Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 25 March 2010

Birêz Selim Çürükkaya !

Kemal TOLAN

Birêz Selim Çürükkaya !

Min ji xwe ra digot, heta ji birêz Selim Çürükkaya bê, ew qet nakokiyan naxe nava tu civak û olên ku li Kurdistanê hene. Û ew baş dizane ku, gelek xwefiroş û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, gelek pirsgirêk xistine nav çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan.

Lê mixabin, hinga ku min gotara we ya bi navê „Gittim gördüm döndüm 5*“ xwand û dît ku hûn jî henekên xwe bi belengaziya ruhanî û parêzgeha me Êzdiyan dikin. Çîrok û agehdariyên şaş li ser bingeha bawerî û kevneşopên Êzdîtiyê beladikin. Ez gelekî xemgîn bum.

Ez niha dixwazim li goriya dîtin û xemgîniya hinek şaşîtiyên we bidime xwanê kirin:

Birêz Selim Çürükkaya,

1. em Êzdî tûcarî û qet ji ruhaniyên xwe ra nabêjin „rahip“.

2. Ji xwe hûn bi devê xwe jî dibêjin “ Dinler miyim hocayı?„ Bi dîtina min, hûn ji ber vê ne guhdarîkirina mamostan û li ba xwe dibêjin navê hersê tebeqên Êzdîtiyê „Agani, katani, vezirani „ ne. Ez ji bo agehdariya we û xwandevanên hêja dibêjim, navên her sê xwedan û bingehên Êzdîtiyê Adanî, Qatanî û Şemsanî ne

3. Bi dîtina min, şûna ku hûn ji xwe bipirsên, bibêjin ka çima berpirsyar, nav, der û dorên parezgeha LALIŞÊ weha xerabe, jar û perîşanin? Hûn radibin mîna wê niyet-usluba leşker û berpirsyarên dagirkerên welatê me pirsan ji ruhaniyên me dikin û dibêjin; „Vesikan var mı?“.

4. Dîsa hûn jî radibin mîna wan şaşîtiyên ku gelek „zane“ û „dîroknivîsên“ xerîban û hinek „rewşenbîr“, „rojnameger“, „nivîskar“ û „niştîmanparêzên“ Kurdistanê kirine, dikin û dibêjin, „-bu din özünü zerdüşt dininden almakla birlikte islam ın, hırıstiyanlığın ve Hint dinin etkilerini kabul etmiştir“- naveroka dînê Êzdîtiyê li ser bîr û baweriyên dînê Zerduştî, Îslam, Hindî û Xirîstiyanan hatiye pejirandin. „Yezidilik, Kurucusu Hakkarili şeyx Hadi' dir“ – damîzeranê Êzdîtiyê Şêxadî ye -werger ya min e.

5. Weke ku ez dizanim, wisa hûn jî baş dizanin ku herkesê diçe nav LALIŞA NÛRANÎ diger ew nabe „heci“.

Vêca hêvîdarim, gava hûn careke dinê herine nava LALIŞA NÛRANÎ, hûn hingê guhên xwe baş bidinê ser gotinên ruhaniyên me Êzdiyan. Hûn hê zêdetir zahmet bidine xwe û sedemên van nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene, ji me hemwelatî û niştîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bidine xwanê kirin û van kêmasiyên xwe dûbare nekin !

Bimînin di nav xêr û xweşiyê de

Kemal Tolan

20.03.10

*- http://turkce.kurdistan-aktuel.org/yazarlar/selim-cueruekkaya/4715.html?...

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.