Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 9 April 2009

Xudanê gotina ''Ronahî pey tarîyê ye''

Temûrê XELÎL

Nava dîrokê da kêm cara dibe, ku mirovekî tenê roleke gelekî mezin bilîze nava bextê gelê xweda. Xwesma, gava ew gel bê dewlet û text e. Cegerxwîn yek ji wan mirovan e. Ne hewce ye ez îro dûr û dirêj derheqa jîyan û berhemên wîda gotina bikim. Nava dîroka lîtêratûra kurda da kemala dengê wî kivş e, û nava wan kurdên Kurdistana kurmancîaxêv da vê demê helbestvanê herî mezin ew e.

Gava em helbesteke delal dixûnin, carna nizanin jî, ku xudanê wê sax e, an mirîye. Eger ew helbest rind e, em jê lezetê dibînin û dil da sipasîya xwe helbestvan ra dibêjin. Dibe, ku me navê wî helbestvanî ne bihîstibe jî. Ango, helbestvan hebe jî, tunebe jî, helbesta wî heye, û ew helbestê ewqasî bijî, çiqasî ku baş hatîye nivîsarê. Bi serî wê helbestê em wî qîmet dikin. Û gava em pê dihesin, ku helbestvan sax e, em şa dibin, ji ber ku xudanê wan xeta wê dîsa helbestên delal binivîse. Lê eger helbestvan îdî tune, her kes hindava xweda ber xwe dikeve, ku ser helbestên wî da îdî yên nuh wê zêde nebin.
Lê eger tu bi xwe wî helbestvanî nas dikî û zanî ew xet çawa xuliqîne, ku ewî çiqas kar kirîye bona hişyarkirina gel û pêşketina lîtêratûrayê, mirovekî çiqasî paqij, maqûl, zane, comerd bûye, bona mirina wî dubare ber xwe dikevî. Bona mirina Cegerxwîn, wek dibêjin, "kevir-kuçik jî digirîyan". Ango, şîna wî bû şîna gel, lema jî gotine: "Serxweşî gelê wî dikeve".
Belê, ser helbestên Cegerxwîn îdî yên nuh wê zêde nebin. Lê çi ku ewî pey xwe hîştîye, ew jî bes e, ku mirov her ro bixûne û jê têr nebe.

Û çawa ku em dikarin demeke dirêj wê helbestê va ruhdar bin, ew jî ewqas dem ser wê fikirî ye, kewgirî ye, firnax bûye...
Belê, serxweşî gelê wî dikeve, ji ber ku ew lawê gelê xwe yê şîrhelal bû û hetanî dawîya jîyana xwe jî bona gelê xwe xebitî, bextê gelê xwe kire ya xwe. Ew ji nexweşîya dilik çû. Berê îdî zede dilê wî ketibû û ewî zanibû, ku eger hinekî kêm kar bike, dibe hinekî dirêj bijî. Zanibû, ku xebatekê jî dikare neke, lê bi roja diqacqicî û ew xebat pêk dianî. Zanibû, ku dibe tiştekî pêra negihîne, ji vê dinê here û deqa dawîyê xwe ji xwe pirske: "Ez filan rojê çima du seheta kêm xebitîm?".

Gava behsa mirina Cegerxwînê mezin ji min ra hat, ew behsa nebixêrîyê, bersîva reş dilê min hingavt û mînanî wê behsê dilê min jî reş bû û çilmisî. Ez kerr-lal ber textê nivîsarê rûniştim û min nivîsî. Ka em binihêrin, çika çi jê derket.

X X X

... Ev bû du sehet min pênivîs hildaye destê xwe, dixwezim gotina xwe ya serxweşîyê bi dilekî kovan û xemgîn binivîsim ser mesela mirina Cegerxwînê mezin, lê qelema min nagere, destê min naçe. Vê demê, gava ez dinivîsim, li mal im, nava zaroka da, lê mirov dibê qey der-dorê min vala ye, xalî bûye. Her tenê dengê Cegerxwîn guhê min da ne, (min sala 1982-a li Lênîngradê hevpeyvîneke 75 deqa bi Cegerxwîn ra çê kir û niha guhdar dikim). Sûret û dêmê wî ber çavê min e (min ew wêne dema hevdîtina me tevayî kişand), nama wî ya bona mirina bavê min ser textê min yê nivîsarê ye. Ewî bi destên xwe yên nazik, bi destên helbestnivîs gotinên serxweşîyê derheqa bavê min da nivîsîbûn.
Cihan îro bona min teng bûye. Mirina Cegerxwîn wek mirina bavê min ez hingavtim. Min jî wek gelek kurda navê wî bihîstibû, helbest û poêmên wî xwendibûn, hinek ezber kiribûn, lê xwezî min bi çava ew ne dîta, ku îro tengezar, reben û bêçare ne mama. Hevdîtina me ez anîme ser wê bawerîyê, ku bi rastî berî her tiştî ew mirovekî bi dilê mezin û fire bû, paşê helbestvanekî navdar û hişyarkirê gelê kurd bû.
Ez mirovekî biçûk im, ku Cegerxwîn qîmet bikim. Gelê me bi xwe ew qîmetê mezin daye wî. Ez jî lawekî gelê xwe me. Lê tiştek eyan e, ku pey mirina hinek kesan ra malek, yanê gundek sêwî û situxar dimîne, lê îro bi mirina Cegerxwîn welatek - Kurdistan, û miletek - miletê kurd ziyan û zirarê ket.
Em dilê xwe da difikirîn, ku emê hela gelek cara di şayî û şayîneta da rastî Cegerxwînê mezin bên, lê îro em şîna wî dikin. Belê, emê jî bimrin, lê xwezî wî mêrî, ku wek wî bijî, bixebite, ku miletek heyra wîda be, hewceyî dengê wî, nûr-nedera wî û qelema wî ya adan be.
Sala 1982-a, gava ez berpirsyarê radyo ya kurdî li Yêrîvanê bûm, min cara yekemîn gotarek ser Cegerxwîn nivîsî, perçeke dengê wî yê li hevpeyvîna min, kire navê û bi radyoyê belav kir. Ji her dera gelek name û têlêfon hatin. Hineka xemgînîya xwe digotin ji bo mirina wî, hineka ew roja xwe ya here bextewar hesab dikirin, ji ber ku wê rojê cara pêşin dengê wî bihîstibûn. Lê du nama dilê me hemûyan hingavt. Yekê da hatibû nivîsar, ku wana bona şîna Cegerxwîn dewata kurê xwe yê tayî tenê paşda xistine, yekî dinê jî digot, ku wan roja keça xwe daye mêr û dema ji mal derxistinê ne hîştîye def û zurnê xin.

X X X

Cegerxwîn ji nav me çû, ku heta-hetayê di nav meda bimîne. Wê bimîne bi zên û zîrekîya xwe, bi deng û reng, bîn û boxsa helbestên xwe va. Ji xebata di kovara kurdî ya delal "Hewar"-ê girtî hetanî amadebûn û bangên xwe yên hişyarkirinê di civîn û xwepêêşandinên kurdî da, bi paqijayî û mêranîya xwe va. Helbestên wî wê wek berê di nav gel da notlanî agir bela bibin, usa, çawa ku agir lodekê dikeve û pêşî lê nayê girtin, mînanî agirê Nawrozê ewana nava dilê gelê meda çiqas diçin pêl didin û geş dibin.
Gelê kurd tu cara bawerîya xwe ya bona rojên azad unda ne kirîye. Û wek Cegerxwînê mezin dibêje, ku pey şevê ra timê dibe ronahî, çiqas jî şevereş be sibe dîsa safî dibe, usa jî gelê me wê ji bindestîyê rizgar bibe. Wek dibêjin, dijmin wê nela xweda bê hincirandinê, wê nava xwîna xweda bê mewicandinê, wek mesela gel dibêje, wê bextê bêbexta lê welgere. Û vê yekê da wê rola Cegerxwîn jî hebe, helbestên wî wê gotinên xwe bêjin, ji ber ku ew helbest jî wê bibine çavkanîke xwehesandin-xwenaskirin û bawerîya gelê kurd.

X X X

Sala 1987-a ez meha adarê li Kurdistana Sûrîyayê bûm. Wê demê, gava jîyan, tebîyet hişyar dibe, dar kulîlk didin, gul-sosin dibişkivin, xwelî xwe tev dide. Ez çûme Qamişlokê jî, mala Cegerxwîn, lî ku ewî piranîya jîyana xwe derbaz kiribû. Goristana wî hewşa mala wîda bû. Ser mezelê wî jî kulîlk şîn bûbûn, û te qey digot bîn-boxsa wan digihîje dilkê wî, ku temamîya jîyanê da bona gel lê xist, alav da, şewitî, ku ronayê bide me, û ewqasî nazik, tenik bû, ku ber zulm û neheqîya dijmin û xêrnexwazên kurd û Kurdistanê teyax ne kir...

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.