Rêzdar kekê Celal(İsyan Bakışlı) ,
gava ez bitesdûfî rastî vê nêrîna we ya bi navê „ Lı Ser Şopa Êzdıyatıyê „ , ku li ser nasandina kesayetî û kitêba min “Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê“ hatiye nivîsandin û di malpera „http://www.dogubayazit.biz/index.php?topic=2394.msg5129#msg5129“ hatiye weşandin bûm, kêfa min gelekî hat.
Dilxweşiya min ya herî mezin ewe ku, naveroka kitêba min “Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê“ bi dilê we buye û hûn dixwazin wê bi xwandevanên kurd, dost û nasên hêja bidine nasandin.
Gelek sipas ji bo van hestên we yên berketî û netewî .
Hêvîdarim hûn û berpirsyarên malpera www.dogubayazit.biz ê di saxî û armancên xwe de her serkeftî bin.
Xemgînî û sersaxî:
ez hemû êrîş-kompiloyên roma reş û yên dagirker-terorîstên ku naxwazin maf û azadiya me kurdan pêşbikeve şermezar dikim. Dibêjim bila rahma Xwedê li ser şehîd kekê Ahmet Özhan û hemû şehîdên Kurdistanê be.
Silav û hurmet
Kemal Tolan / Almaniya 20.10.08