Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 5 February 2011

Bizutneweya Gorran û Kurdistanî Başur

Gelî Kurdistan teqrîben di du sed sal virda buna hebun û paraztina xwe bê rawestan nava şerda mayê. Ew şer ne li ser daxwezîya Kurdan pêkhatîye. Kurd mecburî vî şerî kirinie, di serîda dewletên dagirker yên weku Osmanî û Safavî, dura dewletên Ewropa û Urizîstan mecal nedanê Kurdan. Di dema şerê alemê yê yekhemda dema Dewleta Osmanî hilşîya, li ser cîhyê hukumranîya wan gelek dewlet derketin holê, hinek ji wan bi zorê û li ser daxwezîya Fransayê û Împarotarîya Bîrîtanyayê hatin damezrandin. Dewletên weku Surîyê û İraq li ser daxwezîya wan hatin damezrandin. Ne ber ku gelên van hereman hêz û rêxistî bun, ew dewlet hatin damezrandin. Menfaatên dewletên mezin ew kirin dewlet, Surîye alîkîva, li İraqê nişêtên dewletbunekê qet tunebun. Dîsa jî Împaratorîya Bîrîtanyayê Dewleta İraqê afirand. Xencî Kurda li vir weku gel tu komek zede rêxistî nebu. Di vê merhalêdê Kurd di Rojhilata Navarast rêxistirîn kom bun. Gor lekolînên min, Kurd ji Tirkan jî hêztirîn rêxistî bun. Heta naha alîyê hinek dîrokvananda dihat serê zman ku; Kurd rêxistî nebun, hezar parçe bun, heta brayekî Kurd brayê xwe yê din nedixwet, di nava nezanî û xizanîyê da dinalîyan, ji ber vê nikarîyan bibin dewlet.... Çîrok bi vî şiklî destpêk dike û bi vî şiklî berdewam dike. “Nehevxwezîya Kurdan, îxaneta Kurdan, ne rêxistîyana Kurdan, nezanî û kelereqîya Kurdan”. Va doktirîna doktirîna dagirker û nokerên wane. Bi vê doktirînê heta îro pîl û baskên Kurdan hatinê şikandin, serîda hevîyên wan hatine dîlkirin, berku ew dara xwe nedamezrînin, her tim bê dewlet bimînin û bin lepên dagirkeranda binalên.

Dema şerê alemê yê yekhemda Xoybunê heta 120 hezar leşkerê çekdarî dikarîya rêxîne, xencî Kurda qe tu komek xwedî qwetek wusa nebu, dîsa jî dagirkeran û parezkerên wan mecal nedan Kurdan, Kurd li ser xalîya xwe kirin çend parçe, hun bêjin çar, ez bêim pênc. Li vir tiştek tête vêşartin. Du konseptên olî, du konsept di derheqa afiandina dinyayê û mîrovetîyê. Xwe afirandin, xwe dan (Xwuda), ji teqîna yekhem û dura gav bi gav afirandina gerdun û dinyayê heta hebun û afirandina komên yekhem yê mîrovan du konsept. Konseptik ya Kurdan,konsepta din ya Cuh, Xaçparêz û Îslaman. Di dîrokê da ola Xaçparêz û Îslaman li ser bingehya olÎ ya Cuhan bilind dibe. Esasi ew her sê ol yêkin, raste nava wanda gelek pozberî û pevçun hene, feqet bingehya wan yeke, dema rasteyetî û nerasteyetîya wan tête serê zman, ew taf yêk dibin û îtifaq dikin. Wan konsepta Kurdan bona xwe her tim xeter dîtîne. Eger konsepta Kurdan aşîkar be, perdeyên stur ku vê rasteyetîye hezaran sal virda vêdişêrin betin cirandin, alîyê ola Cuh, Xaçparêz û Îslamanda berdik li ser berdekî nemîne. Ew ji bingehya xwe da bên lerzan û bikevin bin konsepta olî ya Kurdan. Ez sedema nedewletbuna Kurdan li gel gelek faktorên,di vê faktorada dibînim. Li vir îtîfaqik dizî dibînim. Dema Sadam Husenê Tirqîtî Kuveyt xafilda bindest dikir, pozberî û pevçunên wan digîhiştin merhalek nu, îtîfaqa dizî li dijî dewletbuna Kurda diket nava serhevbinhevbunek mezin, sermayeya ku ew îtîfîfaq diparazt diket nava dengasîyê, şax ji bilindbuna xwe ji gwih derbaz dibu, mîrovekî weku Sadam Husen, digot ez û ez. Di vî katî da firsendek keti destê Kurdan û ew li ser parçekî piçuk ya xalîya xwe bun hukimran. Li Başurî Kurdistan xencî Kerkuk, Xanîqin und çend cîhwarên Kurdan, heremek mezin keti bin kontrola hêzên Kurdistan. Rexirawên weku PDK û YNK ji çîyan hatin jêrê û daketin nava bajaran, cîhyê ku hêzên Dewlta İraqê hatin rakişîyan wan de fackto dar girtin destên xwe. Berî vê pêşhatinê di nava çîyan da li bazî sentral 80-150 Pêşmergeyên wan hebun, bêzarî û sistîyekê hêzên partîzanan bê taqet dihişt, hinek grubên siyasî 5-10 kesî xwe nebun, bi wan ra henek dihatin kirin, dihat gotin ku; patina xwerina satilekê tera partîya wan dike. Bi henekên wusa, piçuktîya wusara bal dihat kişandin, PASOK ê gelek cara ji van henekan para xwe digirt. Dema serhevbinhevbunek mezin çêbu, roj li Başurî Kurdistan Kurdanra kenîya, demek kwirt da derdora piçuktîrîn grubên sîyasî hezaran mîrov kom bun. Qweta rexirawên weku PDK û YNK gîhişt mîlyonan. Ew bona komên Kurdistan bun hevî, dar alîyê wan va hate hemezkirin, wan demek kwirt da mabeyna xweda hevhatinekî zindî durist kirin û mabeyna xwe da dara herema Kurdistan parvakirin, afirandina Parlemena Kurdistanê û cîvîna yekhem bi vî şiklî pêkhat. Dîroka meda ew bu gavekî serketî. Rexirawên Kurd dîroka xwe da yekhemcar bi vî şiklî bajarên mezin yên Kurdistanê digirtin destên xwe. Tecrubeyên şaredanîyê bi vî şiklî diketin destên wan, her alî va koma Kurdan xwe nuva diafirand. Şabun û serxoşî bi hevra berzdibu, tengasî û zengînîyê destpêkî dansek nuh dikir, yên ku di salan virda di bin dara dagirkeranda nalîyabun, dara Kurdan va (hun bêjin dara PDK û YNK) dizeliqîyan. Cahşên kewnd di nava çend rojanda kirasê xwe digorîyan û nava PDK û YNK cîhyê xwe digirtin, kem kesan dipirsîyan û digotin hun kî bun, naha dibin çi? We heta naha çi anî serê gelê xwe û hun nava çend rojanda ewqas gorîn û bun bingehya şorişê? Di nava çîyan da piçukbun, westîyabun û bêzarbuna partîyên Kurdistanê melisbunek xwera dianî, melisbun li ber cahşen kewnd yên Kurdistanê. Dema Parlemena Kurdistanê yekhemcar dicivîya û dara Kurdan hedî hedî serdiket, wan jî bi cil û bergên Pêşmergeyatîyê cîhyê xwe di nava şorişê da digirtin û dengê xwe li dijî dagirkerîya İraqê bilind dikirin. Êdî di dilda çiqas pak bun Xweda dizanîya?! Çend sala li paş darekî du serî, netecrubetîya Kurdan, tizkirina dagirgerên Tirk, Ereb û Fars, bi rola çahşên kewnd û pîlên wan yên nava Kurdan bun sedema hevketina PDK û YNK. Dagirkerên Tirk ew şera bi mîlyonan dolar û bi hezaran çekan xwedî kirin. Daxawa PDK xetayêkî dîrokî kir û li gel hêzên dagirker yên İraqê li dijî YNK keti nava şerekî mezin, leşkerên İraqê bi cil û bergên Pêşmergeyan êriş anî ser bajarê Silemanî, xelkê sîvîl bajar terkkir. Hezên şer ketin nava bajarekî vala, revebirên PDK jî dîtin ku bi yêkserîtî tiştek rêva naçe. Mixabin di şerê mabeynî PDK û YNK da sedan kesan bê manê jîyana xwe ji dest dan, birakujîyê xwîna Kurdan carek din rijand, sengerê ku ketibun destên Kurdan ketin nava tehlîkeyek mezin, dara Kurda di vî şerîda sist bu, rexpeta Kurda li ser meydana sîyaseta dinyayê nema. Dagirkerên Tirk, Ereb û Fars şahbun, bi “exmaxîya Kurdan” kenîyan û reqisîyan . Rojê rêş girêda û mirûzê xwe Kurdanra tirş kir, gote ew çi xale, ew çi rewşe.. Bi Başurî Kurdistan, de fackto du dar hatin sazkirin, dara PDK û dara YNK. Bi rexnekirina ruspî yên Kurd û dostên Kurdan Parlemena Kurdistanê carek din hate rêxistin, dara nîv û nîvî hate berdewamkirin. Pêkhatina pozîtîf ew bu ku; şerê birakujî edî nema, her alîva avakirina Kurdistanê destpêk kir, Kurdan demek kwirt da birînê xwe pêçîn û ketin nava şerê jîyanê. Hezarên gundên Kurdistan ku dagirkerên İraqê li ser nexşa dinyayê rakiribun nûva hatin avakirin, ji dibistanên seretayî heta danîşgehyan xwendin hate mêşandin, rê nuva hatin çêkirin, alîyê înfrastrukturda gavên mezin hatin avitin, birçtî nema, bê malbun hêdî hêdî ji holê rabu, meydanên balafiran yên mezin hatin çêkirin, ew parçeyê Kurdistan bona gelek dewletên dinyayê bu cîhyekî balkêş û fîrmayên wan bona kargirtinê ketin nava berhevdanek mezin. Alîyê tendurisîtîyê va gavên gelek mezin hatin avitin. Gelê Kurd li vî parça gelek tişt destê xwe xist, zedetirîn nezikî demokrasîyê bu, ji xizanîyê û nezanîyê gelek durket. Xulamên dagirkeran dîtin ku, Kurd dikarin bê Sadam û bê dara İraqê bijin. Koma Kurdan bi hevra, çi gundî çi bajarî, çi zengîn çi feqîr, çi dîndar çi bê dîn, çi jin çi mer, her kesî gor xwe azadî tamkir, tama xweserîtîyê, tama serbixweyetîyê girtin. Yên ku 1990 hatin dinê îro bîst salên xwe borandin. Ew dara dagirkerên İraqê bi gotin, salixdan û bîranînên mezinên xwe dizanin, dara İraqê ya dagirker ji bo wan edî buye dîrok.

Li gel serketin û pêşvaçune , li vî parçeyî welatê me, problem û tengasîyên nu derketin hole. Hinek problem ji dara duserîtîya kewnd mezin bun bona Kurdan weku gireya gordîyonê gîhiştin îro. Yasayek yekgirt bona Herema Kurdistanê weku karekî mezin hîna li ber Kurdan û Parlemena wan mayê. Alîyê erdçinîn û zîratê va Kurdan gelek rê negirtin, piranîya feqi, zat û qut û tiştên xwerinê yê din ji derva tên kirin. Di bin dara Sadam Husen da, run, ard û şekir bê pere alîyê dewletê va dihat belvakirin. Kê dida Sadam dida, kê digirt Sadam digirt, kî mezin bu Sadam mezin bu...... Jîyan wusa di meşiya. Koma Kurdan û Ereban bibun “qirnîyê derdora kwîna Sadam Husên û dara wî”, ew bibun parazît, xalî li serê mîrovekî be ku, ew mîrov dema ewar dibe nebeje min îro ew kara kir, min ew afirand, min bostan û zevîya xwe xudanî kir, min ga û pezên xwe xudanî kir, min xwedanîya nebat, kulîk û daran kir, min xwedanîya teyr û çukên xwe kir, min îro ew qas tişt firot û ewqas ez pêşketim. Mirov dikarê daxwezîya jîyanek normal dur û dirêj bîne serê ziman. Vî alîva dara Sadam Husên û dagirkerên İraqê li Herema Kurdistanê hîna berdewame. Tenya nav digorin yen ku didin û dikarin her tim şunda bigirin ne Sadamin yên dinin. Li vir Ereb buna wan, Kurd buna wan ewqas rolekî mezin naleyze. Kom ji serî heta bini jî demokrasîyê tête durxistin, di bin lepên çend kesan da tête mehkumkirin.

Min dixwezim li vir tiştekî balkêş bînim serê ziman û jîyanêda bîranîneke wera parvabikim. Sîlsîleya nû edî dara dagirkeran li vî parçeyî welatê me di pirtuk û bîranîna mezinên xwe da dizanî. Dema tiştekî pêşkevtî hebî, dema rindî û qencîyek hebî, ew êdî sedem û hebuna wan di dara Kurdan da dibînînin. Her roj ewê bibejîn Xuda şukir ku, dara Kurdan ew qas hêz, rêxistî, mîrovperwer û pêşkevtîye. Em çiqas spasîya ruspî, mezin û sîyasetmedarên xwe bikin dîsa jî spasîya kem bimîne, ber ku wan herema me demek kwirt da, nava bîst salanda, gîhiştin merteba Îsvîçrê, Elemanyayê, Swêdê an jî Emerîkayê. Wan demokrasî, tolerans û aşitîya nava koma me gîhiştin tiltilekî mezin, enîya me vî alîva vekirin, em dikarin deng bilind singê xwe bixînin û bêjin em komekî serketî û demokratin. Em dikarin bêjin lay me, mafên zarok, jin, kal û pîrên me di bin garanntîyekê dane. Em dikarin bêjin xandin û mafê tenduristîye lay me bo hemuyan heyê, ne tene bona grubek piçuk ya serdest.

Du sala berîpêş min li gel hevalekê sohpet dikir, me derheqa Kurdistana Başur sohpet dikir, çend sal bu me hevnedîtî bu, li ser destxistî, serketin û kemasîyên Kurdan sohpeta me kur bu, derheqa rojên tengasîye gelek tişt hatin serê ziman, dîroka borî weku fîlmekê dihat ber çavên me, min dit û bîhîst ku hevala me ya şoreşger qala îmarat buna Kurdistanê dike. Dema pêşvaçuna vî parçeyî dinaî serê ziman, digot Kurdistan li Başur di regaya îmarat bunê dayê. Dema digot “îmarat” hemu xax û hestîyên wê sist dibun, devê wê da av dadiwirîya, di nava kefxweşîyê da ew ji xwe xayz diçu. Dema wusa digot; ezman li serê min tarî dibun, sterk hevdiketin, xezew û tofana hezar salî carek din dihat ber çavên min. Bersiva min wusa bu: “havrê bîrmeke dema Kurdistan dibê îmarat, li Kuristan carîyê ji dibin, çîlê û tengasîya qîz û jinên Kurd ya du sed sal virda bona carîye bunê bu?! Ew qas şoreşgerîya we bona carîye bunê bu?! Bo çi tu nikarî min ra bêji, Kurdistan regaya Îsvîçre bune daya, regaya Elmanya bunê daye, an jî regaya Swed bunê dayê. Kurdistan bibê îmarat......! Ax li serê min, ax li serê me........

Di nava bîst salên dawîda li Başurî Kurdistan li gel gelek pêşhatinê pozîtîf, kirinên xiraw û eqlaqekî pîs jî bejn da. Ji ber vê serdarî û dijarî ji hev durketin. Serdarên Kurdistanê nikarîyan yêk yasayekê bona Herema Kurdistanê derxînîn û bi hevra rêxînin. Her çiqas yêk hukumat li ser darê jî be, du serîtî (ya PDK û YNK) berdewamê, hêzên Pêşmergeyan sedarsed hîna yêk nebune, du istîqbarat hebuna xwe diparêzin, organên dewletê nîv û nîv dîsa parvanê. Dadihgeh, Danîşgah û Medya serbixwe ninin. Daxwezîya gelê Kuristanê (netîca referandumê) ewqas sal virdayê ketîyê sanduqa hînek sîyasetmedarên Kurd û dernakeve. Du serîtî, du jî bibu bela serê Kerkuke, îro jî dîsa weku bela serê Kerkuke sekînîye. Di nava van astenganda gendalî weku kurmekî koma Kurdan dixwe. Demo mîrov di nava gendalîyê navên hinek nav û deng yên kewn dîbîne, ji xwe û mîrovetîya xwe fedî dike. Butçeya Hukumeta Kurdistan, qezenç û meserîfên heremê, butçeya partîyên sîyasî, qezenc û baca şexsan ne dîyare, transparent nîne, li vir şêxên Ereban û serdarên dagirkeran têne teqlîtkirin. Li vir tiştek tête bîrkirin: kopî her tim ji orîjînalan xirabtir dibin..

Bizutneweya Gorran taybetî xwe weku tevgerekî dijdar rêxist û aşîkar diji du serîtîya PDK û YNK derket. Dijî gendalîyê sekinî, yen kû di destên PDK û YNK bêzar bibun û regayek nu digeriyan kişand lay xwe û demek kwirt da ew organîze kirin. Întîxabata dawîyê da serket. PDK û YNK şikestik mezin ya sîyasî xwerin. Bo wan ez dibêjim baş bu, ew dikrin bi vî şiklî kemasî û xeterîyên xwe bibînin û xwe nuva biafirînin. Dijdarîyek ne dijmin li her welatî pozîtîfê û başe. Ji ber vê derketina Bizutneweya Gorran jî baş bu. Ew her tim weku kontrol li ser suyê serdaran bê, ne xirab dibe. Di nava vê çarçovêda hebun û daxwezîyên Bizutneweya Gorran duenîjî maqbul bun, îto jî maqbulin. Pewîste ew her alîva dengê xwe bilind bikin û bona întîxabatek nu xwe amade bikin. Şert û mercên Herema Kurdistanê, Misir û Tunisê yêk ninin. Li gel hemu kemasî û tengasîyan li Herema Kurdistanê sîstemekî stabîlîze heye, destabîlîzekirina vê Heremê bo Kurdan tiştekî pozîtîf nine. Hemu Kurd û rexirawê wan yê sîyasî pewîste dara xwe xurt bikin, Parlemena Kurdistanê, Hukumeta Kurdistanê û dewleta xwe biparêzin. Di brakujî, duserîtî û nehevxwezîyekê da tu menfeatek gelê Kurd tune. Menfeata kîjan grubê li vir çiqas heyê, kîjan çiqas serdarê, kîjan çiqas dijdarê pewîste li ser bingehyek demoqratîk bete lekolîn, ne bi dijminatî. Hukumat dikarin bên û biçin, Parlemen dikarin bigorin, siyasetmedar dikarin cîhyên xwe yên dinra amade bikin. Tişte ku her tim bimîne dewlete, pêwistê Kurd bi hevra dewletbunê ji destên xwe ber nedin. Ew rasteyetî ji bona Bizutneweya Gorran e jî.

Bi kwirtî koma me pevîste xwedî rêxistîyên dijdar û serdar be. Berhevdana bizutneweyên serdar û dijdar pewîstin her tim li ser bingehyek demokratîk bimînin. Hezkirin, hevhatin û pozîtîf fikrîn diwaroja koma me ronahî bike. Xwezî kesên ku weku sîyasetmedar xizmeta gelê xwe dabune û demek maqbulda cîhyê xwe danişînê û rê bona sîlsîleyê nu vekirine. Xwezî kesên ku weku Selhadîn Eyubî merasek şexsî kesekîra nehiştinê, xwezî kesên ku weku Mavetme Gandî xizmeta gelê xwe dabune qe tu car bona nefsa xwe destdirêjîyek nekirine. Destdirêji û gendalî ji koma me, ji sîyasetmedarên me, ji xort û qîzên me durbe......

Daxwezîyên Bizutneweya Gorran jî li ser vê bingehyê bimînin.

Bîşar Norşîn

04.02.2011

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.