Skip to main content

نەناسراو (not verified)

Sun, 12/07/2008 - 21:37

Birêz Eşref dikarîbû li ser 1 milyon û 200 hezar muçexweran pirsîyar bikar e... Lê mafê wî nebû xelkê wisa piçûk nîşan bide.. Çawa pirsyara xwe formule dike... De Fermo: "şref Okumuş: Ez bi teksiyê çûm derekê, şofêr adres nedît, got “hukumet niye“, teksî li ber lampeya sor a ser riyê hinekî rawestiya, got “kak hukumet nîye“. Yek li ber deriyê zankoyê şemitî ket, vegeriya ser hevalê xwe got “hukumet niye.“ Li Swêdê tiştek heye dibêjin “muptelayê alîkariya sosyal a dewletê“. Fenomeneka pirr cidî ye, wek muptelatiya narkotîkayê lê tê nihêrtin. Mesele ne pere ye. Mesele gava ne berhemhêner be însan, çawa tê guhertin, mejiyê wî çawa tê guhertin. Li Kurdistanê milyonek û 200 hezar însan meaş werdigirin û ne şert e ku li hemberî vê karekî bikin. Ev rewş wek nexweşiyekê diyar dibe, miletekî xerîb bi vî awayî tê çêkirin. Fikra serokwezîr li ser vê diyardeyê çi ye?" Pêwîst bû Kek Neçirvan bipirsyana we çawa kir bazara navxwe holê rakir? Hûn çima bazara Kurdistanê wekî sergoyê Tirkan û Farsan kartînin? Çi tedbîrên we hene? Hûn ê çawa bazara kurdî biparêzin? Heke ji derzîyê heta makînan ji Tirkîyê bê.... erzan be.... Kurdên başûr qet nikarin tiştekî bikin.. Birêz Eşref piştgirîya desthilat dijî xelkê digere... Rojnamevanî wisa nabe.. LÊ di dawîyê de gavek başbû... KÊmasîyên wê pirbûn... Emê hêdî-hêdî fÊrbibin... Bi rêz û silav Kajîn

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.