Ku Amerîka biçe | Bedran Ehmed Hebîb
Meha kanûna dahatî sozê vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ji Iraqê ye. Her kes nîgeran e û dipirse piştî vekêşanê çiyê rû bide. Aya Iraq baştir dibe yan xerabtir dibe û bê serûber dibe? Di vê demê berpirsên DYAyê gelek caran dubare kirin ew ê bimînin ku aliyê iraqî ew xwestin. Ev bi xwe nîşane ku ew ne geşbîn in eger ew ji Iraqê vekişîn. Lê çima ta niha çi seynal ji layê iraqî ve bo xwestina mandinê derneket. Bêguman aliyê iraqî xwediyê kêşeyê ye û divê ew destpêşxer û bi peroş be. Nemaze Serfermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî berî 2 rojan got ku hêza asmanî li ba Iraqê nîne ta ku asîmanê xwe biparêze.
Ez dibêjim, Iraq ta hêza bejayî jî nîne ta sînorê xwe biparêze, zorbeya dewletên derewsê jî bi artêşa xwe zilhêz in. Bi dirêjahiya sedsala 20ê di navbera Iraq û Îranê de kêşeyên avê hebûn û gelek rêkeftin û şer li ser erd û avê rû dan. Nimûne rêkeftina el-Cezaêrê ya sala 1975ê heye û şerê 8 salan di navbera wan de. Tirkiye jî hîn çavên wê li wîlayeta Mûsilê ye. Zêdebarî gelek kêşeyên din yên dijbereya Îranê çi kurd bin “komele û PDK-Îran” û çi jî “Mûcahîdîn Xelq” ku binke û navendên wan yên siyasî û leşkerî li vî welatî hene, her wiha Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li çiyayên Kurdistana Iraqê ye, ev hemû behane ne ji êrişan re di çi wextê de be.
Iraq ne hêza asmanî ne ya bejayî heye, dewleta herî jar ji derewsê ku Kuwêt e, dikare çend parêzgehên başûr dagir bike. Hin rastî hene nahên veşartin ew jî ku terorîst di vê valahiya desthilatê de rojane lêdixin. Dibe ku Iraq piştî Pakistan yan Afganistanê ji rêxistina el-Qaîde re cihê herî baş e. Lê çima serkirdeyên iraqî nabin destpêşxer û daxwaza mandina hêzên DYAyê nakin? Pirs li vir e?
DYAyê berpirsiya rewiştî bo ewlehî û seqamgîriya hundir û parastina serweriya Iraqê li stû ye. Ji ber ku bi dagirkirina Iraqê hêz û saziyên berê henî ku wê dikarî bihêle hemû hilweşiyan. Meger Iraqiyan nexwest DYAyê bimîne jî divê ew bi xwe bimîne û berpirsiya dîrokî rake. Lê mixabin ajendayên serkirdeyên iraqî hene û piraniya wan têkeldarî dewletên derewsê ne ku berjewendiyên wan li Iraqê hene. Wan dewletan li ser Iraqê kînên xwe rakirine û her kengî derfet hebe ew ê dest tê warding û teşqele û serêşiyan ji bo vî gel û welatî durist bikin. Eger hesta netewetiyê li ba iraqiyan hebe ew ê bizanibin ku her destekî ku ji derewsê tê destê dijmantiyê ye ne yê dostaniyê. Ta dewletên ereb jî xêra Iraqê naxwazin ji ber bi rêya wan teror têt.
Bi kurtasî, çi cînarên Iraqê nînin ku emnetiyê pê bike û pişta xwe pê girêde. Bêguman eger serkirdeyên Iraqê bi welatparêzî kar bikin piştî vekêşana artêşa Iraqê dê Iraqê bikin parek ji bihuştê. Hin caran ez geşbîn dibim û serkirdeyên Iraqê ji her sê pêkhateyan yên herî dilsoz dibînim û li ser wan dinyayeke xweş bêhempa ava dikim.
Ez dest pê bikim bi kurdan: piştî vekêşana DYA kurdê dê bêtir kara û çalak bin di guhartina demokratîk de û dê navçetiyê neparêzin, çunku bê Iraqeke demokratîk çi mafê neteweyî jî bi dest nakevin. Benda 140ê jî dê dilxweşî û rêkeftinê ne bi fişar û tundûtûjiyê cîbicî bibe. Ta eger xwestin serbixwe bibin ew ê nikaribin bêkêşe bi cînarên diktator re bijîn.
Yên Duyê erebên Sine: Yên ji destpêka de dixwazin DYA ji Iraqê derkeve, îcar piştî pêkhatina wê daxwazê, divê ew destê bi terorê pîs bû bikin yê destpakî û avakirinê. Êdî ew têgihiştin ku dinya sîstemên dîktator qebûl nake û kesên wekî Sedam nikarin cihekî ji desthilat û hikimdariya xwe re bibînin.
Yên sêyem erebên şiî: ku ew piraniya şêniyê Iraqê ye, ez pêşbînî dikim ku ew wek “iraqiyan” nêzîk dibin û bi hilgirtina berpirsyariyê ew rola xwe di nûkirina Iraqê de distînin çunku wan gelek êş û azar dîtin û kesê zilm û zor dîtî nahêle ew careke din dubare bibe.
Ev xeyal û pêşbîniyên min in, bi wan ez Iraqê dikim parek ji bihuştê, bêguman ew hêjayî bihuştê. Iraq ji sertaserî dîrokê meydana karesat û bela bû. mezintrîn şerên îslamê li Iraqê rû dan. Berî wê jî qada şerê Yunan û Firs bû û berê jî şerê Aşûr û Nînowa û berê jî şerê Babil. Di serdemên nûtir de li Bexdayê şerê Nîsan herî mezin rû dan, Tetar, Magol heta milmilaneya Osmanî û Sefewiyan ku bûn sedema rûxana Bexdayê 4 caran. Lê tiştê ku di serdema Sedam de rû dayî derfet nîne ez hewal dim çunku her iraqiyekî di nifşê min de çîrokeke wî ya dûr-dirêj heye ku hêjayî nivîsandinê ye. Îcar nifşê nû dizane piştî Sedam çi rû da. Lewma divê ev welat birînên xwe bipêçe û iraqî dikarin vi hêsanî bikin, bi rêya pêbendî û pêdagiriya bi “welatparêziyê.”
Bêguman ew dikarin wiha nekin û welatî wek niha bihêlin. Senaryoya şerê taîfî û netewî û destêwerdana cîranan nivîsandinê dîsa naxwaze. Her kes dikare di xeyala xwe de birame dê çi rû bide. Wê demê mîrê Nîsan şer dê zêdetir bibin, dîrok bi behane û hicetên şer re tijî ye ta ew bi hev bikeve. Lewma ji bo paşerojeke nû, divê em dîrokê ji bîr bikin, kesê duh ji bîr neke nikare siberojê ava bike.
Wergêr: hr (AKnews)