Hevpeyvîn Ligel Birêz Zîya Avci Li ser Kongreya Neteweyî
1-Aso Zagrosî: Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê
tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Ziya Avci: Ez ji ”Kongreya Neteweyî”, organeke berpirs a di nav de birêvebiriya xwe jî derxistibe û li ser navê netewekî yan civatekê têkoşînê dimeşîne biryar digre û bi beşdariya hemû sinif, tebeqe û pêkhateyên dînî û etnîkî yên wî welatî, netewe yan civatê pêk hatibe, fehim dikim.
Di pêvajoya têkoşîna neteweyên cîhanê de gelek organên wiha hatine damezirandin. Di dîrokê de zêdetir jî behsa yên ku serkevtin bi dest xistine tê kirin. Ji wan Kongreya Cuhiyan a Bazelê, Kongreya Başûrê Afrîkayê, Kongreya Yekem a Erebî ya sala 1913an a Parîsê û…hwd mirov dikare behs bike.
Ez beriya bersiva pirsên te yên din bidim, ez dixwazim li vir bidim xuyakirin ku şert û mercên welatê me yên siyasî û civakî û ew merheleya têkoşîna neweteyê me tê re derbas dibe, teqabulê pêkanîna ”Konreya Neteweyî” nake, di ew şert û mercên welatê me tê de ye mirov dikare behsa ”Konferanseke Neteweyî” ya rawêjkarî û peywendiyên siyasî, kulturî, ziman û. hwd. di navbera rêxistinên perçeyan de xurt bike, dikare bike. Kongre merciya biryargirtinê ye, ez tênagihim merciyek wiha çawan dikare di derbarê xebata hemû perçeyên Kurdistanê de yek awa biryar werbigire?
2- Aso Zagrosî: Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?
Ziya Avci: Di manaya îro ku tê tarîfkirin de kurdan ”Kongreke Neteweyî” pêk neanîne. Lê ev nayê wê manayê ku ji bo bi hev re kar kirin û yekxistina hêzên xwe han nedane. Li Kurdistana Îranê di salên 40î yên sedsala borî ya de bigir heta pêkhateya XUYBÛNÊ, li başûrê Kurdistanê di merheleyên cihê cihê de pêkanîna organên muşterek xebat hatine kirin û niha jî ew pêkhateya Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê, her çend sedî sed teqabûlê mefhuma ”Kongreya Neteweyî” neke jî, lê gavên hêja yên xebata neteweyê kurd in.
Heta eger em di çarçoveya wî wextî ya têgihiştiniya yekkirin û pêkanîna organeke ji bo hella pêrsgirêkên netewe yan civaka mirov aîde binêre, di salên 1500î de hatina li ba hev a mîr û begên kurdan, bi hev re çûna wan li ba Şah Îsmaîl û pişt re di bin serokatiya Idrîsê Bedlîsî de pêkanîna rêkevtinnamekê bi sultanê Osmanî Yavuz re, wekî min got di şert û mercên wî wextî de dikare wekî muadilê ”Kongreke Neteweyî” yan ”Konferanseke Neteweyî” bên hesêbkirin.
Seyîd Ubeydullahê Nêhrî yê serokê Serhildana 1880yî, dema ku hemû serokeşîr, şêx û xelîfeyên xwe yên temsîlkarên civata kurdî yên wê demê û pêkhateyên etnîkî û dînî yên derveyî kurdan, lê rûniştiyên Kurdistanê yên wekî asûrî, kildanî û. hwd. ên li herêma xwe berhev kirin û şêwra serhildanê bi wan re pêk anî û heta di warê sîvîl û eskerî de organan çêkirin, cardin dikarin li gor şert û mercan û mehfum û tarîfa wê serdemê ”konferans an kongreyên neteweyî” lê bê nêrîn.
Bêguman gelek sebebên pêkneanîna ”Kongreke Neteweyî” hene, lê yên serekî perçebûna Kurdistanê ye. Ya duduyan jî rewşa Kurdistanê ya civakî ye.
3-Aso Zagrosî:Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi
wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê
xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?
Ziya Avci: Wekî me li jorê jî da xuyakirin, Kurdistan bêyî rizayê kurdan hatiye perçekirin û vê jî bi xwe re astengên mezin derxistine. Yanî eger em bi gotineke din bêjin¸civaka kurd şal bûye. Di civakeke şalbûyî û gundî de pêkanîna wasiteya têkoşîneke bi vî awayî zehmet e. Ji bilî vê rêxistinên heyî yên li her çar perçeyan xwediyê program, daxwaz û peywendiyên cihê ne, ku ev dikarin bibin astengên gelek mezin
Li başûrê Kurdistanê vaye bîst sal e kurd xwediyê parlamento û birêvebiriyeke serbixwe ye, hê du wezaretên kar û barên hindur, du wezaretên maliyê û du hêzên pêşmerge hene.
Heta çend sal beriya niha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê mehê çend kadroyên xwe di kuştinên ”bêserûşûn” de wenda dikir, piştî dev ji şerê çekdarî berda û li Kurdistana başûr li gundekî hat bi cih kirin, ev kuştinên han sekinîn. Li Sûriyê herkes dibîne ku rêxistina PKKyê bi hukumetê re hereket dike û bi grubên din ên kurd re nakeve nav yekîtiyekê. Ez naxwazim vê gelek dirêj bikim û van reşbîniyan zêde bikim, gelo dê ev di ”Konêgreke Neteweyî” de çawan bên li ba hev.
Ji bilî vê, li perçeke Kurdistanê daxwaza serxwebûnê heye, li yeka din ji bo bibe xwediyê nasnamekê bi salan e di nav keftûleftê de ye, li perçeke din hêza herî mezin ji hemû remz û sembolê kurdan (ala kurdî, sirûda kurdî, ji navê pêşmerge û. hwd) wekî cin ji hesinê bitirse, bi wî awayî xwe jê dûr dixe. Gelo dê ”Kongreke Neteweyî” van pirsan çawan çaresir bike. Dê biryareke muşterek çawan bê dîtin ku rêxistinên siyasî yên her perçeyê bi programa xwe re biguncîne.
4-Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?
Ziya Avci: Min di pirsa beriya vê de bi gelek kurtî be jî hinek bersiva vê pirsê da. Lê ez dixwazim hinek din vekim.
Hezar mixabin heta îro li kîjan perçeyê Kurdistanê têkoşîn û xebat hatiye kirin -bêguman xebata çekdarî- timî hatiye gotin em ji ”dijîtiyên” di navbera ew dewletên ku Kurdistanê perçe kirine ”îstîfade” dikin. Vê jî di dîroka xebata kurdan de astengên mezin peyda kirine. Ji ber ku ji vê ”îstîfadekirinê” re hostatiyeke mahirane dixwaze. Ez ne di wê qeneetê de me ku ev mahiriya han hatibe kirin. Ez vê ne ji bo reşbîniyê kûr bikim an rêxistinên Kurdistanê bi hinek tiştan tohmetbar bikim, dibêjim. Em dizanin ku di ciyekî de ev netîceyên perçebûna welatê me ye. Lê hinek xal hene ku bi me ve jî girêdayî ne. Em her tiştî bispêrin perçebûna welatê xwe jî ne şêleke rast e.
Mesela em niha baş dizanin ku daxwaza Amerîkayê û dewletên Ewropayê ew e ku li Rojhilata Navîn sererast kirin û bi serûberiyekê (dizayn) pêk bînin. Di nav vê planê de roleke giring jî didin Tirkiyê. Çûyîna rejima Beşar Esed ji bo rûxistina rejima Îranê gavek dibînin. Li Iraqê, rojek tenê piştî çûna Amerîkayê, em dibînin ka çi asteng derketin. Gelo rêxistinên me yên heyî dê siyaseteke çawan bikarin biafirînên ku bikaribin di vê bi serûberîkirinê de bi kêmî jî be îstîfade werbigrin?
Bêguman ji vê re dîtina çareyan ne hêsan e, lê xeyrî mimkun jî nîne, xebateke gelek ziravrêsî, sebir, tehemula hevûdu û nirxandina şert û mercên em tê de pêwist e. Ev jî li gor baweriya min ne bi Kongreke Neteweyî, lê di gava pêşîn de bi hevûdu re xurtkirina peywendiyan û sazkirina konferansekê dikare bibe gavên pêşîn ji bo geşkirin û pêşdebirina pêkanîna programeke siyasî.
5- Aso Zagrosî :Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di
nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî
bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur
û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?
Ziya Avci: Bêguman hebûna herêma azad li Başûrê Kurdistanê, ji bo hemû kurdan, li ku dibin bila bibin, wekî pencereke hêviyê ye, jixwe em dizanin ku, dema neteweyek bêhêvî bû ew jê re dibe sinyala mirinê. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê wekî min got, ji bo hemû kurdên li ser rûyê cîhanê, îro pencereke hêviyan e. Hemû kurd lazim e wê wekî çavên xwe biparêzin.
Lê mixabin, wekî tê gotin carnan axaftin an danexukirina rastiyan gelek tehl e. Qasî ku em xem dixwin û li ber dikevin, di kirinên kurdên başûr de nayên dîtin. Ez dixwazim hinek bi zimanê amîyane û bi gotinên sade û vekirî, tenê yek mîsal bidim.
Îro (2012/05/14), yanî dema ku ez van rêzan dinivîsim, min bi rêya internetê li rojnameyên Başûrê Kurdistanê dinêriya, nûçeke bi vî awayî li ber çavê min ket: ”Hemû pêkhateyên Kurdistanê ên li Kerkûkê ne, îro berhev bûn. Li ser hilbijartinên wilayetan gotûbêj hat kirin û bi taybetî di bin yek lîsteyê de beşdariya kurdan hat raberizîn. Tevgera Goranê got ku: hê helwêsta me ya bi lîstek wiha muşterek re ketina hilbijartinan ne diyar e…”. Mebesta min li vir ne ew e ku ez li vir diwazim li dijî Tevgera Goranê tiştekî bêjim. Em hinek şexsan jê derêxin, dudu kêm û sisê zêde em rewşeke wiha de ne.
Belê, kerem bikin!!! Dê ka ev mesele dê çawan hel be?
Xaleke din, bila kurdên başûr zêde qusûrê nenêrin, lê ew egoîzma li ba wan ne niha ye, ew kesên dîroka xebat û partiyên hemû perçeyên Kurdistanê dizanin, ev nexweşî ji kevin ve heye.
6-Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya
Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?
Ziya Avci: Ez baş tênegihiştim mebeseta te ya ji ”Kurdên ’Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan” çiye. Eger mebest mafê kurdan di çarçoveya bêyî erd û bêyî netewe de girtina dest be, hem rêxistin û hem jî wekî fikir ev, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê heye. Wextê ku tê gotin, problema me ya sinor, ya al û ya dewlet tune, ew çareseriya ku tu behs dikî ew e.
Lê rastiyek heye, dema ku tu bi gundiyekî sade yê nû bi kurdîtiya xwe hesiyabe jî behsa meseleya kurd bikî, tiştî ku ew fehim dike dewleteke kurdî ye.
Ev jî heye, dema ku şuura millî ruhê neteweyî xurt be, ev nêrînên han dê zêde pere nekin, bi mercê ku em bikaribin welatê xwe di hêla aborî û demokrasiyê de pêşve bibin û ji wan re bikin warê vekêşîna nav xwe.
7-Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin,
bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî
bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin
sedema şerên birakujî î nû?
Ziya Avci: Carekê wekî min li çend ciyan da xuyakirin, em ji pêkanîna Kongreke Neteweyî re gelek dûr in. Lê cardin ez dibêjim, ji bo gihiştina vê qonaxê hinek gavên din pêwist in û ji bo amadekariya bi van kapangan re hilkêşîna jor, hûr û kûr û bi sebir meş lazim e.
Meseleya birakujiyê, qasî ku tê dîtin, li hemberê hinek qewimandinan hê rêxistinê me hene diranên xwe ji yên li hemberê xwe re qîç û dikirkirînin. Lê eger em û şert û mercên welatê me tê de, derkeve merheleya avakirina Kongreke Neteweyî, îhtîmala qewimîna birakujiyê namîne. Yên biryarên kongreyê qebul nekin, dê qebra xwe bi destê xwe bikole.
8- Aso Zagrosî:Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Ziya Avci: Bêguman ne tenê tirk, faris û ereb jî wekî her wext qewimiye, di çarçoveya berjewendî û avakirina dubendîxistina di navbera kurdan de dê tev bigerin. Lê eger em baş lê binêrin, ew behsa Kongrekê nakin, ya ew behs dikin, konferans e.
Lê ya giring kurd bi xwe ne, ya giring ew e ka em çi difikirin û daxwaza me ya pêkanîna kongre yan konferansekê gelo ji bo menfeeta rêxistina me ye yan wekî min li jorê got, hêlkêşîna kapangan hûr û kûr û bi sebir ber bi afirandina şert û mercên Kongreke Neteweyî ye.
9-Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil,
Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin
beşdarbin? Bo vê amade ne?
Ziya Avci: Kurd di vî warî de xwediyê tecrubeyên mezin in. Di seranserê dîroka têkoşîna neteweyê kurd de, bi dehan nimûneyên vê hene. Rêxistin û kesên ku armanca wan bi serketin û wekî hemû neteweyên cîhanê serfirazî û azadî jiyana kurdan be, dê xwe ji bo karekî wiha nedin alîkî.
Lê cardin mirov bi ihtiyat be, eger tiştek wiha biqewime, beriya her tiştî ji bo ku kurdên başûr mercên dewletbûnê pêk bînin, dibê bikaribin du prensîbên navneteweyî ya dewletbûnê îspat bikin; yek, ew dikarin dewletekê bi rêve bibin, ya duduyan ew dikarin sinorên xwe biparêzin. Bêyî van herdu mercan kesek mirov wekî dewlet nas nake. Pirs tê li ser wê yekê, gelo hêzên çekdar ên Bakurê Kurdistanê di haletekî wiha de dê helwêsta wan çibe? Ev gelek û hem jî gelek giring e.
10- Aso Zagrosî: “Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke
wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?
Ziya Avci: Bêguman partiyên siyasî jî tê de ya hemû kurdan e. Ne tenê ya hemû kurdan, ew eqaliyetên etnîkî û dînî yên li Kurdistanê hene jî gerek e xwe tê de bibînin. Ji ber ku ew dibe dewleta wan jî.
Ez wekî şexis Kongreke Neteweyî, wekî min got, rast nabînim. Lê eger hinek amadekariya wê bikin, êdî ew karê wan e.
Diyaspora kurdan hê gelek nû ye, ji bo avakirina lobiyan amadekariyeke bi wî awayî tune. Ya ku pêşengiya vî karî bike, Başûrê Kurdistanê ye. Lê sed mixabin!!!
Ji bo Kongreke Neteweyî ya rojên pêş de diyaspora kurd dikare roleke baş bileyza. Nesla nû ya kurd bi taybetî li Ewropayê di warê xwendina bilind de pêş e. Ew dê bikaribin di vî warî de gelek bi feyde bin.
11-Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê vanan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo...
Ziya Avci: Ez jî sipasê te dikim. Ez bawer im bi vî karî te xizmeteke hêja pêk aniye. Mala te ava be.