Skip to main content

Van di çapemeniya kurd de der barê TRT Şeş'ê de rexneyên tund têne weşandin. Li gorî baweriya min şêwaz hinekî hişk be jî, tiştên ku têne gotin, rast in. AKP bêyî ku bingeha wê ya zagonî amade bike, berî hilbijartinê bi çend mehan qerseke kurdî ya ji kartonê ava dike. Kesên ku li dijî Tevgera Azadiyê ne, ji wê derê dê derkevin nêçîra kurdan. Heta niha pişaftina çandî hebû, niha li şûna wê pişaftina siyasî derdikeve pêş. Bi awayê ku mebûsê DTP'ê birêz Osman Ozcelîk gotî, “Xwedê dema ku dixwaze, beniyekî xwe kêfxweş bike, pêşî kerê wî winda dike, piştre dide dîtin. Me kurdan keriyek pêz winda kiriye, niha AKP dixwaze bi bizineke kulek me bixapîne, em keriyê pez hemûşkî dixwazin ango em çareseriya demokratîk dixwazin.“ Lê bi vê kanalê hinek tişt zelal bûn. Çapemeniya tirk hingî xwe bi benê dewletê ve girêdaye, ketiye rewşeke kambax. Dema ku Serokwezîr Tayîp Erdogan bi kurmanciya xwe ya Kasimpaşayê çend peyvên kurdî gotin, hemû nezaniya wan li ber çavan hate raxistin. A rast çapemenî awêneya civaka tirk e, hemû civak der barê kurdan de pir nezan e. Gotinek heye, dibêjin, “Firehiya asoya beqa di binê bîrê de bi qasî firehiya devê bîrê ye.“ Zanîna civaka tirk jî bi qasî asoya çapemeniya wan e. Der barê pûçbûna vê projeyê û sextekariya AKP'ê de em dikarin gelek tiştan bibêjin. Lê li gorî baweriya min tiştê girîng ne ew e. Em hinekî jî bala xwe bidin rewşa xwe. Dema ez bala xwe didim rewşa me, mixabin ez nikarim zêde hêvîdar bibim. Me di dema kursên kurdî de polîtîkayeke şaş meşand, di encamê de me şikestek xwar. Hê jî dewlet li ser wê yekê siyasetê dike. Lê heke em hinekî jêhatî bûna, heke siyasetmedarên me heta wê demê hinekî serê xwe li ser meseleya ziman êşandibûya, me dikarî wan kursan bike çekeke wisa ku planên dewletê pûç bike. Lê mixabin me bi hesabên şaş kurs vekirin û bêyî ku em li benda encamê rawestin me bi biryareke şaş ew girtin. Me şikestekeke siyasî xwar, lê hesabê vê yekê ji kesî nehat xwestin. Ez bala xwe didim saziyên me, mixabin hê jî sembolîk in, hê jî nava gelekan vala ye. Bo nimûne Weşanxaneya Aram çend îsal çend pirtûk weşandin? Tiştê kambaxtir jî kes guh nade karên ku sazî dikin. Kes lê nanihêre ka ew çendî bi karê xwe radibe, çiqas hilberîner e. Heke salê çend daxuyaniyên siyasî bidin bes e. Te divê bila qet hilberîna wan tunebe. Ez bala xwe didi tekane rojnameya me ya bi kurdî dilê min diêşe. Pirî caran nivîs bêyî ku bêne redaktekirin têne weşandin. Ez wekî nimûna nivîsa Kewê ya roja 2'yê mehê didim. Heçî televîzyonên me ne, zimanekî bi temamî werger bi kar tînin, lewre hemû tekstên resen bi tirkî ne û li kurdî têne wergerandin. Zimanekî li gorî tirkî teşe girtî, tê avakirin. Tevî hemû derfetan jî heta niha televîzyonê nekarî rêzefîlmekî bide çêkirin. Ev du sal in, Tevgera Azadiya kêşeya ziman xistibû rojeva, lê kadroyên vê yekê di vî warî de li ber xwe da hê jî ev berxwedan didome. Em ji mêj qala avabûna demokratîk dikin, em dibêjin divê kadroyên avabûna demokratîk ji kadroyên dema rizgariyê cuda bin. Lê mixabin zîhniyeta me ji wê qonaxê derbas nabe. Heta ku di neqandina kadroyan de pîvan bi tenê “dilsozî“ be kesên jîr û jêhatî li dora me namînin. Di van mercan de em ê çawa rê li ber dek û dolabên neyaran bigirin. Ez bi xwe nizanim, hevalên ku dizanin bila ji kerema xwe ji me re jî bibêjin.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.