Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 18 May 2008

- [b][i]Ji Komîteya Kargêr ya nû hêja Şermîn Bozarslan li ser armancên federasyonê yê pêşerojê daxuyaniyek taybetî da me. fermo bixwînin:[/i][/b]

Silav û rêz
[b]Zarathustra News[/b]

[b]Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê bi dawî hat[/b]

Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê îro bi dawî hat. Kongre du rojan domiya. Li Stockholmê li Kista Tref ê çêbû. Kongre piştî xwendina raporên xebatê û guhdarîkirina endamên beşdar, bi hilbijartina komîteya karger ya nû bi dawî hat.

Komîteya Karger ya nû ji van kesan pêk tê: Şermîn Bozarslan, Pishang Twana, Selam Cizîrî, Kovan Amedî, Serdar Dizaî, Cotkar Şerîf, Kerîm Silêman, Lokman Ertaş, Amanc Hasan û Şukru Demir.

Ji Komîteya Karger Şermîn Bozarslan li ser xebatên pêşerojê yê federasyonê daxuyaniyek da me. Daxuyaniya wê wisa ye:

Kar û xabata sereke ji bo demên pêşerojê, guhertina sîstema endametiyê, konferansek li ser zaravayê zazakî, projeyek dê û bavan ji bo malbatan, hevkarî digel mamosteyên kurd bo pirsên şagirtan, avakirina komîsyonekî bo zêdekirina hejmara jin û ciwanan di xebata rêxistinî, komelayetî de. Qurs li ser govend, dîrok û zimanê kurdî bo swêdî û ciwanan. Kongrê biryar da ku ji dê bav daxwaz bike /bang bike ku ewana di gel zarokên xwe bi kurdî xeber bidin.

[b]Zarathustra News – [email protected][/b]

DUMAHÎK:

http://www.serbesti.net/index.php

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.