Brayê Berwarto Êvarbaş,
Ez hezdikim hest û ew hawara ku ji
kûrîya dilê te parvebikim, lê ez nikarim..
Ji ber ku ev tişta hanê di navbera te û bavê te de ye, pêywendîyên te li gel bavê te li ser hîmekî hatiye avakirin ku dîwarê hesinîye... Qet kes nikare wî diwarî derbasbibe û
tekeve di nav wê kûrayetîyê..
Ez dikarim li ser vê peywendîya taybetî bifikirim, berawird bikim,
lê ez nikarim wê peywendîya te di kûritîya dilê xwe de wekî
te hîsbikim..
Wê dema bav û dê dimirin, mirov sevî dimînin, bê xwedî û bê xwedan..
Mirov warê xwe, stûr û kelanên malê xwe winda dike.. Mal an ji kon diruxe û tête xwarê.
Heke Xanî bimînî jî xanî xanîyÊ berê nîne, kon konê berê nînin, dost û heval, hevalên berê nîne... Teh'm jî teh'ma berê nine..
Her tişt tête guherîn..
Atmosfera xanîyê te, a gundê te jî wekî berê nîne..
Te bibêjî her tişt ji nû ve destpêdike..
Ew çîrok û stranên kevn jî li gel wan winda dibin..
Ew qisên xweş jî li gel wan diheriqin û diçin..
Te bibêjî her tiştî li gel xwe bardikin û koç dikin...
Ev tişta hanê birrînek gellek kûr, êş û azarek derûnî li dûv xwe,
li ba zarokên sevî dihêle..
Temenê sevîbûnê nîne brayê Berwarto..
Ew hestek kûr û êş û azarek derûnîye..
Car bi car wekî karesatek li ser mirovan tê..Bêdengîyek
bê hempa... der û dora zarokên windabûyî dihêle..
Wisa dibe mirov ji nû ve destpêdike, hêdî-hêdî radibe li serpîyan..
Ji ber ku berê kêlan û direkên malê ew bûn..
Barê malê li ser milên wanbû..
Ew ji bo hemû tiştan berpirsîyarbûn..
Wan xema hemû tiştan dixwar..
Piştî koçkirina wan valayîyek mezin peyda dibe..
Zarokek di wê valatîyê de fêrî melavanî dibin, paşê
ew destpêdkin..........................
Qet qala şer û wêranîyê meke..
Ew tiştên li ser me de hatin, qet li ser kesî de nehatîye..
Heke destpêbikim binivîsim, kurtenivîsa min,
tixubê xwe derdiçe..
Heke çîyayên Kurdistanê, deştên Kurdistanê biaxivin
heta hetayê ev çîrok xelas nabe..
Ez ligel teme
Silav û rêz
MX
Re: BÎRANÎNA TE ŞEWATA DİL E...