Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 6 March 2009

Serok Mesûd Barzanî di Sala 1988de li serên çiyayên Kurdistanê di baskên ceperên bergirîkirna axa Kurdistan bo pêşmergeyên rizgarîkirina Kurdistanê ho digot: Yan rewşa rejîmê dê bêteguhartin, yanjî dêdijmin bêçarebimîn ku cokbide erdê“ .

Ev pêşbîniya Serok Mesûd Barzanî sedê sed rast derket û rejîm ne tinê neçarma, belku serobinbu û dinava zilma xwede hate dadhekrin.

5.3.1991 de serhildana gelê Kurd li Ranya despêkir. Gelê Kurd bi vê serhildanê bo dijminên Kurdistan diyarkirin ku em evin. Lê divê serhildanêde rola pêşmergeyên parastin û rizgariya Kurdisn fakturê bingehîbu. Eniya Kurdistan û serokatiya Cepheyên Kurdistan Serok Mesûd Barzanî bi xwe li Ranya dinava sewk û îdarekirina Hêzên pêşmergeyên Kurdistanê rêvedibir.

Di evê heyîvêde bajarên başûrê Kurdistanê jidestên rejîma rûreş û destbixwîn hate azadkirin.

Gelê Kurd ji hest û dilsoziya xwe, derbirîna xebat û azadiya Kurdistanê bu ev sergildan. Gelê Kurd bi yek dengî rabûn serlingan û hêzên rejîma dagirker ji Kurdistanê avêtin der.

Bila dijminên Kurdistanê bizanin eger gelê Kurd daxwazbike bi serperiştiya rêberên wekî serok Barzanî ew kiyan û şiyan, bi gurzên baş li dijmin dide. Belê gel rabûn nebese, divê serpereştiya wî gelî û sewk û îdarekirina wîgelî ji layên faktorên siyasî, leşkerî û aborîve bêne timamkirin. Eger evan nebin sed cara bila gel rabe bê faydeye û ji zererê pêve tu feyda wê nîne.

Serbilindî û serfirazî bo şehîdên Kurdistan û şehîdên serhildana pîroz.
Îsmaîl Girikî
5.3.2009

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.