Skip to main content

KÊ PIRTÛKÊN OLA ÊZİDÎYAN NIVÎSÎ Û BÛ KÎJAN ZIMANÎ(2)

W: Aso Zagrosi

Di dîroka lêgerîna van tekstan de lêgerok dinivîsin , ku berê pêşîn tekstên pirtûkên ola Êzidîyan hatibûn wergêrandinê li ser zimanê erebî û paşê jî ji zimanê erebî hatiye wergêrandin li ser zimanê îngîlîzî, frensî û zimanên din.. Niha hemû tercume kom kirine li cîkî.. Cem min her bi tenê du şîveyên wan hene:

1)Yek ya çapkirina Anastas Marie ye(Fotokopîya wê tekstê bi elifbayekî xwerû ye).

2) Yek jî mamoste Şakir Fettah çapkirîye. Wî nivîsîye ku, wî ew tekst ji zimanê erebî wergêrandîye li ser zimanê Kurdî. Min têksta Anastas Marie û a Şakir Fettah beramberî hevkirin û ez pêhesîyam ku, li gellek cîyan cewazî û cudayî di nav wan de heye.
Ev nîşan dike ku Mamoste Şakir Fettah, an tekstên xwe rast wernegerandîye, an jî divêt erebî ên ku Şakir Fettah jê wergerandîye ji tekstên Kurdî ên din hatiye wergerandin. Lê, li wira ez nikarim binivîsim ji kîjan şîveyî tercuma erebî hatiye wergerandinê, ji tekstên eslî an jî ji tekstên ne eslîş Ji ber vê yekê jî, ez nikarim safî bikim kîjan tekst ê eslîye, an nêzîkî teksta berê pêşîne.

Pirsa qurs ew e, ku qet di tekstekî de sala nivîsandina wan nehatiye nîşankirinê. Lê, herçend tekstên Anastas Marî bi elifbayekî cuda û xwerû hatiye nivîsandinê û elifbayê wî jî ne erebî, ne nesturî û ne jî
Yehudî ye. Ez difikirim ku, teksta Anastas Marî a eslî ye an jî şîveyekî berê pêşî ye.

Hewes û enteresa min bi teksta Anastas Marî ve heye. Ji ber ku, bi alîkarîya lêgerîna wî em dikarin safî bikin ji bo çi ew bi elifbayê erebî nehatiye nivîsandinê? Ji bo çi bi arîkarîya elifbayekî din hatiye nivîsandinê?

Hemû lêgerok dinivîsin, ku pirtûkên ola Êzidîyan bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin. Mesele, C. Lawkotka di kitêba xwe “Pêşketina Nivîsarê de di rupela 135’an de dinivîse: “Zimanê van herdu pirtûkan zarave Kurdî cîgaye”. Mamosta Şakir Fettah jî dinivîse: “ Êzidîyekan her du nusrawî ayîneyan heye: Cilwe û Mistefa Reş, herdukîşyan bi zimanî Kurdî nusrawenetewe”.(6) Ev gotinên jorê rast in, lê heta niha nehatiye gotin û nivîsandin bi kîjan zaravê Kurdî ew pirtûkana hatine nivîsandinê. Di Kurdnasîyê de heta niha texmîn dikin ku, ev pirtûkana bi zaravê Kurmancîyê hatine nivîsandinê. Ji bo vê texmînê jî gotûbêjên jêrîn wekî belge nîşan didin:

1)Êzidî bi zaravê Kurmancî diaxivin,
2)Kakilê pirtûkên nivîsandî, ê dîn û ayîna Êzidîyane, her bi tenê divêt dîn û dîyaneta wan Kurmancî nivîsandî be….

Lê pêwîst e bêjin, ku bi arîyarîya lêgerîna lêgerokên berê û bi lênihêrîna xwe li tekstên Anastas Marî, ez hatime li ser wê fikrê, ku pirtûkê dînê Êzidîyan bi zaravê Kurmancîyê nehatine nivîsandinê, bi Soranî hatine nivîsandinê… Dom dike…..

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.