Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 22 March 2008

Krakowa, li Polonyayê bajarekî dîrokî ye. Krakowa, di dema kraliyetê de serekbajarê Polonyayê bûye. Krakowa, di hemen dem de bajarê zanîngeheke girîng e. Zanîngeha Krakowê Jagiellonski bi zêr û mûcewherên kralîçeyê ava dibe. Kralîçê Janwidi di 25 saliya xwe de diçe dilovaniya xwe. Di zanîngeha Krakoweyê de Kopernîk û serokê Watîkanê jî xwendevan bûne.

Krakowa bajarekî efsaneyan e jî. Dosta kurdan Aşa, ji me re behsa gelek efsaneyên Krakoweyê yên girîng kir û em li bajarê Krakoweyê gerandin.

Ez li ser navê TEVKURDê li Krakowê beşdarî semînerekê, panelekê, Şeva Newrozê bûm. Semîner û panêl, ji aliyê Kitabxaneya Giştî ya Krakowê û Weqfa Znak de amade bibû. Şeva Newrozê ji aliyê berpirsiyarê Hikumeta Herêma Kurdistanê de hatibû amade kirin.

Semîner ji bona mamoste û xwendevanên zanîngehê li zanîngehê amade bibû. Panel li kitabxaneya Krakowê amade bibû. Semînerê ez li ser navê TEVKURDê, Azîz Aliş li ser navê PKE-yê beşdar bûn. Panelê, ez, Azîz Aliş, berpirsiyarê Hikumeta Kurdistanê Zîyad Rauf, Dr. Ireneusz Kamînîskî beşdarî panelê bûn.

Di semîner û panelê de min di çarçeweya konsepta li jêr de bîrûreyên xwe pêşkêş kir:

Berpirsiyarê Hikumeta Kurdistanê Zîyad Rauf û xwendevanên kurd seveka xweş ya NEWROZÊ amade kiribûn. Gelek berpirsên Polonyayê, balyozê Iraqê beşdarî Newrozê bûn. Me, kurdên li Poonyayê û poloniyan bi hev re Newrozeke xweş derbas kir.

Parîs, 20. 03. 2008

******

Komara Tirkiyeyê / Tevgera Bakurê Kurdistanê û PKK-ê / Yekîtiya Ewrupayê...

Dost û Hevalên Hêja, ez di destpêkê de silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikim. Min ji Kurdistanê, ji qelbê Kurdistanê Amedê/Diyarbekirê silavên gelê xwe û gelê kurd ji we re anî. Dîsa wek kurdeki û Kurdistaniyekî, wek siyasetvan û nivîskarekî Bakurê Kurdistanê gelek kêfxweş im ku ez li ser navê Tevgera Yekîtiya Neteweyî a Kurd (TEVKURDê), li welatê azadîxwaz û pêşengên demokrasiyê li Polonyayê û Krakowê me. Gelek sipas ku we ev panêla/konferansa amade kiriye û derfet dayê min/me ku em jî wek rizgarîxwazên Kurdistanê û parêzgerên demokrasiya plûral û federal bîrûreyên xwe pêşkêşî we bikin. Gelên Polonyayê, li hemberî dagirkeriya Yekîtiya Sowyetê bi şerê xwe yê demokratîk, bi şoreşa xwe ya sivîl ji hemû neteweyên dinyayê re çawa ku bûn alîkar û bûn pêşeng, ji bona me Kurdistanîyan jî bû rênîşandar.

Ez, her çiqas nûha îdeolojîk nafikirim û di ser îdeolojiyan re difikirim, xwediyê hêjayiyên demokrat yên civakî yên lîberal im jî, ez bi xwe sosyalîstekî kevn im. Dema ku ez sosyalîst bûm jî, ez li dijî îdeolojiya Yekîtiya Sowyetê û sîstema dagirkerî ya Yekîtiya Sowyetê bûm. Lê hemen dem ez/em dostên gelên Yekîtiya Sowyetê bûn jî. Dema ku di sala 1968-an de li Çekoslovakyayê, li Polonyayê, Li Macarîstanê li hemberî dagirkerî û rejîma Yekîtiya Sowyetê serîhildan û şoreşên sivîl û bêittiatkar dest pê kirin, ez endamekî Partiya Karker ya Tirkiyeyê bûm. Dema pirsa serîhildana welatên Ewrupayê li hemberî Yekîtiya Sowyetê dest pê kir, li Tirkiyeyê jî di vê pirsê de du enî û cephe çê bûn. Ez bi xwe li dijî dagirkeriya Yekîtiya Sowyetê û piştgirê serîhildan û şoreşên sivîl yên gelên Ewrupayê bûm.

Rewşenbîrên Kurdistanê pêvajoya azadiya gelên Polonyayê û demokratîzebûna Polonyayê û endambûna Polonyayê ya Yekîtiya Ewrupayê ji nêzik de şopandine û jê sûd/fêde wergirtine.

Ji bona vê ez rewşenbîr, azadîxwaz û lêhengên demokrasiyê ya Polonyayê pîroz dikim û ez hêvîdar im ku Polonyayê dê bibe welatekî pêşketîtir û bibe welatê hevwelatiyên bextewar.

*****

TEVKURD...
Dost û hevalên Hêja, ji bona ku ezê bîrûreyên xwe li ser navê TEVKURDê bînim ser zimên û ji bona ku wateya nerînên min baş bê fahm kirin, divê ez bi çend xetên giştî be jî li ser TEVKURDê agahadariyeke bidim we.

Hûn jî baş dizanin ku piştî ku dawiya şerê-sar hat, sîstema sosyalîst hilweşiya, di dinyayê de guhertineke mezin hate holê. Dinyaya rojava û dinyaya rojhilat jinûve ava bû, rejîm hatin û qerekteran dewletan hatin guhertin, rejîmên otorîter, olîgarşîk, totalîter û faşîst hilweşiyan, li dinyayê avabûna demokrasiyê xurt bû û bandora xwe danî ser jiyana dinyayê. Tevgera Bakurê Kurdistanê jî, piştî ku Komara Tirkiyeyê wek milet hebûna kurdan înkar kir, hemû mafên neteweya kurd ya şexsî û kolleketîf/milî-siyasî-civakî xesip kir, serîhildanên milî yên Kurdistanê bi zor û qetlîamê temirandin, welatê kurdan Kurdistan kirin kolonî/metîngehkar, li Bakurê Kurdistanê di salên 1960-yî de Tevgereke nû dest pê kir û ava bû. Tevgera Bakurê Kurdistanê di şertên dema şerê-sar de û di dema dusîstembûna dinyayê de, di bin bandora îdeolojiyên dema şerê-sar de pêşket û ava bû. Dema ku dema şerê-sar qediya, di Tevgera Bakurê Kurdistanê de jî guhertin pêk hatin. Tevgera Bakurê Kurdistanê jî hewil da ku xwe jinûve ava bike.

TEVKURD, di sala 2005-an de ji aliyê kesên siyasî û rewşenbîr de gorî hûqûqa kesayetî ava bûye. Lê dema ku gorî hûqûqa kesayetî avabûyê, hesabê hûquqa rêxistinî û dezgehî jî da ber çav.

TEVKURD, tevgereke yekîtiyeyê. Ji bona vê hemû kes û rêxistinên Kurdistanê yên siyasî û sivîl dixwaze bike endam û di nav xwe de tevbigerîne. Ji bona vê, di TEVKURDê de du babet endametî heye. Endametiya şexsî û endametiya dezgehî/rêxistinî.

Li Bakurê Kurdistanê mafê çarenivisiya bi gelek babetan tê şirovekirin: Li Bakurê Kurdistanê dewleta serbixwe, dewleta federal û konfederal tê parastin. Wek mînak ez bi xwe mafê çarenivisiya miletê kurd di çarçeweya dewleta federal ya Tirkiyeyê û federebûna Kurdistanê de diparêzim. Ez, avabûna meclîs û hikumeta Kurdistanê, hilbijartina serokê Kurdistanê, ji aliyê maf de wekheviya neteweya kurd û tirk realîze dikim. TEVKURD ji bona ku hemû terefan bike endam, pîvan û prensîba mafê çarenivîsiya neteweya Kurd ji bona xwe wek stratejî parastiye. TEVKURD, dixwaze di encamê de “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê“ bi hemû terefên Kurdistanî ve ava bike.

TEVKURD, ji bona ku neteweya kurd jî qasî neteweyên din bibe xwediyê maf, xebat dike û têkoşîn dimeşîne.

TEVKURD, tevgereke pirrreng û plûral û demokrat û hevdem e. Di TEVKURDê de hemû cûre fikir û îdeolojî kes, beşên civakê, rêxistin hene. Ji bona vê TEVKURD, rêxistineke îdeolojîk û homojen nîne. Rêxistineke demokrat, plûral û hevdem e.

TEVKURD, rêxistineke yasayî û neyasayî jî nine; rêxistineke de facto û emrî-wakî ye. Ji bona ku ava bibe ji dewletê îzin û îcazet negirtiye.

TEVKURD, tevgereke yekîtî ya bêîdiatkar a sivîl e. TEVKURD, şerê çekdarî nake û bi kar naîne. Bi riya xwepîşandanên kîtlewî yên demokratîk dixwaze ku sîstemê de guhertin pêk bîne, Kurdistanê rizgar û gelên Kurdistanê azad bike.

Kurdistan, welatê kurdan e, hezar mixabin di nav çar dewletan de parçe bûye. Ji bona vê TEVKURD, tevgerên parçeyên din yên Kurdistanê li Suriyeyê, li îranê û Iraqê re piştgir e û hevkar e. Bi wan parçeyan re xwediyê pêwendiyê ye. Li Iraqa federal, dewleta federe ya Kurdistanê diparêze. Êrişên li hemberî wê, wek li hemberî xwe bûne dipejirîne. Ji bona vê li dijî midaxelayê Tirkiyeyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê rawestiya, protesto û rûreş kir, li dijî wan êrîşan têkoşîn da.

TEVKURD, bi dinyaya demokrat û hevdem re xwediyê pêwendî û aşîtiyekê ye.

Komara Tirkiyeyê(Enqere)/ Kurdistan û Tevgera Bakurê Kurdistanê û PKK-ê...
Împaratoriya Osmanî, li dinyayê împaratoriyeke gelek xurt û kolonyalîst bû, hukmî gelek neteweyan dikir. Împaratoriya Osmanî, dewleteke merkezî û feodal û pirrnetewe/pirrneteweherêm û xwediyê axake fireh bû. Miletê kurd û miletê din di Împaratoriya Osmanî de xwediyê otonomiyek û ozerkbûneke sînorkirî bûn. Împaratoriya Osmanî ji bona ku ji derveyî Belqanan Ewrupayê jî dagirbike heta ber deriyê Ewusturyayê çû û li ber deriyê Ewusturyayê şikest xwar. Împaratoriya Osmanî di dawiya sedsala 19-an de girêdayî siyaseta hûndir paşve çû, di despêka sedsala 20-an de encama şerê neteweyî û milî yên neteweyan, ber bi biçûk bûn û wenda bûnê çû.

Di sedsala 19-an de ji bona ku di rewş û rejîma Osmaniyan de guhertin çê bibe û Împaratoriya Osmanî wek dewleteke neteweyî jinûve ava bibe tevgera îttihat-Terakkiyê dest pê kir. Di sala 1876 û 1908-an de rejîmeke destûrî hate ava kirin. Desturên nû hatin pejirandin û meclîsê desthilatdariya împaratoriyê girte destê xwe. Lê rejîma desturî de îstikrarek pêk nehat. Her daîm di desthilatdariya siyasî de bi destê împarator û qralên Osmanî guhertin pêk hatin.

Împaratoriya Osmanî di destpêka sedsala 20-an de jî, ji şerê Cîhanî yê 2-em bû terefa wendakirî. Împaratoriya Osmanî, piştî Şerê Cîhanî yê 2-em, ji derveyî Kurdistanê û beşek Ermenîstanê hemû koloniyên xwe li Erebîstanê û Belqanan wenda kir. Li Erebîstanê û Balqanan pêvajoya avabûna dewletan dest pê kir û Împaratoriya Osmanî mecbûr bû ku dev leşkerên xwe berde û belav bike. Li împartoriya Osmanî, Engilîstan, Fransa, Grekland (Yuwnanîstan), Îtalyayî bûn xwediyê bandorekê.

Di van şertan de elîta Îttîhad Terakkiyê û M. Kemal Atatirk derfeteke mezin dîtin ku dewleteke neteweyî ya tirk ava bikin. Lewra ew di wê baweriyê de bûn ku êdî bi dewleteke pirrneteweya û herêmên otonom û ozerk di nav xwe de digre, derfet tune ye ku wek dewletekê li ser piya bimînin. Ji bona vê, piştî wendakirina împaratoriya Osmanî ya Şere Cîhanê (1918), pêvajoya dewleta neteweyî ya tirk dest pê kir.

Dema ku vê pêvajoyê destpê kir û Împartoriya Osmanî ketibû bin bandora dewletên ewrupayî. Li Anadoluyê dewletek ava bûn û an nebûn wek minaqeşeyekê di rojeva Rojavayîyan da bû.
Peymana Sewrê û Kurdistan û Ermenîstan: Li cem ev rewşê, Împaratoriya Osmaniya di sala 1915-an de Ermenî qirkiribûn lê pirsa neteweya Ermeniyan bi tevayî nikarîbûn ji holê rakin. Li Rusyayê dewleta Ermeniyan ava bibû. Di hemendem de piştî hilweşandina Împaratorıya Osmanî avabûna Ermenîstanê di rojevê de bû. Di hemen dem de avabûna Kurdistanê jî di rojeveyê da bû. Kurdistan hîn nebibû welatekî parçekirî û Kurdistan welatekî hevbeş bû. Împaraaoriya Osmanî ji bona vê jî Peymana Sewrê îmza kiribû.
Di van şertan de ji bona dewleteke neteweyî ya tirk ava bibe gelek zehmet bû. Elîta îttihad-Terakkîye û M. Kemal Atatirk di van şertên zehmet de hewil didan. Di van şertan de li Rusyaê huhertineke esasî hat holê û Bolşewîkan di bin serokatiya Lenîn de desthilatdarî û hikum girtin destê xwe. Li Rusyayê ev guhertina desthilatdariya siyasî û hikumetê, ji aliyê qerekter de guhertineke gelek girîng bû, ji derveyî sîstema kapîtalîst îdia sîstemeke nû û sosoyalîzmê dikir. Ev guhertina ji bona rojava û Ewrupayan jî gelek girîng bû. Elîta Îttihad Terakkiyan û M. Kemal Atatirk ji vê rewşa nû ya syasî û konjoktûrel gelek aşkere îstifade kirin.. Bi desthilatdarî û hikumeta nû ya Rusyayê danûstandin kirin, bi siyaseteke pragmatîk û kêsperest, li dijî kapîtalîzmê û emperyalîzmê helwestek nîşan da. Di esil de M. Kemal bi xwe ne li dijî emperyalîzmê û kapîtalîzmê bû.

M. Kemal di hemen dem de ji bona ku dewleteke neteweyî ava bike, bi kurdan re jî ket nav pêwendiyeke xurt û li Kurdistanê kongre û konferans bi darxistin. Bi riya van kongre û konferansan piştgiriya desthilatdar û sinifên serdest, bi riya wan jî piştgiriya gelê kurd qezenç kir.. Di hemen dem de her çiqas pişt re Xilafet rakiribe jî, di dema avakirina Komara Tirkiyeyê de Îslamiyet jî bi kar anî.

Îngilizan dema ku dîtin M. Kemal û hevalên wî nêzikî Rusyayê û sosyalîzmê dibin, wan ji M. Kemal û hevalên wî re nêzikî nîşan dan. M. Kemal û heval wî bi şerekî gelek sivik, encama projeya Îngiltereyê/Engilîstanê Komara Tirkiyeyê ava kirin.

Qerektera Komara Tirkiyeyê: Di destpêkê de ne diyar bû ku Komara Tirkiyeyê bibe dewleteka netewa tirk, an na?. Lewra di avakirin û denklema Komara Tirkiyeyê de nerteweya kurd gelek girîng bû. M. Kemal di destpêkê de ji Kurdistaneke otonom û ozerk re nîv-fermî digot erê. Lewra Tirkiye li ser mîrada Osmanî ava dibû. Wek min li rêzên jorîn jî behs kir, di Împaratoriya Osmanî de netewe nîv-ozerk û otonom bûn. Ev mîrasa jî dibû sedem ku M. Kemal û heval wî hesabê kurdan bikin. Yek sedemek jî ew bû ku ji derveyî Kurdistanê tu herêmêbn kolonî jî di destê wan de nemabû.

Komara Tirkiyeyê, piştî demekê ew rastiya pirrneteweyî û pirretnikî û pirrolî û pirrmezhebî û pirrsinifî û pirrfikrî da aliyekî, wek dewleteke unîter, yekreng, totalîter, oligarşîk û otoriter ava bû. Komara Tirkiyeyê bû dewleteke neteweya tirk, ol a dewletê bû Îslam, mezheba dewletê bû sun-î, sinif û kategoriyên civakî hatin red kirin, dewlet bû dewleta bûrokrasiya sivîl û leşker, îdeolojiyeke fermî hat pejirand, ev îdeolojiya piştî mirina M. Kemal bû Kemalîzm.

Rewşa neteweya kurd: Hebûna Neteweya kurd hat înkar kirin, li derveyî rastiya neteweya kurd û jiyanê û îlim hat îddia kirin ku “Kurd Tirk in.“ Her çiqas li holê neteweyeke tirk tune bû, ji neteweya kurd û grubên din yên etnikî neteweyeke tirk bi asîmîlasyonê/xelandina kurdan û kêmneteweyên din ava kirin. Hemû mafên neteweya kurd xesip kirin. Îzin nedan ku kurd bi zimanê xwe biaxifin. Kesên ku bi zimanê kurdî biaxife bi hepsê û bi peran hatin ceza kirin.
Di destpêka sedsala 20-an de di dema Împaratoriya Osmanî de kurd xwediyê komeleyan, partiyan û çapameniyê bûn. Ev di dema Komara Tirkiyeyê de qedexe bûn. Kurdan nikarî partî û komeleyên xwe ava bikin. Bi kurdî perwerdayî qedexe bû.

Peymana Lozanê û parçebûna Kurdistanê: Peymana Sewrê ji holê rakirin. Peymana Lozanê çêkirin. Peymana Lozanê bû bingeha avakirina Komara Tirkiyeyê. Kurdistan encama Peymana Lozanê parçe bû, ket bin destê çar dewletan (Îran, Irak, Suriye û Tirkiye). Ev parçebûna Kurdistani xwe bi xwe jî esera İngiltereyê bû û ve yekê jî diyar dikir ku Komara Tirkiyeyê projeyeke Îngiltereyê ye.

Di sala 1921 û 1924-an de makezagonên (destûrên) hatibûn pejirandin, înkara kurdan kirin hûquq.

Neteweya kurd jî li hemberî ev siyaseta Komara Tirkiyeyê ya barbar û kolonyalîst, ji bona mafên xwe yên rewa yên siyasî, milî, civakî serîhildan. Serîhildanên kurdan di sala 1929-an de dest pê kir û heta sala 1938-40-î domand. Hezar mixabin, ev serihildanên neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê bi zora dewletê, bi qetlîam û jenosîd û komkujiye, bi sirgûnê, îdamkirina serok û şervanên, ev tevgerên neteweya kurd temirandin. Kurd derxistin derveyî jiyana civakî, siyasî û aborî. Ji bona beşdarbûyina siyasetê tirkbûn bû formeke fermî, qanûnî û hûqûqî.

Pêvajoya Demokrasiyê û Kurd: Li Komara Tirkiyeyê dema ku di sala 1946-an de biryar hat dayin ku demokrasî bi riya pirpartîtiyê avabibe, dîsa neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên şexsî û kolektîf û milî bêpar bûn. Kurdan dîsa nikarî partiyên xwe ava bikin û bi riya partiyên xwe beşdarî siyasetê bibin. Kurd, bi înkara nasnameya xwe û bi pejirandina nasnameya tirk bi riya partiyên tirk beşdarî siyasetê bûn. Xwendevan û rewşenbîrên kurd di sala 1959-an de xwestin ku bi nasnameya xwe karên çandî û rewşenbirî bimeşînin. Ji vê re jî îcaze nehat dayin û ev kesan bi tewana avakirina dewleteke serbixwe û Kurdistanê hatin hepis kirin û ceza kirin.

Dema ku destûra 1960-î piştî cûntaya leşkerî jî hat amade kirin, di destûrê de rastiya neteweya kurd nehat pejirandin, rewş û statûya berê ya dewleta unîter û neteweyî ya totalîter hat pejirandin.

Piştî salên 1960-yî li dinyayê û li Rojhilata Navîn jî di rewşa neteweyên bindest û kolonî de guhertinên girîng hatin holê û tevgerên rizgarîxwaz xurttir bûn. Li Başurê Kurdistanê jî serîhildan û şoreşa çekdar di sala 1961-an de dest pê kiribû. Van qewimandina li ser rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê jî tesîr dikir.

Kurd piştî salên 1960-yî dîsa bi partiyên xwe ne, bi riya partiya çep bi awayekî endîrek (peçawane) beşdarî siyasetê bûn. Di sala 1963-an de grubek rewşenbîr û xwendevan kurd ji bona ku mafên neteweya kurd dest bi xebatê kirin, ew jî hatin hepis kirin.

Di sala 1965-an de kurd mecbûr bûn ku partiya xwe ya ne qanûnî/îllegal, Partiya Demokrat a kurdistana Tirkiyeyê ava bikin. Lê hezar mixabin piştî demekê dezgeha îstixbaretê ya Komara Tirkiyeyê berpirsiyarên partiyê tespît kirin, berpirsiyarên partiyê girtin û hepis kirin û di encam de jî ceza kirin.

Rewşenbîr û siyasetvanên Kurd di sala 1969-an de pêvajoya îllegal/neqanûnî, nîv-legal ya rêxistinî û ya têkoşîne domand. Ev xebata di demeke kurt de gelek xurt bû. Komara Tirkiyeyê ji bona ku pêşiya vê xebatê û xebata çepitî û xebatkaran li Tirkiyeyê bigre leşkeran hikum girtin destê xwe. Rêxistinên kurdan yên legal (DDKO) û nîv-legal qedexe kirin. Bi sedan damezrênêr, berpirsiyar, endamên van rêxistninên legal û îllegal hatin hepis kirin û ceza kirin.

Piştî cuntayê rewşa Tevgera Kurdistanê û pêwendiya Tevgera Kurd û Tevgera sosyalîst ya tirk: Bi ev cuntayê tevger û rêxistinîbûna kurdan hat tasfiye kirin. Kurditî bi wateya zanyarî û fikrî û fîzîkî di hepisa leşkerî ya Diyarbekirê de hat meşandin.

Ceribandin û rêxistinîbûna tevgera Bakurê Kurdistanê nîşan dide ku piştî salên 1965-an tevgera kurd di destpêkê du riyan de dimeşiya. Yek rê, riya serbixwe ya rêxistinî bû û îllegal bû: Bi riya Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê dihat meşandin. Riyek jî bi tevgera çep û sosyalîst ya tirk re hevmişterek karên kurditî meşandinbû. Ev jî bi riya Partiya Karker ya Tirkiyeyê dihat meşandin. Lê ev riya di sala 1969-an de bi avabûna rêxistina kîtlewî ya rewşenbîr, xwendevan, gundî, karker, seydayê Kurdistanê DDKO yê bi awayekî bû çetel û bibû du riya.

Rewşenbîr û siyaasetvanên kurdan her çiqas beriya cuntayê bi awayekî bi tevgera çep û sooyalîst ya tirkan re xwediye hevbeşiyekê bûn jî, piştî cuntaya leşkerî û di hepisxannê de rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê pêwendiyên xwe bi tevgera sosyalîst ya tirk re veqetandin. Riyeke serbixwe meşandin. Di hepisxaneyê de cara yekem, bi awayekî grubî û kîtlewî mafên neteweya kurd hat parastin. Di hepisxaneyê de Tevgera siyasî ya Kurdistanê zelal bû, formeke nû qezenç kir û gihîşte qonaxa tevgereke rizgarîxwaz û serbixwe.

Lê, li Tirkiyeyê demokratîzebûn pêk nehat û di siyaseta Komara Tirkiyeyê, di pirsgirêke neteweya kurd û Kurdistanê de nehat guhertin. Siyaseteke xerabtir, ji derveyî pirrnetewetiya Tirkiyeyê û ilîm hat parastin. Di dadgehên leşkerî de nebûna neteweya kurd û tirkbûna kurdan bi sedan rûpelên doznameyan dihatin parastin. Rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê jî ji bona hebûna neteweya kurd îspat bikin, bi sedan rûpel parêzname pêşkêşî dadgeha leşkerî kirin û mafên neteweya kurd parastin.

Piştî salên 1974-an tevgera Kurdistanê: Di sala 1974-an de rewşenbîr û siyasetvanên Bakurê Kurdistanê hem îllegal û hem jî legal xwe rêxistin û rêxistinên xwe ava kirin. Rêxistinên îllegal, rêxistinên îllegal bûn. Rêxistinên legal, komeleyên demokratîk û sivîl bûn, rojname û kovar bûn. Kurd di îllegalitê de bi nasnameya kurd û Kurdistanê rêxistinên xwe yên siyasî ava dikirin. Di legalîteyê de nedikarîn ku bi nasnameya kurd û Kurdistanê rêxistinan ava bikin.

Tevgera Bakurê Kurdistanê di navbeyna sala 1975-1980'yî de gelek xurt bû û kîtlewî bû. Komara Tirkiyeyê bi siyaseta xwe ya kolonyalîst dixwest pêşiya Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre û tevgerê provake bike û tasfîye bike.

Tevgera Bakurê Krdiastanê gorî rasyonel û pîvanên demokratîk û hevdem dihatin meşandin. Babeteke nujen ya têkoşînê dimeşandin. Vê yekê Komara Tirkiyeyê gelek ditirsand. Hezar mixabin xebat û awayê PKK-ê ji bona tasfîyekirina Tevgera Kurdistanê ji dewletê re bi piraliyan de dibû alîkar. PKK-ê bi siyaseta xwe ya şaş, dest bi şerê hundirî kir û bi rêxistinên Kurdistanê re ket nav şer. Li gelek herêman bû sedem ku eşîretên kurdan û axayên kurdan bi awayekî nû bikevin nav nekokiyekê û bi hev re şer bikin. Ev şera jî ji bo beşbûna civatê û tenirandina dînamîkên civatê dibû sedem.

Wesayeta leşkeran û Cuntaya 12-ê îlona 1980-yî û PKK-ê: Komara Tirkiyeyê ji bona ku bi destê bûrokrasiya sivîl û leşker hatiye ava kirin, ew bê qeyid-şert desthilatdar bûn. Piştî sala 1946-an Komara Tirkiyeyê biryar da ku demokrasyê bipejirîne û ava jî bike, li Tirkiyeyê wesayet û desthilatdariya bûrokrasiya sivîl û leşker domand. Ev desthilatdariya, desthilatdariyeke mitlaq û nehatiyê hilbijartî bû. Ev desthilatdariyê di 12-ê Ilona 1980-yî de tevgera Bakurê Kurdistanê ya ku bi cudayetî bi navdikir, tevgera sosyalîst-komûnîst û tevgera olî sedem nîşan da, desthilatdarî vekirî girte destê xwe. Hemû partiyên siyasî, komeleyên sivîl û demokratîk, sendiqayên karkeran, rêxistinên gundiyan, Meclîs qedexe kirin. Destûra heyî ji holê rakir. Bi deh hezaran kes hepis kir, işkence kir, kuşt û ceza kir.

Tevgera Bakurê Kurdistanê û rêxistinên wê tasfiye kir. Hemû bepirsiyar, rewşenbîr û siyaseetvanên Bakurê Kurdistanê sirgûn bûn.

Desthilatdariya leşkerî di sala 1982-an de bi zorê û bi referandmeke şiklî-derewîn destûrek bi gel da pejirandin. Heta îro jî ev destûra faşîst û otoriter û neteweya kurd înkar dike hikum dike. Her çiqas dem û dem di destûrê de guhertin jî çê bibin, di qerektera wê ya esasî de guhertin pêk nehat.

PKK-ê di sala 1984-an de dest bi şerê çekdarî kir. Ji bona vê jî bi dewletên dagirker û rejîmên faşîzan û totalîter re, bi îranê û Iraqê û Suriyeyê re danûstandin kir. Van dewletan PKK-ê gorî berjewendî û hesabên xwe bi kar anî. Heta Komara Tirkiyeyê ji ew siyaseta PKK-ê îstifade kir, li hemberî tevgera Kurdistanê siyaset xwe bi rehetî meşand.

Piştî ku serokê PKK-ê Evdillah Ocalan, di sala 1999-an de anîn Tirkiyeyê û hepis kirin, di siyaseta PKKê de guhertinên gelek esasî pêk hat. PKK-ê dev ji siyaseta Kurdistana serbixwe berda. Ocalan got ku “neteweya kurd ne bes li Tirkiyeyê û li welatên din jî divê xwediyê otonomî, eyalet, ozerkbûnê, dewlet û federasyonê nebe.“ Ocalan dewleta unîter parast. Ji mafê çarenivîsiya neteweya kurd dev berde. Siyaseteke Tirkiyevî meşand. Ocalan li dijî partiyên etnikî û neteweyî yên kurd e. Ocalan Kemalîzmê diparêze. Ocalan li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û vê dewletê wek dewleteke 2-emîn ya Îsraîlê bi nav dike û Ereb çawa dixwazin ku Îsraîl ji holê rabe, ew jî ji dewleta tirk û serokerkaniya Tikiyeyê daxwaz dike ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rabe. Ocalan, li dijî demokratîzebûna Tirkiyeyê ye û ji bona vê jî li dijî Yekîtiya Ewrupayê ye. Ocalan li dijî desthilatdariya sivîl e û piştgirê desthilatdariya leşkerî ye. Ocalan di hemen de li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA-yê) jî. Ji bona ku Tirkiye û leşker li dijî midxaleya DYA-yê ya li Iraqê bûn, ew jî li dij e. PKK-ê rêxistineke demoratîk nîn e û totalîter e. Ji bona vê jî li dijî mixalefeta hundirê xwe û mixalefeta derve zor û şiddeti bi kar tîne û dikuje.

Yekîtiya Ewrupayê û Tirkiyeyê û Kurd...
Ez nawazin li ser sîstema Yekîtiya Ewrupayê (YE-yê) û hêjayiyên wê rawestim. Lewra beşdarvanên panêlê xwediyê zanyariyeke dewlemend in. Ez di vê mijarê de dixwazim li ser helwesta Komara Tirkiyeyê û Kurdan li hemberî YE-yê, li ser helwesta YE-yê li hemberî Komara Tirkiyeyê û Kurdan rawestim.

Komara Tirkiyeyê wek siyaseta nîv-resmî her çiqas dixwaze bibe endamê YE-yê jî, Lê gelê Tirk û hêzên wan yên esasî bi tevayî li dijî rojavatiyê û bi taybetî jî li dijî YE-yê. Eger M. Kemal Atatirk nêzikî rojava nebûya, gelê tirk hîç ji rojava re nedibûn dost. Gelê Tirk ji bona ku di wê nerînê de ne ku YE-yê dixwaze Tirkiyeyê parçe bike û Kurdistanê ava bike bi xurtî dijmintî dike. Hêzên fermî û beşekî dewletê ji bona ku Komara Tirkiyeyê parçe nebe dixwazin bibin endamê YE-yê. Sermeyadarên Tirkan jî ji bona ku berjewendiya aborî û pêşketina Tirkiyeyê ji aliyê aborî de pêş bikeve, ji YE-yê piştgir û tereftar in.

Gelek aşkere ye ku Komara Tirkiyeyê ji bona ku hêjayî û demokrasiya YE-yê dipejirîne naxwazine bibin endamê YE-yê. Ji bona berjewendiya rojane dixwazin bibin endam. Ji bona vê jî pîvan û rasyonalên YE-yê bi cîûcî nakin. Komara Tirkiyeyê dixwaze ku YE-yê bixapîne û hêjayî û rasyonalên xwe yên ne demokrat, li dijî maf û azadiyên mirovî û Neteweya Kurd bibin endamê YE-yê. Komara Tirkiyeyî dixwaze YE-yê bişibîne xwe û demokrasiya wan ya plûral û federal qirêj bike.
Komara Tirkiyeyê, ji bona ku dixwaze gorî pîvan û hêjayiyên xwe yên ne demokratîk, kolonyalîst û totalîter bibe endamê YE-yê jî, naxwaze ku pirsa neteweya kurd jî gorî huqûqa neteweyî, peymanên navneteweyî ku ji bona hemû neteweyan mafê çarenivîsiye tespîtkirine naxwaze çareser bike. Demokrasiyeke plûral û hevdem ava bike.

YE-yê jî ev rastiya Komara Tirkiyeyê nabîne. Ji pîvan û hêjayiyên xwe dev ber dide û nêzikî Komara Tirkiyeyê dibe. Bi vê helwestê dibe sedem ku hêjayî û demokrasiya xwe qirêj bike. YE-yê ji bona ku neteweya kurd bigîhijin mafên xwe yên şexsî û kolektîf, siyasî û îdarî, xwediyê projeyekê nîn e.

YE-yê baş dizane ku desthilatdarî û hikumeta Tirkiyeyê neteweya kurd jî temsîl nake, rastrast bi kurdan re mekanîzmayek û dezgeheke pêwendiyekê pêk nîne. Li benda rehma Tirkiyeyê dimîne. Gelek dema ji bona kurdan, ji desthiladarên tirkan heqeret dibînin, lê dîsa jî çavê xwe dixwazin Tirkiyeyê re bigrin.

Ji bona vê em ji YE-yê daxwaz dikin ku ji hêjayî, demokrasî û konseptên û hûqûqa xwe re xwedî derkeve. Ji bona ku Komara Tirkiyeyê li Rojhilataya Navîn ji xwe re bike partner, li hemberî DYA-yê bike hêzeke raqîb û li hemberî misilmantiya teokratîk bi kar bîne, divê ji hêjayiyên xwe dev ber nede.

Gelê Kurd, bi giştî piştgirên YE-yê ne. Lewra kurd jî dizanin ku pîvan, hêjayî û demokrasiya YE-yê di çareserkirina pirsa kurd de û di mafqezençkirina neteweya kurd de dê bibe sîstemeke alîkar.

Rewşa Komara Tirkiyeyê ya vê merheleyê û çareserbûna pirsa neteweya kurd...
Komara Tirkiyeyê, pirrnetewe, pirretnikîı, pirrolî, pirrmezhebî, pirrsinifî û pirrfikrî ye. Bes netewe tirk, ola îslamî, mezheba sun-î û îdeolojiya fermî ya dewletê Kemalîzm desthilatdar e. Neteweya Kurd ji hemû mafên xwe bê par e. Hebuna neteweya kurd naye pejirandin. Bi zimanê kurdî perwerdayî bilê qedexe ye. Bi hezaran kurd hepis in. Dîsa bi hezaran kurd ji bona ku fikrên kurditî dinivîsinin û diaxifin dadgeh dibin û ceza digrin. Nûha wek şexis, ji bona tiştên min nivîsandiyê 5 sal 8 cezayê min heye û ev cezayê min li dadgeha bilind e. Hîn gelek dozên min jî hene ku di demeke kurt de dê encam bigrin.

Li Tirkiyeyê gorî pîvanên YE-yê demokrasiyek tune ye. Maf û azadiyên mirovan tê perçiqandin û işkence tê kirin. Mirov tên kuştin. Bi dehan rewşenbîr û rojnamevan jî
Dadgeh dibin û ceza wergirtine.

Komara Tirkiyeyê bes li Bakurê Kurdistanê ne, li hemû parçeyên Kurdistanê, li Iraqê, li Îranê, li Suriyeyê jî dijminê neteweya kurd e. Komara Tirkiyeyê midaxeleyî pêşketinên li beşên din jî dike. Ji bona vê dijminê Herêma Federe ya Kurdistanê li Iraqê ye jî. Ji bona vê jî, Kerkûkê û gelek sedemên din ji bona xwe dixwaze çê bike û midaxaleyî wir bike. Di vê merheleyê de hebûna PKK-ê li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bona midaxaleya xwe sedem nîşan dide.

Ji bona ku pirsa kurd çareser bibe, du riyên esasî hene. Yek riyek, neteweya kurd bi dewleteke serbixwe digihîje hemû mafên xwe. Yek riyek jî bi dewleteke federal digihîje mafê xwe.

Kurd di nav xebat û têkoşîneke gelek zehmet dane. Gelek siyasetvan û rewşenbîrên kurd li sirgunê dijîn.

Komara Tirkiyeyê her çiqas dixwaze destûreke nû jî çê bike, dîsa di vê desturê de kurd tune ne. Kurd wek terefekê naye pejirandin.

Komara Tirkiyeyê, helwesta ji bona Tirkên Qibrisê, Tirkên li Iraqê, Kosovayê, Karadagê, neteweyên li Yekîtiya Sowyetê dijî nîşan bide dikare pirsa xwe ya neteweya kurd û Kurdistanê çareser bike.

Polanya/Krakow, 13-16 . 03. 2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.