Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 14 October 2009

Ehmo'yê Hotan; xort bû, benj zirav û zirek bû.
Edî dema wî û zewacê bû. Dilê wî ketibû dotmama wî Gozê.
Gozê jî qîzek kibar bû.
Vegerîya ji Ehmo'yê pismamê xwere got;
“Kuro, here min ji bavê min bixwaz e.“
Li ser xwazîya Gozê, Ehmo; bû xwazgînîye mala bavê. Çend heb camêr, şand ba apê xwe Sîdiq.
Mixabin bavê keçikê, qîza xwe neda Ehmo.
De dem jî demên salên 70 bû. Dema şoreşgerîya xortan bu.
Mesolokên wîsa jî dibu pêkenîk.Dihat zimên û dibu tîqe tîqan xorta.
Di wî demê de jî; ebdilleh hina di Qomünizmle mücadele Derneği'de kare xwe dikir.

Xortan dizani ku; Ehmo, çuye keça apê xwe xwastîye, lê nedanê.
Ehmo; tirki nedikari bash biaxfe.
Lê xortên wî demê jî, bi tirki dikirin gal gal. Carna ji tinazê xwe bi Kurdi danîn.
Chima kû; gengeşiyên xwe, piranî bi tirkî pêk danîn, wek iroj.
Ji wan xortan yekî, vegerîya ji Ehmo pirsî, got;
“Kek Ehmo, men sene heyran...gittin û Gozî'yî istedin...Hal û mesele ne oldi?“
Ehmo, bi xemgîni vegerîya xortê kû ji wî pirs kirî bu, wek bersiv;
“Keko welleh! Ben Gozê ye xirabe demîyrem, lê welleh babasî xirabedîr...“
Dema ku ez li rojeva tirka dinehirim... Ez, ji xwere dikenim...
Gelo ez ji hale xwere dikenim, an ji halê tirkan re...!? Ez jî nizanim, lê dikenim.
Ji Qart- Qurt'ê hatin; ’kurt acılımı', ji açılımê hatin; ’dımoqratik açılimê...Ji dimoqratik açilime berî dan; ’milli birlik açılımê...!'
Dikenim bi tiqe tîq. Evayê halê Tirka ye.
Halê me jî di yek hevokek te; ax, li min li min...!

Nûha ez ji xwere stranek distrim;
’Kemal abî evde mî evde mî, üç odalı yerde mi yerde mi...al kadifeli...'
Kemal abî, dibeje di axftina xwe de;
“Hizbî kom kuj, bi destê dewleta kûr hatibû damezirandin...“
Ma Kemal abî, te ev dizanî te cima bere xwe da Bar Elyas'ê.
Ne dikenim û ne jî bi tîqe tiqim. Ponijtîme, xemgînim û ji halê xwere digîrim.
Ehmo, rast digot; 'ben Gozê'ye xirabe demîyorum, lê Gozê'nin babasî xirabedir...“

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.