Skip to main content

Ji bo ci em kampanyayekê li ser Yekîtîya Ewrupû û Pirsa Kurdistanê venakin?

Tevgera Kurd û rewsenbîrên Kurd hertim beramberî bûyeran bêdeng dimînin an jî dereng dimînin.... Ev yeka hanê bûye carenivîsa me û hertim dubare, dehbare û hezarbare dibe..

Sedemên vê yekê jî gellek in.... Yek jî ji wan sedeman nebûna sazîyek netewî û rêkxistînên netewî ên bihêz..

Wê dema Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê bê rêkxistin û bê sazî be, nikare helwestekî netewî û girseyî nîsan bide..

Vê yekê em hertim bi cavên xwe dibînin û herkes jî li ser wê hem fikire.

Wê dema bûyerek carenivîssaz bête rojevê, em yekser derdikevin meydanan û dest bi hawar hawarê dikin.. Lê kes jî nayê hawara me....

Bi sedema dereng mayîna me, dengê me nagîhîje hemû Kurdên welatparêz û kurdperwer...

Hemû Kurd jî dizanin di meha dehan a vê salê de dîsa welatê Ewrupî û ragêyandina wan dê li ser Tirkîya û endametîya wê biaxivin...

Dewleta Tirk û lobîyên wê hertim hewl didin, dîsan li ser pista Kurdan û li ser tûnebûna Kurdan Peymana Lozanê dubare bikin... Ew rêkxistîne û xwedanê ezmûnek qirêj û dûr û dirêj in..

Lê em wekî Kurd, wekî gelekî sîtemdîtî û bêmaf hêj bêdeng in...Hêj me sîyasetek yekgirtî û hevbes beramberi YE nîne...

Di dawîya meha 9‘an de Kurdek dikare cend îmza kombike û di rojnameyekê de belaw bike..

Wê demê em dê destpêbikin û bikin hawar hawar...

Hinek ji me dikarin, bibêjin „kekê destxwes“ û hinek ji me jî yekser destpêdikin û dibêjin „ew nûnertîya Kurdan nakin“...

Lê di dawîyê de Tirkên nijadperest û kurdkuj serdikevin...

Werin em ji niha pêve destpêbikin û helwestê xwe dîyar bikin..

Em ci dixwazin? Cawa em dikarin li ser raya gistî ya Ewrupî û dewletên YE kargerîyek erênî bihêlin?

Cawa em dikarin daxwazên gelê Kurdistanê têxin rojeva Dewletên Ewrupayê?

Ji bo vê yekê jî derfetek gellek bas ji bo gelê Kurd peydabûye û derketîye holê..

Li Ewrupayê gellek hêzên sîyasî ji bo mebestên curbecur awayekî negatîf pirsa endametîya Tirkîyê dinirxînin û ji bo vê yekê jî hemû cekan kartînin... Li vir pirsa Kurdistanê dikare bi awayekî gistî têkeve rojevê..

Lê berî her tîstî pêwîst e em bernama xwe derxin û nûnerên xwe tespît bikin.. Pistî vê yekê jî em dikarin kampanyayeke ji bo vê yekê destpêbikin..

Heke em dereng nemînin... Heke kes berjewendîyên grup û partîyan dernexe li pês berjewendîyên netewî û bilind ên Kurdistanê, ev însîyatîf dikare dewrek gellek mezin bilêyîze..

Me wekî dîyaspora Kurd li Ewrupayê, dewra xwe ya daxwazkirî li Lozanê nelîst.. Lê, em dikarin rêya dubarebûna Lozanê bigirin..

27.07.05
[email protected]

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.