[b]Roj baş...[/b]
Li Herêma Kurdistanê Jinên Kole....
Fermo bixwînin
Silav u rez
[b]Zarathustra News[/b]
[center][size=x-large][color=#990000][b]* * *[/b][/color][/size][/center]
[center]
[i]Li gorî rapora USA:[/i]
[size=x-large][color=#990000][b]Li Herêmê jinên kole hene[/b][/color][/size][/center]
[center][img]http://img403.imageshack.us/img403/2092/usayk0.jpg[/img][/center]
Rapora 2008 an ya hikumeta Emerîkayê, di bin navê “Trafficking in persons Report“ belav bû. Rapor giraniya xwe li ser bazara jinan, firotin, karanîn û kolekirina wan kur dibe. Di beşa “Iraq Land Narrative“ de bi tevayî li ser rewşa Iraqê û bazara jinan tê rawestin. Wisa ye beşek ji raporê:
Iraq, ji bo bazirganiya jin û mêran ji awira cinsî ve û koletiya bêdil ve bazarek vekirî ye, kaniyek e. Jinên Iraqê dibin qurbanên tacîrên cinsî, û li welatên cînar, li Sûriyê, Urdin, Kuwêyt, Qetar, Tirkiyê û Îranê tên bazarkirin.
Iraqê bûye hedef ji gelek kesên tacîr ku li wir bazara koletiyê xurt bikin. Jinan ji aliyê Gurcistanê, Hindîstan, Pakistan, Indonesia, Nepal, Srî Lanka û Filipînê dihênin Iraqê û ew li wir mîna kole têne xebitandin. Gelek jin ji aliyê Fîlîpîn û Indonesia bi dizî derbasî Herêma Kurdistanê dikin. Ew li wir mîna koleyan dixebitin.
Rejîma Hindîstan, Pakîstan, Srî Lanka û Taylandê bi birayerekî ji hemwelatiyên xwe xwest ku li Iraqê nexebitin. Hemwelatiyên wir bi aramnca xebatê têne Iraqê, jin, bi zorê û tehdîtan ji awira cinsî ve têne karanîn.
Li Iraqê li hemberî bazara jinan zêde tedbîr nayên girtin. Firotin û kolekirina jinan weke pirsgirek heye nayê dîtin. Tacir nehatine cezekirin û xebata tacîran berdewam e.
[b]Eurokurd.net – Zarathustra News[/b]
Roj baş