Nefel com Arif Zerewan aktaran Firat _Dicle
Sayin Ismail Giriki senin ulusalciligindan sühem yoktur
kurdistan da yeni alternatif hereketler ihtiyac vardir bu günkü partiler kurd halkinin cikar ve taleplerini karsilamktan uzaktirlar Güney Kurdista
Kurdler icin cekici olma özeligini yetiriyor iki parti tarafindan olusturlan meclis daha fazla iki partinin parti meclisi vazifesini gürüyor kendi parti ve bölge cikarlarini ön pilan da tutuyorlar özelikle Diger parcalardaki kurdlere karsi baraj olustulmustur bu tutum kurd halki arasinda ulusal duygularin zayiflanmasina yol aciyor bu tavurlara karsi cikmak gerekir yol yakinken
boyun asagdaki makale uzun zamandan beri sübhelerimizi su yüzüne cikariyor
Siyasetmedarên kurd dînamêtê diêxin bin esasê fikra neteweyî de
STOCKHOLM, 25/11 2008 — Gelek caran ji bo ko grupeka etnîkî wekî miletekî bêt hesibandin û bibe milet ji ziman, cografya û dîrokeka hevbeş zêdetir fikra neteweyî bi xwe dibe motora avakirina neteweyekî ji grupeka etnîkî. Heta niho yên ko nahêlin fikra yeknetewebûnê di nêv miletê kurd de xurt bibe û dînamêtê diêxin bin esasê wê fikrê de siyasetmedar û rêberên kurd in.
Ji aliyê cografî ve ti problema miletê kurd nîne çimkî axa Kurdistanê li ser hev e û tixûbên siyasî yên îro nekariye cografyaya Kurdistanê û têkiliyên di nêvbera perçeyan de ji hev cida bike. Ji aliyê zimanî ve digel hebûna zaravayan ti problema miletê kurd nîne çimkî hemî kurd xwe kurd û zimanê xwe jî kurdî dihesibînin. Herwiha ji aliyê dîrokî ve jî qedera kurdan li herçar parçeyan hertim bi hev ve girêdayî bûye û rûdaneka li parçeyekê yekser tesîr li ser parçeyên dî hebûye û îro jî hêj pirtir heye.
Problema herî mezin ya miletê kurd rêber û serkêşên wî yên siyasî ne. Her ji dema Ehmedê Xanî ve rewşenbîrên kurd behsa vî derdê kurdan dikin. Di dema eşîrtiyê de refleksên herêmî dibûn sebeb ko eşîrek di serhildanekê de hevkariyê digel eşîreka dî neke. Di dema mîrekiyên Kurdistanê de jî dubendî û yeknegirtin her hebû.
Di dema me ya modern de jî partiyên siyasî yên kurdan li her parçeyekê di nêv xwe de û digel partiyên siyasî yên parçeyên dî hertim di rikeberiyeka hizbî de ne û ew rikeberî gelek caran dibe sebeb ko hizbek yan siyasetmedarek li berjewendiyên partiya xwe tenê yan parçeya xwe tenê bifikire û guhê xwe nede brayên xwe yên dî.
Li bakurê Kurdistanê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan her hefte li dijî fikra neteweyî ya miletê kurd teorî û planên nû pêşkêş dike û pesnê kemalîzmê dide. Serokê partiya DTP-ê Ahmet Turkî jî 17-ê vê mehê ji rojnameya tirkî Akşamê re behsa têkiliyên digel başûrê Kurdistanê kir û got:
— Em insanên vî welatî [Tirkiyeyê] ne. Em dixwazin li vêderê bijîn. Daxwaza me ya ko em bi brayên xwe yên wêderê [başûrê Kurdistanê] re bibin yek nîne. Em xwe pirtir nêzîkî Tirkiyeyê û tirkan his dikin.
Ev îdia ne rast e. Kurdekê ji Mêrdînê yan Şirnexê xwe ji tirkekî pirtir nêzîkî brayekê xwe yê kurd li Qamişloyê yan Zaxoyê his dike. Ahmet Turk vê rastiyê dizane lê belê cardî jî ji bo hesabên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên şexsî dînamêtekê diêxe binê esasê avahiya fikra neteweyî de û dixwaze miletê kurd parçe bike.
Wezîrê karûbarên navçeyên derveyî herêma Kurdistanê Mihemed Ihsanî berî demekî li Iraqê ji malpera erebî Nûnê re got:
— Avakirina dewleteka kurdî mehal e û herwiha ne mimkin e ko herêma Kurdistanê ji Iraqê cida bibe. Hevwelatiyekê Kerbelayê yan her wîlayeteka Iraqê ji bo me ji kurdekê Tirkiyeyê nêzîktir e.
Ev îdiaya Mihemed Ihsanî jî ne rast e. Kurdên başûr ji aliyê fikrî û ruhî ve hertim xwe ji Iraqê cida hesibandine. Bihevrebûna Kurdistanê û Iraqê ya niho jî ne li ser esasê “nêzîkîtiyê“ lê belê li ser esasê “şirîkatiya“ desthilatê ye.
Mihemed Ihsan kirmanc e û xelkê Zaxoyê ye. Nîvê Zaxoyê bi eslê xwe şirnexî ne û dayîka Mihemed Ihsanî bi xwe jî ji binemala Axayê Sor ya Şirnexê ye. Mihemed Ihsanî 31-ê meha dehê sala 2005-ê li Hewlêrê di hevpeyvînekê de ji min re got:
— Û qehra min ya herî mezin jî ew e ko piştî van jenosîd û enfalan hemiyê çima em û ereb dê digel hev bijîn. Dibe ko bihayê wê ji bo min giran jî be lê belê ez dê qenaeteka xwe ya şexsî bibêjim. Ez bi hemî cesareta xwe dibêjim ko di mejiyê min de welatekê navê wî Iraq nemaye û hîç rojekê jî Iraqek di mejiyê min de cihê xwe nagire ji ber tişteka ko li ser batilê hatibe ava kirin ew her batil e û qet berdewam nabe. Heger bingehê tiştekê li ser esasekê xwehr hatibe danîn ew qet rast nabe. Ev welat li ser esasê zilm û zorê hatiye ava kirin û heger hemî hikûmeta Iraqê ya li Bexdayê di destê kurdan de jî be em û ereb bi hev re nikarin bijîn.
Min jê pirsî û got: “Yanî divêt kurdan dewleta kurdî ya serbixwe hebe?“ Wî jî got: “Her dê hebe, li ber çavên min e.“
Siyasetmedarên kurd dikarin behsa başiyên şirîkatiya desthilatê ya digel miletê ereb yan miletê tirk bikin. Lê belê ne hewce ye ko ew ji bo şirîkatiya desthilatê ya digel miletekê dî dînamêtan biêxin bin esasê avahiya fikra neteweyî ya miletê kurd de.
Ankaraya Bagli olmak Ne kadar yanlisa Biz Bagdata bagliyiz,da o