Kekê Naîf, oxir be, çûyina te bû xêzeke din ji ya keser û xeman li dilê me, ne ku çima tu çûyî, lê ku çima me berî çûyina te li seranserê vî welatê ku te evîna wî ewqas sal di kûrahîya dilê xwe de parast û ku tu ji xeta têko?îna azadîya wî qet derneket, govend û dîlanên sexwebûnê, tiilîlîyên keç û jinên Kurd, teqeteqa çekên pê?merge û gerîlan li dar neket û te ew bi çavê xwe nedît. Lê xem neke, bila dilê te di cîh de be, ev doz ê bidome, ev milet ê biser keve, wê rojê bibîne, û keç û lawên Kurd ê wê gavê findekê ji bo te jî vêxin, û ger ne zarên te bin jî wê nevîyên te wê mizgînîyê bidin te û hemû kedxwarên doza Kurdistanê yên wek te.
Çi bibêjim, mirin tu bimirî.
Di serî de malbat, serê hemû Kurdên ni?timanperwer sax be.
Rojan
COCUKLUGUMUN KAHRAMANININ ANISINA