Mesûd Barzanî 30.10.2011 li Iranê bu, 3.11. 2011 jî li Enqere ye
Rojeva siyastê germe li Rojhilatanavîn û Kurd û Kurdistan jî dê çawa û bi çi metodên akilane û dîplomasî bikarin xwe divê reşa siyasîde bidin kebulkirin liser asta Nav dewletîde…
Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî 30 .10.2011 de bi seredanekî resmî liser daxwaza Îranêbu çûbu Tehranê. Barzanî ligel berpirsên heri bilind yên Îranê civiya. Weko; Serokê Emniyeta Netewiya îranê Seîd Celîl, Serokkomar Mahmûd Ehmedî Necad, Cihgerê Serokkomarê yekemin Muhamed Reza Rehîmî, Wezîrê derve Elî Ekber salihî, Rêberê Şoreşa Biind ya Îslamiya Iranê Ayehtullah Eli Xameneyi.
Weko çapemeniya PDK ragihandî (Peyamnê, Aknew,KTV,Sagros)divan civînên dualîde tinê behsa têkiliyên dualî , elektrik, bazirganî û hew, hatiye kirin.
Halbuki şeytan jî dizane Serok Barzaî jiber xatirê bazirganî û elektrikê liser daxwaza vexwendina îranê neçûbu wî welatî.
Bi caran bin anî ziman Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê kevn yê Kurdistan di preskonferanseka Televizyonêde bi zîndî gotibu PJAK liser destê Îranê hatiye damzrandin. Vêca weko em dizanin didemên dawiyade yanî 2-3 heyivin Îran Herêma Kurdistan bi topan bimbebarandikir. Bi hezaran Kurd jiber topbarana Îranê Gundên xwe berdan.
Pêşiya demekê Nêçîrvan Barzanî cihgerê serokê PDK (liser daxwaza îran buye yan jî ne, ne diyare) çûbû Tehranê . Ligel Serokkomar Ehmedî Necad û Wezîrê derveElî Ekber Salihî civiya û Topbarana ser herêma kurdistan rawestiyabu.
Min bixwe merek kirîbu gelo Nêçîr ji Rayedarên Îranêre got ku „We Bi xwe PJAK damezrandiye çima hon Axa me topbarandikin pirs yanjîna“?
Mesûd Barzanî 3.11.2011 duzbe Weko Çapemeniya Türk liser daxwiyaniya Nêçîrvan Barzanî veguhastîn roja Hatina bu Türkiye diyarbuye.
Çapemeniya Türk beruvajî ya PDK civînên Mesûd Barzanî ligel Rayedarên heri bilind yên îranê diweşînin. Bêguman ev ne ecêbe. Jiberku Ez bixwe çapemeniya Türk nasdikim ka wan çi helwestek beramberê doza Kurdistan heye.
Lê ya heri xerip ewe ku Cihgerê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî PKK weko terefê Kurd liser Masê dide diyarkirin!
Yan Barzanî naxwaze siyaseta wan ya beramberê doza Kurd û Kurdistan nasbike, yanjî bi rastî dixwzin bes tinê ew ji vê belayê xilasbibin.
Gelo ev rêya çareseriyê ye ku Barznî/PDK, PKK weko terefê çareseriya doza Kurd li Bakurê Kurdistan didinpêş? Nexê. Barzanî û Hukumeta Kurdistan bivê siyaseta di derbarê Kemalistiya pkk de nehekiyê dikin beramberê Bakurê Kurdistan.
Carê çareseriya ku PKK dixwaze çiye? Otonumiye, Federalizme, serxwebuna Kurdistanêye?
Barzanî û PDK divê vê ji Bakûrê Kurdistanê re ruhn bikin. Weko Ez dizanim û bi teybeti jî Barzanî jî dizane PKK neku çareseriyê ji doza Kurd û Kurdistanê re dixwaze, belku aloziya dirist dikin. Neko Otonumi, Federaliz, û serxwebun dixwazin, belku dizaxwin Kemalizma dewletê zîndîbikin. Dixwazin Kurdan bêxin bin nîrê dewletêde.
Mesûd Barzanî 3.11.2011 Li Enqere dê çawa dwazaza kêşeya çareseriya Qendil bike gelo? Herêma Qendil buye Herêma Kemalistên PKk û Barzanî bixwejî nebe lê PDK harikariya PKK dike bi salane. Lê dema LI Bakurê Kurdistan Partiyekî din behsa çareseriyeki bike , ji wanrejî dibêjin; „ Ev karên hon bikin xiyanete beramberê PDK, lê beramberê doza Kurd şanaziye“.
Yani divî warîde Barzanî û PDK du ali dilehîze. Li aliyekê rêxistinên wan yên cihê harikariya PKK dikin, li aliyê din jî ji Partiyên Bakûrê Kurdistane rejî dibêjin kiryreka hon bikin îxanete beramberême! Ev cotstandart buye siyaseta PDK. Dema harikariya Kemalizma PKK dikin û Pkk jî Kiryarên Terörkari dikin dibe ma gelo dibe şanazî ji Barzani û PDK re ?
Eger xwendevan merek bikin ez nimonekê bidim. PDK Li Bakurê Kurdistan weko bekçiyê Tuvaletê lêkirin. Nahêlin serê xwe rake. Direk Barzanî û PDK vî karî astengdikin liser rêya Mekteba siyasi.
Barzanî baweri bi mafêgelê Kurdistan heye. Bêguman. Lê Barzanî hem pistevaniya Kemalizma PKK dikin û Hem jî destên xwe danin ser serên Partiyekî ji Bakurê Kurdistan ku tu cara nekare serê xwe rake.
Mesûd Barznî pêşiya 19 Salan li Racan digut; „Bêhna xwe firehbikin demeki kurt wê mayî her harikariyekî hon bixwazin emê dine we. Me eger nanek hebe pariyek bum e û pariyê din ji bu weye „.
Dîsa li Dihokê Bi teybetî Serok barzanî Nêçîrvan û Fazil mîranî bi tevî hêzeka Pêsmerga Bune Mêhvanên Hgeliyê Qomriyê. Liwî Gelîde Keleşînkufa ku dayin Partiya Bakurê Kurdistan disa xwestin paşde vegerînin.
Barzanî li Gelyê Qomrîyêde ji Rayedarê partiya Kakûr re got: Hon ger dijê dewleta Türk şerê çekdari bikin ev îxanede dijê me. Lê Şanaziye bo doza gelê Kurd“.
Du hêmanên interesant. Yekê, dijê Türkiye şerê çekdarî beramberê xwe îxanet dibînin, lê bo doza Kurd jî şanazî û serfirazî didîtin.
Başe bi salane hon harikariya Kemalizma PKk dikin û şerê wanjî dijê Kurdaye. Ma hon ji wanre jî dibêjin ev îxanete dijê me? Ew şerê ku pkk dike û kesên tên Kuştin jî %95 jê Kurd bixwene. Bi gotinekî vekirî dinava hêzên dewleta Türkiyede yên tên Kuştin û dinav pkk de jî herdujî Kurdin. Pkk şerê çekdarî bo çi dide? Bo kuştina Kurdan dide yanjî saxkirina Kemalizma dewleta Türkiye?
Gumrika îbarahimxelil Ji Zaxo Rabe bête Edene kî naxwaze? Kî dê bêjit berjewendiya kaseya paran derbazê bakûrbu?
Seredana Serok Mesûd Barzanî bo Enqere di demekî zor giring û alozde pêktêt. Barzanî divê PKK weko Terefê çareseriya ser masê nede diyarkirin. Çinmku PKK Kurdistan temsîl nake. PKK partiyekî dewletêye û bi esasên dewletêve girêyayiye. Jiber vê çendê herame ku ew weko çareseriya terefê danûstandinan bête distnîşankirn.
Ji Pkk hatiba îro Herêma Kurdisan ku îro Mesûd Barzanî serokatiya wê dike ne dihêla ser ruyê erdê û da wê bi iraqiyanve daban girêdan. Barzanî vê siyaseta kemalist û Ergenekon Pkk jî baş nasdike. Barzanî divê qenci û baş kurdiniya layanê baş nekin korbaniya bi milyon xiraban.
-Îrak û rejîma bassê medît. Bi milyona xelkê wê ji Destbixwînê Seddam re digotin: „ Bi xwin, bi ruh, bi can em terene ey serok“
-„Xelkê Sûriyejî ji Rejîma Esadanre digotin; Bir xwîn bi ruh, bi can em terene ey serok“,
-„Kurdên bakûrê Kurdistan li Diyarbekir dema komdibin ji Öcalan re jî dibêjin; Bi xwîn bi bi ruh, bi can em terene ey serok“.
Serok Barzanî û Çapemeniya bi wan ve girêdayî bila vê resê baş analizbikin û destên xwe danin ser wijdana xwe û temaseyê Bakurê Kurdistan bikin.
Îsmaîl Girikî
1.11.2011