Spas Remo.
Kekê Brahîm, ji dilsozî û dilşewatiya te misqalek şika min tine - dizanim tu kurd î, lê zehmet nebe dev ji behskirina siyasetê berde. Mêze, cenabê te siyaset nake, behsa siyasetê dike. Zorê nede xwe, tu ne mîlîtan î radibî xwe dipêçî ûbi rê dikevî; herwisa tu ne akademîsyen î ku rabî analîzên hûr û kûr û dûr bikî. Ez dizanim, tu dixwazî êşa 40 milyonî bikşînî. Çima? Ji ber ku li gor fikra te, te îxanetê li wî gelê kiriye ku tevgera ku tu têde bû ni ser neket û hişt ku TC PKKyê bike belayê serê me. Lê wa nefikire, kekê Brahîm. Wa his jî neke. Ev gel dizane kî lawê wî, kî nîne.
Dibe ku mirov bi ser nekeve lê ya giring ne serketina mirov a şexsî ye. Ya giring selehiyeta vî miletî ye ku rojek beriya rojê bigîje azadiya xwe. Em tev dizanin ew roj ê bê. Keko, ew roj ê bê - tu xwe bipertinî jî dê ew bê, wî xirabiyê li xwe nekî jî dê ew bê. Azadî qedera kurdan e. Bo wî, madem li welat î û madem li dû hesabên şaş û biçûk nînî, bihêle bila BDPyî û PKKyî BI XWE fehma vegera rêya rast bikin. Bawer bike ew ê bikin, ji ber ku qewlê tirkan ve, tebîetê eşyayê ye viya: tu projeyên TC (PKK yek ji wan e) li Kurdistanê dê biser nekevin. Viya emrê Xwedê ye.
Zehmet nebe bi vî hişyariyê li meseleyan binêre û ne xwe, ne jî kesek dî biêşîne.
Slavek bo I. Guclu