Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 30 April 2008

Hejmara 86 an ya Rojnameya Agirî belav bû

Rojnameya Agirî ji 15 rojan carekê li Kurdistanê çap û belav dibe û yekemîn weşana bi zaravayê kurmancî li rojhilata Kurdistanê ye. Giraniya nevaroka xwe, polîtîk û çandî ye. Hejmara nû a 86 an î, di 30 ê nîsanê de ji çapê derket û belav bû.

http://kurdistanmedia.com/kurmanci/ navnîşana elektronîkî ye ji bo têkiliyan.

Naveroka hejmara 86 an ya Agirî ev e:

SIYASÎ
● Yekîtiya Ewropayê Banka Milî A Îranê Baykut Dike
● Nesrîn Qasimlo: “Hewce Ye Dayîk Û Babên Kurd, Zarokên Xwe Welatperwer Û Li Dijî Dîktatoriyê Perwerde Bikin“
● Bi Beşdariya Şanda Pdk Îranê, Civîna Koma Giştî A Neteweyên Yekbûyî Li Ser Pirsgirêka Xelkên Xwecih Dest Bi Xebatên Xwe Kir
● Komîteya Amadekar A Kongireya Çardehem A Pdk Îranê Agahdariyek Da Çapemeniyê
● Komara Îslamî A Îranê Xwe Bi Xwediyê Axa Kurdistanê Dizane
● Şiroveya Peyvên Siyasî
● Nerazîbûna Îlamiyan Ji Bo Encama Hilbijartinê, Bû Sedema Kuştin Û Birîndarbûna Dehan Kesan
● Desttêwerdanên Îran Û Sûriyê Di Nav Kar Û Barên Îraqê De Bi Berfirehî Hate Rexnekirin
● Heftînameya "Rojhelat" Bo Yekcarî Hate Daxistin

HEVPEYVÎN
● Dr. Cuwan Heqî: “Kurd Li Serketina Amerîkayê Di Rojhilata Navîn De Faktorê Yekem İn“

CIVAK Û JÎN
● Rewşa Nebaş A Xwendingehên Kurdistana Îranê Ji Warê Aborî Ve
● Bi Beşdariya Nesrîn Qasimlo Semînara Wekheviyê Hat Lidarxistin
● Girûpa Parastina Mafên Rojnamevanên Jin Hate Avakirin
● Komek Ji Mamostayên Kamyaranê Di Daxuyaniyekê De, Piştevaniya Xwe Ji Ferzad Kemanger Eşkere Kirin
● Pitir Ji 74 Zarokên Girtî Di Îranê De Li Benda Îdamê Ne
● Sêv Mêweya Herî Feydedar
● Ava Bendava Mehabadê %40 Kêm Bûye

ÇAND Û HUNER
● Komelayîbûna Mirov
● Kaniya Helbestan
● Firûx Helbestvaneke Pêkhateşikên
● 110'mîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî Pîroz Be
● 110'mîn Salvegera Rojnamevaniya Kurdî Li Seqizê Hate Pîrozkirin
● Li Qahîreyê Salvegera Derketina Yekemîn Rojnameya Kurdî Hate Pîrozkirin

[b]Zarathustra News[/b] – [email protected]

نەناسراو (not verified)

Wed, 04/30/2008 - 23:33

Rêzehevpeyvîn: Dostaniya Kurd û Cuhuwan -13- Gerînendeyê Zarathustra News ê Çiyan: “Tabu li ser me hatiye ferzkirin“ Mistefa Cizîrî Têkiliya bi kurdên cuhu re, bi dezgehên demokratîk yên cuhuwan re pirsek giring e. Me pirs da ber niqaşê. Beşek ji ronakbîrên kurdan, û ji Israîlê jî hejmarek kes beşdarî vê niqaşê bûn. Em di hevpeyvîna dawî de, dîtina gerînendeyê giştî yê Zarathustra News ê Gabar Çiyan bi we re pay dikin. Gabar Çiyan kî ye Rojnamevan-nivîskar Gabar Çiyan 1963 an de li Tora Evdînê hatiye dinyê. Bi eslê xwe ji Darê ye. Ji 1988 an û vir ve li Swêdê dijî. Di qonaxa avakirin û pêşxistina YRWK-Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê de beşdarî kir. Di kongreya yekem ya YRK-Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê de, di rêvebiriya wê de wezîfe girt. Di Enstîtuya Kurdî li Stockholmê de xebitî. ji bo avakirina "Enstîtuya Mezopotamya" li Swêdê di gel rewşenbîrên Asurî/ Suryaniyan kar kir. Enstîtu niha li ser ziman, çand û dîroka Suryaniyan kar dike. Birêvebiriya kovarên "Şano û Sînema" û "Cîhana Weşanan" û niwêneriya rojnameya "Yeni Ülke" li Swêdê/bakurê Ewropayê kir. Di kovara 'Rewşen'ê de xebatên wî çêbûn. Nivîsên wî di gelek rojname û kovarên kurdî de belav bûne. 1993 an de xelata rojnamevaniyê ya Musa Anter girt. Niha gerînendeyê giştî yê servîsa "Zarathustra News" ê dike. Servîs serbixwe ye, navenda wê li Stockholmê ye, tenê bi kurdî dixebite, bêhtir li ser pirsên mafê mirovan û çanda kurdî kur dibe. Çiyan bi Sosyal Demokratên Swêdê re dixebite û hejmarek pirtûk nivîsîne. Beşek jê ev in: Pêkenokên me (lêkolîn), Asurlar 1, 2, 3, Pirsa Sînema Kurd û Yilmaz Guney, Êşa Zirav (şano), Asur sorunu üzerinde Kürt aydını ne düşünüyor, Evîna Şahmeran... - Em te ji lêkolînên li ser Asurî / Suryaniyan nas dikin. Niha jî Kurdên cuhu, anjî dostaniya kurd û cuhuwan. Çima? Mirov dikare vê helwestê bi çend xalan girê bide: A) Welatê me, cihekî kevnare ye û dayika gelek çandan e. Beşek ji wan çandan wunda bûn. Beşek jî xwe gihandin roja me. Rengên cewaz, bi tore, çand, pîşe û olên xwe li herêmê ji gelek awiran bandora xwe hişt. Berî her tiştî tehemulkirina dîtinên cewaz pêk anî. Rêz û hurmeta li hemberî hev xurt kir. Devera ez lê mezin bûm, dewlemendiyek piralî pêşkêşî herêmê dikir. Xurtbûna cuhuwan ji aliyê bazirganiyê, nêzîkbûna wan ji aliyê etîk û hunerî ji bo pêşxistina bazarê pir balkêş bû. Asurî/ Suryaniyên Torê jî, ji aliyê hunera lêkirina xaniyan, bi zîv û zêrkêriyê nasdar bûn. Bi sebir xebatên xwe dikirin. Û bi hunerek pir bilind digihiştin encama xwe. Îro ne wisan e. Piştî barkirina wan, zêde kes mîna cuhuwan, bi avakirina cihê karxaneyan, ku çend kes jê nan bixwin, zêde danekeve. Civata afirêner, ber bi serfkariyê ve diçe. Bêhtir, bi çi rêye dibe bila bibe, dewlemendiya demeke kurt ji xwe re kirine armanc. Hunera lêkirinê ji holê rabuye. Li Mêrdîn û Nisêbîna sedan sal kevnare, xaniyên ji betonê, weke qutiyên çixatan / kibrîtan li ser hev siwar dikin û radikin. Estetîka hunerî li herêmê wunda dibe. Zêr û zîv ji Stenbolê tên. Sexte û rast têkilav bûye. Welatê me, bi dagirkirinê bindest bû û bi barkirina çand û rengên cewaz jî ji gelek awiran ve birînên bêderman di laşê xwe de çêbû. Derman çiye? Bê guman diyalog e. Pejirandina pir rengiyê ye. Tehemulkirin û hemêzkirina çandên herêmê ye... Kirina xebatên wisa ne hêsan e. Rîskên xwe pir in. Mirov dikare şaş bê fêmkirin. Dikare gavên wisa mirovahî, dijberiyek nasyonalîst û olperestiyê pêk bîne. Lê dîsa jî mirov dikare gelek tiştan bike. Weke mîsal, min mala xwe barkir û nêzî 10 salan li bajarê herî mezin yê Suryaniyan, bi cî bûm. Li ser çand û toreyên wan lêkolînên min çêbûn. 4 pirtûkên min derketin. Bi rewşenbîrên wan re, me, Enstîtuya Mezopotamya li Swêdê ava kir. Îro bi hezaran dokument li ser dîroka herêmê li Enstîtuyê hene. Hejmarek nivîsên me li ser biratiya herdu gelan belav bû. Nuha rewş ji awira dostaniyê ve baştir bûye... B) Îsraîl ji ber siyaseta xwe, car carna ji aliyê kurdan ve tê rexnekirin. Pir giring e ku, em, xwe ji rexneyên li ser teorî û komployan ava dibin, dur bixînin . Rexneyên bi pîvan û bi bingeh bikin. Rêya çareserkirina pirsan bigerin. Rê diyalog e, peydakirina rêyên pêwendiyan e û qisekirin e. C) Îran û welatê ereban veşartî an eşkere têkiliyên xwe bi Îsraîlê re hene. Xebatên Tirkiyê jî bi wan re heye. Têkiliyên wan bi Îsraîlê re ne tabu ye, ne qedexe ye. Dema kurd qala têkiliyê bi kurdên cuhu re û dezgehên cuhuwan yên demokratîk re dikin, pirs hasas dibe. Dibe tabu. Tabuyek ku ji aliyê tirk, ereb û farisan ve hatiye danîn. Li ser me hatiye ferzkirin. Em civatek vekirî ne, divê tabuyan nepejirînin, hemu tiştan niqaş bikin û bi xwe biryarên xwe bidin. Li israîlê 150-200 hezar kurdên cuhu, anjî Kurdistanî hene. Xwestina têkiliya bi kurdên cuhu re, mîna têkiliya Tirkiyê bi tirkên kafkas û bulgaran re, yên biratiyê ne. Pir eşkereye û gelek caran hatiye ser zimên ku, kurd biratiya tirk, ereb û farisan dixwazin. Her wisan dixwazin têkiliyê bi birayên xwe yên kurdên cuhu re jî xurt bikin. Qalkirina pirsa dostaniya kurd û cuhuwan nikare were kêşandin, bi wateyên şaş bê barkirin û bi şêweyekî din bê tercumekirin. D) Helwesta welatên misilman, hêzên misilman ji awira zilma li ser kurdan, cihê niqaşê ye. Tirk, ereb û faris bi hejmara xwe bi giştî misilman in. Kurd jî hejmarek bilind musilman in. Pir giring e ku zilma misulmanan li ser kurdan bi dawî were. Mercên aşitiyê û biratiyê li herêmê pêk were. Divê ev zilma li ser kurda rabe. Ji bo vê yekê jî, divê welatên misilman û dezgehên misulmanan xebatê bikin. Sedema hilbijartina mijarê û çarçoveya armancên min ji xalên jorîn pêk tê. - Dema mirov ji awira rojnamevaniyê nêzî pirsê bibe, dîtina te çiye? Ez dixwazim ji sê awiran nêzî pirsê bibim: A) Çi niyeta me tune ye ku em di nav polîtîka aktîv de cî bigirin, bi rolek wisa rabin. Rojnamevaniya lêkolînî ya polîtîk çavê xelkê ye. Ji hêz û dezgehan bêhtir, berjewendiyên giştî li ber çavan digire. Em ji vê awirê nêzî pirsê bûn. Bêhtir li ser biratiyê kur bûn. Bi dezgehên demokratîk yên cuhuwan re xwestina têkiliyên dostaniyê jî, ji navê xwe diyar e. Dostanî ye. B) Zimanê “Zarathustra News“ tenê kurdî ye. Zimanên tirkî, erebî, farisî bi biryarekê, hatin rawestandin! Rêzehevpeyvînên dawiyê, têkiliyên xwendevan û şexsiyetan bi me re, nîşan didin ku, mirov dikare xelkê jibo xwendina kurdî sor bike. Zimanek xurt yê rojnamevaniyê dikare bi qasî tirkî, erebî, farisî di nav kurdan de rol bilîze. C) Hevkariya organên media kurdî ji bo pêkanîna aşitî û biratiyê li herêmê, cihê kêfxweşiyê ye. Ez dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî birayê hêja û birêz Dr. Cuwan Heqî bikim. Wî malpera serwextê bi me re pay kir... - Zarathustra News navenda xwe ya nû vekir. Ji kerema xwe re qala xebatên xwe bikin... Rast e, me barkir. Lê bicîbûna me didome, xetên ragihandinê têne kişandin, arşîv tê bicîkirin, mecalên temaşekirina kanalên cîhanê tê amadekirin û em xwe ji awira teknîkî ve dixemilînin. Rojnamevaniyek modern dê bê kirin. Rêvebiriyek xurt tê pêkanîn. Em ê qîma xwe bi amatortiyê neyinîn. Pîvanên me, pîvanên rojnamevaniya profesyonel e. Malperên me vedibin. Xebatên me yên suprîz dê bibin. Beşên me yên lêkolîn, analîz, statîstîk û wergerê dê kar bikin. Xelk dê karîbe bi hêsanî bi mere têkiliyê deynin. Û gelek gavên din dê bêne avêtin... - Fermo, ji kerema xwe re tu dikare mesajên xwe jibo kurdên cuhu bêje ? Em birayên hev in. Sedemên durketina me pir alî ne. Lê nijada me yek e. Hêviya min ew e ku, em dest bi têkiliyan bikin, danustandinên xwe xurt bikin. Ez li benda wê rojê me ku xwîşk û birayên xwe hemêz bikim. Em bi hev re li ser xaka welêt, pirçandîbûnê ji nû ve vejînin. Ez ji dil û can silavên xwe pêşkeşî wan dikim. [b]Zarathustra News[/b] – serwext.com

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.