Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 12 July 2008

Gundiyek ji piya de mîzê dike. Mele dibîne.
Çavê melê jî li jina gundî bûye.

Mele dizane gundî yekî dîndar e loma jê re dibêje:

- Welleh te telaqa jina xwe da nuha!

Gundî:

- Gelo çima?

Mele:

- Te berê xwe da qiblê û mîza xwe kir! Wê gavê jina meriv ji meriv berdayî ye. Di Quranê de heye.

Mêrikê gundî ji ber tirsa gunehkariyê dirabe jina xwe berdide.

Roja dinê mele jinikê ji xwe re mar dike û kêfa xwe dike.

Pir kêm ev e kargerî û tesîra ol û dînê îslamê li ser xelkê me yê bêperwerde û nexwenda.

Lê em dibînin, î rıj vanê me yê Xwedê gravî xwenda, zane û qaşo ronakbîr ji mêrikê gundî jî nezantir in.

Öce dibêje 'kemalîzm baş e' ev tev hev dibêjin amîn.
Oce dibêje 'tirkiyeyî rêça me ye - xelk me zorê jî ji Tirkiyê veqetîne em na qetin' ev tev dibêjin welê ye.
Oce dibêje 'li KUZEY IRAQÊ DEWLETEK KURDA YA WEK ÎSRAÎLÊ ava dibe û ev ji Tirkiyê re ne baş e' ev tev dibêjin rast e.

Min baweriyek xurt heye heger Oce sibe rabe bibêje 'jin û qîzên xwe bidin tirka teberik e!' Evna wê tevde bêjin, bila ser çavan!

Ma gava şêxê qelp eraqê divexwar, murîdê nezan ne digot 'ev qudreta îlahî ye. Ne eraq e ava zemzemê ye'?

Ma gava şêxê qelp derewan dikir, murîdê cahil ne digot 'ev hîkmeta îlahî ye, şêx misoger (mutlaqa) tiştek dizane loma wisan dibêje!'

Gelo çi ferq heye di navbera murîdên nezan û van xwendeyên me yên ku li pey qûna gennî ya Oce diherin?

XÊRO

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.