Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 17 October 2009

Tofan ku rabû, bi pêlê xwe; bi zinar û giran dikeve. Çî li ber pêlan bikeve hedî bi hedî dixarife û dihele.
Ziman jî wîsa ye. Li ber asîmîlsyonê kû ket, hedî bi hedî wenda dibe. Dor tê mêjo û ew jî ji tofanê para xwe digre û tê guhertin.
Edî mêjo bi kurdî nafikire, bi zimanê dijmin difikire...mêjo kû hat guhertin helwest,rengînîya bal, chand û kultur ji li ber ba yê dikeve.
Axîna kûr ji dil tê, dil jî ne dilê berê ye.
Dema ku ez gengêşîyen kurdan li ser sîyasetê dixwînim, xwe bi xwe dibejîm; kuro ma ev kurdbunîye...!?
Na tawanbarîye...Belê.
Kanê cirokek Nisreddin he ye; di binê xwe de, dara ku li ser runistîye bi birekê dibire...ew cîrok tê bîra min.
Civaka kurd û zimanê wenda. Li Bakur sîyaset têk çuye. Çima gelo!?
Çima ku tê de wek bingeh ziman nemaye...mêjo wenda, helwest puç...
Gulê were dawet ê.
De xwe hilbavêje, bireqise kû tû Gûla mala Emerî...Çîpruta mala Hesoyê Dimilî. Tofan; pêl bi pêl bu...Tofana Tirka û boblata ebdillah bi hevre berî da axa pîroz. Qor bi qor...
De lêxê kû tu axayî...! Ne ziman, ne dîrok, ne hezkirin, ne gund ne ji helwest hiştin. Kirin para gûr û hirçan...
Xemgînî û hêsrên cava jî bê maneye...
De here ku tu axayî...!

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.