Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 1 June 2008

XAKÛRK Û QENDÎL
Dest ji şer û Xebata Azadiyê na Berdin, Lê çawa?
Dinav partiyekî kemaliste bi zanabun welatperwer cih digirin gelo? Niştimanperwer, eger niştimanperwerbe û bi zanabun xebatê bo îdeolojiya dijminên Kurdan kemalistiyê dijê Kurdistan qebuldikin gelo? Bi gotinekî vekîrî nexê. Lê, eger kesanên xiyanetî û dijminatî dijê doza dewletbûna gelê Kurd kiribe diserên xwede, belê dê cihbirin.
Siyasetmedarên ji derveyên kck-pkk çima bi îsrar dibêjin „Kurdên baş jî dinav wan de hene“! Ez dixwazim vê bêbextiya liser gelê Kurde bi rêya vê kemalist partiya Öcalan û Murat Karayilan dîtinên xwe dubare bikim. Min gelik caran dinivîsên xwed babetek bikar tanî; dema partiya kemalîst kurdên jêre koletî dikirin wezîfa xweya bêşexsiyetê dawî kir, bi gorî Imralî û qiyada KCK hêdê dawî li jiyana wîjî/anjî hatîye. Yanî wekî Ahmet Türk.
Xebatkar dema diçe karê xwe beramberê wîjî sedê sed distîne. Bigotinekî din mûçe(miaşê xwe distîne). Ango Kurdên xebata azadiyê dikin divê berhemên xebata xwe ya êş, westan, malwêranî, talan û kuştîn û hejariya xwe jî bibîne û baş bizane ku ew bo kutsiyeta rizgariya Kurdistane.
Murat Karayilan:“Kürt Özgürlük Mücadelesi'ni daraltmak, kişilere indirgenmek isteniyor. Bu doğrudur. Bu hareketin bir önderliği vardır ve bu önderlik stratejik bir önderliktir. Bu önderlik yapacağı şeyi yapmıştır. Stratejik önderliğin bu harekette önemi açık ortadadır.. Apocu Hareket tarihi yürüyüşünü. Dolayısıyla Apocu hareket tarihin bu önemli döneminde yürüyüşünü sürdürecek Buna tüm halkımızın inanması ve arkasında durması gerekmektedir.“ Aslında bizim yürüttüğümüz mücadele bir çizgi mücadelesidir, Önderliğimizin İmralı'da yaptığı budur, bizim de burada yaptığımız şey aynıdır..“(anf 9.5.08)

Gelo rêberê Murat Karayilan li Imralî çi dixwaze? Dixwaze Kurdan bi kemalistiya dijminên Kurdan ve pitir girêbide, yanjî Kurd tinê di malên xwede zimanê xwe bizanin dixwaze? Ez dixwazim dîsa dubare bikim çima Kurdên Imralî naxwazin dîroka doza Kurdistan bizanin û bibînin. Karayilan “çîzgi mücadelesi“jibo çi dide, mebesta vê kemalîst û dijberiya doza Kurd û Kurdistane.
“Medya savunma alani“ ji kê rizgarkiriya vê KCKa kemalîst gelo? Qada Parastina medya“ bo xizmeta çi bikartînin ev gerîla gelo? Kes bila xwe nexapîne û çavên xweyên dagirtîjî vekin, ev dijê Başûrê Kurdistan bixweye. Min çendan car got çima bostek axa Bakûrê Kurdistan ji xwere nakin qada jehra serê kemalîstan gelo? Jiberko efendiyên bîroya Imralî û Qendîl nerazîne jiberhindê.
Niho li jêr vê siyaseta dijê kurd bixwînin, dibeku zorbeyên xwendevanan ev siyaseta ku bi vekirî û herdemî stratejiya Partiya wane nexwendibe.
Serokê Murat Karayilan û kemalist Öcalan ji Imrali ev emre bo qiyadiya xwe weşand:
“ Esasê Atatürk divê bête naskirin bingehiya Atatürk komarxwaziye. Ger em komarxwaziyê biparêzin, divê em bingehiya komarê biparêzin, rastiya dema avakirina komara Tirkiye em divê biparêzin. Esasê Atatürk divê bête naskirin. Dema ez ji derve jî bum, bo naskirin û têgeheştina atatürk min xebat dikir. Divê em bi rengekî rastî wî têbigehên. Atatürk di dema cengê duyem de jî ne dogmatîk bu. Atatürk xwidan pêşbîn bu, avakirina komarê û parastina wê bi rengekî serketî bi cihîna.“ Tevgera Atatürk divê em welê şilove nekin ku dijminatiya Kurda kiriye“. Kurdên dilsozên azadîxwaz jî vê roreşiya xwe dida ragihandin:
“Sextekariya Kurdên Kurdiniyê dikin belayê peyada dikin, ma Kurdiniya wan gelik bi rumete, ewan bixwe ji derve serbestin, 40 salin dixebitin çima ev ev Kurdayetî nexistin jiyanê?“ Min Kurdîniya erzan nekiriye. Ez di jiyana xwede lipêşiya daxwazên xwe jî nabezim. Lê belê tiştên rast yên ez dizanim ezê herdem biparêzim. Min 20 salin zehmetî bo vê daye, ez divê hurmeta vê bigirim“.(9 Çiriya pêşîn 2001 nivîsa çavpêketina parêzerân, çapemeniya wan ÖP, Tv)
Belê, we ev rêzên lijor ne şaş xwendin, rast xwend. Ev di salvegera dijminê gelê Kurdistan dilxwede avakerê komara Tirkiye û Talankarê Kurdan Atatürk, bi rêya parêzerên xwe Öcalan weko siyaseta Pkk diyar û pêşkêşê Xapandina Kurda kir. Çapemeniya pkk jî bi yek dengî ev parastin û dehbare weko propaganda weşandin!
Gelo Kck(pkk) ev siyaseta xwe piştî serokê wan vegeraha Tirkiye guhartin, yanjî, hêjî li Paytexê dagirker-Suriye-Şamê jî xwidanên vê xapandin û dijê doza gelê Kurd û dewletbûna Kurdistan bun? Jiberku hafiza zorbeyê Kurdan naxwazin hêjî rastiya vê partiya ji terefên Tirkive hatî avakirin dijê Kurdistan, emê fekin siyaseta wan ya hingê ka çi dixwestin.
Dema li Şamê, Pkk û Öcalan: “ Ew kesên bikêrî karên min bên, lê bo min tehlokebin, ez wan dişînim Kurdistan. Piştî li faaliyetên Kurdistan de îmkanên baş peyda kirin, ez ew kesên min bawerî pê heyî yên linik min dişîmim Kurdistan ku wan li wandera dikujin. Ji wan kesên bi baweriya min hatî kuştin, hinekan têxim kirasê şehîdbûnêde û holê jî bi navên wan teoriya berxwedana çiyan û girtîgehan têxim meydanê. Hindî diçit pêşiya min hêdî vedibit û holê jî ez, çi pêwîstiyê nabînim ku wan bikim şirîkên hukomdariya xwe“.
Başe ka bêjin xwendevanên Kurd, di nava vê partiya reş û qirêjde çend Kurd hatine Kuştin bi destên qiyadiya Pkk liser daxwaza Öcalan? Pkk Kurdan bo daxwaza siyaseta Tirka didin kuştin û piştre jî wan “jiyana xwe jidesta“ îlandike û Kurdên xwelîser jî pê bawerdikin, xwîna xwe pitir didin siyaseta dijminkar û kemalistperestan.Çapemeniya partiya dijkur bi xwe 1999de nivîsandibû 25 hezar ji ew kesên ku dewletê gotiye pkk kuştîne Kurdin. Başe têkoşîna çekdarî bu jiholê rakirina Kurde yanjî xapandina Kurde?Ji wê rojê heta îro çihatiye guhartin? Hîç.
Ez dibêjim ew kemalistperstiyê bo siyaseta Tirka dikin, lê daku ev babetan herdem zîndîbe û didîrokêde cihê xwe bigire, vê siyaseta pkk bixwînin.
Dema li Şamê, Pkk û Öcalan : “Ez bo Tirkiye Hêzeka nedestketîme. Hêdî ez dixwazim hon têbigehên.Eger ez biçim honê li pêşberên xwe bi 10an rêxistin bibînin.Eger heta îro bi 10an rêxistin liber singên we nebûne, ev ji dewla serê mine. Me, çi pêvajokên ji derveyê me bikeve rê, rê nedayiyê.Eger heta îro çi hêzek bo pirsgirêkê derneketîbe ji dewla serê meye...Lê, ez nikarim garantiyê bidim we ku hemîdema bibim asteng, jiber vê çendê ez dibêjim rojek dê êt min li paş bihêlin, hon wan li pêşberên xwe bibînin vê ehtomalê divê hon baş hesap bikin. Bila karbidestên dewletê xemxwarbin.Eger ne li pêşiya hemuyan tehlokeyek mezin heye bêjim, wan bo vê tiştê didim hişarkirin... Heta îro jibona ku ez otorîteya xwe dinav qiyadiya pkk de bihêz bikim,dinava endam û Kadirên bilind de, ji 3 ya 2kes min dane kuştin-rakirin-paqijkirin ev ne tiştek hindike.Ev kiryarên min dayîn kirin rojekê dê hesabê wê êtepirsyarkirin“. Sekreterê pkkli Suriye birêyên rojnamevanên? Dewleta Tikî ev bê bvebir rêdikir bo desthilata dewleta tarî.
Pkk bo artêşa Tirkî jî ev siyasta xwe bê vebir bo dewleta Tirkî di daweşandin û Öcalan: “Cêşa Tirkiye hemî dema serkêşiyan hêzên pêşvero dike“. Ser vê çendêre, em welê gelik tistekî zêde bixwazin jî nîne. çi daxwazên meyên axê jî nîne, min ev jî daye işkerekirin. Ez dibêjim eger jiyana min ya şexsî bête garantî kirin pêwîstbe ezê ligel Alpaslan Türkeş jî rûnim“. Bo dewleta Tirkiye ez tucaran nebûme tehlokeyek divê hon holê bizanin. Yên vî tiştê min têtgehên jî hene. Ewan berpirsên dewletê yên dicihên herî biling de dizanin. Ji despêkê were çi daxwazên min yên axê parçe bike nebûye. Mirovên li gel minin dibeku mebestekî wan mirov dikare bêje hebe. Lê, min herdem ev didilê xwe de henekên xwe bi wan dikir/dikim. Ew kesên bo dewletê dibûn tehloke û xwidanên bîr û baweriyekî Kurdî min ji dewletê pitir ew didan kuştin û ew giheştin van rojan“.
Pkkê cêşa Tirkiye jî kire pêşvero û hêjî Kurdên menfietperest û xaîn piştevaniya wan dikin! Jiyana kesekê buye berhemê bi dehhezaran Kuştina Kuran? Ev qas bê ehlaqî, çawa hon dikarin serên xwe çemînin û vê bê îradeyê qebuldikin gelo?KcK (Pkk) û Öcalan dijê Otononiya 1970 de ku serwerê Kurd û Kurdistan rêberê mezinê gelê Kurd û Kurdistan bi têkoşerkî bê wêne standibû. Dewleta Tirk wîdemî dijatiyekî mezin liser Bexda girêdabû. Nerazîbuna xwe diyarkribun. Wan dizanî ku dema Barzanî Otonomî ji Kurdan re stand subehî dora Bakurê Kurdistane jî. Ev bi mantiqî eger mirov bi fikire derdikevit ku ev siyaseta Pkk dijê dewletbuna Kurdistan ji wî demî têt. Sala 1970de dewletê ew bo astengan bêkbîne amadekiriye.
Ocalan: „Güney'de Kürt devleti kurulacak. Peki, daha sonra ne olacak? Bu çözüm Türkiye için çok tehlikeli olur. Türkiye'de bunu isteyenler, tehlikeyi göremiyorlar. Oysa bu planın sonucunda neler olabileceği büyük güçler tarafından hesaplanıyor. Böyle olursa Türkiye'nin bir tarafında Ermenistan, bir tarafında Kürdistan bir tarafında Yunanistan olacak. Bunu göremiyorlar“28.9.07(26.9.07çarşembAv.Gör). Ocalan: Mirov dikare Ataturk zîndî bike belê miriv dikare zîndî bike. M.Kemal bi taybetî têkoşer bû“. Emerîka dixwaze Kurdan di bin kuntrola xwe de bigire û ev jî dê bibe sebebê parçebûna Dewleta Tirkiye û ev gaziya min ya dawi ye. (3.8.07 Hevdîtina Avukatên Ocalan).
Lêbelê heçî Kurdên Imralîne zîhniyetekî derî girtî û bêyî ku hizra qewmê Kurd bikin bi çavên kore û mejîyê nivistî di rêyekî nediyarde dimeşên bo xatirê kemalîstiya Ocaln û KCk. Dibêjim ne diyar, lêbelê bi gorî wan rêya ku liser dimeşên diyare! Lê divê bizanin ew diyari rêya asteng danîna doza Kurde û parastina siyaseta rejîma talanker û militarîsta Dewleta Tirkiye.
29.10 1999 de ji berku serokê pkk-kck xwe û siyaseta partiya xwe bo tirkiye û cîhanê bide naskirin 8 endamên xwe ji Viyena her yekê gulek didestande bi merasimekê teslîmê mirîstana Tirka kirin. Ev roj, roja damezrandina Komara Tirk ya bi bêbextî û zordarî li Kurd û Kurdistan kiriye. Bi rastî hindî ez bixwe jî dibêjim û dinivîsim. Ev şebeka ku dinava salên 1970de ji terefên dewleta Tirkve hatî avakirin, bêguman mekanîzmakî bi qowetjî liser wan daye cihkirin. Jiberku roj bi roj û meh bi meh û sal bisal ev kontrola dewletê li ser KCK û Öcalan liber cavên hemû cîhanê dixweyêt. Lê tinê Kurdên Kore û bê sûûra Milli mirîdên Öcalan û KCK tinê naxazin bibînin û bizanin. Yanjî jiber ku reîs Belediyekî bikeve destde pêl krakterên xwedikin û vê sersorîya xiyanet qebuldikin.
Ajotina siyaseta Ji terefên serleşkeriya dewleta talanker û zordar ve tête ajotin, Kurdên Imralî berdewam bê şûûrên milli û Kurdistanî destekê didin vê siyasetê û welê didin nîşandan ku, heçku „ew Kurdan temsîldikin“, halbûkî ev ji rastiyan gelik dîre/dure. Bizava rizgariya Kurdistan bi merc û baweriyên xwe hene, bê ku tenezlên mili bide, erkên dîrokî û rizgariya Kurdistan dike armanc ji xwere. Lê partiya Imralî û Xakûrk û Qendîl ji vê rastiyê gelik durin. Kurdên „ sê rûyên wan heyîn vê rastiya milli bo xatirên berjewendiya xwe ya şexsî, yanjî bi zanabun qebûlkirina vê xiyanetê diparêzin, hecku wên kurdayetiyê dikin!! Di rastiyêde di binnavê kirasê Kurdiniyêde pkk dijminatiya Kurd dike. Dîroka avabûna dewleta kemalîstan bi Kurdan dixwaze bide kebûlkirin û heta radeyekê ev siyaset xistine nav mejiyên Kurdên îmralî duvelankên wande. Belê ev felakete mezine liser gelê Kurd tête meşandin û parastina dewleta Tirk û îmkanên amadekirina têkdana Basûrê Kurdistan e.
Parêzerên(?) Öcalan ji devê wî biryarên gelik dijwar dijê gelê Kurd û Yahûdiyan(Cuhiyan) didin. Sebebê ku Öcalan vê siyasetê pêşkêşê nava Kurdan dike, - Qendîl û Xakur ewan jî herfiyen tetbîk dikin, hemu jî dijatiya azadiya Kurdistane. Ev, vê didit nîşandin ku liser daxwaza Tirkiye Israîl li ber çavên Kurdan negatîf diyarbikin. Belê Israîl ne Kurdistan talan kiriye, nejî dijê Kurdistan siyaset meşandiye. Belê, her dewlet bi gorî siyaseta xwe ya bingehî karên xwe yên dîplomasî dimeşînin.
Dûhîbu liser xatirên dewleta talanker ya Tirk li Elmanya bi biryara komîtên ku bi biryara kesên Tirk di nav pkk de, kurdên karker û hejar rêkirin ber kunsûslusa îsraîl û wan li wêderê kirin kurbanê berjewendiyiyên siyaseta Tirkiye. Kurdan ji vê ders negiritin. Mexseda min Kurdên Imraliye.
Herkes ji xwe dipirse, yanjî her dipirse; Kurd divê tecrubeyan ji demên bûrî û dîroka xwe bigire. Belê Mirov dê çawa „mastê ceribandî dubere biceribîne?“ Duyem nimone, haşa ker – kere dema dirêyekêde diçe û dikeve, carekadî zehmete ew wê rêya hatî ceribandin dubare bi ceribîne û dîsa derbazbibe. Dinava însan û Heywanande ferqên mezin heye. Lê hindek Kurd naxwazin tecrûbeya lêdan, êşê, talan, Kuştinê û talanbuyina Kurdistan bizane û bibîne. Egerên wê renga reng mirovdikare berçav bike nimone; Kesekî dinava partiya Imralîde cih girtîbe ew mecbure wekî öcalan katil û dişminê Kurdan atatürk biparêzin. Ev yek, duyem jî, Öcalan siyaseta ku partiyên wekî DTP tayin dike, kê dane serkarî û kê bavêje, kiye baş siyasta kemalîzma Tirka biparêze wan dane ser serê Kurdên Îmralî. Bo vê kesek nikare devê xwe veke . A.Türk daniye ser, ew jî mecbure wekî Öcalan kemalîzma qatil biparêze, yanji A.Tuğluk, yanjî H.kaplan ûwd. Kes bila nebêje ez îro derdikevim TV ya û bejna xwe nîsa didim. Hon hemî dibin yek gotina Ji Imralî dene. Ew jî, çi siyasetê dijê hebûn, dewletbûn û têkoşîna mili ya Gelê Kurde difikire, ser hemî halanre hon jî baş dizanin. Lê hon jî stoxwarin.
Kiye li Cihê Babê Tirka? Ocalanû KCK ye ku qîmetê wan bi pêc peran.
Hindek ji wî re dibêjin partiya wî Kurdiniyê dike, wî ji zûde xwe daniye cihê Babê Tirka. Bi gotinekî vekirî ji kemakîstan pitir bu kemalîst ji dijminan pitir bu dijmin û di komkirina vande hêjî navêên Kurd yanjî Kurdistan tînin ziman! Bi aqilê dewletê ev civaka bêçav û neguhdar lipê xwe di xirkîne. Seyre û ecêbe!
Ahmet Türk Dibêjit „ Em çareseriyê ne ji Yeyikîtiya Ewropa û nejî ji Emerika kebûlnakin“. Ahmet Türk demekî dirêje xizmeta Pkk û Kemalîst perestê Tirka Öcalandike. Ev gotina Türk bêguman bi wateye. Çimku avabuna Kurdistan eger ku harikariya dewletên navdewletî nebe gelik zore bo Gelê Kurd. Vêca ev siyaseta Türk ku vê dawiyê li Berlîn bo ewropiya dixwaz bide qanekirin.
Hasip kaplan jî dibêje , „Em felsefa Anayasaya Atatürk dixwazin“. Hîç yek Ihtîraza me weko DTP nîne kû yekpareya axa Tirkiye, Yek ala, û resmî yek zimanî jî minakeşe bikin“. Ev siyaseta ku Hasîp xwe şirînê deletê dike ya hemfikirê wî KCK –İmraliye.
KCK sigorta Dewleta Tirkiye bo Kuştina xortên Kurdan
Leylo Zana jî li kolanên Ewropa “Öcalan sigorta Kurdaye“ dibêjit.Çima Leylo vê propadandê ji Imralîre dike gelo? Leylo bo partiya nu yaku bi biryara Imralî derketî û hatî avakirin dixwaze cihê xwe têde bike. Ev cih ne bi îrada Leyloye , belku liser daxwaza Öcalane. Bila bête bîra xwendevanan di hevditinekê de ji Leyla zanare digot; divê tu Mehdî berdî. Ehlaq nemaye û evan jî hayên wan ji ehlaqî nemaye, tinê berjewendiye kesatiya xwe bistînin, îrade, siyanet yanjî Kurdewarî bo wan pênc peraye. Ew sigotra tu behs dikî ez redikim Leyla Zana. Imralî ji tere çi emirbike tu ji babê xweyî tu nakî. Kurd divê îtibarê bi kesên weka van nekin û birêya van dubare Kurdan dixapînin bo siyaseta Kemalîstan.
Eger ew ji tere buye sigorta, kabêje cend cara meîne û dixtorên te heqê wê ji terefên îmralîve hatiye razandin Leylo? Şerme honê kengê bibin xwidanê aqilê Kurdayetîyê? Gelo partiyekî dijkurd û kemalîst dibe sigorta Gelê Kurd? Gelo nijadperestiya Tirk dibe sigorta gelê kurd?
KCK-Ocalan çi emir dikeKurdên lipê wî diçin: “Ben M. Kemal'in olduğu yerdeyim, O'nun kıyamet kopardığı noktadayım. Ben bunları dile getirdiğim zaman bana Kemalist oldu diyorlar. görüşlerim, düşüncelerim bellidir. M. Kemal bu noktada önemlidir“. Mustafa Kemal başarılı olabilmek için Kürtlerle de bilinen ittifakı yapmıştır“. (11.1.2008 çapemeniya wan)
Madem ew bixwe dibêjit dîtin û ramanên min ji berêde jî ev bune liser M.Kemal Atatürk wî demî Leyla zanî û bi hezaran wekî wê bi zanabun xiyanetê li doza gelê Kurdistan didin. Ocalan xwe daniye cihê babê Tirka û Kurdên bê qkil jî livuv xwe dikêşit.
Leyla Zana ma ne şerme tu ramana „dijmin“ dikî sigorta Kurdan? Ango didemê avakirina Dewleta talankerde M.Kemal çi bi serê Kurda aniye îrojî, îro dibinkirasê Kurdande bi xandinî û „Tişta ku wî dixwst hingê bike, yanî KCk dixwaze pêk bîne“.Kesên wekî Leyla Zana ji vê xizmeta bê şesiyet re amadene û dîroka pêşiya 85 salan dixwazin binavê kirasê Kurdan dubare bikin?
Serok wezîrên Tirka Recep teyip Erdoğan jî sê mercên bingehiyên dewletê rêzdike: “Tek devlet,Tek bayrak, tek dil.“ Ango ekî H.Kaplanê DTPyi.
Serokê Leyla zana û siyaseta partiya wê kck çi têxin nav mejiyên Kurda: „Önderliğin bir çok panel konusmasinda çözümlemesinde, değerlendirmesinde, şunu açikça söylemiştir; „biz Türkiye geleneğine Türk generallerinden, Türk yöneticilerinden daha fazla bağliyiz. Türk halkının çıkarlarını onlardan daha fazla savunuyoruz“ (21 Mart 1999 ÖP) . Ocelan û KCK ji generalan û ji rêbeberên dewleta Tirkan zêdetir parastina siyaset û berjewendiyên bingehiya dewlwtê diparêzin.
Kurdistan Air Ji Ewropa
Kurdên li welatên Ewropa dijiyan digotin, eger rojek bêt ku Balefir direk biçin bo Kurdisran çiqas bilêt giranbe ji emê pê biçin. Piştî ku Balefir ji çend welatên Ewropa diret bo Kurdistan sefer dan despêkirin, mejiyên hevparên siyaseta KCK – Ocalan û generalan nerihetiya xwe înan ziman û kagelo dê çawa vê rêya Balefiranji Ewropa diretk bo Kurditan bidin rawestandin û dîwarekî bêxin nava Başûr û Bakûr de, rêya vê jî gotin divê em Barzanî rihet nehêlin.
'Üst rütbeli bir Türk askeri yetkilisi Güneydoğu olaylarini değerlendirirken:"1 Mart tezkeresinin reddedilişinin Türkiye'ye en büyük maliyeti, Güneydoğu halkının zihinsel ekseninin Avrupa'dan K.Irak'a kayması oldu. Bu kayışı durdurabilmemiz, K. Irak'la Güneydoğu arasına set çekebilmemiz şart. Bunun yolu Barzani'yi rahat bırakmamaktan geçer." (Yasmin Congar 10.4.2006 Milliyet)''
Gaziya min bo Kurdên li Ewropa dijîn eveye: Hon çibikin, hindî jiwebêt liser wan welatên talanker re neçin Kurdistan. Birêya Balefirên direkt diçin Kurdistan herin û bi teybetî bi Xeta Kurdistan seferan bikin.
Ma gelo ev Kurdên liduv KCK diçin aqilê xwe xwarîne ku vê siyaset bê bingeh û direv û xandin nabînin û diparêzin?
Mesut Yilmaz: „Irak`taki federal çözüm bize de bulaşabilir!.. Federal çözüm dünyada uymayacaği tek ülke belki de biziz!.. Çönkü sonu bağimsiz Kurd devleti ile noktalanabilir“ (6 Eylül 1995 Milliyet) Başe çi hatiye guhartin ji wî demî heta îro? Yilmaz dizanit meziyê Tirka xiloxeye û tehemula hebunekî Kurd ne tinê li Kurdistan Li Efriqa be jî dê nerazîbin. KCK çi dixwaze? Hîç. Ew jî ji dewletê pitir dewletparestiya Tirka dike û dijê Başûrê Kurdistan weko li Jorjî hatî diyarkrin teman dijin. Kck-Ocalan: „Şimdi Güney'deki Kürt oluşumu şu an kazançlı fakat bir gün bölgedeki dengeler değişirse Kürtler ile Türkler, Kürtler ile Araplar, Kürtler ile Farslar karşı karşıya gelir. Bu çok tehlikelidir. Buna karşı Güneydeki oluşum dar, milliyetçi çerçeveden çıkarak demokrasiyi içselleştirmelidir." (17.5.2006Av.görüşmeleri)
*Kck û siyaseta wan: „Başkan ve kürt halki gerçekten Türkiye`nin daha fazla yipranmasini istemiyor. Hem içerde, hem disarida Türkiye`nin zorkuklarını biz çok iyi biliyoruz. Daha fazla Türkiye`yi zorlamak istemiyoruz. Bu noktadan itibaren Türkiye`yi bu zorluklardan kurtarmak istiyoruz.“ (20 Heziran 1999 ÖP)
Ma êke yanjî didone, bi hezaran vê propaganda gen û gemartî ji parastina dewleta Tirka re dikin. Herçende ez KCK partiyekî Kurd na dibînim. Jiber ku partiyek bikare ji xwere bêje ez Kuridayetiyê dikim dim divê van çend nbingehî red û nefretbike: 1) Kemalistiyê red bike. Dijê Siyaseta wî be.2) Nebin parêzvanê dewleta Tirk.3) Dijê dewleta Kurdistan nebe. 4) Alaya Kurdistab Resmen nasbike û wê ala xwe bizane Ku alaya Gelê Kurdistane. KCK û Imralî dijê van xalên bingehîne. Bi gotinrkî din, siyaseta Kurdayetî ji wan dure.
*Fatih Altayli: "Kürt Sorunu demek çok doğru değil. Bir kısım Kürt'ün sorunu olabilir belki. gerçi PKK'nın da bölücü olduğu kanaatinde değilim ben. „Tam olarak yani bu konudaki fikirlerimin tamamını söylersem derginizin de, benim de, hepimizin de başınız belaya girer. Ben PKK'nın bölücü bir örgüt olduğunu düşünmüyordum yakın zamana kadar." Niye derseniz, Abdullah Öcalan'a bakın, yakın zamana kadar söylemlerinde, PKK'nın üst düzey yöneticileri bölünmeye karşı tavır aldılar. Lider devletten yana oldular. Teröristtir, eli kanlıdır ama bence özünde bölünmeden yana değildir. Eski söylemlerinden çıkarıyorum bunu ve kendisiyle yaptığım görüşmeden. " (Haber7 14.7.2007). Altayli dema li Şamê wî bi Sekreterê Pkk bi sietên reş ev siyaseta dijê kurd diaxaftin. Wan her hingê û berê jî dizanîn ka jiber çi egerê dewletê ji xwere ev şebeka Kurdkuj avakiriye, lewma dibêjit ez „bêjim dê serê min jî û kovara wejî bikeve balayêde“.
Şam û siyaseta ku bi rêyên kesên wekî Altayli dişandin Tirkiye, Öcan: „Ez bo komara Tirkiye hêzeka nedestketîme. Hêdî ez dixwazim hon têbigehên.Eger ez biçim honê li pêşberên xwe bi 10an rêxistin bibînin. Eger heta îro bi 10an rêxistin liber singên we nebûne, ev ji dewla serê mine. Me, çi pêvajokên ji derveyê me derbikeve rênedayiye. Eger heta îro çi hêzek bo pirsgirêkê derneketîbe ji dewla serê meye... Lê, ez nikarim garantiyê bidim we ku hemîdema bibim asteng, jiber vê çendê ez dibêjim rojek dê êt min li paşbihêlin hon wan li pêşberên xwe bibînin vê ehtomalê divê hon baş hesap bikin. Bila karbidestên dewletê xemxwarbin. Eger ne li pêşiya hemuyan tehlokeyek mezin heye wan bo vê tiştê didim hisarkirin. Heta îro jibona ez otorîteya xwe dinav qiyadiya pkk de bihêz bikim, dinav kadir û endamên bilind de ji 3ya 2 kes min dane kuştin-rakirin-paqijkirin ev ne tiştekî hindike. Ev kiryarên min dayin kirin rojekê dê hesabê wê ête pirsiyarkiri“.
Gelo Leyla Zana bi çi ehlaqî û şerm nake vê siyasetê dike sigorta Kurda?
Ma gelo ev kesên jixwere cihekê dinavde digerên ji endam û qiyadiyên kck çêtir dizanin ew sigorta Tirkiye ne yanjî ya Kurda ne? pêşiya çend salan liser buriya Tv ya Birayê xwe Osman hodigot: “Her weha serokê mejî ji despêkê ev rastiya heye dîtiye û îtîbar bi neteweperestiyê jî ne kiriye“. Gelo ne şerme Leyla zana dixwaze jibona cihê xwe vê bi bike sigorta Kurda? Ma bi rastî jî tu kureyî? Yanjî bo îrade binpêkirina gelê Kurd Tişta İmralî Emirbike şerte tu û yên bi hezaran weka te vê dijatiyê didomînin?
Jibona hêza leşkerên Tirkî jî ho digot Kck(pkk)Öcalan: „ Cêsa Tirkiye hemî dema bawemendbûye ku hêzeka çareseriyê ye. Em diazin cêşa Tirkiye hemî dema serkêşiya hêzên pêşvero dikêşit“ Servê çendêre, em welê gelik tiştek zêde bixwazin jî nîne. Çi daxwazên me yên axê jî nîne min ev jî daye işkerekirin. Ez dibêjim eger jiyana min ya şexsî bête garantîkirin pêwîstbe ezê ligel Alpaslan Turkeş jî rûnim.“digot.
Leyla zana tu bi çi sifatî dikarî Artêşa dagirkerên Tirka bikî sigorta Kurda?
Rojname Hürriyet, „Amarika PKK’yi bizim için değil, Kürtler’in başina bela olmasin diye Irak’tan sürüp çıkarmak istiyor“(21.7.2003). Emerîka nejibuna me dixwazit Pkk ji Iraqê derbêxe, ji berku nebe bela serê Kurdan dixwaze bavête der“
Leyla zana siyasetekî bo Kurda buye bela, çawa tu vê dikî sigorta Kurdan? Belê Jixwe diserîde kesên weka te jî ev serşorî û koledarî û xiyanet qebulkiriye, lewma mecburî vê siyaseta bê bingeh, dijê Kurdan li kolanên Ewropa diparêzî?
Liser masa pkk îtifaka bi îranê re heye
Malpera Kck-rojaciwan: „Eger ku Pkk bêçare bimîne liser masa wê îtîfak bi Iranê re heye“. Liser Iranêre jî bi piştgiriya şiiyan dakevin nav Iraqê. Berxwedana gerilla bi piştgitiya şiiyan dê tesîra xwe liser Iraq û hukumeta feredere ya Başûrê Kurdistan bi kuratî bike.(ango bo hilweşandin û bê îstikrarkira wê îg). Dê berjewendiyên Emerîka Li herêmê vale derbêxin. Di baweriya Rejîma Iranê de dijê (Iraqê) û Emerika bi têra xwe mirov dikare vê piştgiriyê bîbîne. Ev core berxwedan jî dinav iraqêde, beşeke ji berxwedana Tevgera azadiya birûmet. „ Li aliyê din valekirina herêma parastina mediya ji terefên gerila ve ji bona Tirkiye dê pirsgirêkê herî kûr derbikeve“. Di evê manêde temeniya me ewe ku gelê meyê Başûrê Kurdistan cihên xwe dinav partiya xwe pkk de bigirin“. (PKK eğer ki çaresiz kalırsa masasında bir İran ittifakı var. İ ran üzerinden de Şii destekli Irak içerisine girmek sözkonusu. Gerilla'nın Şii desteği ile ortaya koyabileceği direniş Irak ve Güney Kürdistan Federe Hükümetini derinden etkileyecektir. Bölgede ki ABD kazanımlarını boşa çıkartacaktır. İran rejiminin Irak ve Abd'ye karşı mevcut bakış açısıda bunu yeterince desteklemekte. Özgürlük hareketinin bu tür direnişide onurlu bir mücadelenin parçasıdır. Diğer yandan Medya savunma alanlarının PKK gerillalarınca boşaltılması Türkiye için en derin sorunu yaratacaktır Bu anlamda Güney Kürdistan'lı halkımızın da kendi örgütleri PKK'nin yanında olmasını temenni ediyoruz(25.2.2008 Öcalan-kck sitesinden).
Başe ev siyaseta Imralî kî, çi û çawa fêhmdike? Kurdîniye yanjî dijminkariya Kurdistane? Min li jor destnîşankir ku ev ne partiyekî Kurde. Li Iraqê dê kiryarên terorkarî çêbikin li Başûrê Kurdistanê jî xizmeta dewletên talanker bi kiryarên xirabkar encam bidin. Jivêre jî dibêjin em dest ji xebatê bernadin?
Partiya ku gelê Kurd weko gel kebul nekin yên wekî dtp-Ahmet Türk, Ayset Tuğlu,û Tuncay Bakirhan û Leyla Zana ûhw.. gotinên ser berfêne. Ango partiya DTPê û Ahmet Turk kurdan wekî “milet“ qebûl nakin û ji bo kurdan jî tinê mafê bikaranîna zimanî û kulturê dixwazin û dibêjin bila qanûna esasî jî behsa kurdan neke, lê belê tinê bila bibêje; “jihevguhartî dewlemendî“ (farklılıkların zenginlik olduğu) ye. Ev ramana serokê Ahmet Türk û hemî dtpê yê Imraliye. Şerafettin Elçi û Sertac Bucak divê xwe ji vê bê şansiyê dur bigrin. Bîra hestên xweyên berê bikin û dîrokêde jî eger bixwazin cihbigrin, divê bê şert û merc doza milliyê gelê Kurdistan biparêzin.
Doğu Perînçek kemalîstekî zor mejî tenge û bi Birayê xwe Öcalanre dema li Şamê pêre roportajek kiribu. Ew weko bruşûrekê hate çapkirin û pkk li ewropa difirot.
10 Tebaxê 1920 peymana Sêvrês .Dî evêpeymanêde 3 xalên wê behsa Kurd û Kurdistanê dike. Biteybetî xalên 62,63, 64.
D.Perinçek: Rexneyekî din jî heye liwe tête girtin: “Dixwazî Sêvrês(sewr)a nû peyda bikî“ wekî vê. Bo vê hon çi dibêjin?
A.Öcalan: “Bermayên Sêvrêsê ewan bi xwene dibêjin. Li vêderê boyera Sêvrês çiye? Sêvrês dibin nîrê emperyalîzmêde ye mane welêye?
D.Perinçek: Belê raste.
A.Öcalan: Bi şêweyek mêtingehkariyê welêye! Dibin sîstema dagirkeriya emperyakîstan de bilhêlin ma ne welêye?
D.Perinçek: Belê raste.
A.Öcalan: “Ê niho? Ez dipirsim bi teybetî bo ewên çavên xwe girtîn: Kîne heta bi gewriya xwe li gel NATO, Emerika û Ewropa ve girêdayî? Û dîsa dabaşa Kurd li Ewropa kî pişgiriyê dike? Çareserkirina bi destên Emerîka çiye? Civînan berfireh dikin. Ev civînên hene li kîderê, li kîjan metropolê de çêdikin û kîne beşdardibin? Peywendiyên wan ligel kêne? Êk ji jê eveye ku hon giringiyê bidin vê. Duyem çawa dibit ku hon PKK bikin laiqê vî tiştî: Dibêjin PKK Sêvrê tîne pêş. Nexê! PKK piştgiriyya gel distîne. Kanê Özal, digot dibeku didemekî nêzîkde belku ez biştgiriya Otonomiya Kurdan bikim“ digot. Evên hene piçek din bêne tengavkirin “ Emerika Federasyonê dixwazit bo vê jî emê bibin navçî“ dê bêjin. Her ji nihove dixwazin hindek kurdên dîvelank cihger pêkbînin. Çareserkirina van, bi piştgiriya Emerîka û Ewropa çareseriyekî wekya Sêvrê ye û îrojî ewên min bi Sêvrêsê ve tawanbardikin bi gavên hêdî hêdî bilez diçin bo şêvrê bêku bizanin ev mesele çiye û neçiye hinek tiştekê dibêjin hon jî welê bîra xwe dikin, dikevin rêyekî xirapde. Bo vê çendê, bingehekî pirsgirêka PKK heye, PKK şoreşa rizgariya Tirkiye lêkolîndike, bi nîv dijê emperyalîzmê dibînit“ (Doğu Perinçek, 23-25.10.1989 li Şamê)
Lê ez divî warîde temînatê didim we( ku Kurdistan neyêt avakirin) Ji despêkê jî çi daxwazên meyên axê parçebike nebuye. Mirovên ligel minde nin, dibeku mirovê dikare bêje mexsedekî wan mirov dikare bêje hebe. Lê, min herdem ev didilê xwede henekên xwe bi wwan dikir. Ew kesên bo dewletê dibûn tehloke xwidanê bîr ûbaweriyekî Kurdî min ji dewletê pitir ew didan kuştin û em giheştin van rojan“.
Gelô çi guhartin dinava 1989 - 2008 de buye dinava siyaseta KCK de?
Ger Kurd aqilbin kesek li duv vê partiya xiyanet nabîne, lê egerku bê aqiliya xwede îsra bikin , jixwe ne carekê dehcaran jî rêya pêve diçin bikevin jî, dîsa bo wan ferk nake.
Serokê wan ji rewsa Kurdan ya îro re jî dibêjit wekî Sevrêsê yeSevr'e û rewşa îro wekî rewşa 1918 êye. Îro jî rewşekî wekî ya Serês heye. Lêbelê ev welê newekî demê Sêvrêsa wî demiye, ne welê şêvrêsekî biçûke, dormandurî planekî Sevrêsê heye. (Öcalan, “Bugünkü durum 1918'deki duruma benziyor. Bugün de bir Sevr durumu var. Ancak bu öyle o zaman ki Sevr'e benzemez, öyle küçük Sevr değil, daha kapsamlı bir Sevr planı var. (11.1.2008 çapemeniya kck)
Ocalan yani KCK:“Şam'da bir İngiliz yetkilisi, "Talabani'ye, Barzani'ye yardım ediyoruz neden size yardım etmeyelim" diyordu. Bununla benim fikrimi öğrenmek ve onların denetimine girmemizi istiyorlardı. Ben kabul etmedim“. „M. Kemal de bağımsızlık ve özgürlük düşüncesiyle yola çıktı ancak dış güçler onun ilerlemesini engellediler. Bu dış güçler şimdi benim etrafımda çember oluşturdular“, (14.3.2008 çapemeniya kck)
Ev çend têbîniyên siyaseta xiyanet û dijê Kurd, birêya Rojnamevanên dewletê, bê vebir Ocalan dubaredikir wî demî. Îrojî firsetek bo siyaseta dewleta Tirk didestên xwede girtine bi rêya piştgiriya dewletê bixwe. Ango Xakûrk û Qendîl ji kê hatiye azadkirin ku pkk navê “ Medya Savunma Alanları“ bi kar tîne û vê weko axa ji dijminan rizgarkirî bo ew Kurdên serşûr û bê îrada milli didin reklamkirin gelo? Xakûrk û Qendîl bi xwîna Pêşmergeyên dilovan hatibu xemilandin. Dawiyê ez vê dibînim li Xakûrk û Qendilê: “ Eger, sibehî Tirk hêzên xwe dinav pkkde li wan cihan bicihbikin çi diqewime gelo? Honê bêjin, jixwe ew gerilayên serokê wan li wêderê bicihkirîn bo berjewendiya siyaseta dewleta Tirk buye. Belê raste lê, jiberku daxwaza siyaseta vê şebekê hilweşandina her berjewendiyekî Kurde, bo vê serşoriyê jî amadene xwe bo xatirê dewleta Tirk jî bidin Kuştin.
Ez welê dibînim ku didemên pêşde, Tirkiye misyona ku daye pkk, ango, Imralî - Xakûrk û Qendîl, yan divê dewlet û kemalistberestiya xwe bi kuştin û întaharan îsbatbike dijê Başûrê Kurdistan, yajî vê misyona xwe dinava Bakûrê Kurdistanêde wekî berê dijatî û dijminatiya xwe dijê rêxistinên Kurd bi tundî bide berdewamkirin. Ev didemên pêşiya mede, eger vê buyerê rûda hêdî ji Kurdên Imralîre dibe direnk ku bêjin: Menezanî ev şebekeyekî dewletêbuye“.
Îsmaîl Girikî
01.06.2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.