Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 6 January 2009

Demeke dirêj e ku Komara Tirkiyeyê ji bona pirsa neteweyî ya kurd di tengasî û di nav qrîzekê de ye. Ji aliyekî de Yekîtiya Ewrupayê di pirsa kurdan de zor dide Komara Tirkiyeyê ku di mafên çandî û zimanî de gav bavêje.

Xala girîngtir jî ew bû ku ji aliyê de din de mixalefet û têkoşîna neteweya kurd, ji bona ku pirsa kurd di çarçeweya pîvanên navneteweyî û pirsa çarenivîsiyê de çareser bibe, zor dide Komara Tirkiyeyê.

Bi taybetî jî piştî salên 2003-an dema ku li Başurê Kurdistanê Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, demokrasiya li deweleta federe ji demokrasiya Komara Tirkiyeyê pêştir hat şirovekirin, Dewleta Federal ya li Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona herêmê û bi taybetî jî ji bona dewletên kolonyalîst yên ku Kurdistan dagirkirine bû modelekê, Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê êdî mecbur bû ku gavekê bavêje.

Di destpêkê de ji bona vê, beriya ku guhertina hiqûqî û desturî pêk bîne, ji bona qursên zimanê kurdî derfet çêkir. Lê di vê projeyê xwe de bi serneket. Pişt re di qaneleke TRTê de bi kurdî 45 deqîqeyan dest bi weşana kurdî kir. Gelê Kurd û Tevgera Bakurê Kurdistanê qiymetek neda vê projeyê jî. Di encam de jî van herdu projeyan jî bandorek li ser kurdan çênekir û ji bona çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd nabû destpêka pêvajoyekê jî.

Piştî van ceribandinan Komara Tirkiyeyê biryar da ku qaneleke taybetî ya kurdî ava bike. Pêşiya hat îlankirin ku ev qanela dê bibe TRT Heşt, pişt re hat îlankirin ku ev dê bibe TRT 6. Demeke kurt e ku TRT 6-ê dest biweşana testê kiribû. TRT 6, di sala nû (2009) de vebû û dest bi weşana xwe kir.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê dest bi xebata TRT 6 kir, di nav kurdan de jî minaqeşe û şiroveyan dest pê kir. Ev minaqeşeyan piştî vebûna TRT 6-ê jî didomîne.

Xuya ye ku Komara Tirkiyeyê dixwaze ji bona çand û zimanê kurdî projeyên din ava bike û ji bona vê hewil dide. Di dema vekirina TRT 6-ê de ji aliyê serokê unîversîteyê hat diyar kirin ku dê li zanîngehan beşa fîlolojiya kurdî dê vebe. Dîsa piştî vebûna TRT 6-ê serokwezîr diyar kir ku dê ji bona pirsa kurd projeyên din çê bikin û bixin jiyanê.

Ev rewşa ji bo kurdan pêvajoyeke nû ye...

TRT 6 û hemû projeyên tên minaqeşe kirin diyar dike ku ji bona pirsa neteweyî ya kurd pêvajoyeke nû hatiye rojevê. Divê rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên Kurdan vê pêvajoyê fahm bikin, şirove bikin, ji bona xwe konsepteke nû ya Kurdistanî ava bikin.

Li hemberî vê pêvajoyê reaksîyon û tepkî û redkirin, ji serketina dewletê re derfet çê dike, ji bona ku netewe kurd bi dewletê re entegre bibe dîmeneke psîkolojîk ava dike. Dema ku bêîmkanî û zehmetiya jiyana kurdan ya dîrokî jî mirov bide berça, şaşiyek dikare bibe sedema wendekirina armancên stratejîk.

Îflasa siyaset û îdeolojiya fermî...

Wek tê zanîn û dîroka neteweya kurd jî gelek aşkere diyar dike, Komara Tirkiyeyê dema ava bû neteweya kurd bû xizmetkarê vê dewletê. Lê piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, neteweya kurd negihîşt tu mafekî xwe yê neteweyî û neteweya kurd ev statuya xwe ya dema Împaratoriya Osmanî jî wenda kir. Bi Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe û ket bin bandora çar dewletên kolonyalîst. Kurdistanê ji metîngehkarî xerabtir bê statuyek qezenç kir.

Komara Tirkiyeyê wek dewleteke otorîter/totalîter, ûnîter, yekbeş ya neteweya tirk xwe ava kir. Ji bona vê diviya bû ku netewe û grubên etnikî yên li pêş avayiya dewleta neteweyî ya tirk, ji holê rabûyane. Wek di van mehên dawî de wezîrê parastina Komara Tirkiyeyê Vecîdî GONUL diyar kir neteweya ermenî encama vê siyasetê bi qirqirinê/jenosîdê ji holê hat rakirin û Rum bi mûbadeleyê û êrişên nîjadperestî ji Komara Tirkiyeyê hatin bidûrxistin. Neteweye kurd jî hat înkar kirin û hat gotin ku “Kurd netewek nîne û Kurd tirk in.“ Ji bona vê jî hemû mafên neteweyî yê neteweya kurd hatin xesib kirin û înkar kirin. Dema neteweya kurd ji bona mafên xwe yên neteweyî, ji bona azadî û serxwebûna xwe jî hewil da û xebat kir û serîhilda û dest bi şerê çekdarî kir, hat qetlîam kirin û serokên wan hatin kuştin.

Komara Tirkiyeyê ji roja damezirandina xwe heta îro di derheqê pirsa neteweya kurd de îdeolojî û siyaseteke fermî ava kir. Gorî ev îdeolojî û siyaseta fermî neteweya kurd, çand û zimanê kurdî tune ye. Kurdistan tune ye û neteweya kurd xwediyê dîrokekê nîne. Ew kes û dezgehên ku hebûna neteweya kurd, ziman û çanda kurd îdia dikirin û Kurdistan wek weletekî parastin, hatin hepis kirin û cezakirin.

TRT 6, îspata hebûna neteweya kurd, çand û zimanê kurd e. Hikumeta R. Tayîp ERDOGANî, diyar kiribû ku dema ku zimanê kurdî bê pejirandin, ew tê wateyê ku netewe kurd heye û dema ku neteweya kurd bê pejirandin jî Kurdistan tê pejirandin. TRT 6, hem pejirandin û îtîrafa zimanê kurdî ye û hem jî îtîrafa Kurdistanê ye. Ev jî îflasa îdeolojî û siyaseta fermî ya Komara Tirkiyeyê ye. Îflasa Kemalîzmê ye.

TRT 6 heqiya kurdan derxist holê û baweriya kurdan bi xwe bi xwe xurt kir...

Siyaset û îdeolojıya Komara Tirkiyeyê digot ku zimanê kurdî tune ye, zimanê kurd ji çend peyvan pêk hatiye, bi zimanê kurd perwerdeyî û îlim nabe. Kurd tu dem jî nikarin xwe bi xwe îdare bikin.

Ev yekê di nav girseyîya kurdan û gelê kurd bê baweriyek pêk anî bû. Her çiqas ev bê baweriya, siyaseta û îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê bi avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê şikestîbû jî û bi TRT 6 ev baweriya xurttir bû. Ev baweriya gelek aşkere ye ku dê piştî vê pêvajoyê neteweya kurd dê mafên xwe yên neteweyî zêdetir bi bawerî bikare daxwaz bike.

TRT 6, heqiya kurdan, heqiya rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên kurdan derdixist holê. Komara Tirkiyeyê derevîn û zilûmkar îlan kir. Siyaset û îdeolojiya fermî ya di derheqê neteweya kurd de rezîl û rûswa kir. Ev jî derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê binketî, neteweya kurd û pêşengên wê serketî ne.

Dîsa ev pêvajoya û TRT 6 derdixe holê ku Komara Tirkiyeyê girêdayî van derewan nikare demekî dirêj jiyana xwe bidomîne. Ez di wê baweriyê de me ku Komara Tirkiyeyê ber bi helandin û parçebûnê diçe.

Divê rewşenbîr, siyasetvan, dezgehên kurdan van pirsan girêdayî TRT 6-ê bînin rojevê, ji Komara Tirkiyeyê hesab bipirsin û di qeda navneteweyî de vê argumantê baş bi kar bînin. Divê bê diyar kirin ku Komara Tirkiyeyê li ser derew û înkara Kurdan siyaset, îdeolojî û helwesta xwe ya dijminî ava kiriye.

Çima TRT 6?

Gelek aşkere ye ku sedsala 21-an wek gelek cara hatiye ser zimên sedsala çareserkirina pirsa neteweyî ya kurd e.

Ev pêvajoya çareserkirina pirsa neteweya kurd li Iraqê, di çarçeweya Dewleta Federal ya Iraqê de formeke Dewleta Federe ya Kurdistanê qezanç kiriye. Li beşên din jî, hem bi bandor û tesîra Dewleta Federe ya Kurdistanê û hem jî encama xebat û têkoşîna neteweya Kurdistanê rejîm û dewletên kolonyalîst ketine tengasiyeke gelek mezin. Li Komara Tirkiyeyê di hemen dem de ji bo mafê çand û zimanê kurdî daxwaza Yekîtiya Ewrupayê jî heye.

Di sedsala 21-an de, girêdayî helwesta neteweya kurd Komara Tirkiyeyê mecbûr bû ku di pirsa neteweyî ya kurd de gavekê bavêje. Ji bona vê wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, di destpêkê de ji bona qursa zimanê kurdî û di qaneleke TRTê de 45 deqîqe bi weşana kurdî xwest ku Yekîtiya Ewrupayê û neteweya kurd bixapîne, lê biserneket. Pişt re projeya TRT 6-ê xiste rojevê.

Komara Tirkiyeyê ji bona ku neteweya kurd dev ji çarenivisiya xwe, ji desthilatdarî, serwerî, ji aliyê desthilatdarî û mafên din de ji wekheviya neteweya tirk û neteweyên din yên dinyayê dev berde û kurdan bixapîne TRT 6 wek projeyekê pejirandiye.

Komara Tirkiyeyê, bi înkar û asîmîlekirinê dixwest ku neteweya kurd ji holê rake û bi tunekirinê kurdan entegreyî neteweya tirk bike, di vê siyasetê de biserkenet, siyaset û îdeolojiya wê îflas kir; di vê merheleyê de pejirandina ziman û çanda kurdî ya de facto dixwaze kurdan bixe nav sîstema kolonyalîst, kurdan dixwaze bike beşekî neteweya tirk û bi awayekî nû kurdan entegre bike.

Divê rewşenbîr û siyasetvan û dezgehên kurdan di vê pirsê de şiyar bin û li hemberî vê helwest û konsepteke Kurdistanî avabikin.

TRT 6 encama çiye?

TRT 6, wek ji aliyê desthilatdar û berpirsiyarên dewletê û hikumetê de tê diyar kirin, encama demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê nîne. Lewra di qanûn û destûra Komara Tirkiyeyê de hîn guhertin pêk nehatine û hebun neteweya kurd bi desturî nehatiye pejirandin. Hîn li Komara Tirkiyeyê zimanê kurdî qedexe ye. Zimanê kurdî zimanê perwerdayî nîne, di dezgehên dewletê de kurdî axiftin qedexe ye. Di Qanûna Hilbijartin û Partiyên Siyasî de kurdî qedexe ye. Di van demên dawî de Desthilatdariya bilind ya Hilbijartinê diyar kir ku di hilbijartinê herêmî de ji derveyî zimanê tirkî bi zimanên din, yanî bi zimanê kurdî propaganda qedexe ye.

Di vê rewşê de sedema bingehî ya avakirina TRT 6-ê derdikeve holê, ku ew jî encama xebat û têkoşîna neteweya kurd e. Têkoşîna neteweya kurd Komara Tirkiyeyê mecbûr kir û xiste tengasiyê ku TRT 6-ê ava bike.

Lewra her çiqas piştî ku Ocalan teslîmî wan jî bû û wek hêza mezin diyar kir ku dev ji desthilatdariya Kurdistanê, serxwebûn û azadiya neteweya kurd berdayê û dewleta unîter ya Tirkiyeyê diparêze û Kemalîzm îdeolojiyeke demokratîk e û divê kurd bipejirînin jî, Komara Tirkiyeyê baş dizane ku neteweya kurd jî dixwaze ku qasî neteweya tirk bibe xwediyê maf, dixwaze wek Kosovayê, Karadagê, neteweyên li Yekîtiya Sovyetê bibin desthilatdar û serwer bin.

Komara Tirkiyeyê ji bona ku pêşiya vê pêvajoyê bigre, TRT 6 ava kiriye. Ji bona vê, dixwaze ku projeyên din bixe rojevê.

Siyaseta fermî nehatiye guhertin û TRT 6 dezgeha dewletê ye...

Çewa ku dema ku qursa zimanê kurdî hat bi darxistin û di televîzyonê de 45 deqîqeyan kurdî weşan pêk hatibû siyaseta fermî ya dewletê nehatibû guhertin, bi TRT 6-ê jî siyaseta fermî ya dewletê nayê guhertin.

Lewra hîn di qanûna esasî (destûra) de guhertinek pêk nehatiye û hebûna neteweya kurd nehatiye pejirandin. Kurdan statuyeke hiquqî qezenç nekirine. Zimanê kurdî wek zimanê fermî nayê pejirandin. Neteweya kurd ji mafên xwe yên neteweyî bê par e û ew mafan hatine xesip kirin. Li Kurdistanê statuya kolonyalîst berdewam e. Bi zimanê kurdî perwerdeyî qedexe ye. Partiyên siyasî gorî Qanûna Partiyên Siyasî di karû xebatên xwe de nikare zimanê kurdî bi kar bîne. Di Qanûna Hilbijartinê de partiyên siyasî nikarin propagandayê bi kurdî bikin.

TRT 6, dezgeheke kurdan nîne, dezgeheke Dewleta Tirk e. Berpirsiyarên TRT 6-ê tirk in. Berpirsiyarên wê yên ku orîjîna wan kurd in jî, di bin xizmeta Dewleta Tirk de ne. Dema ku TRT 6 hat vekirin, ev yeka gelek aşkere diyar bû. TRT 6, bi merşa tirkan, bi wêneya Ataturk û qebra Ataturk, bi sembolên din yên neteweya tirk yên nîjadperest vebûn. Ev vekirina bixwe siyaseta televîzyonê û dewletê aşkere dikir.

TRT 6 dikare di qade xwe de xizmetî ziman û çanda kurdî bike...

TRT 6 di çarçewa xwe de, qasî hukmê xwe dikare ji ziman û çanda kurdî re xizmet bike.

TRT 6, di hemen dem de wek min li rêzên jorîn jî diyar kir encama têkoşîn û xebata gelê me ye. Divê kurd ji vê yekê îstifade bikin. Ji bona ku ziman û çanda kurdî pêş bikeve hewil bê dayîn. Lê divê kurd dezgehên xwe yên serbixwe ava bikin û di wan dezgehan de xebata xwe bimeşînin.

TRT 6, divê bê rexnekirin: Lê xebatkarên wê xaîn îlan kirin û Siyaseta PKKê xizmetî siyaseta dewletê dike...

Di ev çarçeweya nerînên min û kurdên din tînin ser zimên de TRT 6 rexnekirin û ji bona ku TRT 6 li pêş mafê serwerî û serxwebûna Kurdistanê, ji bona mafên neteweya kurd yên neteweyî û kollketif yên desthilatdarî û çarenivisî nebe asteng, xebat kirin û helwest nîşan dan vatiniyeke neteweyî ye.

Lê xebatkarên wê xaîn îlan kirin xizmetî siyaseta Komara Tirkiyeyê dike. Ev siyaseta di nav kurdan de dibe sedema parçebûn û dijminitî. Ji bona vê helwesta PKKê li hemberî TRT 6 û xebatkarên wê şaş e.

PKKê ji bona desthilatdariya xwe, berjewendiya giştî ya kurdî bin pê dike. Ev siyaseta PKKê ya dîrokî û laşî ye. Lewra tê zanîn ku PKKê her tiştekî ne aîdî wê dijmin dihesibîne. Ji bona vê ew dezgehên ku ne bi wan re ne, rewşenbîr û siyasetvanên wan rexne dikin, dijmin û xaîn îlan dike.

KURD 1, televızyoneke kurd e û ji aliyê grub û dezgeheke kurperwer û xwediyê karîzmeyeke neteweyî û Navneteweyî ya serbixwe hatiye ava kirin. KURD 1, televîzyoneke serbixwe û girêdayî hîç rêxistineke Kurdistanê nîne. Li her kurdekî û dezgeheke kurd wekhev mêze dike. PKKê beriya TRT 6-ê jî, KURD 1 wek dijmin û xaîn îlan kir.

Ji bona vê gelek aşkere ye ku siyaset û helwesta PKKê şaş e, divê nayê ecibandin û bê rexnekirin.

Amed, 05. 01. 2009

نەناسراو (not verified)

Tue, 01/06/2009 - 16:17

0 Di çend rojên bihurî de li Tirkiyeyê kenala TRT6-ê ya bi zimanê kurdî hate vekirin.Di vê derbarê de rewşenbîr û siyasetmedarên kurd wê pêngava hikûmeta Tirkiyeyê ji bo naskirina pirsgirêka kurdî di wî welatî de wek destpêkek binav dikin.Herweha li gor wan, vekirina wê kenalê ji bo vekirina kenalên din ên ragihandinê û hewlên çareserkirina pirsgirêka kurdî di wî welatî de deriyek e. Rêvebirê giştî yê Dîwana Wezareta Kulturê ya Herêma Kurdistanê Şakir Rojbeyanî li ser vê mijarê ji PUKmedia-yê re got:“Vekirina wê kenalê ji bo dayîna mafên kulturî yên gelê kurd di wî welatî de, piştre jî vekirina beşa kurdî di zanîngehên Enqere û Stenbolê ku biryar e di demên dahatû de bên vekirin, ji bo kurdên Tirkiyeyê pêngavên baş in.Qet nebe jî milletê kurd di wî welatî de fêrî kurdî dibin û guh li kenala xwe digirin.“ Rojbeyanî diyar kir, li Tirkiyeyê rabuhuriya vekirina kenala kurdî heye û got: “Li Tirkiyeyê 12-15 mîlyon kurd hene. Herweha milletê kurd xebat û qurbaniyên pir dane. Digel wê yekê jî Tirkiye hewl dide, ku biçe nav Yekîtiya Ewropayê ku yekek ji mercên wê ew e ku mafê mirovan neyên binpêkirin, bi taybet jî li hemberî gelê kurd. Pêngavên bi wî şêweyî yên ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve, li hemberî doza kurdî destpêka guhartinê ye. Hemû aliyek jî dixwaze ku pirsgirêka kurdî di wî welatî de bi şêweyekî aştiyane bê çareserkirin.“ Di derbarê naveroka bernameyê wê kenalê de jî, Şakir Rojbeyanî da zanîn, Tirkiye dixwaze bernameyên siyasî tê de nebin, zêdetir kulturî bibin, da kultura kurdên wî welatî bên zindîkirin. Rojbeyanî amaje bi wê yekê jî kir, ew pêngav destpêkeke ku Tirkiye mafê kurd û zimanê kurdî qebûl bike û ji cîhanê re dibêje ku kurd di wî welatî de hene, ku pêştir hebûna kurd qebûl nedikir. Rojbeyanî diyar kir, vekirina TRT6-ê ji boTirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurdî bi sûd e û got:“ Em vekirina TRT6-ê û pêngavên din ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî baş dizanin û bi ya me ew di berjiwendiya hikûmeta Tirkiyeyê de ne.Çimkî ev yekem car e di dîroka dewleta Tirkiyeyê de bi şêweyekî fermî ji bilî zimanê tirkî zimanekî din hate qebûlkirin.Li gor hizirîna wan û felsefeya dewleta Tirkiyeyê ya yek dewlet û yek netewe pêngaveke girîng e.Lê vekirina kenalekî weha guhartina wê felsefe û siyaseta fermî ya dewleta Tirkiyeyê ye, ku ev 80 salin înkara ziman û kultura kurdî dikir.“ Parlamenterê kurd ê ser bi Lîsteya Keskê Arêz Ebdula jî diyar kir, piştî ku li gor rapirsiyan di parêzgehên kurdan de alîgirên AKP-ê kêm bûne û ew pêngav dê di dema hilbijartina şaredariyên Tirkiyeyê de ku dê di meha 3-yê ya dahatû de bê kirin, bala hemû kurdan bikşîne. Ebdula got:“ Vekirina kenalekî kurdî li Tirkiyeyê şikandina qeşayan bû ku lê diviya bû pir pêştir şikestiba.Lê ew nayê wê wateyê ku bi vekirina wê kenalê re pirsgirêka kurdî hatiye çareserkirin.Çimkî piştî pêngavên weha divê pêngavên din jî bên avêtin.Pêngava girîng jî çareserkirina pirsgirêk û berberiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ye.Herweha divê digel wê pêngavê wê yekê jî bizanin ku bi tank, top, girtin, kuştin û gefan pirsgirêk nayên çareserkirin.Lewre en pêngav divê arasteya çareserkirina pirsgirêkên gelê kurd bibe, ew karekî baş e.Lê eger tenê bo xeletandinê bibe, ew dê sernekeve.Çawa ku hikûmeta Beasê li Iraqê kenalekî kurdî bi rojname, radyo û televîzyon vekiribû, lê di xizmeta çareserkirina pirsgirêka gelê me de nebû.Bi berovajiya wan hemû mafên xelkê me hatibûn zewtkirin.“ Ebdulla got:“Eger ew kenala arasteya ku me qala wê kir, serbikeve dê karekî berovajiya hizirîna bihurî ya Tirkiyeyê û qebûlkirina mafên gelê kurd bibe.Herweha dê digel xelkê Tirkiyeyê pirsekê çê bike, ew jî ew e ku ’çima heta niha Tirkiye pêngav ji bo mafên gelê kurd navêtin, zimanê kurdî qebûl nedikir.'Niha jî kenala televîzyonê ya kurdî vedike ku wate mafên din jî rewa ne û pêwîst e pêngavên din jî bên avêtin.“ Li gor Arêz Ebdulla eger Tirkiye pirsgirêka kurdî çareser bike, li gor dewletên derdorê demokrattir e, lê heta ku Tirkiye pirsgirêka kurdî çareser neke, nikare bêje ku ’ez dewletekî demokrat im û parêzgariya mafê mirovan dikim'.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.