Skip to main content

Parlemana Kurdistanê dê kombibe...

Ev 4 mehan zêdetir e Parlemana Kurdistanê bi sedema nakokîyên di nabeyna YNK û PDK de
nikaribû kombibe..

Van herdu partîyan sherekî sar li ser Yasaya Serokayetî Herêma Kurdistanê destpêkiribûn û nedikaribûn rêkbikevin...

Ji bo berjewendîyên hizbî 4 mehan 111 endamên Parlemana Kurdistanê bêkar man...û qet tishtek nekirin..

Di nav van 111 nûnerên gelê Kurd de nêzîkî bîst kesan dengê nerazîbûna xwe nîshan dan.. Lê di nav rêzên wan de jî yêkîtî nebû... Li ser vê yekê birêz Dr. Nurî Talabanî cend beyanname derxist û „bêdengîya ragêyandina kurdî“ jî „tawanbar“ kir..

Parlamenterên Kurd car meh diravên xwe wergirt û mala xwe rûnishtin. Ew wekî birayên xwe ên kevn li benda biryara partîyên xwe bûn..

Endamên Parlemanê, ango nûnerên rasteqîn û hilbijartî ên gelê Kurd desthilatê xwe ê yasadanan dabûn Mektebên sîyasî.....

Mektebên sîyasî jî cendîn car kombûn wan jî careserî nedît û nikaribûn rêkbikevin..

Ji bo vê yekê jî wan biryar girt ku, pêwîst e Mam Celal û Kek Mesud hevdu bibînin û careserîyekê ji bo wan pirsgirêkên di navbera herdu partîyan de heye, bibînin...

Vê carê jî Kurdên me destpêkirin gotgotikan û gellek tishtên bêbingeh belavkirin...

Hemû gelê Kurdistan li benda hevdîtina Mam Celal û Kek Mesud bû... Di nav ref û rêzên gelê Kurd de nerazîbûnek gellek mezin peyda bû.... Hemû Kurdên dilsoz û welatparêz dixwastin Parlemana Kurdistanê kombibe û mala Kurdan rêkbixe...

Lê di dawîyê de Mam Celal cû Pîrmamê û Kek Mesûd dît.... Herduyan li ser girûgiriftan qisekirin...

Mektebên sîyasî ên herdu alîyan dîsan kombûn û vê carê jî gotin: „ em li ser %90“ rêkketin.. Parlemana Kurdistanê roja 04.06. 2005 komdibe...

Do li bajêrokê Dukanê pîrozbayîyên 30 salîya damêzrandina YNKê hebû... Kek Mesud û cend endamên mekteba sîyasî a partiyê jî têda beshdarbûn..

Kurdan dîsan yekdengîya xwe nîshan dan.. Mam Celal, Kek Mesud û berpirsên herdu partîyan gellek mesajên erênî dan... Herdu partîyan dîsan qala „kurdayetî“kirin û „dijî berjewendîyên teng ên hizbayetîyê“ axivtin..

Lê 4 meh ji kîsê Kurdan cû... Di nav 4 mehan de , li Kurdistanê qet tishtek nebû.... Di nav 4 mehan de li Kurdistanê bêhevîtî peyda bû û dujmînên gelê Kurd shabûn...

Ji bo Kerkûkê pishtî hilbijartinan heta niha qet tishtek nehat kirin... Kerkûk jî wekî Kurdistanê bê îdare maye...
Ez dibêjim bê îdare maye.. Ji ber ku li ser hilbijartinan de 4 meh debasbûn, hêj desthilatekî me ê hilbijartî nîne.. Herdu îdareyên Kurdistanê hêj yeknegirtine, Peshmergên Kurdistanê hêj yeknegirtine...htd...

Mafên herdu partîyan tunebû ev yeka hanê bianîna li serê Kurdan...

Lê, niha herdu partîyên me rêkketine... Parlemana Kurdistanê 4‘ê meha 6 komdibe..

Pêwîste Kurdên me „Sondek Netewî“ amedebikin... Di wê sondê de taybetmendîyên Kurdan bidin pêsh cavan... Divê bi hûrî li ser hizbayetîyê û kurdayetî yê rawestin... Divê wekî nûnerê gelê Kurd, nek nûnerên hizban karbikin... Sherê navxweyî wekî tawanê netewî bête pesindkirin..
Ev yeka hanê ji bo Pêshmergan jî rast e... Pêshmerge, Pêshmergên hizban nînin.. Pêshmergên Kurdistanê ne... Pêwîste ew jî li ser Kurdistanê sondbixwin...

Pêwîste Parlemana Kurdistanê „sherê navxweyî“ wekî tawanekî netewî destnîshan bike... Kushtina Kurdekî welatparêz bi navê kurdayetîyê mehkum bike.. Ewdullah Pêshev di helbestek xwe de wisa digot:

„TÊNAGIHÊM

Tênagihêm
Eger tivingek hezar fîshek tê hebe
Û di destê Kurdekî de be
Û berê wê li Kurdekî be
Cawa dilê wî digre lê bide
Hema agir jî berda be“

Di dawîyê de ez dikarim bibêjim, zikê gelê Kurd bi gotinan û propagandan têr e.. Gelê Kurd, li benda gavên bercav in.. Hizbên Kurd gotin ku ew dê li deverên dagirkirî wekî Kerkûk htd kurdayetîyê bikin, nek hizbayetîyê.. Lê sed mixabin li wan deveran hizbayetîyê dikin... Ji ber vê yekê jî gellek alozî û girûgirift peyda dibin.. Yek dibêje: „bila Turkmen bibe cîgirê Parêzgar“ û ê din jî dibêje: „bila Ereb bibe“....

Pêwîst e Parlemana Kurdistanê kombibe, Yasaya Herêma Kurdistanê derxe û stratejîya netewî a Kurdistanê tespît bike.. Hemû Kurd divê serverîya yasayê nasbike û di jêr yasayê de kar bike û bijî....

Bi wî awayî em dikarin welatekî azad û demokrtîk awa bikin... Bi wî awayî em dikarin di navbera xwe rojhilata naverast de sînorekî daynin...

Wê dema Kurd bikarin bêjin „serokê berê“ ne ku „serokê rehmetî“(Venus Faîq), wê demê em rojên gesh dibînin û digihîjin hevîyên xwe ên hezaran salan..
01.06.05

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.