Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 6 September 2012

http://rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=36118

Bûbê Eser / Ez ê bixwazin di vê nivîsê de behsa çima RNK-KUKê dest bi şerî çekdarî nekir? Kî bûne asteng ku ne hiştin şerê çekdarî bê kirin? Çima nehiştin ku şerê çekdarî ya wê demê ku êdî pêwîstî pê hebû, dest pê bibe? Ez ê bixwazim bi tenê li ser vê rawestim. Rawestim û bidim diyarkirin ku yên ne xwestin şer destpê bibe, li gor min ew kesên ku ji dewleta tirk re kar dikirin an li gel îstîbarata tirkan ji bona berjwendiyên xwe û malbata xwe kar dikirin, bûn. Loma nehiştin ku şer dest pê bibe da ku ew rêxistina ku xwe ji bona şer jî amade kiribû belav bikin û taliya taliyê jî bi ser ketin. Lê heyfa min li wê yekê tê ku heta niha ji tu kesên rêvebirin wê demê tu deng derneket û hê jî derneketiyê. Çima gelo hemû weha bi hevre bêdeng man?

Divê bê zanîn ku bêdengê qebûl kirina bindestiyê û xerabûnên bû bûn e. Loma jî bi eşkereyî dibêjim heta ku ev mijar zelal nebe an jî hin ji rêvebirin wê, vê venekin û nebêjin, wê hemû endamên rêvebir yên berê bi yek sûçî bêne sûcdar kirin. Wê rojekê ev hesab bê xwestin. Heger em îro nikaribin vî hesabî ji hev bixwazin wê sibê zarok û nebiyên me bê deng nemînin. Ewên vî hesabî bipirsin û meselê ji hev zelal bikin. Wê rojekê zarok û nebiyên me hesabên şehîdan ji rêvebirin vê rêxistinê bipirsin. Divê ev jî weha bê zanîn.

Niha jî em vegerin ser mesela çima RNK-KUKê dest bi şerê çekdarî nekir? Ez vê pirsê ji hemû rêvebirin berê û yên niha dikim. Divê ew rêvebirin berê û niha yên li kêfa xwe dinêrin, malbat û zarokên xwe xilaskirin û ew dane xwendinê re dibêjin. Bêjin çi bi we hat, çi dest bûn ku hûn û em ji hev bela wela kirin. Wan eşkere bikin. Netirsin û xwe ji bin barê vê berpirsiyariyê derxin. Ya na wê dîrok we tevan bi xeteke sor gunehbar bike ku heta heta hûnê nikaribin xwe ji vê xilas bikin. Ev nisûbet, ev deqa reş wê ne tenê ji bona we be, ev ê zerara xwe bide malbat, zarok û nebiyên we jî. Zaroyên we hemiyan xwendin, lê yên xelkê bi kuçe û kulanan ketin, di metropolên tirkan de destê xwe li ber xelkê vekirin da ku êvarî nenekî bibin mal. Ma weha rehet e ku hûn ji ber van xerabiyan xwe bê deng bikin, ne bi minê û ne bi teyê. Kêf bikin, li kolanên ewropa kaban bavêjin. Zarokên xwe li Emerîka bidin xwendinê.

Ez weha bawerim ku êdî divê bêdengiya endamên rêvebir yên RNK-KUKê bi şkandin. Divê êdî ew jî rastiyê bêjin. Bêjin da ku kê li ku çi guneh û sûc kiribe bila derkev e. Bi vê yekê em ê gunehkar û negunehkaran ji hev veqetînin. Em ê sûcdaran hewaleyî dadgeha dîrokê bikin û bizanibin ku wan ji bona xwe, malbat û zarokên xwe çi kirin.

Sal 1979 bû. Agir bi bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ketibû. Her roj kuştin, girtin, wêranî û talanî hebû. Her roj şer û pevçûnên di nava şoreşgerande hebû. Her roj meş û xwe pêşandanên li hember dewletê hebû. Li hember vana jî lêdan, kuştin girtin û wendakirina kesên welatparêz û şoreşgeran hebû. Loma ewrên tarî girtibû ser tirkiyê û bakurê kurdistanê. Dihat gotin û bihîstin ku ”dengên potînên leşkeran tê”. Yanî dihat zanîn ku wê tofanek rabe, lê wê çi be hê baş ne diyar bû.

Hemû rêxistinên bakurê Kurdistanê li hember wan ewrên tarî bêdeng bûn. Ya jî wan texmîn nedikirin ku wê çi bibe. Lê wê demê hevalbendên RNK-KUK ê yên herêma Sêrtê ew dîtin û li gor wê jî hin hazirî kirin. Yanî haziriya xwe û şerê çekdarî kirin. Ji ber ku wan fêm kiribûn ku wê agir bi welêt bikeve. Ji ber vê jî li hev civiyan û biryara şerê çekdarî dan. Li gor vê biryarê jî hemû haziriyên xwe yên şer amadekirin. Çek, xwarin, pêşmerge hemû hazir kiribûn ku tenê komîta navendî biryarê derxe û ew jî dest bi şerê çekdarî bikin. Lê wan şoreşgerana, wan welatparêzên ku amadekarî û haziriya şerê çekdarî kiribûn, kirin û nekirin nikarîbûn biryarekê ji komîta navendî derxin ku dest bi şer bikin. Her ku pêşniyara şer ji komîta navendî re dikirin, ew pêşniyara wan tundî zinarên asê yên komîta navendî dihatin ku nedihişt dest bi şerî çekdarî bikin. Hin jî endamên komîta navendî bi tundî li dij şer bûn, hin nerm bûn û hinan jî digotin: ”Heger hûn destbi şerê çekdarî bikin em ê jî li hember we şer bikin”. Lê heta niha jî li ser vê yekê nehatiye rawestandin ku kî bûn yên nehiştin şer destpê bibe? Kî bûn yên bi tundî li dij şer radiwestiyan? Kî bûn yên digotin; ” heger hûn dest bi şer bikin em ê jî li hember we şer bikin”. Çima heta niha ev nehat û nayê eşkerekirinê?

Sal 1980ê bû. Darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980 hatibû kirin. Agir û pêtî bi seranserê welêt ketibû. Reva reva rêvebirên rêxistinan bû ku canê xwe xilas bikin. Her weha yên RNK-KUKê jî reviyan. Cih û warê xwe li ser çiyayê başûrê kurdistanê dîtin. Piştî demeke kurt hinan xwestin kampan vekin, mirovan perwerde bikin û dest bi şerî çekdarî bikin. Loma jî kamp vebûn, hazarî hate kirin. Perwerdeya pêşgergeyan bû. Hin ji rêvebiran dest bi hevdîtinan kirin ku alîkariyê top bikin, pişgiriyê werbigirin. Lê ev nehat hesabê hinan loma wan jî dest bi valakirina kampan kirin. Kesên wir şandin sûrî. Ji sûrî jî şandin ewropa. Bi vê yekê dîsa hinan nehiştin an jî nexwestin RNK-KUK dest bi şerî çekdarî bikin. Kî bûn yên ev kirin? Kî bûn yên kamp ji hev belav kirin? Kî bûn berê endamên dixwestin dest bi şerî çekdarî bikin, dan ewropa? Çima vana nayê gotin û zelal kirin? Van meselana hemû endamên rêvebirê RNK-KUKê dizanin, lê nabêjin. Heger vana eşkere bibe wê ew endamên ergenekonê yên di nava RNK-KUKê de bûn jî eşkere bibe.

Daraf Bilek di sala 1980ê berî darbeya leşkerî hate ba me hefsê. Yanî ew jî weke me qaşo hate girt û şandin girtîgeha 5 noliyê û li qawûşa me bû mêvan. Lê wî tu îşkence nedîtibû ango bi wî îşkence nekiribûn. Tu zordarî û tade lê nehatibû kirin. Weke mêvan hate qawûşa ku em endamên RNK-KUKê lê diman. Qederê hefteyekê an jî deh rojan (baş nayê bîra min) li ba me ma. Dûre destê xwe hejand lêxist çû mal. Ji wir jî derbasî sûrî bû. Û li wir jî bû sekreterê RNK-KUKê.

Gelo kesekî ji wî pirsî ku ew çima û ji ber çi hat girtin û çawa hate berdan? Dûre ez agahdar bûn ku haya hin ji rêveberirin RNK-KUKê ji girtina Dara ya wê demê tune bû. Çawa dibe ku kesekî rêvebirê bilind yê vê rêxisinê bê girtin û endamên rêvebirên din haya wan ji vê yekê tune be? Ma ne ecêb e?

Ez daxwaza bersîva van pirsan ji temamê endamên rêveberên RNK-KUK ê yên berê û niha dikim. Divê ew van pirsana bi zelal bibersivînin. Bi zelalkirina van pirsan wê bê dîtin ku ew endamên ergenekonê yên di nav RNK-KUKê de kî bûn derkev e. Ma heta kengî hûnê weha bê deng bin. Bê dengî qebûlkirina bindestiyê, serî tewandin û qebûlkirina hemû xerabiyan e. 29.08.2012

ÊDÎ HÛN DIZANIN
-Nivîs didome-

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.