Roma...Wezîrê Bazirganiya Îtalyayê Pêşwaziya Serok Barzanî Kir
25 February 2009
KTV ...
Serokê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî bi serdaneka fermî ku çend rojan berdewam dibe gehişte Paytexata Îtalya Romayê û li Balefirgeha wî welatî de ji aliya Şewermendi Wezareta Dereve Gorgiyo Nofelo, Şewermendê Wezareta Bazirganî Eono Refol, Rayedarê peyvendiyên derive yên Partiya Forsta Îtaly Dariyo Rifolta, Baliyozê Îraqê li Vatikanê Alibert Yelda, Serkis Axacan û Feysel Xoşnav de hate pêşwazî kirin.
Serok Barzanî piştre li Cîhê mana xwe de pêşwazî li Serokê Lijneya Îtalya li Parlemenotya welatên NATOyê Srgiyo Dy Krkoriyo kir.
Di civîneke de rewşa abûrî û hilbirînê li Herêma Kurdistanê hate giftûgo kirin û Serokê Lijneya Îtaliya li Parlementoya welatên NATOyê Srgiyo Dy Krkoriyo diyar kir ku, Îtaliya amadeya ku peyvendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi hêz bike.
Navbirî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir ku, piraniya Gelê Îtalî piştgirî ji wan destkeftên Herêma Kurdistanê dikin ku encama xebat û qorbanîdaneke demdirêj a Gelê Kurd li Herêma Kurdistanêne.
Piştre Wezîrê Bazirganiya Îtaliya Odolfo Erso pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir û di hevdîtineke de kêşeyên hilbirîna Companiyên Îtalî li Herêma Kurdistanê de hatin giftûgokirin û Wezîrê Bazirganiya Îtalya rewşa heyî a li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di berdewamiya hevdîtinê de Wezîrê Bazirganiya Îtalya tekez kir ku ev dixwazin peyvendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi hêz bikin û soz da ku di pêşengeha Îtalya a li Herêma Kurdistanê de beşdar bibe.
Serokê kurdistanê, helwîsta Wezîrê Bazirganiya Îtalya êrênî nirxand û destnîşankir ku, em bi peyvendiyên xwe bi Îtalyayê re serbilindin.
Serok Barzanî pêşwazî ji hatina Companiyayên Îtalya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Hêjayê gotinêye ku biriyare Îtalya bi beşdarbûna Companiyayên mezin yên vî welatê, li Hewlêrê pêşengayeke mezin saz bike.