe (% 49.8) bi ser ket û 325 kursî bi dest ve anî. Lê belê ji bo guhortina qanûna esasî Ak Parti mihatacî arîkariya BDP-ê ye.
Di van hilbijartinan de grupa ko herî pir hejmara parlamenterên xwe zêde kir bloka kurdan ya bi piştgirya BDP-ê bû. Bloka BDP-ê bi 35 kursiyan hêdî hêzeka xurt ya Parlamentoya Tirkiyeyê ye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan vê êvarê piştî aşkerabûna netîceyên hilbijartinan li merkeza Ak Partiyê ya li Enqereyê derket balkonê û xitabî xelkê Tirkiyeyê kir û got netîceyên hilbijartinan li ser wî û hikûmeta wî ferz dike ko ”bi lihevkirina” partiyên opozîsyonê qanûna esasî ya nû ya Tirkiyeyê amade bike.
Recep Tayyip Erdoganî got qanûna esasî ya nû jî divêt wisa be ko hemî xelkê Tirkiyeyê û ”yên ji etnîsîteyên cida” yanî kurd jî xwe tê de bibînin îşareta wê yekê da ko dê digel BDP-ê ji bo amadekirina qanûna esasî ya nû rûne.
Konstalasyona bloka BDP-ê bi siyasetmedarên wekî Şerafettîn Elçî, Altan Tan û Ahmet Turkî dikare bi Ak Partiyê re ji bo qanûna esasî ya nû li hev bike lê belê problemek heye û ew jî rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan e.
Heger Abdullah Ocalan zêde zordariyê li BDP-ê û dijminahiya Ak Partiyê neke rêya diyalogê di nêvbera BDP-ê û Ak Partiyê de vekiriye. Lê belê gotinên vê dawiyê yên Erdoganî ko gotibû ew nahêle di dema wî de Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derkeve dikare bibe sebeb ko Abdullah Ocalan rewşa xwe ya şexsî bide pêşiya berjewendiyên kurdan û bixwaze şerekî li hemberî Ak Partiyê bike.
Li gor netîceyên hilbijartinan nisbeta dengên partiyan wiha ye:
Ak Parti: Ji % 49.8 (326 kursî)
CHP: Ji % 25.9 (135 kursî)
MHP: Ji % 13 (54 kursî)
Serbixwe (BDP): Ji % 6.6 (36 kursî)
Parlamenterên nû yên grupa BDP-ê ev in:
1. Abdullah Levent Tuzel (Stenbol)
2. Adil Kurt (Hekarî)
3. Ahmet Turk (Mêrdîn)
4. Altan Tan (Diyarbekir)
5. Ayla Akat Ata (Batman)
6. Aysel Tugluk (Wan)
7. Bengi Yildiz (Batman)
8. Demir Çelik (Mûş)
9. Emine Ayna (Diyarbekir)
10. Erol Dora (Mêrdîn)
11. Ertugrul Kurkçu (Mêrsîn)
12. Esat Canan (Hekarî)
13. Faysal Sariyildiz (Şirnex)
14. Gulseren Yildirim (Mêrdîn)
15. Gultan Kişanak (Sêrt)
16. Halil Aksoy (Agirî)
17. Hasip Kaplan (Şirnex)
18. Hatip Dicle (Diyarbekir)
19. Husamettin Zenderlioglu (Bidlîs)
20. Ibrahim Ayhan (Ruha)
21. Ibrahim Binici (Ruha)
22. Idris Baluken (Bîngol)
23. Kemal Aktaş (Wan)
24. Leyla Zana (Diyarbekir)
25. Murat Bozlak (Edene)
26. Mulkiye Birtane (Qers)
27. Nazmi Gur (wan)
28. Nursel Aydogan (Diyarbekir)
29. Ozdal Uçer (Wan)
30. Pervin Buldan (Îdir)
31. Sebahat Tuncel (Stenbol )
32. Selahattin Demirtaş (Hekarî)
33. Selma Irmak (Şirnex)
34. Sirri Sakik (Mûş)
35. Sirri Sureyya Onder (Stenbol)
36. Şerafettîn Elçî (Diyaybekir)
Bloka ko BDP-ê piştgirî didayê li van bajaran nisbeta dengên xwe li gor sala 2007-ê zêde kir:
1. Diyarbekir: Ji % 47 bû ji % 62
2. Batman: Ji % 39 bû % 51
3. Mêrdîn: Ji % 39 bû ji % 61.6
4. Şirnex: Ji % 52 bû ji % 73
5. Hekariya: Ji % 56 bû ji % 82
6. Wan: Ji % 32 bû ji % 48
7. Sêrt: Ji % 39 bû ji % 42
8. Bidlîs: Ji % 22 bû ji % 40
9. Bingol: Ji % 14 bû ji % 24
10. Agirî: Ji % 24 bû ji % 43
11. Qers: Ji % 16 bû ji % 19
12. Erdexan: Ji % 9 bû ji % 13
13. Erzurum: Ji % 5 bû ji % 8
14. Ji % 5 bû wekî xwe ji % 5
http://nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=5911