Îro di dêrendazeka mezin û berfireh de û bi awayekî fermî, petrola herêma kurdistanê ber bi derve ve hat şandin.
Rêkirina petrolê bo derve pêşiya çend rojan weko test bû, belê niho bû fermî(resmi). Di Kongireyeka rojnamevanî de jî ev bareye hat sazdan û Dr. Xalid Salih tê de da xuyakirin, ku hukûmeta herêma kurdistanê pîkolan dike, ku heta dawiya evê salê rojane 100.000 birmîlên petrola herêma kurdistanê birêkein derve.
Dr. Xalid Salih holê jî da zanîn, ku hukûmeta herêma kurdistanê dixwaze di nava evan du-sê salên pêş de, berhemê petrola xwe bike rojane yek milliyon birmîl û dê berhemên evê petrolê, ji hemû xelkên Kurdistanê û Iraqê re bin.
Pêdivêyê nîşandanê ye, ku dê petrola herêma kurdistanê bi rêya kompanyaya Somo ya Iraqî derbikeve derve û dê dahatên wê jî, bikevin xezîneya hukûmeta Iraqa federal deBo Kurdistan û Iraqa Federeral. Paşê jî, dê pişka herêma kurdistanê ji xezîneya Iraqê, ji herêma kurdistanê re bihê şandin.
Amadekar: Îsmaîl Girikî 1.6.2009
Re:Serok Mesûd Barzani û Serkomarê Irakê di merasimêde amadebun