Skip to main content

KURMANCÎYA RAST LI HER DERAN RAST E!

Piraniya ronakbîrên Kurd ên derveyî Yekîtiya Sovyeta berê gelek caran bi rastnivîsandina me -Kurdên Sovyetistana berê- qayîl nabin û bona gotinên xwe mak bikin, rastnivîsandina "Hawar"ê wek bingeh qebûl dikin. Ez di vê pirsê da ne her dem bi wan ra me û timê ser wê baweriyê me, ku rastnivîsandina me ji rastnivîsandina wan ronakbîran rasttir e û gorî qanûnên zimanê me ye. Lê qayîlnebûn tiştek e, îsbatkirina rastiya Kurmanciya me tiştek din e.

Ji bo vê armancê min berê xwe da "Hawar"ê û ji "Hawar"ê jî ez tenê li ser miqalên Celadet Bedirxan (Herekol Azîzan) sekinîm, ji ber ku ew "mejûyê" wê kovara Kurdî ya delal e. Û ez hatime ser wê baweriyê, ku Kurmanciya me û "Hawar"ê hema bêje wekî hev e, lê Kurmanciya wan ronakbîran û "Hawar"ê hema bêje ne wekî hev e. Li jêr ez dê nimûnan bînim.

Di pirsa tewandinê da:
Kurdên Sovyeta berê di dema tewandina gotinan da forma gotinan diguherînin. Wek nimûne: "Ewî dêrî vekir", "Heso çûye ber pêz", "Gulîzer ji bajêr tê". Di vê pirsê da "Hawar" û Celadet Bedir xan wek me dinivîsin, lê ne wek gelek ronakbîrên Kurdên Ewropayê, ku zimanek ji xwe ra çêkirine, heta carna dayîkên wan jî ji wan fêm nakin.

Ji bo nimûne: Di hejmara 24'an, di miqala: "KURD Û KURDISTAN BI ÇAVÊ BIYANIYAN" da (rûpel 2, stûn 1, xet 18) hevokeke wa heye: "Mêr diçin ber pêz…". Li vira pez bûye pêz. Nimûnên wa di hejmarên mayîn da jî hene, xwesma di hejmara 55'an da: "Heb bi pêz ketibû", "…li nexweşiya pêz hûr bû", "Lawik anîn bajêr" (di rûpelê 4'an da), "Lê ji ber ku di lêwik da tu hêvî nema bû…" (rûpel 5), "Ji ber ku bêv di wî bajarî de…" (rûpel 2); di hejmara 44'an, di miqala "Tefsîra Quranê" da: "Herwekî wan ji rastiyê xwe dane paş, erna Yezdên giha wan…", di hejmara 56'an, di miqala "SIR JAMES YOUNG SIMPSON 1811 - 1870" da (rûpel 2, stûn 2, xeta 15'an) "…bijîşkine welêt lê ezimandin" û hwd.

Tewandina gotinan di navên nivîskarên miqalan yên di "Hawar"ê da çapbûyî da jî xuya dibe, wek: Cemîlê Tacdo, Hesenê Mistê, Smaînê Serhedî, Evdirehmanê Rojkî, Sibhiyê Diyarbekirî, Masûmê Hamîdî, Remoyê Qenco, Silêmanê Ferho, Xelîlê Gênco, Bişarê Segman, Hisên Emînê Perîxanî, Yehyayê Seyda, Qadirê Ferman. Ev curê nivîsara navan niha hema bêje tenê li bal Kurdên Sovyeta berê maye, wek: Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Şeroyê Biro, Eznîva Reşîd, Zadîna Şekir û hwd. Hela di ser da, me navên dengbêjên Ermenî jî dikire di nav qalibê Kurdî da, ku destûra me tunebû jî, lê me ew yek ji bo wê yekê dikir, ku guhên Kurdên me hînî curê Kurdiyê bin. Wek: Aramê Tîgran, Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û yên din. Lê navên wan ne bi navê bavê wan va dihate nivîsar, lê bi paşnavê ra tevayî dihate nivîsar, wek Aram Mêlîkyan, Karapêt Xaçatryan û hwd.
Gelo ji Kurdên derveyî Sovyeta berê çend kes bi vî awayî dinivîsin? Yê ku ez dizanim, tenê Hesenê Metê û Şahînê Bekirê Soreklî ne. Gelo we çima ji bîra kiriye, ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Dewrêşê Evdî, Evdalê Zeynikê, Bişarê Çeto, Rizayê Xêlit bi wî awayî (em jî wek wan) nivîsîne. Gelo ji Kurdên Kurdistanê, ku niha li Ewropayê dimînin û zordestiya Turka û Ereba li ser tune, çend kesan navê xwe guhartine û niha bi awayê Kurdî dinivîsin? Çend kesan navê xwe guhartine, kirine Kurdî? Hin kesan eger guhartibin jî, berê Mistefa Koroxlî bûye, guhartiye û kiriye Nûrettîn Yildiz. Heta Nûreddîn jî Nûrettîn dinivîsin. Lê me Mistefa dikir Misto, Hesen dikir Heso, Celîl dikir Celo û hwd.

Di pirseke din da jî, ku rastnivîsandinê va girêdaye, Kurdên Sovyeta berê û "Hawar" hemfikir in. Ew pirsa tewandina wan gotinan e, ku bi rengdêra va (vokal) kuta dibin. Ji bo nimûnê, gotina kitêbxane, di dema tewandinê da bal Kurdên Sovyeta berê dibe kitêbxana, lê ne ku kitêbxaneya. Navê Zerê, ku keça Ûsiv e, dibe Zera Ûsiv, lê ne ku Zerêya Ûsiv. "Hawar" jî di gelek ciya da wek me nivîsî ye. Wek nimûne, di hejmara 35'an, di miqala "KURDÊN ECEMISTANÊ Û HALÊ WAN", di têbîniyê, xeta 5'an da em dixwînin: "…di çayxanekê da me bêhna xwe dida". Di hejmara 56'an, rûpela 3'an, ji jêr va xeta 11'an da hatiye nivîsar: "…di dawiya emirê xwe de bi nexweşîke welê ket…", hejmara 55'an, rûpela 3'an, stûna 2'an, paragrafa 5'an, xeta 4'an da jî gotina nexweşîk (lê ne nexweşiyek) derbas dibe. Di hejmara 32'an, di miqala bi sernivîsara "KARDÛX Û WELATÊ KARDÛXAN", ji dawiyê xeta 5'an da em dixwînin: "Diviya bû di Diclê re derbas bibin". Di stûna rex wê da, paragrafa 9'an wa destpê dibe: "Lê ji ber ku yewnanan nikari bû di Diclê re derbas bibin…). Eynî gotin bi curê Diclê, lê ne ku Dicleyê, di têbiniya wê miqalê da jî derbas dibe.

Wek hevbûna Kurmanciya "Hawar"ê û ya Kurdên Sovyeta berê di bikaranîna gotina yê ku (ya ku, yên ku) da jî xuya dibe, ku Kurdên din hema bêje bi kar naînin û hela di ser da jî şaş dibînin. Ji bo nimûnê, Kurdên Sovyeta berê vê gotinê wa bi kar tînin: "Silo, yê ku gunehkarî kiribû, li xwe mukur hat…", "Sîsê, ya ku di mektebê da baş dixwend, îsal kete Ûnîvêrsîteyê". Em "yê ku", "ya ku" û "yên ku" ji bo mirovan û ruhberan bi kar tînin, lê ji bo tiştan em "kîjan" bi kar tînin, wek nimûne: "Tivinga Heso, kîjan unda bûbû, hate dîtin" û hwd. Nimûneyên wa ji "Hawar"ê: "Smaîl Axayê Şikakî, yê ko bi navê Simko deng daye…", "Herçî mezinên Kurdan, yên ko av bi wan sar û germ dibû" (hejmar 35), "…zimanê ibranî, yê ko berî 30-40 salan zimanekî mirî bû…" (hejmar 40), "Ehmedê Xanî, vî Şairê Kurdan ê mezin, yê ko daye pey her tiştê miletê xwe…" (hejmar 42), "Dr. Sîmpson, yê ko ji êşa xelkê re derman peyda kiri bû…" (hejmar 56) û hwd.

Di pirsa nivîsandina navên biyaniyan da jî Kurdên Sovyeta berê û "Hawar" ser rêkê ne. Di hejmarên 55 û 56'an da Herekol Azîzan di miqalên bi sernavên "Yên ko xizmetî însaniyetê kirine" da navên biyaniyan him wek hene nivîsîne, him jî bi Kurdî nivîsîne. "JAMES YOUNG SIMPSON" û bi Kurdî - "CÊMS YÛNG SÎMPSON"; û "LOUIS PASTEUR" û bi Kurdî - "LWÎS PASTOR". Di hejmara 56'an, rûpela 2'an da navê bajarê Edinburg bi curê Kurdî - Êdînbûrg hatiye nivîsar. Kurdên Elegezê, an jî Şirnaxê mecbûr nînin bi Îngilîsî bizanibin, da ku navê Kilînton wek Clînton binivîsin.

Bal Kurdên Sovyeta berê bi kêmanî du gotin hene, ku ji derveyî wan hema bêje tu kes bi kar naîne, lê di "Hawar"ê da ez rast pê hatim. Yek ji wan gotinan, gotina wekî ye, yek jî pê ye. Em vê gotinê - wekî - cîna wek eger, cîna jî dewsa ku bi kar tînin. Wek nimûne: "Wekî tu gotineke xwe dibêjî, dudê hevalê xwe jî bêje", "Wekî tu hatî, bi xwe ra bîne". Li van hevokan da wekiya me eger e. Û bi wê manê di "Hawar"ê da jî çend nimûne hene, wek: "Babê keçkê got: Axa wekî tu cihê Jêliyan hemî bidî min, ez keça xwe nadim te". (di hejmara 34'an, di miqala Herekol Azîzan ya bi sernivîsara: "JI EŞÎRÊN BOTAN: JÊLIYAN" da, rûpela 4'an, stûna 2an, paragrafa 5'an, xeta 1'ê). Wekîya vê hevokê tê mana eger.

Di "Hawar"ê da hinek gotin jî hene, ku niha tenê Kurdên Sovyeta berê bi kar tînin. Ji bo nimûne, di hejmara 40'î, di rûpela 5'an, stûna 2'an, xeta 10'an da hevokeke wa heye: "Yehûda nanê tisî dixwar…". Gotina tisî di nav Kurdên Sovyeta berê da gelek belabûyî ye û tê mana nan bi tenê, bêy pêxwarin. Di Kurdiya me da nanê sayî jî heye. Dema mêrê Kurd ji kevaniya xwe ra dibêje "nan bîne", her kes fêm dike, ku gerekê her tiştê xwerinê bîne, ango ne tenê nan. Lê gava di dema nanxwerinê da nan bi tenê xilas dibe (lê xwerin maye, xilaz nebûye) û mêr dixweze ji xanima xwe ra bêje, ku tenê nan bîne, dibêjê: "nanê sayî bîne".

Niha em bêne ser gotina pê. Kurdên Sovyeta berê vê gotinê gelekî bi kar tînin. Ji bo nimûnê: "Ewê serê xwe pê laçikê girêda", "Xezal pê sergîna tendûr dada", "Memo mast pê nan dixwe" û hwd. Xuya ye "pê" ji "bi wê" çê bûye. "Hawar" jî gelek ciya vê gotinê bi vê fikrê bi kar aniye. Di hejmara 40î, miqala: "ZILAMEK Û ZIMANEK", di stûnên 2'an û 3'an da ev hevok hene: "…divêt cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin", "…me zimanekî delal heye û em pê daxêvin". Di hejmara 55'an, di miqala: "YÊN KO XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIRINE LWÎS PASTOR (LOUIS PASTEUR)" da (stûn 2, xet 8) em dixûnin: "Ez dibêjim qey bihina min wê pê vebiya". Di hejmara 56'an da Herekol Azîzan di miqala xwe ya rûpela 2'an da çapbûyî da hevokeke wa bi kar aniye: "Min tukes nas ne dikir, ko sebira xwe pê bînim".
Vira ez dixwezim bala we bikişînime ser gotina tukes jî.

Her tişt nine, ku Kurdên Sovyeta berê bi "Hawar"ê ra qayîl in û gerek çevgirtî wek wê bikin. Em wê gotinê cihê dinivîsin, wek tu kes. Û tu kes nikare me ji wê rastiyê dagerîne. Di "Hawar"ê da gelek gotinên wisa hene (wek tucar, nexweş), ku bi hev va hatine nivîsar û fikreke tam cihê - bazirgan û nexweş - didin. Lê eger cihê bêne nivîsar (tu kes û ne xweş), fikra rast: hîç kes û bê tam didin. Di miqala Herekol Azîzan ya di hejmara 56'an de ya bi sernivîsara YÊN KO XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIRINE CÊMS YÛNG SÎMPSON "SIR JAMES YOUNG SIMPSON 1811 - 1870" da hevokeke wa heye: "Ez piçûk, feqîr û hov gihaşti bûm Êdînbûrgê. Min tukes nas ne dikir ko sebira xwe pê bînim".
Di hejmara 24'an, di miqala: "KURD Û KURDISTAN BI ÇAVÊ BIYANIYAN" da, di têbiniya (not) 1'ê, di xeta pêşîn da em dixwînin: "Ji ber ku em Kurd tucar Xwedê ji bîr nakin…". Vira gotina tucar gerek cihê bê nivîsar, wek tu car. Eger wisa nebe, bazirgan tê fêmkirin.

Eynî gotin di helbesta "MIRINA GURÎ" da derbas dibe, ku bi wergera C. A. BEDIR-XAN di hejmara "Hawar"ê ya 31'ê da çap bûye:

"Û ji cewrikên xwe re bibêje,
Mebin nîzing, tucaran…
Avahiyên ko mirov tê de".

Di hejmara 55'an, rûpela 2'an, paragrafa 3'an da hevokeke wa heye: "Lê kur ne şerê însanan; lê şerê nexweşiyan dê bikira". Li vira gotina nexweşiyan gerek cihê bihata nivîsar - ne xweşiyan.

Sernivîsara helbesteke şairê Kurd ên Sovyeta berê Simoyê şemo "Tu ne yarî, tu neyarî" nimûneke wisa xweş e, ku wek dibêjin, dikare di vê pirsê da "serê lodê bigire".

Kurdên Sovyeta berê bi wê yekê ra jî ne qayîl in, ku ji bo çi dema gotinek bi herfa "î" xilaz dibe û paşpirtika "ya" di ser da zêde dibe, "î" diguhêre û dibe "i". Wek nexweşî - nexweşiyên, arîkarî (çima ne alîkarîş) - arîkariya û hwd

Nivîsara bi zimanê Kurdî, xwesma bi Kurmancî, di nav Kurdên Kurdistana Turkiyê û Kurdistana Sûriyê yên Kurmancîaxêf da bi piranî berî çend deh salan destpê bû û bi xurtî pêşda çû. Û ji bo wana bingeh gerek ne tenê "Hawar" û Celadet Bedirxan bûna, lê rojnama "Riya Teze" û edebiyeta Kurdên Sovyeta berê jî, ku berî "Hawar"ê hebûne û bi Kurmancî gelek berhemên hêja çap kirine. Min bi xwe ji herduyan jî - ji "Riya Teze" jî, ji "Hawar"ê jî - feyda dîtiye. Û bawer nakim, ku eger min xwe bida tenê alîkî, dê baştir bûya. Û gerek em wek hineka nefikirin, ku "20 hezar Kurdên Sovyeta berê ber 20 milyon Kurdên Kurdistana Turkîyê çine kuş". Rastî piraniyê va girêdayî nîne. Celadet Bedirxanên Kurdên Sovyetê jî hene û di hêla zimên da yê herî navdar ew profêsor Çerkez Bakayêv (Çerkezê Xudo) e, ku serokê beşê bû di Enstîtûya Zimên ya Akadêmiya Zanyarî ya Sovyetistana berê da. Wî bi Rûsî dersên zimên didan Ooktorên Rûs û miletên din, lê karê wî yê bingehîn di hêla zanyariyê da çareserkirina problêmên zimanê Kurdî bû. Û ewî ser zimanê Kurdî gelek pirtûk çap kirine, piraniya wan bi Rûsî ne. Lazim e, ku ew bi curê wergeran bigihîjine gelê me.

Eger em wisa bikin, ew dê ji zimanê me ra tenê karê bîne û zimanê me dikare hîn pêşda here. Wê demê her Kurdeke bira ji xwe pirs bike: gelo çima HEWARa Kurdî bûye HAWAR?

[email protected]

Ji rojnama Agirî hatîye vergirtin.

PDK-iran. Agirî

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.