Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 9 November 2009

[b]Ji ezeziya apoçiyan berve tirrkiriya derveçiyan[/b]

[i](aoBerlin, 09.11.2009)[/i]

... Osman Öcalan hewqas bîn- û bêhnteng, birsî û nanokçî, ji kar û bar revînçî bûye, dema ku li pa girtina bira û serokê wî, Abdullah Öcalan, 1999 kete zîndana "MIT û CIA" (Kemal Burkay!) dev ji PKK û hevalên wê berda, xwe bi damezirandina PWDK cerisand û li pê ku têgihêşt, ji siyasetê û bi taybet ji karên rêveberiyê pirr dûr e, qantir e ne hesp e, çû bi jinekî ji PKKê re zewicî û bi zayindina zarokan xwe wek qebedayê Urfayê li ber mala YNK li dor Suleymaniyê pesinand û li cîhanê mand, ka bîbîne ew çih mêr bûye! Ji ber ku nikanî pê re karekî pêşeyî bi xêrtir bikira, pê zika xwe û ya mala xwe têr bikira û ne jî bi livînên xwe bi Amerîkan, Alemanan û Jihuyan re siyaseteke serkeftî li PKK (KCK) biserxista û gelek berkeftî, matmayî û bêçarî maye li hember pêvejoyên mezin li Bakur (AKP, DTP û Vebûna Nîzama Komara Turkiyê), Osman Öcalan wek qanterekî karnexwaz çîzan dihavêje, ne li dij dijminên gelê xwe, lê belê, tabî û mixabin wek her tim, berve hevalên xwe, berve partiyên gelê xwe li Bakur - bi taybet jî li dij DTP. PKKê Öcalanan yan Öcalanên PKK çon di destpêkê de her wisa nûka jî li dij partiyên kurdan e li Bakur (û li Bakur-Rojava jî!) xebitîne. Li dawîyê xalih bi ser xwe kirin û dikin: Abdullah Öcalan, dayika xwe kire turk, pesnê jihuhê qonak Atatürk (dijminê herî mezin yê Netewa Kurdan di sedsala 20an de!) da û nizane, naxwaze bizanibe, ka ji bo çih bi hewqas şer, kuştin û berxwedan bang kiriye, da ku li dawiyî bibêje, eger çih bi dest kurdên Bakur keve, bi qandirî Texas li Amrîka yan Korsika li Fransa û ne bi qandirî kurdên Başur (!?), ewayê pê qayîl be, lê her tim jî ne bi DTP razî dibe û ne jî AKP rast dibîne, her tim dij e, dijek e! Birayê Abdullah, Osman jî wiha ye, wisa bûye. Mêrik li dij DTP nûka derdikeve, dixwaze bi rêk û yarmetiya "MIT, CIA, BND û MOSSAD" vegere welêt û li Turkiyê DTP biperçiqîne, kurdên Bakur berde hevdu, piştê PKK û DTP bişkîne! Ji xwe re gurr in, ji xelkê pîsî ne! Baştirîn kara Osman Öcalan nûka û pê re bike, ewa ye, li mala xwe di siya C. Talabanî û M. Barzanî de bimîne û jiyana mala xwe bidebirîne. Ewa dikane tabî bi dilê xwe vegere welêt jî û xwe wek gunahkarekî cengî radestî Komara Turkiyê bike, li karên xiyanetê û kuştinên mirovên bêguneh û welatperwer poşmam bibe û lêborînê ji Kurdan û Turkan bixwaze! Kurd û Kurdistan li hemû deran pêwîstî û giringî bi xebatkar, berhemdar û alvêrdaran, ne bi fîtneçîyan heye!

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.